• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Tirk û herêm.. hezar sal ji siyasetê

February 19, 2026
Tirk û herêm.. hezar sal ji siyasetê

Erdogan li pêş nexşeya Tirkiyayê dema ku ji bo kampanyayên xwe yên hilbijartinê cih hildibijêre | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye العربية 

Tirk di hezarsala duyem de, yên herî zêde bandor bûn di aliyê xêzkirina erdîngariya siyasî ya herêma Rojhilata Navîn de, ji dema tirkên selçûkî ji Asyaya Navîn di sedsala 11an de hatin herêmê û serwerî li ser herêmên Xuresan û Faris kirin û piştre jî serwerî li ser Bexdadê paytexta dewleta Ebasî di sala 1055an de kirin. Herwiha, piştre tirk li Anatoliyayê heta beravên Deryaya Reş bi cih bûn, piştî ku selçûkî bîzans di şerê Melazkurt ya sala 1071an de têk birin. Bi vê yekê re jî, dewleta bîzans têk çû û bidawî bû, ev yek hilweşîn û dawiya dewleta Bîzansê, ku bi pratîkî bi dewleta Emewiyan (661-750) dest pê kir, bi Osmaniyan re di sala 1453an de mimkun kir. Dema ku dewleta Sefewî li welat Faris di sala 1502yan de hate avakirin û mezhebê şîî li wir hate ferizkirin û bi hewldanên ku derbasî Mezepotamya û rojhilatê Anatolyayê bibin, şerê Çaldiranê yê sala 1514an de ku tê de tirkên osmanî li dij sefewiyan biserketin, ev yek hişt ku belavbûna mezheba sinî li ser asta cîhana îslamî mayînde bibe, lewra mezheba şîî li rojhilatê Çemê Dicleyê yê îratî heta başûrê Bexdadê sînordar bimîne, ku di sedsalên beriya wê de mezheba şîî bi 12 şêweyên xwe û îsmaîlî û nusariya di navbera Dicle û Nîlê de, di 6 sedsalên berê de di serdemên  Bûyid, Fatimî û Hemdaniyan de belav bûbû. Iraqa heyî jî piraniya xwe nebû mezheba şîî heta çemê Firatê yê iraqî yê başûrî Felûcayê ji bilî serdema Osmaniyan de. Lê dema ku dewleta Osmanî 1798-1923yan de, nexweş ket û mir, ev dîroka serweriya Ewropayê li ser herêmê bi wateya xwe ya piratîk bû. Di heman demê de, hizira neteweyî ya li gel ereb, firs û kurdan çêbû, li ser rêbazê ku Mustefa Kemal Ataturk di sala 1923yan de dema ku bingehên dewleta neteweyî ya tirkî ava kir, ku hat wateya dûrketinek ji dewleta osmanî ya ku di nav xwe de tirk, ereb û kurd dihewand.

Kesên li hezar salên borî binêre, wê bibîne ku hatina tirkan li herêmê, faktorên windabûna du dewletan çêkir, ew jî dewleta Fatimî sala 1170 û dewleta Bîzansê sala 1453yan. Di heman demê de jî, hêza Berberan li Fasê bi dewletên (El-Mirabiton) 1147-1056 û (El-Miwehidûn) 1129-1268an, derket pêş. Diyar e ku bi derketina hêza tirkan û Berberan û bi wan re hêza kurdên Eyûbî 1171-1250, di encama tunebûna hêza ereban derket, ku ev hêz bi derketina îslamê di sala 610an de serwer bû.

Selçûkiyan Bûyîdên şîî yên ku ji sala 945an heta 1055an Bexdayê kontrol dikirin, ji holê rakirin. Kontrola Selçûkiyan li ser Farisê, ku wekî deriyek ber bi Mezopotamya û paşê Anatoliyê ve xizmet dikir, dengek siyasî ya cuda neda farisan. Daketina hêza Selçûkiyan bi hatina Mongolan li herêmê di navbera salên 1254 û 1260an de bû sedema valahiyek hêzê ku rê li ber bilindbûna Sefewiyan di sala 1502yan de vekir, her çend piştî aloziyek mezin li Farisê. Ev yek di heman demê de bû sedema damezrandina Împeratoriya Osmanî li Anatoliyê di sala 1299an de. Di destpêka sedsala 16an de, Sefewiyan û Osmanî hêzên serdest ên herêmê bûn û rûbirûbûna wan li Çaldiranê rê li ber Osmaniyên serketî vekir ku Şam, Geliyê Nîlê, Hîcaz, Mezopotamya û Bakurê Afrîkayê kontrol bikin.

Çaldiranê encama hevpeymaniyeke tirk-kurd bû, mîna Melazkurtê. Dema ku Osmaniyan herêmên ereban kontrol kirin, dewleta Osmanî, heta ku Siltan Ebdulhemîd ji holê rabû, çar sedsalan berhema hevpeymaniyeke tirk-kurd-ereb bû ku bi girêdana îslamê ve girêdayî bû. Dema ku Komîteya Îtîhat û Tereqî (CUP) di sala 1909an de hat ser desthilatê û Siltan Ebdulhemîd ji holê rakir, ev yek nîşana hilweşîna dewleta Osmanî di nav deh salan de bû.

Lê hezar sal ji hebûna serweriya tirkî li ser herêmê di piraniya deman de, yek ramanwerekî bi eslê tirk derneket. Di vê çarçoveyê de, meyên hizirî yên mezin wekî tesewif ji nava ereban derket, wekî Ibn Erebî 1165-1240 û Celaledîn Romî ji eslê xwe yê farisî bû 1207-1273an, Xalid Neqeşbendî 1776-1827an eslê xwe kurd bû, heta xwedê hizira neteweyî yê tirkî yê xwedî meyla toranî û ataturkî kurd bû ku navê wî Ziya Gokalp 1875-1924an. Herwiha, meyla îslamî ya li dij ilmaniya ataturkî tevî sembolên xwe Necemdîn Erbecan û piştre jî Erdogan jî, li ser destê ramanwarê îslamî yê kurd Şêx Seîd El-Nûrsî 1877-1960î, hate avakirin.

Lê tiştê ku me di vê hezarsaliya Tirkiyayê de, ew bûn siyasetmedarên mezin wekî Sultan Selîm û Sultan Silêman Qanûnî û Sultan Ebdulhemîd û Mustefa Kemal Ataturk û Turgut Ozal (eslê xwe kurd e) û Erdogan. Di heman demê de, danûstandinkerên mezin wekî Ismet Înanu  di danûstandinên Lozanê de sala 1923yan û Ataturk û Înanu tevî Ozal rayedarên mezin bûn ku dikarîbûn dewleta nûjen ava bikrine û niha di komara Tirkiyayê de xuya ye.

Lê her kesê ku jiyana siyasî ya Tirkiyayê dişopîne, partiyên îdeolojîk ên bê pir di navbera wan de dibîne, di ataturkîst (Partiya Gel a Komarî), Turanîst (Partiya Tevgera Neteweperest) û îslamî (Partiya Refahê ya bi serokatiya Erbakan, dû re Partiya Edalet û Geşepêdanê ya ku ji hêla Erdogan ve di 2001ê de hate damezrandin) de û hîs dike ku ew mezhebên girtî ne. Nêzîkbûna di navbera îslamîst û turanîstan de di deh salên dawî de ecêb bû. Dema ku Serokwezîr Adnan Menderes, ku xwedî meyla îslamî bû, bi meylên aborî yên lîberal û meyla Atlantist a hevalbenda Rojava re tevlihev bû, di sala 1960î de hate hilweşandin û sala din hate darvekirin, pejirandinek civakî ya razî ya vê yekê di nav derdorên ataturkîst ên ilmanî de hate dîtin ku artêşa wan darbeya 1960î pêk anîbû. Ev hersê meyl bi tepeserkirina tund a li dijî şoreşa çekdarî ya ku ji hêla Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve ji 15ê tebaxa 1984an vir ve dest pê kiriye, razî bûn. Pira ku Devlet Bahçelî yê turanîst, bi erêkirina Erdogan, bi rêberê PKKyê Ebdullah Ocalan re di înîsiyatîfa xwe ya ku di 22ê cotmeha 2024an de dest pê kir de vekir, ecêb bû, pirek bêhempa û neasayî di jiyana siyasî ya Tirkiyayê de ji damezrandina Komarê di 1923yan de.

Li hundir, ataturkîzm nekarî civaka Tirkiyayê rojavayî bike; rojavayîbûn rûberî ma, ne kûr kok girt, wekî ku di hilkişîna hilbijartinê ya îslamîstan de di çaryeka sedsala borî de diyar dibe. Wekî din, meyla Ataturk a ber bi rojava ve nehişt ku Tirkiya bikeve Yekîtiya Ewropayê, ku ji tevlîkirina welatekî ku nêzîkî 100 mîlyon niştecihên misilman lê dijîn, bi fikar e. Dema ku Tirkên Ciwan li dijî ermen, suryan û asûriyan komkujî kirin, tomarên xwînî yên Ataturk bi yewnanî û kurdan re birîn û pirên qutkirî çêkirin ku hîn jî nehatine dermankirin û ev yek li hovîtiyên ku ji hêla Tirkên Ciwan ve hatine kirin zêde kir. Wekî din, ataturkîzm têkiliyên xwe bi ereban re qut kir piştî ku Ataturk wan bi “kêrê li pişta tirkan xistin” tawanbar kir ku di sala 1916an de bi rêya “Serhildana Mezin a Ereban” a bi serokatiya Şerîf Huseyîn bin Alî bi hevalbendiya bi brîtanî û fransiyan re “ji pişt ve kêr li tirkan xistin”.

Rola Tirkiyayê di NATOyê de li dijî Yekîtiya Sovyetê di navbera salên 1952 û 1989an de qerebûkirina dûrxistina wê ji Yekîtiya Ewropayê kir. Lêbelê, dema ku Kremlin di Şerê Sar (1947-1989) de ji aliyê Koşka Spî ve têk çû, Tirkiya ji bo Rojava kêmtir girîng bû. Bilindbûna îslamîst û tevgerên siyasî yên tirkî xuya dike ku îfadeya lêgerîna roleke nû ji bo Tirkiyaê ye, çi li başûrê misilmanan an jî li rojhilat, di nav “cîhana tirkî” de ku ji Deryaya Egeyê heta Tirkistana Çînê dirêj dibe.

Lihevkirina Erdogan-Bahçelî niha vê yekê nîşan dide û nêzîkbûna wê ya ji bo Ocalan girîng e. Sedemên wê yên bingehîn divê werin lêkolînkirin. Donald Trump nîşanên razîbûna xwe ji kiryarên Erdogan li Sûriyaya piştî El-Esed nîşan daye û piştgiriyê dide siyasetên wî yên li hember “cîhana tirkî”, ku eksena Çîn-Rûsya-Îranê ji hêla erdnîgarî veqetîne. Hilweşandin û jiholêrakirina vê eksenê, di heman demê de veqetandina beşên wê yên pêkhatî ji hev, xuya dike ku armanca sereke ya Washingtonê ye.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN