• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Êşa jeopolîtîk li Rojhilata Navîn.. Di navbera parçekirin û jinûveavakirinê de

March 30, 2026
Êşa jeopolîtîk li Rojhilata Navîn.. Di navbera parçekirin û jinûveavakirinê de

Balafirên şer ên amerîkayî li ser keştiya balafirhilgir a Gerald Fordê | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Dr. Eqîl Seîd Mehfûz

Made bi erebî jî heye العربية

Adara 2026an, ne tenê mehek e di salnameya şerê di navbera Amerîka-Îsraîl ji aliyekî ve û Îran ji aliyekî din ve de ye. Lê belê “Kêliyeke  destpêkirinê” ye di dîroka herêmê de û “Rûbirûneke îradeyan a dîrokî” û “niştekariyeke jeopolîtîk a ji kokê ve bû” û armanca ji vê yekê jî, jinûveformulekirina herêmê ye. Veguhastina ji “Kontrolkirina ne yekser” ber bi “Şerê hebûnê ve”, ne tenê şerek e, lê bê guhartineke di ontolojiya şer bi xwe de ye; ango armanc ne fişara ji bo başkirina şertên danûstandinê ye, lê belê armanc ew e ku Îran “di hundirê welatê xwe de” cara yekem piştî bi dehan salan, şer bike. Tiştê balkêş di vir de, a ku tê rûxandin ne tenê” eksena berxwedanê ye”, lê pêkan e ku “berxwedan” rengek ji rengên hebûna siyasî be.

Yekem: “Bikaranîna hêza tund” û “sîstema ewlekarî ya bi darê zorê”

Hevalbendiya amerîkayî-îsraîlî di vê pêvajoyê de xwe dispêre felsefeya “Şok û tirsandina sazûmaniyê”, bi rêya hedefgirtina navendên serweriya Îranê (Murşidê Bilind ê Îranê, navendên rêveberiyê), ne tenê wêrankirina şiyanên leşkerî. Lê belê wêrankirina “Heybeta dewleta navendî”, ji bo ku bihêle di bin fişara jihevxistina hundirîn de be û danûstandinê bi darê zorê bike. Ev hewldan jî, ji bo ferizkirina “Pax Americana” nû, ne ku “demokrasiyê belav bike” (wekî li Iraqê 2003), lê belê “jiholêrakirina armancên herêmî” û heta gefa li dij hebûn û dewletê ya Îranê ye.

Tiştê li herêmê çêdibe, ne tenê jinûvedabşekirina rolan e, lê belê hewldaneke ji bo ferizkirina “Pîvanên bi darê zorê”, ku têgihaştina “Awarteya şoreşgerî” rake û jeopolîtîkê ji çarçoveya rûbirûbûna îdeolojîk veguherîne qadeke teknîkî ku ji hêla pêdiviyên ewlehiya hişk a kar ve tê rêvebirin.

Duyem: Pirsgirêka”niştimaniya neteweyî”

Îro Tehran rastî pirsgirêeke sosyolojîk a kûr tê; di demekê de ku rêveberiya nû (bi serokatiya Qalîbaf û Muctebe Xamineyî) hewl dide giyanê neteweya farisî ji bo rûbirûbûna “dijminên derve” derxe holê, ev gotar rastî derbeyên ku dij cihê sivîlan hatine kirin, tê. Şerê berdewam wekî arankerekî ji bo pêvajoyek “rêzikkirina bi darê zorê” di nav elîtên îranî de tevdigere. Di vê çarçoveyê de, şepêlek heye dibîne ku “Peymana mezin” (devberdana ji armancên herêmî, beramberî wê parastina rêjîmê ye) tekane çareserî ye. Lê şepêla “Supeya Pasdaran”, dibîne ku paşde vekişandin di vê demê de, tê wateya xwekuştina siyasî ya bi temamî. Ev pirsgirêka navxweyî dibe ji êrîşên leşkerî, zêdetir gefek be ji bo aramiya rêjîmê. Li piştperdeyê, îhtîmal heye ku “Lihevkirineke navxweyî” bi serpereştiya navdewletî çêbibe; di vê çarçoveyê de çînên ji Supeya Pasdaran wekî hêza aborî û ewlekarî bimîne, beramberî wê jî dev ji armancên xwe yên nuklerî û destwerdanên herêmî, berde.

Ev rêzkirin şkestinekê di “xeyala komî” de nîşan dide ku her gav mayîndehiya madî ya rejîmê bi berfirehbûna jeopolîtîk ve girê daye; li wir elît îro xwe bi fermanek dîrokî re rû bi rû dibîne: An vekişin ber bi “dewleta neteweyî” ve bi sînorên xwe yên teng, an jî di bin fişara metirsiya tunebûnê de ku êdî cudahiyê naxe di navbera leşkerî û sivîl de.

Sêyem: Çeka enerjiyê

Tehranê  hewl da ku rêyên veguhastina enejiyê armanc bike û ev yek ne tenê wekî bertekekê bû, lê hewldanek bû ji bo hêzên cîhanî (nexasim Çîn û Ewropayê) ji tirsa rûxandina rêyên dabînkirinê, destwerdanê bikin û fişarê li Washingtonê bikin, ji bo şer rawestîne. Lê ev çek li Îranê vegeriya. Çima?

Ji ber armanckirina cihên petrolê, Çîn û Ewropayê neçar nakin ku fişarê bikin ji bo rawestandina şer, lê belê bi awayekî lez “Koalîsyona navdewletî ji bo parastina rêyên veguhastina enerjiyê” ava kir. Di vir de, stratejiya enerjiyê veguherî barekî aborî, ku Îran hevalbendên xwe yên herî dawî (Pekin û New Delhiyê) winda bike, ji ber ku ev hêz, nikarin rawestandina herkirîna enerjiya cîhanî, tehmûl bikin.

Lê ya ji vê kûrtir ew e: Şerekî veşartî li ser “rêyên alternatîf” heye; Şer, gera ji bo rêyên bazirganî ku Tengava Hurmuzê derbas dikin, leztir dike û ev yek jî dibe ku bihêle nexşeya aborî ya Kendav û Iraqê di demeke dirêj de, biguherîne. Ev yek jî tê wateya ku dibe ku Îran ne tenê di şerê heyî de bi bin bikeve, lê belê “bingehên sazûmaniya” madeyên xwe û hebûna xwe ya siberojê jî winda bike, heta eger ku sîstema desthilatdariyê hate guhartin, an jî siyaseta xwe hate guhartin. Îran, îro bi çekekî şer dike ku ev çek berê wê li sînga Îranê ye, lê di rastiyê de siberoja ku Îranê xwe dispartê, dikuje. Ev jî xwekuştina siyasî ye: Ne mirina di şer de ye, lê belê kuştina şertên ku dihêle şer xwedî wate be.

Çarem: Hevsengiyên erebî

Paytextên erebî li Kendavê xwe di nava hundirê “jinûvexêzkirina nexşeyan” de, dibînin. Di demekê de ku piraniya dewletên Kendavê xwe pabendî peymanên ewlekarî bi Washingtonê re dibînin, ew ji “hevpeymaneke doktrînî” bi Rojava re ber bi “hevpeymaneke peywirî” ve diçe ku li ser bingeha danûstandinên demkî ye, ku tê de Washington “bihayê parastinê” ne tenê bi pere, lê di heman demê de bi garantiyên li dijî ketina nav şerekî herêmî yê berfireh ku binesaziyê wêran dike jî danûstandinan dike. Dibe ku garantiya herî baş an jî tiştê Kendav û herêm dixwaze ew e: Berdewamkirina şer û lezkirina tê de ye, heta ku rêjîm li Îranê lawaz bibe.

Lê nêrîna erebî-Kendav (û Tirkiyayê) dizane ku eger Îran di aliyê leşkerî de têk çû, dibe ku “valahiyeke stratejîk” ya xeternak çêbike, eger ku bi projeya “dewletê”ya baş li wir neyê dagirtin. Xeteriya rasteqîn ne di şer de ye, lê belê di roja din a ku dibe herêmê di şerekî sînorî yê nû an jî derketina şepêlên dersînor û derneteweyî de ye yên ku li ser kavilên şeran mezin dibin. Di encamê de, rewşeke “hişmendiya dualî” an jî “xwestek-tirs “derbarê tiştê ku çêbibe, heye. Tevî ku daxwaza Kendavê ya lawazkirina Îranê, ji metirsiyên wê zêdetir e. Lê pirsa ku derdikeve: Eger ku “rola erebî ya kevneşop”beşek ji pirsgirêkê be, wê çi bûbûya? Gelo çi çêbibe, eger ereb ne ji paşguhkirina rola xwe bitirisiyana, lê zelal bûbûya ku rola wan di bingehê xwe de tune bû?

Pêcem: Veguhartina Îranê

Şertên amerîkayî yên ku behsa wan tên kirin, ne tenê wekî lîsteya daxwazan e ji bo rawestandina şer. Lê belê, ew bernameya veguhartina Îranê ji “Şoreşeke derneteweyî” bike “dewleteke sînordar”. Trump li ser “na ji çêkirina uranyûmê re” û radestkirina depoyên wê û rawestandina bernameya çêkirina mûşekan bi salan isras dike. Di heman demê de, Trump behsa “xalên lihevkirina mezin” bi kesayetên îranî yên “guncav” re dike, bê (Murşidê Îranê yê nû bi awayekî yekser).

Ev jî kûrahiya jeopolîtîk e: Şoreşa Îranê -di cewherê xwe de- hewldanek bû ji bo derbaskirina mentiqê dewletneteweyê bû, ku bibe projeyeke îslamî ya şoreşgerî. Lê ev proje niha di kêliya têkçûyîna xwe de, veguherî dewleteke din. Îran ne tenê di aliyê leşkerî de têk diçe, lê belê di aliyê ontolojîk/hebûnî de jî têk diçe:  ji “îstîsnabûna” xwe wekî dewleteke bêhempa li deverê tê bêparkirin.

Lewra di vir de êdî “têkçûna ontolojîk” temam dibe; ku”aktorê şoreşger” tê neçarkirin ku li xwe mukur were ku alavên wî yên mezin (Meta-siyasî) êdî têrê nakin ji bo rûbirûbûna “realîzma tund” a ku teknolojiya leşkerî  û hevsengiyên hêza tund feriz dikin. Di encamê de, Îran ji “dozekê” veguherand tenê wekî “dosyayekê” li ser maseya danûstandinên navdewletî.

Şeşem: Felsefeya “derketina ji erdîngariyê”

Adara 2026an ne tenê şerek bû. Lê belê ew “laboratuwareke” ji bo têgihaştina hêzê di sedsala 21ê de. Herêm ne tenê sîstemeke herêmî oxir dike, lê belê: Xeyalên”aramiya lawaz” û xeyalên “ewlekariya bi wekîlan” û xeyalên împeratoriya herêmî, oxir dike. Tiştê veşartî -heta niha- di hemû tiştên çêdibe de, jinûveformulekirina “Peymana civakî ya herêmê ye”. Di vir de, paradoksa mezin e: Peymana civakî ya kevn, hertim li ser “lihevkirina objektîv” û erêkirina hebûna nefretkirinên herêmî” û “deverên rûbirûbûnê” tev li “deverên lihevkirinê” ava bûbû. Lê tiştê niha çêdibe, ev yek hema hema bibêje bûye tiştekî qet nema pêkan e.

Ewlehiya neteweyî êdî ne di mûşekên balîstîk an îdeolojiyên çekdarî û hevalbend/wekîlên çekdar de ye, lê di şiyana li beramberî zehmetiyên aborî, rewatiya navxweyî û guncandina bi “realîzma dijwar” a ku niha li esman û erdnîgariya Rojhilatê Deryaya Spî û Kendavê (û cîhanê) tê nivîsandin de ye.

“Derketina ji erdnîgariyê” û ev ne tenê bi Îranê ve sînordar e, tê wateya bêparkirina hêzên herêmî ji qada manevraya wan a kevneşopî (wek wekîl û valahiyên siyasî) û bi zorê vegerandina wan bo sînorên wan ên neteweyî. Di vê xalê de, rewşa navxweyî piştî hilweşîna mertalên derveyî rastî fişarên rasterast ên navdewletî tê. Amûrên îdeolojîk û leşkerî winda dibin û tenê “parastinên” mayî ji bo dewletê rewatiya wê ya neteweyî û hevgirtina civakî ne (bi taybetî di welat û civakên cihêreng ên etnîkî û neteweyî de), ku wekî xeta parastinê ya yekane û ya dawîn kar dikin ku dikarin şokê veşêrin û pêşî li hilweşîna tevahî ya avahîsaziyê bigirin.

Heftem: Kêliya “guherîna mezin”

Herêm şahidiya kêliyek “guherîna mezin” di hevsengiya hêzê de dike, ku ji dagirkirina Iraqê ve xuya bû ku aram bûye. Pêşeroj dê ji hêla kesên ku dikarin dijwarî û derfetên “rêza herêmî ya nû” ku niha ji teqînên li Rojhilatê Deryaya Spî û Kendavê derdikevin bi rê ve bibin, were teşegirtin

Em bi kêliyek “herikîna mezin” re rû bi rû ne ku dê bi serketina “diyardeya Îranê” wekî ku me dizanîbû biqede, lê bêyî ku şiyana xilasbûna ji astengiyên avahiya hêza herêmî ya nû hebe. Pirs ne ev e: Piştî şer dê çi bibe? Berevajî vê: Em çawa şer bi xwe wekî “roja paşê” ku em dihizirîn ku aramî ye şirove dikin? Gava din piştî Îranê çi ye û welat û aktorên herêmê dê “sîstema herêmî” ya piştî şer çawa şîrove bikin? Bandorên demdirêj ên van hemûyan çi ne?

Tiştê ku di şerê amerîkayî-îsraîlî yê li dijî Îranê de diqewime ne tenê operasyoneke leşkerî ye, lê “kêliya sererastkirineke bingehîn e” – wekî ku pir caran tê gotin – ji bo hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn e. Ev “sererastkirina bingehîn” – peyvek ji ferhenga Sindoqa Diravî ya Navdewletî (IMF)- ji me re dibêje ku tiştê ku diqewime “jinûvesazkirina deyn” e: Deynekî bandorê, deynekî ewlehiyê û deynekî hebûna siyasî bi xwe.

Lê xweguncandin – di dawiyê de – ne rindiyek e. Xweguncandin qebûlkirina wê yekê ye ku hûn êdî ne xwediyê hêza guhertina şert û mercan in, lê tenê xwediyê “lihevhatinê” bi wan re ne. Ev wateya rastîn a vê gavê ye: Tiştê ku diqewime ne “dawiya dîrokê” ye, lê “dawiya baweriyê” ye ku dîrok dikare bi tenê bi serhişkiyê were çêkirin. A mayî – wekî ku Žižek dibêje – tenê îdeolojî ye.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN