Şoreş Derwîş
Mirov nikare piştrastiya analîza ku dibêje Netanyahu, Trump teşwîq kir ku tevlî şerê 12 rojan ê li hezîrana borî û şerê 40 rojî yê dawî bibe, bike. Ji ber ku yekbûna armancan di armanckirina rêjîma Îranê de, ne tê wateya yekbûna armanca dawî. Li ser vî bingehî jî, nirxandineke bi baldarî ya sedemên veşartî yên her aliyekî dibe ku astek ji cudahiyê di navbera nêrînên amerîkayî û îsraîlî de li ser xwezaya şer û encama wê ya dawî eşkere bike.
Berjewendiya Îsraîlê ya rasterast ew e ku rêjîma Îranê ji dikeya Rojhilata Navîn were derxistin û li şûna wê rêjîmeke nû were anîn ku hebûna dewleta Îsraîlê û mafê wê yê jiyanê nas bike û siyasetên wê qebûl bike. Ji ber ku cewherê şer ne tenê bi aliyê rikberiya li ser rêvebirina Rojhilata Navîn û serweriya li ser biryarên wê yên aborî û siyasî ve girêdayî ye, lê belê aliyekî îdeolojîk jî heye ku di vê şerî de cihê girîng digire. Li beramberî vê yekê jî, şerê Amerîkayê zêdetir xuya dike ku armancê wê guhartina rêbazê Tehranê ye û kişandina wê ber bi hevkariyeke dîrokî, bêyî ku pir girîngî bide cewherê rêjîma wê ya desthilatdar, ango gelo demokratîk e an jî li ser rêbazê xwe yê teokratîk û dîktatorî dimîne.
Di rastiyê de, şerê dirêj ê ji 7ê cotmehê ve bû sedem ku peymanên Îbrahîm werin rawestandin û beşa wan a herî girîng— di demekê de ku dîplomasiya amerîkî nêzîkî tevlêkirina Erebistana Siûdî nava peymana Îbrahîm bûbû, hate astengkirin. Herwiha, şerê 7ê cotmehê projeya korîdora aborî ya di navbera Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê de (korîdora hindî) rawestand. Ne dihat texmînkirin ku şer, herdu projeyên herî girîng asteng bike, yên ku dikarîbûn rûyê herêmê biguherînin, piştî ku rêveberiyên Biden û Trump mizgîniya wan dabûn. Dibe ku şerê Netanyahu ne tenê bandoreke astengker hebe, lê belê dibe ku bi temamî herdu projeyan îbtal bike. Ji ber ku Riyad êdî sûdê ji normalîzekirina bi Tilebîbê nabîne, ji ber di çarçoveya şerê dirêj de hesabên xwe hatine guhartin û aktorên nû li ser dikeya giştî derketine.
Di siya şerê heyî de: Gelo hevpeymanên nû tên avakirin?
Ji nav aktorên ku piştî şerê 40 rojî bi awayekî berbiçav derketin, Pakistan derdikeve pêş wekî dewleta îslamî ya tekane ya xwedî çekên nukleerî, ku doktrîna wê ya şer bi taybetmendiyên niştimanî û olî hatiye avakirin. Herwiha, Pakistan xwedî şiyanên leşkerî ye ku dikare sînorên xwe derbas bike û hevpeymanî û hevkariyên bi hêz bi dewletên cîhana îslamî re ava bike, bi taybetî bi Tirkiyeyê, Erebistana Siûdî û Qeterê re.
Di vê çarçoveyê de, rola Pakistanê di dema navbera herdu şeran de bi awayekî zelal xuya bû û bi navbeyankariya Îslamabadê di navbera Washington û Tehranan de û herwiha bi serdana fermandarên leşkerî yên Pakistanê li welatên herêmê, rol zêdetir xurt bû.
Di encama lawaziya Amerîkayê de di parastina dewletên Kendavê ji êrîşên Îranê yên bi êş de, hîşt ku Riyad û Dewha bi awayekî lez berê xwe bidin bijartina parastin ji dervayî sazûmaniya Washington.
Di heman demê de, ev herdu paytext(Riyad û Dewha) ji bicihbûna leşkerî ya Pakistanê li herêmê, pêdiviyên wê yên aborî û herwiha ji dirêjahiya sînorê wê yê hevpar bi Îranê (nêzîkî 900 kîlometre) sûd werdigirin; ev yek jî dibe ku di rewşekê de ku Îran êrîşên xwe li dij wan bidomîne, bibe faktorekî fişar li ser wê.
Ji ber metirsiyên serweriyê yên li dora Erebistana Siûdî, derketina holê ya Pakistanê wekî hêzek leşkerî ya îdeolojîk a pêşbînkirî li herêmê û keşfkirina dermanê astengkirinê ji aliyê Tirkiyayê ve ku ji hêla mûşekên balîstîk û hîpersonîk ve tê temsîlkirin û xwesteka wê ya veberhênanê di vê sektorê de, berhevkirina van tirs û xeyalan dibe ku bibe sedema afirandina eksena/hevpeymanek herêmî ya nû li ser bingeha sê prensîban: Parastina dewletên xwedî taybetmendiya navendî li herêmê, avakirina hêzeke beramberî hêza Îsraîlê û hevalbendiya wê li herêmê(Îsraîl, Hindistan, Îmarat, Etiyopya, Yewnanistan) û parastina xetên enejiyê yên navdewletî û garantiya wê û bikaranîna wê di berjewenidyên aboriyên xwe de. îhtîmala avakirina hevalbendekî bi bî rengî(ku di ragihandinê de bi navê NATOya îslamî tê binavkirin), nîşaneyên wê di pêvajoya di navbera şerê 12 rojan û şerê 40 rojî de, derketin.
Vebijareyên vekirî
Li hember bêserûberiya Îranê di derbarê danûstandinên ku dikarin bibin sedema aştî û hevkariyeke mayînde de, Washington xwedî rêzek vebijarkan e. Di pratîkê de, cîgirên Ayetullah Xameneyî nikarin îdeolojiya “hikûmeta Xwedê” ya ku ji hêla Ruhullah Xumeynî ve zêdetirî çar dehsal berê hatiye ragihandin, nû bikin an biguherînin, ku li ser slogana “Mirin ji bo Amerîkayê” ye, ku wekî “Şeytanê Mezin” tê binavkirin. Li gorî vîzyona hişk a Komara Îslamî, lihevhatin bi “Şeytan” re ne hêsan e. Wekî din, rejîma Îranê, di rewşa xwe ya niha de, bê Rêberekî Bilind e ku xwedî karîzma û hebûnek be ku careke din “ji qedeha jehrî vexwe”.
Dibe ku çêbûna vî cudabûn û devjê berdana bingehên teorîk ên Komara Îslamî rûyê Îran û herêmê biguherîne. Lê belê, ev senaryo zehmet e pêk were, tevî cidbûna Washingtonê ku Îranê têxe nav dewletan ku dikarin dorpêçeke nerm li ser Çînê ava bikin, bi rêya qutkirina zincîrên dabînkirina enerjiyê.
Ji nava vebijarkên amerîkayî, ji bilî şerekî sêyemîn, vebijarka dorpêçeke giran li ser Îranê ji Tengava Hurmuzê hate destpêkirin, ku di destpêkê de vebijarkeke îranî bû û hiştina rejîma Îranê ku paşê bandorên şerê dawî bikişîne bêyî ku alîkariya aborî ya pêwîst werbigire.
Vebijarka ku Îran ji hundir ve ji hev bikeve, nêzî vebijarka George H.W. Bush e, dema ku hişt rêjîma Sedam Hisên ji hundir ve xerab bibe, di encamê de Iraq hêdî hêdî di navbera salên 1990-2003yan de, hate rûxandin. Ji ber vê yekê jî, Washington dikare xwe bispêre xetên enerjiyê ku Tengava Hurmuz derbas bike. Di vir de jî, rolên dewletên herêmî yên ku hewl dide roleke nû di xetên enerjiyê de û hebûna xwe ya navdewletî xurt bike, derdikevin holê. Eger ev vebijark demek dirêj û îstîqrara navxweyî li welatên ku xetên enerjiyê dê ji wan derbas bibin hewce bike, wê demê bikaranîna vebijarkek wiha dê bibe sedema zirarê li Îranê, her çend ew biryar bide ku dev ji fikra kontrolkirina Hurmuz berde jî.
Berevajî vê, Îran xwedî şiyana girîngiya xwe ye bi parastina bêîstîqrariya bazarên enerjiyê bi rêya manîpulekirina demkî ya Tengava Hurmuzê an jî bi aktîvkirina hevalbendên xwe yên herêmî yên mayî. Girîng e ku Tehran di vî şerî de hevalbendê xwe yê Hûsî diparêze, û dibe ku di demek paşîn de serî li lîstina karta “Ensar Allah” bide.
Cudahiya di navbera Amerîka û Îsraîlê de li ku ye?
Cewherê şerê rêveberiya Trump dikare wekî dirêjkirina ji Îranê wêdetir were dîtin da ku şerekî sar ê berfirehtir bi Çînê re bigire nav xwe. Ev tê vê wateyê ku zexta li ser Pekînê bi avakirina kontrola li ser tevahiya Rojhilata Navîn û qutkirina dabînkirina petrolê ya Çînê dest pê dike. Xala destpêkê ya vê projeyê Îran e, an jî, şerê bêdeng ê Amerîka-Çînê li ser axa Îranê û derdora wê tê meşandin.
Guhartinek di tevgera dijminane ya serokatiya Îranê ya li hember Amerîkayê de dikare bibe alîkar ku hevpeymaniya Amerîka li herêmê berfireh bibe. Lêbelê, guhrtinek wiha dê were wateya guhertina qaîdeyên lîstikê û ferzkirina hevkariyek nû di rêvebirina herêmê de, ku Tehran wekî lîstikvanek sereke di diyarkirina trafîkê de li Kendavê û Tengava Hormuzê ye. Ev dikare Îranê bi daxwaza Amerîkayê bigihîne statuya “polîsê” Kendavê. Ji hin aliyan ve, ev dikare were wateya tevlêkirina Tehranê di hevpeymaniya Îslamabad-Enqere-Riyadê de. Ev perspektîfa pêşbînîkirî bi îhtîmaleke mezin dê Tilebîb û Ebû Dabî bitirsîne, ji ber ku ew ê nîşan bide ku bandora wan a herêmî kêm dibe û dibe ku hevpeymaniya wan jî têk biçe.
Li vir, cudabûna Amerîka-Îsraîlê dikare wekî ji dualîteya berjewendiya bilind û berpirsiyariya navneteweyî were wesifandin. Berevajî berjewendî û berpirsiyariya Amerîkayê, Telebîb berpirsiyariya teqîna rewşa li Îranê û veguherîna wê bo dewletek têkçûyî ku ji şerên navxweyî, pevçûnên neteweyî, belavbûna tundrewiyê di nav wê û derdora wê de û çêbûna tevgerên koçberî û koçberiyê ber bi welatên cîran û Ewropayê ve tê kişandin, nagire ser xwe. A girîng di dawiyê de ew e ku dijminê hebûnî û çekên wî yên li herêmê xilas bibin, çi lêçûn be jî, ji bilî qelskirina dewleta navendî ya Îranê û veguherandina wê bo dewletek bê armancên emperyal û berfirehbûnê. Di vê navberê de, rêveberiya Trump difikire ku ji bo mayîna Îranê wekî dewletek, wekî hevkarek potansiyel di rêvebirina Rojhilata Navîn de, çi şêweyê rejîma wê ya serdest be, asta herî kêm biparêze.
Di seranserê ezmûna dirêj a herêmê de di danûstandinên bi Îsraîlê re, modelek ji bo pêşanîdana berjewendiyên neteweyî yên amerîkayî derdikeve holê, ku dikare wiha were kurtkirin: welatek dikare hevalbendê Washingtonê be û di heman demê de têkiliyan bi Îsraîlê re normal neke an jî nekeve pêvajoyek aştiyê. Mînakên Erebistana Siûdî û Pakistanê belkî vê xalê herî baş nîşan didin. Ger mesele ber bi peymanek amerîkayî-Îranî ve biçin, Îran dê neçar nebe ku peymanek paralel bi Îsraîlê re bike, bi vî rengî Tilebîb di rewşek hişyariyê ya dirêj de dimîne.
Ji ber cudahî û nelihevhatina nêrînên amerîkayî û Îsraîlê, redkirina pêşniyara aştiyê ji hêla Îranê ve (ya ku bi zorê hatiye ferzkirin) dibe ku Washingtonê neçar bike ku tenê vebijarka ku Îsraîlê heye bifikire: Hilweşandina rejîma Îranê, barkirina wê bi cezayan û gurkirina kaosa navxweyî.







