• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Rewşa Termîdor.. Nirxandinek li ser nêrîna rojava ji desthilatdariya Sûriyayê ya nû re

December 1, 2025
Rewşa Termîdor.. Nirxandinek li ser nêrîna rojava ji desthilatdariya Sûriyayê ya nû re

Serokên û wezîrên dewletan di dema konferansa Parîsê ya ji bo Sûriyayê de di sibata 2025an de | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye العربية

Di sala 1936an de, Leon Trotsky pirtûka xwe ya bi navê “The Betrayed Revolution: Rexne li tecrubeya stalînîst “weşand ku tê de rewşa Yekitiya Sovyetê, dinirxîne. Trotsky dît ku “çîneke nû ji desthilatdaran heye ku dixwaze xwe ji rêgezên kevn xelas bike û gel bişopîne û li desthilatdariyeke bi garantî di dozên xwe yên navxweyî de digeriyan. Stalîn jî ku wekî rûyê din di asta duyem ê şoreş de derket, wekî serokê burokrasiya Termîdor û yekemîn Terîmîdor bû “(The Betrayed Revolution, weşanxaneya El-Telîa, Beyrût 1968an, r.100). Piştre lê zêde dike û diêbje:  “Ne tenê, burokrasî li dij opozîsyona çepgirî biser neket (ku bi serokatiya Trotsky li dij Stalîn bû piştî mirina Lenîn sala 1924an), lê belê li dij partiya Bolşevîk û bernameya Lenîn bi ser ket.. Beşa paşîn a giran ji serê şoreşê girantir xuya bû. Ev şîroveyên Termîdora Sovyetê ne”(r.101).

Kesê ku dîroka tevgera marksîst a rûsî bixwîne, wê bibîne ku ji destpêkê cureyek ji balkişandinê li gel sembolên tevgerê (Lenîn, Martov, Trotsky, Buxarin…hwd) li ser tecrubeya şoreşa Fransayê di sala 1789an de û piştî wê hebû. Heta, nakokiyên Lenîn Bolşevîk bi Menşevîk Martov re dema parçebûnê 1903yan ya partiyê, dîsa fransî tê de amade bû, ku lihevkirin şoreşa rûsî armanca xwe demokrasî ye, ne sosyalîst e (Ev jî aşkere ye di pirtûka Lenîn de ku sala 1905an de hate weşandin: “Planên sosyalîst-demokrasî di şoreşa demokratî de”, piştre Lenîn nerîna xwe di sala 1917an de guhart û siloganên şoreşa sosyalîst di “mijarên nîsanê” de bi kar anî). Lê nakokî ew bû ku Lenîn dît burjuwaziya rûsî nikarîbû armancên 1789an a demokrasiya burjuwazî pêk bîne û marksîst û partiya çîna karker ew ê şoreşê bi rê ve bibin ji bo pêkanîna wan armancan. Lê Martov dît ku ji bo pêkanîna armancên demokrasiyê, li kêleka burjuwaziyê bi sekine li beramberî qeyseriya, arîstokratî û dêrê.

Li vir, bolşevîk û menşevîk li hev kirin ku jakobîn, bi pêşengiya Robespierre, di dema serokatiya wan a Şoreşa Fransî de ji 2yê hezîrana 1793yan heta 27ê tîrmeha 1794an, paqijiya şoreşger û baskê çep ê Şoreşa Fransî temsîl dikirin. Ew herwiha li hev kirin ku hilweşandina jakobînan di 27ê tîrmeha 1794an de (li gorî salnameya ku ji hêla Şoreşa Fransî ve hatî pejirandin, ku ji salnameya Gregorî cuda bû, bi Termîdor 9 re têkildar e) ji rêya şoreşgerî ya şoreşa 14ê tîrmeha 1789an dûrketinek bû, gavek ber bi rêyek “derewîn” ve ku şoreşê bi dawî kir. Wekî din, wan argûman kir ku “Termîdor”, ên ku bi kontrola xwe ya li ser Konvansiyona Neteweyî (ku paşê xwe hilweşand û desthilatên xwe di 2ê Mijdara 1795an de delegeyî Rêveberiyê kir) hukum kirin, ji “rêya rast” dûrketinek temsîl dikirin, lê bêyî vegera monarşiya kevin û bêyî pabendbûna bi xeta şoreşgerî. Ji ber vê yekê, dijberiya wan ji çepgiran (bermahiyên jakobîn û wekhevparêzên komunîst ên bi serokatiya Babeuf) û ji rastgirên qraliyetê hat, ku dixwestin monarşiya ku şoreşê hilweşandibû vegerînin. Vê yekê di keştiya Thermidorian de rewşek kaos û aloziyê çêkir, heta ku efser Napoleon Bonaparte hat û di darbeya 18ê Brumaire/9ê mijdara 1799an de Rêbernameya Thermidorian hilweşand û bi tena serê xwe bi hêza artêşa xwe desthilatdarî girt destê xwe.

Trotsky sedemên serkeftina Termîdorên li dij jakobîn wiha analîz dike: “Westandina gel û nebûna kadroyan di sedsala 18an de, bûne alîkar ku Termîdor li dij jakobîn bi serketin. Lêkolîna analîzî ya dîrokî ji vê mijarê re piştî vê yekê, dît ku bingeha jakobîn xwe dispart çînên jêrîn ên burjuwaziya biçûk a ku bi pêlê re dibeziya. Tiştekî normal e ku şoreşa sedsala 18an, ku li gorî bersiva pêşketina hêza hilberînê bû, hişt ku burjuwaziya mezin berê xwe bidin desthilatdariyê. Tevgera Termîdor tenê xalek ji van pêşketinên bê gûman bû”(r.111). Piştre, şiroveyeke civakî ji “Termîdora Stalînî” re dike û dibêje: “Rewşa hilberîna heyî nikare hemû tiştên pêwîst ji her kesî re dabîn bike, lê derfet dide ku taybetmendiyên mezin dide kêmneteweyan û newekheviyê wekî teşwîqek ji bo piraniyê bi kar tîne… û bi vî rengî Termîdora Sovyetê bi zelalî ji me re xuya dike. Xizanî û nezanî, careke din bi rengekî nû vedigere, ku serok nûnertiya wê dike ku gefa çokê xurt dixwe, lê burokrasî ku di dema borî de  bêkêr bû, lê ji xizmeguzariya civakê, veguherî rêveberiya wê”(r.116).

Her kesê derbrê Termîdoran li Fransayê lêkolîn bike, dê piştî qonaxek şoreşgerî ya berê nermbûna wan, dûrketina wan ji dogmatîzma hişk û tundrewiyê bibîne. Ev nermbûn di dema desthilatdariya wan de diyar e dema ku wan hewl da ku radîkalîzma jakobînan û dijminatiya wan a li hember ol û dêrê sivik bikin. Wan destê dewletê li ser aboriyê, ku jakobînan li ser biha û milkê dewlemendan didan, sist kirin. Wan herwiha Serdema Terorê û gilotîna ku Robespierre bi kar dianî bi dawî kirin. Lêbelê, ew nekarîn monarşîstan, bermahiyên jakobînan, an jî wekhevparêzan, ku di krîza aborî ya 1795 û 1796an de piştgiriyek civakî ya girîng dîtin, razî bikin. Lêbelê, termîdoran red kirin ku bi rastgir an çepgirên xwe re li hev bikin. Ji ber vê yekê, wan şerên derve wekî rêyek ji krîza xwe ya navxweyî dîtin. Ev bû sedema hêza zêde ya leşkerî, ku di dawiyê de bû sedema hilweşandina wan ji hêla Napoleon Bonaparte ve, ku wekî “rizgarker” ji kaosa pevçûnên çepgir di bin desthilatdariya navendparêzan de derket holê ku êdî monarşîst nebûn. Ji bo ku bikaribe desthilatdariyê berdewam bike û bi rêkûpêk di bin destê xwe de bigire.

Lê berevajî doza Fransayê, dikare were gotin ku çarenûsa Stalîn ne wekî ya Termîdoran bû, her çend pirtûka Trotsky wî ji diyardeyeke potansiyel a bonapartîst ku dikare li Moskoyê derkeve holê û “desthilatdariya wî ya termîdorî” hilweşîne, hişyar kiribû. Ji ber vê yekê, di gulana 1937an de, wî lez kir ku Mareşal Mikhail Tukhachevsky bigire û darve bike. Wekî din, heke Stalîn di navbera 1924 û 1929an de di navbera çepgir (Trotsky), ku polîtîkayeke tund a li hember cotkariyê diparast, û rastgir (Bukharin), ku nermbûn û aboriya bazara azad tercîh dikir, di têkoşînên desthilatdariyê yên di nav serokatiya Partiya Bolşevîk de navendparêz bûya, wî Trotsky bi hevalbendiya bi bukharin re dernexistibû. Ne jî, piştî ku bukharin ji Polîtburoyê di sala 1929an de derxist, bernameya kolektîfkirina Opozîsyona Çep bi cîh anîbû, bi mîlyonan cotkaran neçar kir ku li bajaran bi cîh bibin û wan veguherînin karkerên pîşesaziyê. Ew di nakokiyên hizbî de nerm bû lê di bernameya aborî de hişk bû, û ew dikarîbû wekî termidoran were hesibandin ji ber ku wî meyla şoreşgerî ya gerdûnî ya ku Trotsky di teoriya xwe ya “şoreşa daîmî” de belav dikir, ber bi teoriya “sosyalîzma li yek welatî” ve terikand. Ev yek ji hêla Trotsky û herwiha ji hêla serdestên îngilîstan, Fransa û Almanya ve, yên ku ji pêlên şoreşên ewropayî yên piştî şoreşa Rûsyayê ditirsin, wekî terikandina meyla şoreşgerî û “îxrackirina şoreşê” ji hêla Stalîn ve hate dîtin. Vê yekê serdestên rastgir ên li Rojava rehet kir û şoreşgerên trotskîst hêrs kir.

Bê guman, Stalîn di salên 1930î de ne wek Lenîn û polîtîkayên wî yên 1917-1922yan bû. Lê pragmatîzma Stalîn, ku wî kir “termîdorî” (an jî rasttir, realîstek ku hevsengiya hêz û berjewendiyan digirt ber çavan), wekî ku di peymana wî ya bi Hitler re di sala 1939an de ji bo dûrketina ji xetera ku alman şerê xwe li şûna Rojava li Rojhilat disekinînin, îspat dike, ma ne dişibiya pragmatîzma Lenîn di Peymana Brest-Litovskê ya adara 1918an de dema ku wî deverên berfireh ên Ukraynayê di berdêla parastina desthilatdariya bolşevîk de radestî almanan û artêşa wan a pêşverû kir? Û heta Stalîn, ku hem li hundur û hem jî li navneteweyî (London û Washington) nerm xuya dikir dema ku di şerê xwe yê bi Hitler re di navbera salên 1941-1945an de pêdivî bi wan hebû, ma ew di serdema piştî destpêkirina Şerê Sar di sala 1947an de bi Rojavaya amerîkayî-ewropayî re wekî çepgirek tund xuya nedikir?

Lê teoriya Trotsky ya Termîdora Stalîn hîn jî cihê nîqaşê ye. Balkêş e ku raporek ku li gorî Qanûna Agahdariyê ya amerîkayî hatiye deşîfrekirin, ku CIA nirxandinek li ser Kongreya 20an a Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê (sibata 1956-an) pêşkêş dike, ku Khrushchev tê de rapora xwe ya li dijî kulta kesayetiya Stalîn pêşkêş kir, vê pirsê derdixe holê: “Gelo pêvajoya bê-stalînîzasyonê dê bibe sedema termîdorek an jî dîktatoriyek leşkerî ya Napolyon?”

Stalînîst hîn jî serokatiya komunîstên Sovyetê ya Nikita Khrushchev a 1953-1964an wekî dûrketinek ji xeta “rast” a ku ji hêla Stalîn (cîgirê Lenîn) ve tê temsîlkirin, dibînin. Maoîst ji sala 1978an vir ve, ku Partiya Komunîst a Çînê ber bi mezintirîn veguherîna kapîtalîst a di dîroka mirovahiyê de ji Şoreşa Pîşesaziyê ya li Brîtanyaya sedsala 18an vir ve bir, nêrînek dişibin hev, wekî dûrketinek ji xeta şoreşger a Mao Zedong, ku Deng Xiaoping di dema Şoreşa Çandî ya 1966-1969an de girtibû, dinirxînin.

Termîdora di rewşa Sûriyayê de

Di çileya 2021ê de, lêkolînek ji aliyê Peymangeha Zanîngeha ewropayî ve ku ji aliyê Komîsyona Ewropayî ve tê destekirin û ji aliyê budceya Yekitiya Ewropayê ve tê fînansekirin, ku ji aliyê Jerome Drivon û Patrick Haenni ve hate nivîsandin, di bin sernavê: “Çawa cîhadîstbûna cîhanî jinûve tê jiyîn û ev yek ber bi ku ve diçe: Rewşa Heyet Tehrîr El-Şam, şaxê berê yê rêxistina El-Qaîde di Sûriyayê de”.

Di vê lêkolînê de ev nirxandin tê kirin “Veguherînên di Heyet Tehrîr El-Şam de, diyar dike ku ew bi damezrandina rewşa termîdorî ve pabend e.. Ku ev yek tê wateya paşdevegerandinek ji dînamîkên şoreşgerî yên aliyekî siyasî (an jî kesekî), ku radîkalbûnê qut dike, ne ku bi rêya wê li desthilatdariyê digere, lê belê parastina wê digere” (r.25). Herwiha di lêkolînê de tê gotin “Çarçoveya siyasî li Idlibê ew termîdorî ye ji gelek aliyan ve, wekî xelasbûna ji sihira utopyaya şoreşgerî, di demekê de ku şerê çekdarî heta demeke ne diyarkirî hatiye rawestandin (Piştî peymana 5ê adara 2020î ya di navbera Pûtin û Erdogan de, ji bo mayîndekirina eniyên şer li parêzgeha Idlibê), herwiha redkirina utopyayê di rêbazên rêvebirinê de û bi xwespartina li ser faktorên derve, li kêleka wê jî lêgerîna li ser bazaran di kêliyên zehmet ên kar de”(r.25) û Ebû Mihemed El-Colanî li gorî vê dîtinê, li gel wî teoriya Termîdorî heye, ku ew(rêveberekî îslamî yê şoreşgerî ye) û ew di rewşekê de ye ku nikare armancên xwe tenê bi rêya xebatên şoreşgerî pêk bîne, lê belê bi rêya faktorên derve pêk bîne, ev yek jî dihêle ku siyaseta (bişopîne û li bendê be) pêk bîne, ku ev yek di rêgeza nermbûn û xwespartina li ser hêzên derve de, diyar dibe”(r.28).

Bi rêya vê perspektîfa termîdorî ya rewşa Heyet Tahrîr El-Şam li Idlibê piştî 5ê adara 2020î, lêkolîn îdia dike ku ev kom “guhertoyek selefîst a siviktir” e (r. 32) û ku “veguherîna termîdorî ya Hayat Tahrîr El-Şam derfetek peyda kir ku ew pirsgirêka ku wekî rêxistinek cîhadîst a tundrew a berê derxist holê çareser bike” (r. 31). Wekî din, “ji vê perspektîfê, Idlib dikare wekî modelek nû ji bo hilweşandina (an jî bêbernamekirina) ajandayên radîkal û gerdûnî yên cîhadîzma selefîst were hesibandin” (r. 27), û “Heyet Tahrîr El-Şam nîşan dide ku ew tenê sazî ye ku dikare stratejiyek leşkerî pêş bixe û bi cîh bîne da ku li dijî cîhada gerdûnî, di nav de bermahiyên torên El-Qaîde û DAIŞê, şer bike” (r. 31).

Li vir, lêkolîn pêşniyar dike ku ev vîzyona nû ya rojavayî ya rêxistinek ku girêdayî tevgera selefî-cîhadî ye, ji fonksiyonek ku Rojava (li gorî çavkaniya nivîsê ewropayî û bê guman amerîkayî) jê dixwaze tê: “Tenê rêya lêdana cîhada gerdûnî ew e ku meriv xwe bispêre hêzên herêmî” (r. 31), û ne “li ser êrîşên dûr-menzîl” (r. 31), wekî yên ku bi dronan, an jî bi rêya “stratejiya dijî-terorê” têne kirin, ku “têk diçe” (r. 32). Lêkolîn bi bîr tîne û destnîşan dike ku êrîşa Heyet Tehrîr El-Şam û jiholêrakirina Huras El-Dîn di havîna 2020an de – endamên Cebhet El-Nusra ku di 2016an de red kirin ku têkiliyên xwe bi El-Qaîdeyê re qut bikin – rewşek çêkir “ku ji ber lêgerîna hegemonyayê ya Heyet Tehrîr El-Şam derket holê û ji bo cara yekem di neh salan de, El-Qaîde ji her hebûnek girîng li ser axa Sûriyayê bêpar kir” (r. 1).

Di dawiyê de, lêkolîn digihîje vê encamê: “Heyat Tahrîr El-Şam, di pey armancên xwe de, di rastiyê de di gelek aliyan de li gorî berjewendiyên Rojavayî ye” (r. 31), li ser bingeha gotina ku “şiyana danûstandin û çêkirina peymanên siyasî çareseriyek pratîkî ye bi rêxistinên ku welatên Rojavayî nikarin ji holê rakin û tevgera Talîbanê mînakek vê rewşê ye” (r. 32), ji ber ku Amerîka di 29ê sibata 2020î de li Dohayê peymanek pê re îmze kiribû û dûv re Amerîka di 15ê tebaxa 2021ê de çavê xwe ji kontrola Talîbanê ya paytexta Afganistanê, Kabîlê, girt, tevî ku ji sala 2001ê vir ve şerê wê dike.

Bi rastî, nivîskarê van rêzan, her çend wî di lêkolîna xwe ya bi sernavê “Opozîsyona Îslamî ya Çekdar a Sûriyayê” ya ku di 5/8/2024an de di Navenda Kurdî ya Lêkolînan de hatiye weşandin, ji bo ravekirina rewşa qebûlkirina rola Heyet Tehrîr El-Şam li Îdlibê ji aliyê Rojava, Amerîka-Ewropayê ve, lêkolîna ku ji aliyê Enstîtuya Zanîngeha Ewropayê ve di sala 2021ê de hatiye weşandin, îşaret kiriye jî, dixwaze qebûl bike ku ew niha dîsa serî li lêkolîna jorîn dide da ku hewl bide sedeman, an jî hin ji sedemên qebûlkirina rewşa Heyet Tehrîr El-Şam li Şamê piştî 8ê kanûna pêşîn a 2024an, ku ev mijar hîn jî ji bo piraniya Sûriyayê, çi dijber bin, çi dilsoz bin, çi jî bêalî bin li hember desthilatdariya nû ya Sûriyayê û herwiha li hember aliyên herêmî û navneteweyî, rave bike. Nivîskarê van rêzan naxwaze bersivek an jî bersivan bide, lê belê dixwaze bi rêya vê nivîsê nêzîkî sedemên vê qebûlkirinê bibe û di serî de pirsek vekirî pêşkêş bike an jî bipirse da ku rave bike ka çi di 8ê kanûna pêşîn a 2024an de qewimî, ku bûyerek girîng e û dibe ku ji 17ê nîsana 1946an vir ve ya herî girîng e. Nivîskar naxwaze lêkolîn bike ka nêrîna rojava ya li ser desthilatdariya nû ya Sûriyayê heta çi radeyê bi rastiyan re lihevhatî ye an jî bi wan re nelihevhatî ye (Henry Kissinger dibêje: “Dost an dijminên daîmî tunene, tenê berjewendiyên daîmî hene”), lê belê dixwaze xwe bi lêkolîna nêzîkatiyekê ji bo dîtina sedemên wê nêrînê di nav çemberên çêkirina siyasetê yên sêgoşeya Amerîka – Brîtanya – Yekîtiya Ewropayê de sînordar bike, nêrînek ku bi zelalî qebûlkirina desthilatdariya nû ya Sûriyayê di sala wê ya yekem de li Şamê nîşan dide.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN