• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Tirêna Çêxov li Şamê

November 27, 2025
Tirêna Çêxov li Şamê

Karker xeta trênê li bajarokê Sincarê li gundewarê Idlibê di sala 2020î de saz dikin | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Eqîl Seîd Mehfûd

Made bi erebî jî heye العربية

Di yek ji çîrokên wêjevanê mezin ê rûs Anton Çêxov, masîgirekî normal bi tawaneke dibe ku bê wate dibe, tê dadgehkirin: Diziya buxeyekê ji xeta tirênê ji bo bikaranîna wê wekî giranî ji bo nîçirê. Masîgir, bi bêgunehiya xwe ya zelal, xeteriya tiştê ku kiriye, nizane. Li pêşiya dozger disekine û xwe û gundê xwe bi mentiqekî li gorî dîtina wî guncav e, diparêze: “Em ji burxeyan giraniyan çêdikin û jê çêtir tune ye, ew giran e û tê de qulek heye”.

Dema ku dozger ew hişyar kir ku kiryara wî, dibe ku bihêle tirên ji xetê derkeve û kesên bêguneh zirarê bibînin, masîgir bi baweriyeke zêde bersiv dide: “Xwedê neke! Tu texmîn dikî em kafir in xêrnexwaz in? Em fêm dikin, ji ber vê yekê jî em hemû burxeyan ranakin, em herdem hînek ji wan dihêlin”.

Ev çîroka wêjeyî, tevî ku di rengê xwe yê derve de hêsan e, lê di naveroka xwe de kûrahiyeke xwe ya felsefî û civakî heye, ku sînorên nivîsê derbas dike û dibe neynikeke ku gelek diyardeyên hemdem, nîşan dide.

Çîroka Çêxov, nakokiyeke kûr di navbera du mentiqên cuda de, eşkere dike: Mentiqê pêwîstiya kesayetî ya yekser û mentiqê berjewendiyên giştî û berpirsyartiya komî. Masîgir, di burxeyê de tenê wekî alaveke hesinî dibîne ku ji bo pêwîstiya wî ya kesayetî bi sûd e, lê belê dozger fêm dike ku beşek ji sîstemeke mezintir e û rakirina wê, wê bihêle ku karaset çêbibin.

Ev cudabûna di dîtinan de, ev cudabûna di têgihaştina berjewendî û berpirsyartiyê de, em di di rewşa Sûriyayê ya hemdem de bi awayekî trajîk, dibînin  ku kûr bûye. Dema ku diyalogên derbasê aloziya Sûriyayê de dinêrin, em dibînin ku her aliyek diaxive û wekî ku tam di rewşeke cuda de ji yê din dijî.

Nêrîn û dîtinên derbarê rewşa Sûriyayê de yên pir, di heman demê de cihê balkêşî û fikarê ye. Dema ku bi awayekî cidî li van nêrînan tê lêkolînkirin, ji çavdêr re diyar dibe ku her aliyek behsa dozeke cuda dike û dema ku mijar diyarkirî û eşkere be, em cudabûneke dijwar di dîtinê de dibînin, ku xuya dike ku ji bo lihevkirin, navbeynkarî, an adaptasyonê neguhêrbar e.

Ev cudabûn, ne tenê cudabûnek di nêrînan de ye, ku ev yek normal û tê texmînkirin di kîjan civakên saxlem de hebe, lê belê nakokiyeke di kok de ye, di fêmkirina xwezaya pirsgirêkan bi xwe de ye û di diyarkirina çareseriyên destpêkê de ye, heta di pênasekirina têgihaştina welat û hemwelatîbûnê de ye û têgihaştina Sûriya û diyardeya Sûriyaya îro de ye.

Di dîmena Sûriyayê de rewşeke cudabûn û dûrketineke tund heye. Partî ne li ser “erdeke” hevpar dicivin û ne jî “ezmanekî” hevpar parve dikin û ne jî di bin “banê welat” de, ku axaftinên siyasî her tim li ser wan hatine gotin, têne parastin.

Îro sûriyayî di paraleleke demê de jî dijîn: Hinek ji wan heta niha di rabirdûyê de mane û hinek ji wan jî di dema niha de dijîn, ku parastina “dewleta” xwe dikin û hinek jî li ewlekarî û pariyê nanê xwe digerin. 3 dîrokên cuda ji bo “yek gelî” hene, wekî ku tirên dimeşe û rêwî ji pencereyê li serdemên dûr, temaşe dikin. Ev dûrbûna erdnîgarî û psîkolojîk a di navbera hevpeyivînan de di têgihaştin, pêşînî û niyetên wan de diyar dibe, diyalogê dike cureyek “pratîkkirina tiştên ne pêkan”, heta ku niyetên baş û îradeyeke rast ji aliyê hin aliyan ve jî tê texmînkirin.

Tiştê herî zêde ku îro li ser qada Sûriyayê çêdibe, cureyek ji diyalogê an jî danûstandina ji bo “karûbarê giştî ye”, lê diyalogeke ji rengekî taybet e: Diyalogeke ku valatiyê zêdetir dike, li şûna ku teng bike û cudabûneke xwezayî vediguherîne nakokiyeke kûr, jê zêdetir jî, veguherand şerekî kûr, ne tenê li ser erê, lê belê di asîman de jî.

Diyalog êdî du peravan bi hev ve girê nade, lê bûye pirek ku tenê ji aliyekî ve hatiye avakirin. Aliyê din wê wekî werîsê bidarvekirinê dibîne ku bi kenek dîplomatîk tê pêşkêş kirin û ji ber vê yekê ew hewl dide ku tiştê ku ji têlên baweriyê maye qut bike, da ku qet neçar nebe ku wê derbas bike.

Ev veguherîna tirsnak ji mentiqa diyaloga avaker ber bi rastiya pevçûna wêranker, ku ji hêla niyetên teng û berjewendiyên çînatî ve tê birêvebirin, masîgirê di çîroka Çexov de tîne bîra me, ku bi “em”-a kolektîf re diaxive dema ku xizmeta berjewendiyên xwe yên kesane dike, bêyî ku hay jê hebe ku kiryarên wî dikarin bibin sedema karesatekê ku bandorê li her kesî dike.

Di nava vê çarçoveya ku bi alozî û parçebûnê dagirtî ye, em xwe li pêşiya senaryoyeke bi tirs dibînin: Hin alî hewl didin ku armancên xwe yên demkurt pêk bînin, ango hewl didin çareseriya “burxeya dawîn” di xeta tirênê ya sûriyayî de pêk bînin, ku ji wan re encamên bi karaset ku dibe ku ji vê yekê derkeve, ji wan re ne xem e.

Ev kesan, wekî masîgirê Çêxof in, kiryarên xwe bi mentiqê teng û kurt de, rewa dikin û texmîn dikin ku tiştên dikin “fêm dikin” û ew “hin burxeyan” dihêlin ji bo garantiya selametiya tirênê. Lê rastiya tal ew e ku her burxeyek ku tê rakirin, welat gaveke din nêzî hilweşandinê dike, ku nêzî îhtîmala tirên ji rêya xwe derkeve û bi temamî were rûxandin, dibe.

A herî xeter ew e ku hinek ji me, nexwaze ku tirên li ser rêya xwe be jî. Êdî rakirina hemû burxeyan bûye armancek bi serê xwe, ne ji bo nîçîreke baştir, lê belê ji ber ku tolildan ji mayînê buhatir bûye. Di vê kêliyê de, êdî masîgirê Çêxov ne bê guneh e ku nizane û dibe kujerekî bi zanebûn. Bi awayekî ecêb, yê ku îro herî bilind diqîre “Em parçebûnê naxwazin,” heman ew kes e ku salên borî dîwarên psîkolojîk, qadên bandorê, çîrokên cuda û behîsên nakok ên ku di yek welatekî de nayên lihevkirin, ava kiriye.

Waneya ku ji çîroka Çêxov tê derxistin û em bidin ber rewşa Sûriyayê ya bi êş, ew e ku çareseriyên beşî û berjewenidyên teng, herçiqas ku mentiqî bin û rewa bin bi çavên xwediyên xwe, dibe ku karasetên komî çêbike yên ku encamên wan nayên pêşbînîkirin.

Wekî çawa ku burxe hîs nake ku ew beşek ji tirênê ye heta ku nekeve, di heman demê de, gelek sûriyayî jî êdî hîs nakin ku beşek ji welat in. Welat êdî ji bo wan bûye, paşxaneyeke ji bo wêneyên sêlfî an jî bîranîneke zaroktî an jî sedemeke nefretê. Dema ku ev hest winda dibin, vekirina burxeyan êdî nema tawan e lê belê tenê dibe paqijkirina cihekî ku em nema wê divên.

Beşa herî xirab ew e ku me dest bi axaftina li ser Sûriyayê bi dema borî kiriye: “Ew” welatek bû, “Em” gel bûn. Pêşeroj ji ferhenga me winda bûye, tenê barê giran ê niha maye: kêliyek ku em her carê burxeyek din vedikin da ku qebûlkirina ku trên demek dirêj berê rawestiyaye paşde bixin.

Rizgarkirina ji vê rewşa dijwar ji nû ve pênasekirina radîkal a têgiha “berjewendiya niştimanî”, “rabûna ji berjewendiyên mezhebî” û “lêgerîna li erdê hevpar ê rastîn” hewce dike ku dikare bingehek zexm ji bo diyalogek neteweyî ya cidî û avaker ava bike. Û ez meraq dikim: gelo ev peyv hîn jî di rewşa Sûriyayê ya îro de wateyekê digirin?

Dibe ku burxeyek dawîn jî nemîne. Dibe ku trên hêdî hêdî hilweşe, vagon yek li dû yekê bikevin û rêwiyên di her vagonê de ji ber ku vagonên yên din pêşî ketin çepikan lêxin. Û di dawiyê de, kes dê nemîne da ku kesî tawanbar bike, ji ber ku kes dê nemîne. Tenê bêdengiyek dirêj û dengek metalîk a dawîn di geliyê de deng vedide: Dengê burxeyek piçûk ku li ser kevir dikeve, ji hêla kesî ve nayê bihîstin.

Her roja ku bêyî diyaloga rastîn û çareseriyên radîkal derbas dibe, rojek din e ku me nêzîkî wê kêliyê dike ku dibe ku em xwe bi biryareke dawî re rû bi rû bibînin, biryareke dawî di navbera aqil û karesatê de.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN