• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Tevlîheviyên piştî rûxandin an jî bidawîbûna dîktatoran

January 28, 2026
Tevlîheviyên piştî rûxandin an jî bidawîbûna dîktatoran

Sivîl ji ber êrîşa hêzên hikûmetê ji Dêr Hafer direvin | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye العربية

Piştî rûxandina rejîma Sedam Hisên di sala 2003yan de, li Iraqê tevlîheviyên mezin çêbûn, di vê çarçoveyê de Iraq derbasî nava şerê navxweyî yê sunî-şîî bû ji sala 2006-2007an, herwiha doza kuran jî zehmetir bû. Li cîhana sunî ya erebî, ku înkubatorê rejîma beasî ya erebî bû, “El Qaîde li Iraqê” demek kurt piştî damezrandina xwe di sala 2004an de, înkubatorek civakî ya bihêz di nav “gelê miriyan” de dît, herwiha “DAIŞ” demek kurt piştî ragihandina xwe di sala 2013an de jî wiha kir.

Li Lîbyayê, piştî rûxandina rejîma Mumer El-Qezafî di sala 2011an de, parçebûneke erdîngarî di navbera rojava û rojhilatê welat de çêbû û di encamê de ji sala 2014an ve, du hikumet û du artêş hatin avakirin.

Li Yemenê jî, piştî ku Elî Ebdullah Salih di sala 2012an de çû, hûsiyan jî xelîfeyê xwe Ebd Rebha Mensûr Hadî ji paytexta Sena sala 2014an derxsitin û heta bi Edenê çûn, herwiha koalîsyona erebî jî ya bi serkêşiya Siûdî jî tenê dikaribûn ku wan ji başûrê Yemenê derxin. Lê di encamê de Hûsiyan, serwerî li ser Sena û bakurê wê û li ser berava rojava heta Hedîda kir, ji aliyekî din ve jî hikumeta ku ji aliyê navdewletî ve hatiye naskirin, bi alîkariya koalîsyona erebî serwerî li ser herêmên din ên Yemenê kirin, beriya meclisa demkî ya başûr ji sala 2018an ve wê jê derxîne û di encamê de hikumetê serweriya xwe li ser başûrê Yemenê winda kir, ji bilî Hedermewt û El-Mehra, herwiha serwerî li ser beravên bendera El-Mexa û herêma Bab El-Mendeb û girava Suqetrayê, kir.

Li Sûdanê jî piştî rûxandina rejîma Umer El-Beşîr di sala 2019an de, şerekî navxweyî di sala 2023yan de derket, di navbera du hêzên sîstemê ku berê beşek ji rejîma berê bûn, ango artêşa Sûdanê û hêzên destekdayîna lezgîn, ku bi biryara parlmanetiya rejîma El-Beşîr bû hêzeke fermî.  Herwiha, artêşê alîgira xwe ya civakî ji erebên herêmê digire, ji Xertûmê heta sînorê Misirê, bi hevalbendiya rêxistinên çekdarî yên afrîkiyayiyên li herêma Darforê. Lê hêzên destekdayîna lezgîn jî xwe dispêre erebên herêma Darfor û nûbiyên herêma başûrê Kerdefanê.

Di Sûriyayê de, piştî rûxandina rejîma Beşar El-Esed di 8ê kanûna 2024an de, desthilatdariya nû nikarîbû parçebûna erdîngarî ya beriya ketina rejîma El-Esed derbas bikire, ango herêmên di bin serweriya rejîma berê de hema heman herêmên ku desthilatdariya nû serwerî li ser kirin, tenê bajar û bajarokên parêzgeha Idlibê li ser zêde bûn. Lê HSDyê heta niha parêzgeha Hesekê û Kobanê di bin serweriya wê de ye, herwiha erdîngariya desthilatdariya heyî li parêzgeha Siwêdayê, ji erdîngariya di dema Beşar El-Esed  de, derbas nekir. Herwiha, di pêvajoya piştî ketina rejîma El-Esed de, di navbera sunî û elewî û di navbera sunî û duruziyan parçebûnên mezhebî çêbûn û rehendên dûr ên doza kurdî li Sûriyayê da xuyakirin ku heta niha di dîroka Sûriyayayê de çênebûye.

Ev bûyerên nearamiyê yên ku li jor hatine behskirin, ku nearamiyên di navbera pêkhateyên civakî yên welêt (mezheban, etnîk, komên herêmî û hwd.) de ne, li Misira piştî 2011an bêhempa bûn, ku nearamiya piştî hilweşîna rejîma Husnî Mubarek pevçûnek di navbera îslamîstan de bû, ku bi rêya sindoqên dengdanê hatibûn ser desthilatê û dezgeha leşkerî, ku ji sala 1952yan vir ve desthilatdar bû. Leşkeran di nav hêzên siyasî yên lîberal, nasirîst û çepgir û herwiha di nav karsazan de hevalbend dîtin, heta ku di sala 2013an de, tenê salek piştî hatina wan ser desthilatê, serketina wan di hilweşandina desthilatdariya îslamîstan de bi ser ket. Bi îhtîmaleke mezin, ev rewşa bêhempa ya Misrê ji nebûna pirsgirêkên mezhebî, neteweyî, etnîkî, an herêmî li Misirê derketiye holê; ji ber vê yekê, pevçûn bi giranî siyasî bû, bi aliyekî îdeolojîk bû û şêweyên din negirt.

Ev rewşa Misrê di Şîliya piştî 1990î de paralelekê dibîne, ku pevçûna siyasî ji hêla rojeveke îdeolojîk ve tê ajotin ne ji hêla aliyên mezhebî, neteweperest, etnîkî, an herêmî ve (siyaset formek an îfadeyek naveroka aborî, civakî û çandî ye). Lêbelê, li Şîliyê, ew dabeşbûnek çînî ya tûj nîşan dide di navbera elîtek piçûk û dewlemend de, ku ji hêla çîna navîn a olî ve tê piştgirîkirin an jî bi wê re têkildar e (ku girêdayî Dêra Katolîk in û ji ber vê yekê li dijî kurtaj, zewaca sivîl û qanûnîkirina zewaca hevzayendan in û herwiha li dijî koçberan in û piştgirî didin aboriya bazara azad û destwerdana dewletê ya herî kêm) û baskê çepgir ku ji komunîst, sosyalîst û beşek ji lîberalan pêk tê. Ev baskê çepgir di nav çîna karker, xwendekarên lîse û zanîngehê û taxên xizan ên bajaran de, tevî paytext, Santiago, piştgiriyek xurt digire. Wekî din, çepgirên Şîliyê, nemaze di nav xizanên gundan de, di serdema piştî rejîma leşkerî ya 1973-1990î de hêza xwe ji nû ve bi dest xistin, hêzek ku berê di nav rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan de hebû.

Bi berawirdkirina rewşên Misir û Şîlî bi pênc rewşên Iraq, Lîbya, Yemen, Sûdanî û Sûriyayê re, eşkere ye ku teqîna bêaramiya civakî di van pênc rewşan de pirsgirêk û mijarên ku nehatine çareserkirin û hîn jî bi pratîkî hene nîşan dide. Hilweşîn an jî dawiya dîktatoran perdeya rastiya wan a heyî rakiribû û pêxistina fitîla wan ji hevsengiyên hêzê yên nû di qonaxa piştî dîktatoriyê de derket holê, ku dîktatorî an kevir bûn ku rê li ber dîtina kûrahiya rûyê civakî digirtin an jî perdeyek zirav an nezelal li ser wê bûn. Dîktatoran bi zorê ji jor ve rê li ber vê pêketinê girtin, an jî wan rê li ber ragihandina hebûna wê girtin, an jî wan xemlên îdeolojîk afirandin ku hebûna wê kamuflaj û tarî kirin.

Di vir de, divê ev pirs were kirin: Gelo ev dozên ku derketin an jî ev dozên ku hatin ragihandin yên nehatine çareserkirin di pêvajoya piştî rûxandin an jî bidawîbûna dîkaktoriyan, ew di serdema dîktatoran çêbûne, an jî beriya wan ev doz hebûn? Herwiha, divê pirseke din jî were kirin: Gelo dozên din yên nû çêbûn ji ber rêbazê û siyasetên desthilatdariya piştî dîktatoran?

Di her rewşê de, pirsgirêkên ku ji aloziya piştî dîktatoriyê derdikevin hîn jî hene, wek hêzên derve ku ji bo pijandina xwarinên xwe li ser vê darê agir ê navxweyî yê dişewitin dilîzin û asta ku pêkhateyên hundirîn ên dişewitin bersiva wan didin, di pêvajoyek polarîzasyonê de ku dibe sedema kampên dijber ku tê de hevalbendek navxweyî bi hevalbendek derveyî re li dijî hevalbendek navxweyî ya din bi hevalbendek derveyî ya din re hevalbend e û carinan derve di navbera du hevalbendên xwe yên navxweyî de ku şer dikin tevlihev dibe, ku wê dixe ku wan di hin peymanan de li hev bîne an jî wan neçar dike ku wiya bikin. Û ew mîna aloziyên piştî dîktatoriyê ye ku wekî astengiyek ji bo hêzên derve tevdigere ku rejîmek taybetî hilweşînin, wekî ku em vê dawiyê di mînaka ku ji hêla Trump ve hatî pêşkêş kirin de dibînin, ku guhertina siyasetê li ser guhertina rejîmê li hember Îrana Xameneyî tercîh dike, berevajî raya Netanyahu. Ev ji ber fikarên Amerîkiyan li ser bandor û encamên aloziyên Îranê li ser tevahiya herêmê ye, ku bê guman dê ji aloziyên Iraq an Sûriyayê jî wêdetir bin, ji ber pirsgirêkên navxweyî yên kombûyî yên li Îranê û ji ber cihê jeopolîtîk ê pir girîng ê Îranê, û herwiha ji ber ku teqîna dewleta gelên Îranê (Farsî – Azerî – Kurdî – Erebî – Belûcî) dê li ser hev be û belavî welatên cîran bibe. Ev ji bilî hesabpirsîna çaverêkirî ya bi alîgirên Tehranê re li gelek welatan di bûyera hilweşîna rejîma Îranê de ye.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN