• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Medyaya kurdî û eşkerekirina derewên rejîma AKP/MHPyê

January 4, 2024
Nasname û misyona ragihandina Xweserîya Bakurrojhilatê Sûrîyayê

Kongreya rojnamevanî li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê/NKL

Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta tirk êrîşa Îrsaîlê ya li ser Xezayê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ew hewl dide xwe mîna “seroka cîhana îslamî” bide pêş û bi rêya hin propagandayên li hundur û derve, siyaseta xwe ya dagîrkeriyê li heremê rewa dike. Di rastiyê de, ew têkiliyên xwe yên aborî bi Îsraîlê re xurt dike û bi taybet vê demê lezê dide liva bazirganiyê. Li gorî çavkaniyan, dewleta tirk di van mehên dawî de bi sedan milyon dolar bazarganî bi Îsraîlê re kiriye.

Li ser vê liva bazarganiyê, dewleta tirk dixwaze binuxmîne. Ji bo vê yekê bibe serî, ew bi rêya medyayê bi şêweyekî teyorîk, êrîşî Îsraîlê dike û xwe mîna xwediyê gelê Xezayê bide nasîn. Her weha ew destûrê dide xwepêşandanên gelerî li Tirkiyayê, ku li dij êrîşa Îsraîlê derkevin û hizra nifretê li dij Îsraîlê û gelê cihû eşkere bikin. Li Tirkiya û bakurê Kurdistanê xwepêşandanên pilankirî ji aliyê rejîma AKP/MHPyê ve hatin organîzekirin. Armanca dewleta tirk ew bû, ku ji cîhana erebî û îslamî re bide diyarkirin, ku dewleta tirk li dij êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê pêşengtiyê dike û ji bo dawîanîna li van êrîşan di nava liv û tevgerê de ye.

Bi taybet medyaya dewleta tirk ya ku bi zimanê erebî weşanê dike û medyaya li jêr kontrola Qeter û rêxsitinên Ixwan El-Muslimîn, vê propogandaya dewleta tirk belav dikin û dewrî rastiyekê dikin. Hewl tê dayîn, ku AKP û Erdogan mîna “parastvanên Xezayê” û “neyarên Îsraîlê” werin pêşkêşkirin. Heta radeyekê vê hizirê cihê xwe li nava gelên ereb girtî ye. Jixwe tu alavên ragihandinê li cîhana ereban, li dij vê propogandayê û berovajîkirina rastiyê, nesekinîn û têkiliyên bazirganî yên rejîma AKPyê bi Îsraîlê re ronî û eşkere nekirin.

Li gel belavkirina vê derewê, medyaya li jêr kontrola rejîma AKP/MHPyê li dij kurdan jî kampaniya reşkirinê dide meşandin. Bi taybet bi zimanê erebî, ew kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi alîkariya Îsraîlê re tewanbar û gunehkar dikin. Ew kurdan dikin hevkarên rejîma Netenyahû û Tirkiya jî dike dost û parastvana Xezayê û gelê filistînî.

Medyaya kurd, bi taybetî ya ku bi zimanê erebî weşanê dike, pêwîst e vê mijarê bike fokosa xwe û derewên AKPyê eşkere bike. Pêwîst e têkiliyên bazirganî yên dewleta tirk bi Îsraîlê re werin ronîkirin û hemû datayên wê li ber çavên raya giştî werin raxsitin. Bi rêya lêkolîn, gotar û bernameyên TVyan, medyaya kurd a bi zimanê erebî dikare vê hewledana berovajîkirina rastiyan a AKPyê pûç bike û têk bibe. Bi rêya bi sedan ji pispor, akadîmîsyan û rojnamevanên ereb û erebîaxêf, medyaya kurd dikare bi datayan derewên rejîma AKP/MHPyê eşkere bike û rûyê reş ê vê rejîmê diyar bike. Li cîhana erebî bi dehan navendên lêkolîn û beşên zanîngehan ên derbarê Tirkiyayê de hene, ew jî dikarin di ronîkirina rastiya siyaseta Tirkiyayê de roleke beriz bilîzin. Medyaya kurdî ya ku bi zimanê erebî weşanê dike, bi taybet TV û rojnameyên li Rojava, dikarin rolek beriz û diyarker a hetikandina siyaseta Tirkiyayê bilîzin.

Li dij konsepta şerê medyayê yê ku dewleta tirk dimeşîne, pêwîst e medyaya kurdî ya ku bi zimanê erebî weşanê dike, bi rola xwe rabe. Pêwîst e rastiya helwesta Tirkiyayê ya hevkara rejîma Netenyahû were nasîn. Pêwîst e medyaya kurdî bibe dengê rastiyê û çavkaniya agahiyên rast ên derbarê helwesta rejîma AKP/MHPyê de û temaşevanên ereb bi rêya informasyonên rast agahdar û hişyar bike. Pêwîst e medyaya kurdî ya bi zimanê erebî bibe dengê welatiyen ereb ên ku li derveyî medyaya Qeter û Ixwan El-Muslimîn, li rastiyan digerin.

Ev karekî girîng û lezgîn e.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN