Mihemed Samî El-Keyal
Bilêvkirina gotina “doz” bi awayekî giştî, îşaret bi pirsgirêk, pirs, pêşniyaz, xîtab û heta teoriyan der barê diyardeyeke diyarker de, dike. Ev yek jî nêzî pirsgirêkeke dijwar e, ku her tim li çareseriyan digere û ev yek dibe ku ji bo serdemekê di aliyê hizirî û siyasî de aktîv be û nîşaneya zindbûna civakê ye, tevî hemû êş û zordariyên dibe ku çêbibe. Di zimanê erebî yê hemdem de, gelek “pirsgirêkan” nagire nava xwe, lê belê “dozan” digire nava xwe, ango bingehên xîtabî yên temamker ku gihaştin bersivên xwe û daxwazên xwe diyar kirine û bi awayekî tam heval ji dijminên xwe nas kirine. Dibe ku “Doza Rojhilat” ango şerê rojava li dij herêmê piştî têkçûna hêza dewleta Osmanî, dawîtirîn doza siyasî ya mezin be ku me nas kiriye û tê de dozên wekî blokên nifûsê, netewe, kêmnetewe, ax, nasname û xwesazîya siyasî ya gelên herêmê û hwd. Di heman demê de, di van dozan de, gelek nêrîn û nîqaşên cuda û şerên navxweyî yên bi xwîn, derketin holê. Piştre, sedema dozan hate destpêkirin, ku bi tevgerên rizgariya ji mêtîngeran û avabûna dewlet-netewe, ev doz derketin.
Ev dewlet ev demeke ne dirêj gihaştin lûtkeya xwe û hinek ji wan hatin rûxandin û hinekên din jî winda bûn, lê bê ku mijara “dozan” di herêmê de were aktîvkirin. Dagîrkirina Iraqê xaleke guhartinê di wê rûxandinê de bû, lê tiştê piştre gihaşte Iraqê doza “Berxwedana Iraqê” û şerekî mezhebî yê tund bû û derketina El-Qaîde û DAIŞê bû. Di vê çarçoveyê de, xelkê herêmê qirkirina êzidiyan bi vîdo, nav û rû dîtin, bê ku ev yek ji wan re bibe sedemeke ji bo pêşkêşkirina “pirsgirêka” derbarê DAIŞê, qirkirin û netewe. Lê “Şoreşa Sûriyayê”, ev “dozeke” temamker bû û êşên ji ber şerê navxweyî, derketina DAIŞê û qirkirina etnîkî li Efrînê, nebûn sedem ku pirsan ji xwe bikin.
Lê rûxandina rêjîma Sûriyayê û hilweşîna dewleta Sûriyayê, “doz” heta asteke mezin bi dawî kir, nexasim piştî ku “şoreş” veguherî xîtabeke rewa ya desthilatdariya kombûna milîsan ku ew bûne hakim li ser Sûriyayê. Lê di encamê de, êdî “gelek doz” derketin holê, tevî red dikin pê bifikirin. Di vê çarçoveyê de, mirov dikare bêje ku Sûriya îro bûye zeviyekî berfireh a dozan, ango êdî “berxwedan” tuneye û ne jî “dewlet” heye ku bi awayekî cidî were girtin (wezîrê qaşo ragihandina desthilatdariyê got ew “hema bêje dewlet in”). Di heman demê de, ne jî projeyeke rasteqîn heye, ji bilî sorkirina mezhebî bi hin çîrokên xirab wekî umewiya nû û “hikim di destê piraniyan de ye”, lê belê gelek pirs derbarê hebûna sûriyayî û hovîtiya wê ya ku dikare hertim xwe ji nû ve çêbike û gel û çînên wê jî di nava şer de bin, heta bigihêje asta qirkirinê. Dibe taybet di vir de, divê mirov pêşniyaz bike li ser “doza elewî” bifikire, ji ber ku ew di dilê hemû dozên li Sûriyayê de ye, ne tenê ji bo elewiyan.
Tevî ku şerê navxweyî yê Sûriyayê bi hemû pêvajoyên xwe hemû çîn hedef girtin û tê de dozên gelekî girîng der barê komên neteweyî li herêmê de, wekî doza kurdî mezin bûn. Di heman demê de, li Sûriyayê aloziyên aborî, debara jiyanê û jîngehê derketin holê ku gef li berdewamiya jiyanê li tevahiya welat çêdikir. Lê doza elewî, her dimîne girêdaneke sereke di navbera hemû dozan de û li gorî binavkirina ramanwarê arjantînî Ernesto Laclau, doza elewî nêzî “xaleke kombûnê û girêdana di navbera hemû dozan de ye” ( Nodal Point). Ango, taybet e û nîşaneyên cur bi cur tê de hene, wekî dozên netewe, dewlet, gel, tundî, mezhebî û çînî û bi rêua wê ji nû ve tên sazkirin. Ev yek li ser gelek astan belî dibe:
Yekem zehmetî di nav dewleta Sûriyeyê bi xwe de ye. Entegrasyona elewiyan di wê dewletê de, wekî komeke ereb û misilman, pêwîstiyeke bingehîn bû û ji bo hemû pêşniyarên niştimaniya Sûriyayê yên li ser prensîbên neteweya pan-ereb ava bûne, dijwarî bû. Çawa beşek mezin ji civakê, ku ji hêla şîrovekirina olî ya standard ve, di baştirîn rewşê de, wekî mezhebeke kafir, an jî di xirabtirîn rewşê de, wekî kafirên ku divê şerê wan bê kirin, dikare were veguhastin “pêkhateyeke bingehîn” a dewleta Sûriyeyê ya xeyalî, dewletek ku sînorên wê qet qebûl nekiriye? Ev dijwarî heta roja îro jî berdewam dike û ji sedsalekê zêdetir gelek bersiv hatine pêşkêşkirin.
A duyemîn, asta çînî; elewî tevî ku di nava wan de malbatên feudal û burjuwaz ên naskirî hene, lê hertim navê elewiyan wekî cotkarên feqîr û çînên herî hejar û xizan li welat, dihate vegotin. Ev yek jî bû sedem ku bikevin nava hundirê “doza cotkariyê” ya Sûriyayê. Herwiha, tevgerên wan ên civakî çi bi rêya saziyên dewletê, an jî artêş, an jî tevgerên siyasî yên cihêreng, di dîroka Sûriyayê de, bingeh bû. Doza cotkariyê jî diyar e ku rojekê jî kevn nebûye, tevî guhartinên bingehîn di rêbazên hilberîn û têkiliyên çînî de.
Asta sêyem asta vegotina damezrandinê ya serdema piştî El-Esed e, ku berî wê vegotina damezrandinê ya mezintirîn serhildanên bi şêwaza Ixwan El-Mislimîn di serdema El-Esedê bav de bû. Ew vegotina “desthilatdariya elewiyan” e, ku paşê bû dilê “Şoreşa Sûriyayê”, û dû re jî desthilatdariya milîsên îslamî. Ew di nav tundûtûjiya ku desthilatdariya nû damezrand de bû navendî, ji ber ku ew piştî “zilm”ê “desthilatdariya piraniyê” ava kir. Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku “mayî” û “hewldanên wan ên darbeyê ji bo vegerandina rejîma El-Esed” werin şikandin, ku bi sedan kîlometre dûrî paytextê teqiyan.
Bi vî awayî, “doza elewiyan” bi çerxek entegrasyonê ve sînordar e ji bo avakirina dewletek navendî ya ereb/îslamî û dû re jî bi pêwîstiya perçiqandina elewiyan ve da ku ew dewlet vejînin û pêk bînin. Ew her gav di dilê niştimaniyê de bûn û di heman demê de pirsgirêka wê bûn; ji ber vê yekê, doza wan tevahiya doza Sûriyeyê vedihewîne.
Ev tevliheviya li dora doza elewiyan bersiva doza “elewî kî ne?” Hem di hundir û hem jî li derveyî komê de pir siyasî û pirsgirêkdar kiriye û bersiv li gorî helwesta bersivkar tên guhartin. Bi awayekî ecêb, xeyala sûriyayî di heman demê de elewiyan wekî “tiştek” û “her tişt” pênase kiriye. Ji aliyekî ve, ew tenê mezhebek li ser sînorên şîîtî û îslamê ne, ji komeke etnîkî kêmtir in, tenê ereb û suriyayî ne, pir entegre ne, bêyî daxwazên çandî, olî an siyasî yên serbixwe ne û bê dozek xwe ne. Ji aliyê din ve, ew kesên ku pênc dehsalan dewlet kontrol kirin, berî wê li dijî desthilatdariya piraniyê komplo kirin û ji dema Artêşa Rojhilat ya ku ji hêla Fransayê ve dihat piştgirîkirin heya hilweşandina Artêşa Ereb a Sûriyayî ji hêla milîsên “piraniyê” ve serdestiya amûrên ewlehî û leşkerî kirin. Ev dualîteya di navbera “tiştek” û “her tiştî” de di bersivên beşek mezin a elîta elewiyan bi xwe de jî diyar bû. Beşa sereke ya vê elîtê dewleta elewiyan di bin Mandata Fransî de, qanûna statuya kesane ya serbixwe ji misilmanên sunî û têgiha etnîkbûnê (bibe etnîkek) red kir. Wan nexwest ku tu cudahîyeke wan a çandî ji sûriyayiyên din hebe, an jî taybetiya elewiyan di çarçoveya pirsa cotkaran de tekez bikin, ku ew wekî xaçerêyeke çîn û zordariya olî didîtin. Bi rastî, heta radeyekê ku nasnameya elewiyane ya van elîtan “tiştek” xuya nedikir li gorî xwestekên wan ên ji bo “her tiştî” – ku di dilê netewe, cîhana ereb û têkoşînên wê de bin, dibe ku di dilê pevçûnên cîhanî de jî. Bi vî awayî, elewiyan bi berfirehî şer kirin, lê her gav di nav hebûneke mezintir de ku di heman demê de wan dihewîne û înkar dike û wan tu nerazîbûneke berbiçav li hember vê rewşê nîşan neda.
Lêbelê, hevkêşeya “tiştek” û “her tişt” êdî ne guncaw e, niha ku elewî di bin desthilatdariya milîsên îslamî de bûne mijareke taybet – rewşek tunekirinê, hem ji hêla zindîtiya wan ve û hem jî ji hêla çanda wan ve. Divê ew niha bibin tiştek berbiçav û bi zelalî bersiva pirsa nasnameyê bidin, berî ku pir dereng be. Ev yek tevliheviyên din û enerjiyek nû li pirsa elewî zêde dike, di çarçoveya Sûriyayê de celebek dînamîzm, potansiyelek teqîner û navendîbûnek taybet dide wê.
Gelo em dikarin bi rastî behsa elewiyan bikin? Gelo ew dikarin behsa xwe bikin? Her axaftineke wiha dê tijî sextekarî be. Îro kes, çi di nav civakê de be çi jî li derveyî wê, nikare behsa “elewiyan” wekî hebûnek cuda bike, lê tenê behsa pirsa elewiyan dike. Ji vê dozê, nasnameyeke elewî, an jî nasnameyeke nû ya piştî-sûriyayî, dikare di asta neteweyî de derkeve holê. Ji ber vê yekê, doza elewiyan, wekî her car, ji “mezhebê” bi xwe derbas dibe.
Lê, gelo çima doza elewî bi awayekî vekirî û rêxistinî nayê behskirin û ev mijar ji nîqaşên giştî re piraniya caran, tê hiştin? Ango, çima ew di pozîsyonek nêzîktir a nehişmendiya sûriyayî de cih digire? Dibe ku ev pirs zêde be di çand û zimanekî de fêrî “dozan” nebûye.
Entegrasyon û veşartin
Wiha xuya dike ku di dehsalên dawî de ji bo gelek elîtên elewî, jêbirina nasnameyê hilbijartinek çandî û siyasî ya hişmend bûye, heta wê astê ku ev jêbirin bûye “xwe”, amûrek ji bo bidestxistina hêz û girîngiyê, ne ku nîşanek qelsiyê be. Em heman diyardeyê di nav nivîskar, hunermend û rewşenbîran de dibînin ku li ser her tiştî, ji mîrat, modernîte û “rojavayîbûnê” di şanoyê de bigire heya “şêwaza hilberînê ya asyayî” û rexneyên li ser oryantalîzmê, bêyî ku bi eşkereyî pirsa elewî çareser bikin, wekî ku ew tenê mijarek piçûk be ku were derbaskirin, axivîne. Ev yek digihêje siyasetmedar û kesayetên leşkerî, yên ku her gav xwe “ji elewîyan mezintir” dihesibandine. Lêbelê, mesele bi derbaskirina kêmkeriya mezhebî ve sînordar nebûye; ew gihaştiye xala xwetunekirina rastîn û “tunekirina yî din”, li gor derbirîna sofî. Kampanyayên şîîbûn û sunîbûnê di nav elewiyan de qet nesekinîne, carinan jî ji hêla elewiyan bi xwe ve têne birêvebirin, wek Cemîl El-Esed, birayê Hafiz El-Esed û damezrînerê “Komeleya El-Murtada” ya şîiyan. Tevî van hemûyan jî, elewî elewî mane.
Gelek kes behsa kokên vê yekê di doktrîna elewîtiyê bi xwe de dikin, wê wekî şiyana asîmîlasyon, veguherîn, entegrasyon û pirrengiyê bêyî ku hevgirtina xwe ya navxweyî winda bike, wesf dikin; an jî wekî qadeke giyanî ya vekirî ji bo hemî xuyangan (dîsa: tiştek û her tişt). Lêbelê, her gotareke doktrînî di nav olekê de ku ne sazûmanî ye û bi awayekî xirab kodkirî ye, bê baweriyek girîng e, ku piraniya nîqaşan nêzîkî şîroveyên kesane û ramanên têkildarî meyl, çand, an jî xwestek û berjewendiyên axaftvan dike. Wekî din, doktrîn bi tena serê xwe hilbijartinên siyasî û civakî rave nake; berevajî vê, divê mirov dîroka berfirehtir a derdora doktrîn û avahiyên wê bihesibîne.
Gelo tepeserkirina nasnameyê celebek veşartinê bû ku ji tirsê çêbû? An jî hilbijartina derbasbûn û asîmîlasyonê bû? An jî dibe ku herdu jî? Û çima Elewiyan nasnameya xwe ya Elewîtiyê bi eşkereyî îlan nekirin, hetta di rejîma Esed de jî, ku dijberên wê wekî “dewleta Elewîtiyê” bi nav dikin?
Hizirîna li ser hebûna Sûriyayê dibe ku di çareserkirina van pirsan de berhemdartir be. Entegrasyona tevahî di nav dewleta navendî ya Sûriyayê de bihayek hebû, ku ji hêla elewiyan ve bi hêsanî hate pejirandin. Di heman demê de, tevgera cotkarên Sûriyayê, di qonaxên xwe yên cuda de, çareseriyên hindik pêşkêşî elewiyan kir. Bi vî rengî, dewleta Beis tevliheviyek ji nasnameya neteweyî ya ereb û veguherînek têkiliyên gundan bû, kurên cotkaran anî nav sazî û xizmetên dewletê, li wir ew bûn efser, pispor û erebên Sûriyayê. Dema ku Ixwan El-Mislimîn serhildan kirin, ew ji vê veguherînê haydar bûn û xwestin ku wê berevajî bikin. Wan ji elewiyan re bi bîr xistin ku ew “tenê” elewî û ku dewlet nikare bi wan re bibe dewletek neteweyî ya rastîn a erebî û îslamî. Wan efser û pisporên elewiyan hedef girtin; bijîşk, endazyar û parêzer tenê ji ber ku elewî bûn hatin kuştin. Îdeolojiyeke dij-elewî ya nûjen û berfireh derket holê, ku rehên kevneşopî bi îdeolojiya nûjen re tevlihev kir. Li gorî vê îdeolojiyê, elewî hem wekî nizmtir (kurên cotkaran, kafiran, rûmeta wan di bin gumanê de ye) û hem jî wekî jortir (komploger ji serdema kolonyalîzmê û berê ve, serokên dewletê û yên ku rejîmê kontrol dikirin) dihatin hesibandin. Di heman demê de ew bi taybetmendiyên mirovî yên nemirovî û taybetmendiyên biçûkxistinê ve hatibûn xemilandin. Ev taybetmendî paşê di çanda gelêrî de belav bûn, hem bi awayekî nepenî û hem jî bi awayekî eşkere bûn sereke, heta di komediyên televîzyonê yên di serdema El-Esed de hatine çêkirin de jî. Dîtina elewiyan wekî kesayetên gundewarî yên komîk ên bêrûmet ên ku hêza mirovî ya nemirovî bi kar tînin, bû tiştekî asayî. Wekî din, lêkolînên li ser metodolojiya gumanbar, wekî yên zanyarê holandayî Nicolas van Dam û zanyarê fransayî Michel Seurat, van têgihaştinên “hêza elewî” di nav tiştê ku wekî “çanda elît” a çarçoveya Sûriyayê tê binavkirin de xurt kirin.
Bersiva elewiyan ji bo van hemûyan bêtir meyla xwe ji xwe dûrxistin û entegrebûna tevahî di nav dewletê de bû. Ji ber vê yekê, hedefgirtina mezhebî ya salên 1970 û 1980yî wekî şerekî ku ji hêla kolonyalîzm, emperyalîzm û bertekê ve li dijî dewleta pêşverû ya Sûriyayê tê meşandin, hate dîtin, nêrînek ku di şerê Sûriyayê yê dehsalê duyemîn ê vê sedsalê de jî hate dubarekirin. Meyl û retorîka mezhebî ya eşkere ya elewiyan bi berdewamî di paşperdeyê de dihat paşguhkirin, kêm caran digihaşt pêş, berevajî opozîsyona Sûriyayê, ku nasnameya xwe ya mezhebî bi awayekî berbiçav nîşan dida.
Ev dibe ku ji tenê meseleyek hilbijartinê bêtir bû. Mîna cotkarên din ên Sûriyayê, elewiyan di nav dezgeha dewleta Sûriyayê ya tijî de hatin entegrekirin, di nav pêvajoyek berfirehtir a “çandinîkirinê” ya civaka Sûriyayê de ketin têkiliyên nû yên dilsozî û girêdayîbûnê. Ev pêvajo di bingehê xwe de têkiliyên gundiyan bi rêya dewletê ji nû ve hilberand, ku wekî axayê nû tevdigeriya, bi rêya tevliheviyek siyasetên civakî yên fermî û torên patronajê yên neragihandî piştgirî, kirê û vegerandin belav dikir.
Di nav sûriyayiyan de, bindestiya dewletê tiştekî asayî bû, lê di rewşa elewiyan de, ku nasnameya wan li ser tunekirin û asîmîlasyonê bû, ew bêtir kûrtir bû. Dema ku rejîma El-Esed bi destpêkirina şerê Sûriyayê re hilweşiya, gelek sûriyayiyan dikarîn vegerin “nasnameyên” xwe yên ku ji desthilatdariyê cuda û dijberî wê bûn, di heman demê de ji bo elewiyan tiştek ji bilî girêdan û “tunekirinê” di dewletê de tune bû.
Piştî “mezheba El-Esed”
Peyva “mezheba El-Esed” di çapemeniya rojavayî de ji bo behsa Elewiyan belav bû, nemaze di dema komkujiyên adara 2025an de. Her çend dibe ku sedemên vê yekê yên pratîkî hebin (ji bo ku şerê Sûriyayê ji bo xwendevanê rojavayî dijwartir bike), ew hîn jî nêzîkatiyek kêmker e ku ji profesyonelîzma rojnamegeriyê û rastbûna metodolojîk dûr e.
Di her rewşê de, El-Esed zêdetirî salekê berê ji Sûriyayê reviya û venagere. Dewleta Sûriyayê, ku elewîtî ewqas kûr tê de entegre bûbûn, hatiye hilweşandin. Komkujî di bin îdeolojiyek îslamî de qewimî û hate kirin ku rehên wê vedigerin salên 1940î, demek dirêj berî ku elewîtî wekî “mezheba El-Esed” werin nasîn. Wekî din, daxuyaniyên zelal ên niyeta tunekirinê dikarin wê bigihînin asta qirkirinê. Bi gelemperî, xuya ye ku di nav hêzên serdest ên îslama siyasî de meylek heye ku “çareseriyek dawî” ji bo doza elewiyan bibînin. Nîşanên vê yekê di pratîkên wekî kuştinên armanckirî, nemaze yên jinan; tunekirina çandî; guhertina jîngeha xwezayî û civakî; û sînordarkirina debara jiyanê bi rêya dûrxistina ji saziyên giştî de eşkere ne. An jî, “paqijkirina” wê, mîna ku milîsên îslamî bi zanebûn elewiyan ji dewletê dûr dixin.
Bêguman em ketine serdema piştî El-Esed û elewî neçar in ku xwe ji nû ve pênase bikin û ji nû ve biafirînin. Vebijarkên wan ên sînorkirî hene, di nav de hewl didin ku bi rêya veşartin û teslîmbûna desthilata îslamî bijîn – hilbijartineke ku, li gorî nîşaneyên heyî, dibe ku “çareseriya dawîn” bilezîne, heya wê astê ku gengaz be ku di pêşerojek ne pir dûr de Sûriyeyeke bê elewî were xeyalkirin. Vebijarkek din etnîsîte ye, ango veguherîna elewîyan bo komeke etno-olî ya bi zelalî hatî destnîşankirin, ku statuyek taybetî dixwaze ku heta dikare bigihêje bangên ji bo xwerêvebirinê, wekî ku bi durziyên Sûriyayê re qewimî. Herwiha vebijarka li bendêbûnê heye – xewna hebûnek mezintir û nû ku elewî dê tê de werin entegre kirin, bi rêya binketina xwe xwefêmkirinê bi dest bixin. Ev vebijark bi hêviya guhertina hevsengiya hêzê ya herêmî û derketina holê ya hevalbendek li dijî milîsên serdest ve girêdayî ye.
Nîqaşa elewiyan a li dora van vebijarkan berdewam e û bi her awayî tal û dijwar e, ji ber ku ew di dawiyê de li dora dozeke hebûnî di nebûna desthilateke yekgirtî û xwereferansê de dizivire. Lêbelê, ev nîqaş bandoreke navendî li ser tevahiya pirsa Sûriyayê dike. Çi elewî winda bibin, xwe wekî komeke etnîkî cuda bikin, an hevalbendek bibînin ku hevsengiya hêzê biguhezîne, ev ê bibe sedema guhartinên bêveger di yekîneya Sûriyayê û çarenûsa gel û komên wê yên cihêreng de.
Her tiştê ku em li ser “Sûriyayê” dizanin, bi awayekî an awayekî din, bi elewiyan ve girêdayî ye. Ew gundî, serwer, dijminê şeytanî û xerîbê nas in. Û her tiştê ku ew li ser xwe dizanin bi wê “Sûriyayê” ve girêdayî ye – wekî gefek hebûnî, derfetek dîrokî, dîrokeke bi êş û yekîneyeke ku dixwaze entegre bibe. Em gihaştine lûtkeya vê têkiliya tevlihev û pêkan e ku Sûriya piştî vê xala hestyar biguhere û elewî jî werin guhartin.







