Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Di Sûriyayê de ji kanûna 2024an ve, guhartineke bingehîn di avahiya dewletê de heye, ku formula Sûriyayê vediguhere “hebûneke peywirî” ku rewabûna xwe ji rêbazên xwe yên erkdarkirina hin tiştan di çarçoveya sazûmaniya navdewletî de werdigire, li şûna ku nûnertiya pêkhateyên xwe yên navxweyî bike. Ev veguhartin ne tenê pêşketineke tektîkî ye, lê jinûvedamezrandina xeternak ji menitqê desthilatdariyê ye ku li ser bingeha tiştê ku dikare wekî “guhertina çavkaniyên rewatiyê” were binavkirin, tê de “rewatiya gel” bi “rewatiya peywirî” a ku ji hêla hêzên herêmî û navneteweyî ve, di berdêla xizmetên jeopolîtîk ên transneteweyî de tê dayîn, tê guhertin.
Mirov dikare têgihaştina van xalan bi rêya ev xalên teorîk bîne ziman:
Teoriya “dewleta amûr”, ku hikûmeta heyî ya Şamê vê rêgezê esas digire: Mayîn û ewlekarî bi rêya têkiliyên derve pêk tê (ku ew sedem û bingeha hebûna wê ye), ne bi rêya nûnertiya demokratîk a navxweyî. Di vê çarçoveyê de, êdî”erka jeopolîtk” a dewletê (têkoşîna terorê, nederxistina tevlîheviyan li herêmê û razîkirina aliyên ku ew anîne ser desthilatdariyê), ji “peymana civakî” ya navxweyî, girîngtir e.
Têgiha”rewabûnê”; di demekê de ku”rewabûna navxweyî” xwe dispêre li ser erêkirina gelêrî û nûnertiyê”, lê “rewabûna derve” xwe dispêre itîrafa navxweyî û amûra erkdar di sazûmaniya cîhanî de. Rewşa Sûriyayê metodeke tundraw a dewletê ye ya xwedî rewabûna derve ya “temam” û rewabûna navxweyî ya “kêm”.
“Dewleta bi darê zorê”; jinûvehilbirîna metoda “dewleta navendî bi darê zorê”, ku naskirina navdewletî wekî rêbazekî çewisandina cihêrengiya navxweyî û ferizkirina homojenîteya bi darê zorê.
“Berdêla mezin”: Têgihaştina damezrîner
“Berdêla mezin”, ew prosesa stratejîk a bi zanebûn ji bo veguhartina serweriya gelêrî ya navxweyî bi naskirina navdewletî. Ev yek jî bi rêya pêşkêşkirina tawîzên jeopolîtîk derve, beramberî bi destxistina destekdayîna navdewletî ji bo ferizkirina serweriya bêsînor li ser hundir û îbtalkirina çi cihêrengiya siyasî an jî rêveberî. Ev têgih ji peymana kevneşopî ya “rêveberî li hember ewlehiyê” wêdetir diçe û “guhertina” avahiya siyasî ya dewletê li hember garantiyên navneteweyî vedihewîne. Ev guhertin ji van pêk tê:
– Tawîzên jeopolîtîkî ya derve, beramberî devjêberdana serweriya niştimanî di siyaseta derve û ewlekarî de.
– Qezenkirina hundirîn, bi rêya bi destxistina destekdayîna navdewletî, ji bo bikaranîna desthilatdariya bêsînor li ser hundir.
– Rewakirina peywirî, bi pêşkêşkirina xwe wekî “amûreke aramker” ji bo hêzên mezin.
– Jiholêrakirina pirrengiyê bi “jiholêrakirin” an “kêmkirina” her şêweyên siyasî/îdarî yên rikber.
Hersê rêyên berdêla mezin
Desthilatdariya Şamê li gorî mentiqê “devjêberdana tiştên dûr ji bo bidestxistina tiştên nêz”, ev rêgez keysbaziya kûr a “aboriya serwerî” nîşan dide, ku serwerî wekî “çavkaniyek” dabeşbar û bazirganî tê dîtin, ne wekî nirxek mutleq û neguhêrbar.
Rêya yekem: kirîna bêdengiyê bi rêya destjêberdan û garantiyan
Tiştê ku niha hikûmeta Şamê ya heyî ji Îsraîlê re pêşkêş dike, peymana cudakirina hêzê ya di sala 1974an de, bi gelek pêvajoyan derbas dike. Tawîzên ku Şamê ji Îsraîlê re pêşkêş kirine wiha ne: Erêkirina eşkere ya bi serweriya Îsraîlê li ser Colanê. Avakirina “herêmeke tampon apeywirî “li başûrê Sûriyayê, ku di bin çavdêriya ewlekarî ya hevbeş de ye(Îsraîl-Amerîka-xwecihî) û jiholêrakirina hizira şerê bi Îsraîl û rojava re.
Ev tawîza jeopolîtîk a mezin, Şam jê armanc dike ku “bêdengiya” rojava û ereban bi dest bixe, ji bo operasyonên leşkerî yên navxweyî ji aliyê hikûmeta Şamê ve, li dij pêkhateyên cihêreng, nexasim bakur û bakurrojhilatê Sûriyayê.
Êdî di vir de “Mentiqê berdêla mezin” bi awayekî eşkere derdikeve holê: Serweriya derve ji “Tirkiya, Amerîka û Îsraîlê re “hate firotin û Colan jî (desthilatdarî ji alîgirên xwe re dibêje: Bila Colan û yên tê de biçin, ango tevlî durziyên xwe bila biçin), herwiha serxwebûna stratejîk, pêşniyarên veberhênanên petrol û gazê yên siberojê, ji bo ku serweriya navxweyî ya bêsînor bi dest bixe (Tunekirina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, serweriya li Siwêdayê, berdewamkirina kiryaran li dij beravê, tasfiyekirina çi projeyekî nenavendî û çewisandina çi projeyeke sivîl a demokratîk).
Rêya duyem: Wekîlê ewle
Hikûmeta Şamê “tirsa ewlekarî ya rojava” ya girêdayî bi terora îslamî bi kar tîne û xwe wekî “altirnatîfê pragmatik” ji tevlîheviya muhtemel re, nîşan dide. Xîtaba ku ji Washington re tê pêşkêşkirin wiha ye: Dewleta navendî ya bi hêz+serweriya ewlekarî ya tund = Nevegera DAIŞ û El-Qaîde+amadebûna ji bo erkdariya li dervayî sînor: Iraq û Lûbnanê.
Paradoksa mezin a vê rêbazê ew e ku “aramiya pêşkêşkirî” li ser tepeserkirina berfireh a pirrengiyê hatiye avakirin û “aştiyeke neyînî” ya nazik diafirîne li şûna “aştîyeke erênî” ya domdar. Dîrok nîşan dide ku rejîmên navendî yên zordar di civakên pirreng de çerxên tundûtûjiya domdar diafirînin. Lê hikûmeta Şamê xwe dispêre wê yekê ku Washington “aramiya demkurt” ji “demokrasîya demdirêj” tercîh dike, ku ew jî xwespartineke xwedî serboriyên dîrokî ye li deverê.
Rêya sêyem: Veberhênan beramberî dilsoziyê de
Temenê jinûveavakirina Sûriyayê 400-500 milyar dolar e (Bankga navdewletî, 2017), ku ev yek lêçûna avakirinê pir mezin e û tu aliyekî nikare bi tena serê xwe pêk bîne. Şam jî vê giraniyê vediguherîne “bingehekî siyasî” ku dikare were dayîn, bi rêya belavkirina derfetên veberhênanê li ser esasê ” dilsoziya siyasî”, ne tenê li ser bingehên aborî: Şerîketên Tirkiya û Amerîkayê.
Di dawiyê de:
Ev hersê rê felsefeyeke radîkal, siyasî di şiklê xwe de lê leşkerî û mafyayî di naverokê de eşkere dikin: Serwerî ne nirxek mutleq e, lê “çavkaniyek stratejîk” a dabeşkirî û berdêlbar e. Şam “serweriya xwe ya derve” (serxwebûna stratejîk, siyaseta derve ya serbixwe û daxwazên sereke yên neteweyî) difiroşe da ku “serweriya navxweyî ya mutleq” (tepeserkirina tevahî, jiholêrakirina pirrengiyê û despotîzma mutleq) bikire.
Ev “peymana mezin” modelek xeternak temsîl dike ji bo avakirina rewatiya siyasî ji derve li ser hesabê temsîliyeta navxweyî, ku dewlet dibe “amûreke peywirî” ku xizmeta berjewendiyên hêzên mezin dike di berdêla mandatek mutleq ji bo tepeserkirina navxweyî. Ev model ne tenê pêşeroja Sûriyayê tehdît dike, lê di heman demê de di têkiliyên navneteweyî de presedaneke xeternak jî diafirîne, ku serwerî dibe kelûpelek ku were kirîn û firotin û despotîzma navxweyî bihayek maqûl ji bo aramiya herêmî ye.







