• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Gelo heta niha Rojhilatê Kurdistanê qada amerîkayî ya bijarde ye?

March 26, 2026
Gelo heta niha Rojhilatê Kurdistanê qada amerîkayî ya bijarde ye?

Endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li herêmeke sînorî di navbera başûr û rojhilatê Kurdistanê de | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Şoreş Derwîş

Made bi erebî jî heye العربية

Diyar e ku heta niha Washington tu planeke wê ya eşkere ji bo ku bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê re bide û bistîne, tuneye. Herwiha, tu nêrîneke amerîkayî ya aderbarê siberoja kurdan li Îranê tuneye, ku di demeke dereng de amerîkayî bi bi lîderên wan partiyan re axivîn.  Li gorî vê yekê, Trump di mijara tevlêkirina kurdan di şer de dudil e, ku ne diyar ev şer wê kengî bi dawî bibe û wê bi kîjan alî ve biçe. Ev yek jî fikarek li gel partiyên kurdistanî di hundir û dervayî Îranê de çêkir, nexasim kurd xwedî tecrubeyekî “nîv bi êş” bi Washingtonê re di Sûriyayê de, beriya demeke kurt bi ragihandina şerê li dij Îranê.

Di heman demê de, hin tecrubeyên dîrokî hene ku Amerîkayê di kêliyên zehmet de dev ji kurdan berdane. Di vê çarçoveyê de kurdên Rojhilatê Kurdistanê destekdayîna Amerîkayê ji Tehrana Pehlewî de di dema rûbirûne bi wan re, ji bîr nekirine. Herwiha dema ku serokê komara Kurdistanê (Mehabat) Qazî Mihemed di îlona 1946an de ji baylozê amerîkayî George Allen xwest ku destekê bide daxwazên kurdan an jî herî kêm, Washington bide ku dijminatiya kurdan neke, ku hêviya kurdan ew bû ku Îran bibe sîstemekî “federal” wekî sîstema Amerîkayê. Lê tiştê çêbû, tam berovajî bû dema ku Washingtonê destek da operasyonên leşkerî yên Îranî û wekî rewa dîtin. Ji aliyekî din ve jî, kurd dît dema ku wezîrê karê derve yê amerîkayî Henry Kissinger ji destekdayîna şoreşa kurdan li Başûrê Kurdistanê vekişiya û Mihemed Riza Pehlewî û Ehmed Hesen El-Bekir ku djiberî hev bûn, Amerîka ew nêzî hev kirin. Di heman demê de, kurdan dît dema ku Washingtonê pişta xwe da lîderê kurdan Ebdulrehman Qasimlo û ji destekdayîna leşkerî bêpar kir. Tenê wê demê Amerîka pêşniyaz kir ku çend mûşekên Stinger bide Pêşmergeyan, lê Qasimlo ev yek red kir, ji ber ku dizanîbû ku di encamê de wê bajar û gundên kurdan werin wêrankirin. Lewra Washington têkiliya xwe bi Partiya Demokratîk a Kurdistanî-Îran li jêra asta ku dihate xwestin sînordar kir û Qasimlo bi “bêserûberê çepgir” bi nav kir, heta vîza serdana Washingtonê -ya ku neçûyê- jî dane wî berî kuştina wî bi çend rojan.

Trump di du rojên destpêkê yê bombebarana Tehranê de, di têkiliya bi lîderên kurdan re dudil bû. Ji aliyekî ve, Trump dibîne ku kurd şervanên baş in, lê di heman demê de naxwaze destekdayîna welatê wî ji bo kurdan zêde bibe bi awayekî ku hebûnekî siyasî yê kurdî ava bibe û ev yek jî ji bo Washingtonê zehmet e. Ji ber ku Washington berovajî Tilebîbê ye, naxwaze rêjîma heyî ya Îranê ji hev bixe ji ber astengiyên navxweyî û dewletên cîran ên herêmî jî vê hewldanê red dikin. Herwiha eger ku Trump destek û sozê bide kurdan û piştre dev ji kurdan berde, wê rewş berovajî bibe û Trump di Îranê de an jî dibe ku li tevahiya herêmê, wekî têkçûyî were dîtin.

Mirov nikare li doza kurdan li Îranê binêre bê ku şerûmercên herêmî di berçavan re derbas neke, ku dewletên herêmî naxwazin xwerêveberiyeke kurdî li beşekî din ê Kurdistanê çêbibe. ji ber ku Tirkiya wê li kêleka dewletên herêmî bisekine yên ku dixwazin serweriya Tehranê ya navendî li tevahiya erdîngariya Îranê berdewam bike, her çend bihaneya fermî ya Enqerayê li beramberî pirrengiya siyasî ya kurd li Îranê û dişibiniya hin partiyan ji aliyê leşkerî, siyasî û giraniya gelêrî ve qels xuya bike jî, ev tê vê wateyê ku “hinceta” Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) dê ji bo destwerdanê ne kêrhatî be li gorî hinceta şerê li dijî Partiya Yekîtiya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel, ku Enqerayê bi tundî bi kar aniye da ku armancên kurdên Sûriyayê têk bibe.

Helwestên partiyên kurdistanî ji  mijara wergirtina desekdayîna amerîkayî-îsraîlî ji hev cuda ne, lê tevî vê cudabûna rewşê bi aqilekî dagirtî guman û hişyarî dinirxînin. Ji ber ku rejîm hîn jî dikare şer bi rê ve bibe û şansên wê yên domandinê, her çend ew veguhere xeyaletek rejîmek berê jî, hîn jî hene, lewra hêzên kurdistanî formula “Rêya sêyemîn” hilbijartin, eger ku ev yek ragihandibin an na. Di heman demê de, opozîszyona Îranê jî tu garantiyên pêwîst ji bo siberoja Kurdistanê pêşkêş nekirin. Ji aliyekî din ve jî îhtîmal heye ku Tehran siyaseta xwe di kêliyên dawî de li beramberî Washingtonê biguherîne, eger ku rastî xeteriyeke navxweyî hat, ji bo bi derve re li hev bike, ji bo hêzên dijberî rêjîmê yên hundirîn û daxwazên kurdan, têk bibe.

Di xeyala siyasî û civakî ya îranî de, bêbaweriyeke guman bi hevkariya bi derve re heye, ku kîjan aliyê derve dibe bila bibe. Ev yek jî wekî nîşandana hestên niştimanî yên Îranê nîşan dide û îranî eger ku bi kuştina rêveberên welatê xwe kêfxweş in, lê li rola derve wekî alava rakirina mayînan dibînin ku zemîna rê li pêşiya wan çêdike, ji bo jinûveavakirina Îrana nû serbixwe. Ev mijar tenê girêdayî etnîka faris e, lê belê girêdayî hemû etnîkan e ku baweriyê qet bi hizira hevkariya ne şertkirî bi derve re nayînin. Li beramberî vê yekê jî, mirov dikare bêje ku bêbaweriya kurdan ev nêzî sedsalekê ye ku rastî gelek rewşên “xiyanetê” ji aliyê rêjîmên Îranê ve hatin çi eger ku Tehran di bin fişarê de be an na, lewra mirov dikare vê rewşê wekî bêbaweriya kurdan a dîrokî bi rêjîma Îranê şirove bike. Ji dema ku serokwezîrê Şah Riza Xan, “stûna desthilatdariyê”, zilamê ku beşdarî hilweşîna tecrubeya kurdî bû, Qazî Mihemed, soz da ku bersiva daxwazên neteweyî yên kurd bide û axa Komara Kurdistanê ji herêma Mehabadê wêdetir berfireh bike, aliyê kurdî li ser sozên desthilatdariyê û cidîbûna wê di çareserkirina pirsgirêka kurd de gumanbar e. Tehranê serokên eşîrî û siyasî yên bi meylên cuda kuştine û îşareta Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan a berfirehkirina desthilatên parêzgehan di dema şer de wekî berxwevekişandineke sivik tê, heke ne ji bo kurdan pir dereng be jî.

Aliyekî din ê mêtirsiya kurdan di beşdarbûna operasyonên leşkerî de heye, ew jî ku parçebûneke civakî/siyasî heye ku ev yek jî ji aliyê “Ceşên” kurdan (yên ku bi rêjîma Îranê re hevkar in) tê kirin, Ew her wiha xwedîyê fezîlet, statuya civakî û siyasî, û feydeyên darayî yên ku bi dest xistin bûn, biryar nedan ku tevlî hewldan û kedên kurdan ên neteweyî bibin yên ku banga derketine ji rêjîmê dikirin. Dibe ku prosesa derketin an jî qutbûna ji rêjîmê, yek nîşaneyên girîng ên hilweşîna rêjîmê ye, wekî ku çawa li Iraqê di sala 1991ê de çêbû.

Washingtonê bi piranî dev ji vîzyona xwe ya bidawîanîna şer bi êrîşeke bejayî berdaye. Li gorî rêça xwe, şer dê ne şerekî bejayî be û ne jî mudaxeleyeke leşkerî ya li ser erdê hewce bike, çi rasterast be çi jî bi rêya hevalbendan be. Ev yek girîngiya xwe dispêre partiyên kurdî yên ku di sibata borî de hevpeymaniyek ava kirin kêm dike, nemaze ji ber ku wan partiyan rêze garantî xwestin, di nav de parastina hewayî, çekên giran, perwerdekar, û berfirehkirina hevkariya bi Washingtonê re da ku piştgiriya siyasî ji bilî piştgiriya leşkerî û lojîstîkî ya tenê bigire nav xwe. Di vê wateyê de, Kurdistan êdî ne axa bijarte ye ku ji bo destpêkirina pêvajoya hilweşandina rejîma Îranê were bikaranîn. Ev tiştek e ku hêzên kurdî bi xwe êdî jê hez nakin, ji ber ku ji gelek encamên wêranker ditirsin, di nav de, di vê senaryoyê de, bibin “dijminekî navxweyî” ku bi hêzên biyanî re hevkariyê dike û tenê li ser bingehên neteweperest bêyî sîwanek opozîsyona neteweyî tevdigere. Ev hemû li hember paşxaneya dijminatiya herêmî ya li hember ramana jinûveavakirina pergala siyasî ya Îranê li ser bingehên federal pêk tê.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN