• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

40 roj ji şer li Rojhilata Navîn

April 18, 2026
40 roj ji şer li Rojhilata Navîn

Keştiyeke firokeyên şer a Amerîkayê di çarçoveya hewildanên şerê li dijî Îranê de li Deryaya Erebî ye | Çavkanî: CENTCOM

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye العربية

Di 1ê sibata 2026an de, çar hefteyan berî ku bi êrîşeke îsraîlî–amerîkayî were kuştin, “rêberê bilind ê Îranê” Elî Xamineyî got: “Divê amerîkayî bizanin ku eger şer dest pê bikin, vê carê dê bibe şerekî herêmî.”

Eger em li tiştên ku di 40 rojên ji şer ên derbasbûyî binêrin, ku şer bi kuştina Xamineyî di 28ê sibatê de dest pê kir, diyar dibe ku senaryoya ku Îranê di şer de meşandiye yê Xamineyî bû. Îranê ev senaryo di şerê 12 rojan a hezîrana borî de, pêk neanî. Di heman demê de, Tehranê di vî şerî de dikarîbû ritmê wê diyar bikire, lê Amerîka û Îsraîlê nikarîbûn bi rêya senaryoya amerîkayî ritmê şer diyar bikirine. Ji ber ku senaryoyê amerîkayî ew bû ku bi rêya bombebarana dijwar Îranê neçar bike hersê daxwazên amerîkayî ku di danûstandinên amerîkayî-îranî beriya şer de hebûn, pêk bîne û ew jî wiha ne: Radestkirina 450 kg ji uranium, rawestandina bernameya nuklerî û çêkirina wê, jihevxistin û rawestandina bernameya mûşekên balîstîk û Îran êdî destekê nede şaxên xwe yên herêmî. Ji aliyekî din ve jî, armanceke din a Îsraîlê hebû, ew bû ku rêjîma Îranê di şer de bigihêje asta hilweşandinê, lê Amerîka berovajî ku berê û niha jî dixwaze peymaneke bi rêjîma Îranê re di nava şer de, çêbike.

Senaryoya ku Xamineyî îşaret pê kir û piştî kuştina wî hate bicîhkirin, li ser bingeha rûbirûbûna bi dijminê xwedî serweriyê di şer de hatibû avakirin, bi rêya hedefgirtina xalên lawaz ên wî; ango:

1- Astengkirin û rawestandina navgîniya deryayî di Tengava Hurmizê de, ku nêzîkî pêncêk ji enerjiya cîhanê (petrol û gaza şilkirî) tê re derbas dibe; ev jî dibe sedema bilindbûna nirxên enerjiyê li ser asta cîhanê û di encamê de fişarê di hundirê Amerîkayê û ji aliyê hevalbendên wê yên li dewletên pîşesaz ên mezin ên enerjiyê ji derve tînin, tê kirin da ku Washington neçar bibe şer rawestîne.

2- Piraniya hêza leşkerî ya Îranê (mûşekên balîstîk û balafirên dron) li dij dewletên Kendavê hatin bikaranîn, ji ber ku ev herêm ji aliyê Amerîkayê ve wek xaleke stratejîk a lawaz tê hesibandin. Sedemên vê yekê jî ew e ku dewletên Kendavê hilberînerê sereke yê enerjiya cîhanê ye û bandorê li nirxên wê dike, sedema duyemîn armanca Îranê ew e ku nîşan bide Amerîka nikare hevalbendên xwe biparêze, sedema sêyemîn jî ku Îran dixwaze serweriya xwe li ser qada Kendavê nîşan bide.

3- Îranê bi rêya mûşekên balîstîk û balafirên dron xwest Îsraîl neçar bike ku li jêrzemîn û stargehan bijî, tevî ku piraniya van êrîşan li hewayê hatin têkbirin û ji aliyê hejmarê ve jî ne bi qasî êrîşên Îranê li dij dewletên Kendavê bûn, ango êrîşên li dij Îsraîlê kêmtir bûn.

4- Îranê şaxên xwe yên herêmî yên mezin bi kar anî, ango Huzbellah li Lubnanê û hişt ku beşdarî şer bibe. Di heman demê de, Îranê nîşan da ku ew e şaxên xwe yên li Iraqê û Yemenê jî bixe tevgerê. Ev vebijarka bikaranîna şaxên herêmî, Îran di şerê 12 rojan a sala borî de bikar neanî.

Îranê di “Şerê 40 rojî de” dikarîbû ku ritmê şer diyar bike, lê Donald Trump û Netanyahu nikarîbû ritmê şer diyar bikirine. Mirov dikare bêje ku herdu (Trump û Netanyahu) ji tiştên ku Îranê di şerî de kirin şok man û texmîn nedkirin ku Îran van tiştan bike.

Îhtîmala herî mezin jî ku senaryoya Karakasê ku Washington beriya du mehan  li dij serokê Venezuelayê pêk anî ku ew ji holê rakir û rêjîma Venezuelayê neçar ma îradeya xwe radestî Amerîkayê bike, Trump teşwîq kir ku li Tehranê heman rêbazî dubare bike, bi rêya hedefgirtina rêberê bilind ê Îranê, da ku rêjîma Îranê xwe radest bike. Lê ev yek pêk nehat û hate piştrastkirin ku Tehran ne Karakasê duyemîn e.

Di vê çarçoveyê de, axaftina ku li Washington û hwd, hatiye kirin ne girîng e,  ew jî ku Netanyahu, Trump  aniye şer. Diyar e ku dewleta Amerîkayê ya kûr (ku Pentagon berpirsê siyaseta Amerîkayê di Rojhilata Navîn de ye) ji 7ê cotmeha 2023yan de dixwaze vegere û dev ji siyaseta Barack Obama ya vekişandina ji Rojhilata Navîn, berde.

Herwiha, amerîkayî êdî bi axaftina general  de Gaulle  bawer dikin ku Rojhilata Navîn ew “Dilê Cîhanê ye” û yê ku serwerî li ser Rojhilata Navîn bike, wê serwerî li ser cîhanê bike. Ango Rojhilata Navîn paytexta enerjiya cîhanê ye û ” cîhana yekqutbî”, nikare yekqutbiya xwe berdewam bike, bê ku serwerî li ser Rojhilata Navîn neke.

Lewra, bidesxistina kilîtên enerjiya cîhanê, ji bo ku li ser nirxê enerjiyê serweriyê bikî û ji bo ku serwerî li ser dewletên ku enerjiya cîhan dixwazin bikî û di destpêkê de Çîn û Ewropayê. Di heman demê de Rûsyayê jî wek navenda duyemîn a enerjiya cîhanê sînordar bikin.

Îran li pêşiya ev plana amerîkayî asteng e, ji ber vê yekê jî di nava 9 mehan de êrîşî Îranê kirin û derbe li Îranê xistin. Herçiqas ku beriya van êrîşan û di navbera van êrîşan de gerên danûstandinê hebin, amerîkayî piştî sê rojan ji şerê 40 rojî di danûstandinên Îslamabadê ji îraniyan re gotin: “Piştî vê agirî û şerî, nêrîna we çi ye?”.

Bersiva îraniyan di danûstandinê de ji amerîkayiyan re gotin: “Lê hûn bi ser neketin.. û plana we ya Karakasê têk çû.. Ji ber vê yekê jî, werin em bi hev re bigihêjin çareseriyeke navîn”.

Di vir de Trump nîşan da ku ew amade ye ji bo çareseriyeke navîn, lê ev yek ji bo Tilebîbê cihê fikarê ye û ev yek bi awayekî eşkere di çapemeniya Îsraîlê de piştî agirbesta 8ê nîsanê diyar dibe. Lê Trump nizane ku eger ku ev çareserî, wê wekî Peymana Nuklerî (sala 2015) ya Obama bi Xamineyî re be: (Sînordarkirina bernameya nuklerî ya Îranê, beramberî wê jî ku Washigton çavê xwe derbarê belavbûna Îranê di herêmê de bigire). Ev peymana Trump di hemleya xwe ya hilbijartinan a sala 2016an de, wekî “Xerabtirîn peyman di dîrokê de “bi nav kir. Lê di sala 2018an de, Washington ji vê peymanê xwe vekişand. An jî ew ê mîna tiştê ku di sibata borî de li ser danûstandinên di navbera Weitkov û Araqçî de belav bû, di derbarê pêşniyarek ku li ser peymanek (rawestandina dewlemendkirin û bernameya nuklerî bi radestkirina uranyuma dewlemendkirî di berdêla rakirina cezayên li ser Îranê) bi nezelaliyek di helwesta Washingtonê de li ser mijarên mûşekên balîstîk û çekên herêmî de hate pêşkêşkirin, ku Îranê red kir, ji ber ku wê pêşniyar kir ku dewlemendkirin ji bo demek diyarkirî rawestîne dema ku mafê dewlemendkirin û hebûna berdewam a tesîsên nuklerî biparêze, lê di nav “bernameyeke aştiyane” de, ku bû sedema destpêkirina şer du roj piştî wan danûstandinan ji hêla amerîkayî û îsraîliyan ve.

Divê ev xal di şîrovekirina encamên danûstandinên Îslamabadê de were di ber çavan re werin derbaskirin: Gelo piştî şer hevsengiyê hêzê di navbera Washington û Tehranê de hatin guhartin,  ji ber ku danûstandin nîşaneya hevsengiya hêzê ye?.. Di encamê de jî, rewşa danûstandkaran di danûstandinên Îslamabadê de ji danûstandinên Weitkov-Araqcşî beriya şer, çi qas hatiye guhartin?

Encama ku şer gihaşt wê hukum li danûstandinên paytexta Pakistanê kirin û hişt ku tu encamê nede. Îhîtîmala herî mezin ku danûstankarê îranî hest dike ku rewşa wî di vê demê de, ji ya beriya du mehan baştire, tevî ku Washington û Tilebîbê şiyanên leşkerî û aborî yên Îranê, wêran kirin. Ji ber ku kaxeza tirsa Washingtonê ji jinûvedestpêkirina şer di destê Îranê de ye, ku wê bi xwe re bilindbûna nirxên enerjiyê bi awayekî zêde û dem dirêj bîne, eger ku amerîkayî navendên enerjiya Îranê encam bigirin û Tehran wê bi armanckirina navendên enerjiyê li Kendavê bersiv bide. Di heman demê de, kaxeza hişyariya Washingtonê jî di destê Îranê de ye, piştî tecrubeya têkçûyî ya amerîkayî li Iraqê û Efganistanê, ango çi dagîrkirineke ji axa Îranê ji aliyê Amerîkayê ve li giravên Tengava Humirzê: Qeşm, Larak û Hurmiz, an jî perava tevgavê an jî bejahiya Îranê, an jî girava Xarg, wê bihêle ku amerîkayî bikevin çirava şerekî dirêj ku encam û ne jî dawiya xwe diyar e. Raya giştî ya Amerîkayê jî piştgirî nade vê meylê, di nav de alîgirên Trump di rastgirên amerîkayî yên nû de.

Ji aliyekî din ve, danûstandkarê amerîkayî dizanîbû ku helwesta wî ya danûstandinê şerekî ku Washington û Telebîbê nekarîn li Îranê derbeyeke kujer bidin, ne jî bi xalan bi ser bikevin mîna maçên boksê. Di şûna wê de, navberek hebû ku dikarîbû bibe sedema çareseriyekê an jî jinûvedestpêkirina dijminatiyê. Bi eşkere, Trump şerekî mîna yên ku Amerîkayê li Afganistanê (2001-2021) û Iraqê (2003-2011) kirin, nexwest. Şerê dawî nîşanî wî da ku Tehrana Xameneyî û serdema piştî Xameneyî ne Karakasa Maduro ye, ne jî Kabûla Mela Omer an jî Bexdaya Sedam Husên e, ku bi hêsanî ket destê artêşa Amerîkayê, her çend tiştê ku piştî wê ji bo amerîkayiyan pir êşdartir û karesatbartir bû. Divê were zanîn ku amerîkayiyan dixwestin ku şerê dawî rejîma Îranê neçar bike ku bikeve nav çareseriyekê ku ji hêla wan ve hatiye ferzkirin û ji tirsa kaosa herêmî ya ku dê ji parçebûna Îranê piştî hilweşîna rejîmê çêbibe, nexwestin rejîmê hilweşînin, berevajî tiştê ku îsraîliyan ji şer dixwestin.

Niha pirs ev e: Gelo piştî danûstandinên Îslamabadê, sepandina dorpêçekê li ser benderên Îranê, di nav de Tengava Hurmuzê, ku di dema şer de kartek danûstandinê ya sereke ya Îranê bû, ji aliyê Trump ve hewldanek e ji bo baştirkirina pozîsyona Amerîkayê bêyî şer di danûstandinên pêşerojê yên piştî danûstandinên Îslamabadê de û ji bo bêparkirina Îranê ji kartek danûstandinê, tevî hemî bandorên potansiyel li ser bihayên petrolê, an jî dê tevgera tevlihev a Amerîkayê ji bo Tehranê bibe sedema ku Îran maseyan biqulipîne û şer ji nû ve gur bike?

 

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN