• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Bingehên hizirî yên xeta “Berxwedan û rêgirî”.. Elî Xamineyî wekî nimûne

March 31, 2026
Bingehên hizirî yên xeta “Berxwedan û rêgirî”.. Elî Xamineyî wekî nimûne

Wêneyekî Elî Xamineyî li kolanekê li Tehranê | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye العربية

Di sala 1966an de, Elî Xamineyî ev gotin di pêşgotina wergera farisî ya pirtûka Seydi Qutb de “Siberoja vê olê” nivîsand: Hêzên dagîrker, dîtin ku divê hêza moralî di Rojhilat de biçewisînin, ji ber ku ev gava yekem e ji bo ferizkirina serweriya xwe. Ji ber ev hêz (moralî) dibe ku bibe asteng li pêşiya berjewendiyên wan ên berfirehkirin û dagîrkeriyê. Li welatên Rojhilat jî, ev hêza moralî tenê îslam hebû, ji ber ku îslam kesayetekê dide peyrewên xwe ku ew bilind û bi navê partiya Xwedê têne binavkirin û partiya Xwedê ew bi ser dikeve.. Ew mizgîniyê dide wan ku ew miletê ku dê li ser rûyê erdê bi ser bikeve ne û dê li ser dikê dîrokê şahidê navîn bin û ew wan ber bi tevgereke cîhadîst a berdewam ve dibe. Ew li ser wan ferz dike ku li hember dijminan helwestek hişk û tund bigirin û qedexe dike ku xwe bispêrin wan” (nivîsa pêşgotinê li ser lînkê).

Di vir de yê ku li pirtûka borî ya Seyid Qutb vegere ya ku pirtûkxaneya Wehba li Qahîreyê sala 1960î hatiye çapkirin û nivîskarê wê di zindanê de bû, wê di rûpelên 110-111-112 de bibîne ku îslam ne tenê alaveke berxwedanê di hersê pêvajoyan (Xaçeperest – Teter – Mêtîngerî) de bû, di heman demê de rêgiriyeke giyanî-çandî bû û nedihate hilandin tevî ku”Di hîn caran de têk diçû jî”(113). Ew alternatîfa şaristanî ye “piştî ku serdema ku zilamê spî tê de serdest e bi dawî bû, ji ber ku şaristaniya zilamê spî armancên xwe yên sînordar û yekser xilas kiriye” (56), wekî ku Seyîd Qutb dibîne ku naveroka alternatîfa şaristanî ew e ku “îslam tenê ew e ku dikare mirovahiyê ji xetereyên ku bi zincîrên şaristaniya madî ya geş dikevin nav wê rizgar bike û ew tenê ew e ku dikare rêbaza guncaw ji bo xwezaya wê û hewcedariyên wê yên rastîn bide wê û ew tenê ew e ku gavên wê di afirîneriya madî de û gavên wê di pêşbîniya giyanî de hevrêz dike” (r. 109).

Metna pêşktina Elî Xamineyî û bi rêya pirtûka Seyid Qutb, diyar dibe ku van hersê dozan dibîne: Îslam wekî alavekî berxwedanê, hêzeke moralî ku nahêle pişaftin çêbibe heta ku “têkçûna xuyayî”çêbibe û ew altirnatîfê ku wê bihêle musilman bibin “Neteweya ku dê li ser erdê bibin hukumdarên Xxwedê”.

Di navbera belavbûna pirtûkê li Misirê û wergera wê ya farisî li Îranê 6 sal derbas bûn, ku di vê navberê de gelek bûyer di ser “berxwedanê” re derbas bûn, ku piştre El-Xumeynî û Xamineyî navê wê kirin “Hêza  xwedaparêz a cîhanî”. Bi derketina nakokiya çînî-sovyetî sala 1960î, êdî tevgera komunustî ya cîhanî sînordar dibû, piştî ku bi şoreşa cotmeha 1917an dest pê kiribû. Herwiha, di sala 1962yan de jî, aloziya mûşekên sovyetî li Kubayê, hişt ku hêza Kermilnê li pêşiya Koşka Spî kêm bibe. Dema ku şerê Amerîkayê li dij Vîetnameya Bakur (tebaxa 1964an), ji ber nakokiya çînî-sovyetî Hanoyî destjêberdayî hat dîtin. Dema ku kubiyan hewl da ji nû ve lihevkirinê vegerînin, taybet jî Ernesto “Che” Gîvara ku çû Pekinê û Mao Zedong sala 1965an dît, da ku nakokiya Çînê bi Yekitiya Sovyetê re bi dawî bike, di pêvajoya piştî dûrxistina Khrushchev (cotmeha 1964an), lê di hewldana xwe de têk çû. Lewra   Gîvara û Fidel Castro berê xwe dane ev hersê parzemînan: Amerîkaya Latînî – Afrîka – Asya û hizira başûr li dij bakur û hizira cîhana sêyemîn. Herdu jî gihaştin wê baweriyê ku êdî hêza şoreşgerî çavkaniya wê êdî ne li Ewropayê ye, wekî ku Marks, Engels, Lenîn û Stalîn difikirîn. Rizgarkirina koloniyan jî bi pêkanîna sosyalîzmê li welatên kolonyalîst ve girêdayî nîne û jê nayê, wekî ku komunîstên li Hindistanê berî ku brîtanî di sala 1947an de derkevin bawer dikirin. Berevajî vê, Başûr û “Cîhana Sêyemîn” bûye çavkanî û navenda şorşeşê.

Frantz Fanon di pirtûka xwe ya bi sernavê “The Wretched of the Earth”  ku sala 1961ê derket, ev hevok got ku em heman wateyê di pirtûka Seyid Qutb de dibînin: “Em derbasî aliyê din bibin.. Em dev ji vê Ewropayê berdin, ku hertim li ser mirovan diaxive û wî li kur dibîne, dikuje”(Weşxaneya El-Telîa, Beyrtû 1966, r.295). Lê di pirtûka Fanon de em dibînin ku rizgarbûna niştimanî ji mêtîngeriya Ewropayê, ew proseseke berxwedaniyê ya tund e: “Eger em jêre bêjin rizgarkirina niştimanî, an jî ronensansa neteweyî, an jî vejîna gelêrî, an jî yekitiya gelan û çi sernavên hatine bikaranîn û têgihên nû, rakirina mêtînger ew bûyera hertim tund e(41) û ew “Armanc dike sîstema cîhanî were guhartin… Bernameyek ji bo rûxandina bi temamî hemû sîsteman”(41). Ew di (çanda neteweyî) de alternatîfek ji bo çanda kolonyalîst dibîne, lê “rizgariya neteweyî û jinûevezayîna dewletê şertên hebûna çandê ne” (231), ango ew piştî wan çêdibe.

Di sala 1965an de, Castro û serokê Cezayîrê Ehmed Bin Bella û Serokê Endonezyayê Ehmed Sukarno li ser kongeya hersê parzemînan li hev kirin. Kordînatorê karûbarên pêşwext ên kongreyê siyasetmedarekî fasî Mihdî Bin Berka bû û hate lihevkirin ku kongre li paytexta Kubayê di meha yekem a sala 1966an were  lidarxistin (Dateyên têrker derbarê xebatên amadekarkirina kongreyê di pirtûka Saverio Titino de hene: “Dîroka Şoreşa Kubayê” Weşxaneya El-Heqîqa, Beyrût 1971, r.r. 286-288).

Di hezîrana 1965an de, desthilatdariya Bin Bella bi derbeyeke leşkerî ya ku ji aliyê Houari Boumediene hate birêvebirin, hate hilweşandin. Piştre, bi serpereştiya CIA di îlonê de, bi derbeyeke leşkerî desthilatdariya Sukarno jî hate rûxandin. Di cotmeha 1965an de jî,  li Parîsê Mihdî Bin Berka hate kuştin û cenazeyê wî hate veşartin, heta niha dateyên vê bûyerê ne zelal in. Lê li gorî nîşaneyan, saziyên îstixbaratî yên Fasê, herêmî û navdewletî, beşdarî vê bûyerê bûne.

Di îlona 1965an de jî, Castro “Çûyîna veşartî ya Ernesto Che Guevara ber bo welat û têkoşînên din ve” ragihand (Tetino: jêdera borî r.287) ku li Bolîvya di payîza 1967an de mir.

Kongreya Havanayê di dema xwe de hate lidarxistin, lê nîşaneyên têkçûna wê diyar bûn.

Îhtîmala herî mezin jî ku Elî Xamineyî (ku sala 1939an ji dayîk bûye) û bi meyên cîhana sêyemîn bandor bûbû, ku bi rêya ramanwerê îranî Elî Şerîtî 1933-1977an gihaşte wî û bi Frantz Fanon bandor bûbû, pêşketinên di dema kongeya Havanayê de dişopand. Bê gûman di hişmendiya wî de jî dema ku sala 1966an pêşgotina pirtûka Seyid Qutb nivîsand, ev yek meyl hebû. Lê ji pêşgotinê diyar e ku (îslam), ne “çanda neteweyî” li gorî Fanon, ne jî marksîzm li gorî Castro û Guevara, li gorî Xameneyî (berxwedan), (rêgirî) û (alternatîfa şaristanî) ye.

Rast e ku El-Xumeynî di pirtûka xwe de “Hikumeta Îslamî” (Komeke ji lêkolînên ku li Necifê sala 1970yî de hatin dayîn û piştre di pirtûkê de sala 1971ê hatin komkirin û tê de hizira”Wîlayeta El-Fiqhê hate  pêşkêşkirin), dibîne ku “Ola mucahîdîn ên ku rastî û edaletê dixwazin, ola wan kesan e ku azadî û serxwebûnê dixwazin û naxwazin rêyekê bidin kafiran da ku li ser bawermendan serdest bibin.”(r.8, kopiya PDF, r.154, li ser lînka: www.al-mostafa.com ). Rast e ku di nameya xwe ya ji bo Gorbachev ya di çileya 1989an de dibîne ku “îslam li beramberî rojavaya kapîtalzim û rojhilata komunîst e. Herwiha, ew tekane rêbazê ji bo rihetî û rizgarkirina gelan e û çareserkirina hemû aloziyên sereke yên ku rastî mirovahiyê tên” (Metna nameyê di pirtûka El-Xumeynî de heye: “Serokatiya Fiqiha Îslamî û Pêdiviyên Serdemê,” Dar El-Hadî, Beyrût 1993, nivîsa peyamê di navbera rûpelên 69-80 de, îqtibas ji rûpel 73), lêbelê, tiştê ku Elî Xamaney li ser bingeha Seyîd Qutb pêşkêş kiriye, di pêşkêşkirina bingehên rewşenbîrî yên xeta (berxwedan û rêgiriyê) de ya herî berfireh û zelal dimîne.

Seyid Qutb jî ev hizir pêşkêş kir, ya ku El-Xumeynî di nameya xwe ya ji bo Gorbachev nivîsandibû (Ango, Koşka Spî û Kermilinê li ser rêgezan li hev kirin, lê li ser berjewendiyan li hev nekirin û parçebûn ne kûr bû) ji dema pirtûka xwe “Edaleta Civakî di îslamê de” ya ku sala 1949an de hate weşandin û tê de besa parçebûna piştî 1945an kir ya di navbera bloka rojava û rojhilat de: “Em jî di wê baweriyê de ne ku parçebûna şeklî ye ne rasteqîn e û parçebûna li ser berjewendiyan e ne li ser rêgezan e û şerê li ser kelûpel û bazaran e, ne jî li ser îdeolojî û hiziran e. Awayê hizirandina ewropayî amerîkayî di rastiyê de ji awayê hizirandina rûsî ne cuda ye. Herdu jî, xwe dispêrin hizirîna madî di jiyanê de. (r.214, çapa weşanxaneya El-Şerûq, Qahîreyê 1993an). Bi îhtimaleke mezin, ji vê îdeolojiya polarîzebûyî slogana Şoreşa Îranê ya 1979an, “Ne Rojhilat ne Rojava, lê îslamî,” derketiye holê, ku Amerîkayê wekî “Şeytanê Mezin” û Yekîtiya Sovyetê jî wekî “Şeytanê Biçûk” dihesiband. Hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di sala 1991ê de bi îhtimaleke mezin fikarên Îranê yên li ser hevalbendiya bi Rûsyaya Vladimir Putin re kêm kiriye.

Li vir, mirov dikare bêje tiştê ku Elî Xamineyî pêşkêş kiriye, piştî ku peywira “El-Murişd” wergirtiye, piştî mirina El-Xumeynî di 4ê hezîrana 1989an de û heta kuştina wî di êrîşa Îsraîl-Amerîka di 28ê sibata 2026an de, nûnertiya piratîk a xeta “Berxwedan û rêgirî ye” û ew damezrînerê eksena (Berxwedan û rêgiriyê ye).

Ev rêbaza pratîkî avakirina toreke cîhanî ya sîstema “Hizbulaha li cîhanê” ku rasterast bi “Murşidê Bilind” ve girêdayî ye û piştre partî û tevgerên îslamî yên şîî yên çekdar û bêçek ku baweriya xwe bi “Wîlayeta Feqeh” tînin, digel hevpeymaniya Îranê bi tevgerên îslamî yên sunî yên ku baweriya xwe bi teoriya “berxwedan û rêgiriyê” tînin, wek Hamas û Tevgera Cîhada Îslamî li Filistînê. Ev ji bilî têkiliya ahengdar a Îranê, di bin serokatiya Xameneyî de, bi serokatiya rêxistina cîhanî ya Ixwan El-Mislimîn û piraniya şaxên komê li cîhanê, û herwiha têkiliya Îranê bi rejîmên erebî yên wek rejîma Hafiz
El-Esed û kurê wî re, ku Xameneyî Sûriya wekî pireke pêwîst ji bo “eksena berxwedanê” didît, herwiha bi rejîmên wek Tirkiyaya Erdogan re, ku wî di navbera salên 2002-2026an de piştî ku Partiya Edalet û Geşepêdanê li Enqerayê hat ser desthilatê, têkiliyên baş bi wan re domandin.

Li ser asta cîhanî, Xameneyî ji bo rûbirûbûna “hêzên xudperestiya cîhanî” bi Rûsya, Çîn, Koreya Bakur, Kuba û Venezuelayê re hevpeymaniyek çêkir.

Li ser asta nehikûmî, gelek neteweperestên ereb hene û marksîst jî hene (di nav de gelek li Ewropa û Amerîkaya Latînî), ku baweriya xwe bi xeta berxwedan û rêgiriyê tînin an jî bi wê re hevbend in, li ser bingeha wê baweriyê ku nakokiya sereke bi Washington û Îsraîlê re ye. Ji ber vê yekê, vîzyona wan ew e ku hemî nakokiyên din bidin aliyekî û bi her kesê ku li dijî Amerîka û Îsraîlê li ber xwe dide û serhişkiyê dike re bibin yek, bêyî ku cewhera rejîm, bîrdozî, an pratîkên wan çi be.

Bi kurtasî, ezmûna Xameneyî bi “berxwedan û rêgiriyê” re xwedî bingehek teorîk a başavakirî ye. Her çend serîlêdanên pratîkî jî dihewîne, hevpeymanî û nêzîkbûn li ser bingehên pragmatîk û xwexizmetkar têne avakirin, çi bi komunîstên li Çînê re, modela ku ji hêla Vladimir Putin ve tê temsîlkirin (neteweperestiya rûsî û xiristiyaniya ortodoksî têkel dike), Hafiz El-Esed û kurê wî, an Hugo Chavez û Nicolas Maduro li Venezuelayê. Tewra dema ku Xameneyî bi pragmatîk bi George W. Bush re di dagirkirina Afganistanê ya 2001ê û dagirkirina Iraqê ya 2003yan de hevkarî kir, ew bê xem ma. Lêbelê, di van hemûyan de, ew bawer dike ku berevajî îdiaya Edward Bernstein e: “Armanc ne tiştek e, kiryar her tişt e.” Ji bo Xameneyî, “kiryar ne tiştek e, armanc her tişt e” û ji ber vê yekê, divê hemî kiryar ji bo armancê bin.

Lê niha pirs ev e: Gelo Elî Xameneyî bi ser ketiye, an jî têk çûye?

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN