Esfehan – Zagros – El-Sufyanî! Li ser rêya jinûverûxandina “Rojhilata Kevn”?

Nivîskar: Hisên Cimo

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Zehmet e ku em Benjamin Netanyahu derewîn derxin, dema ku derdikeve ser dikê û bi pesndayîn dibêje ku Îsraîl ji nû ve Rojhilata Navîn dîzayîn dike li gorî ku ew dixwaze. Her wiha, wê ne rast be eger em di ber çavan re derbas nekin ku aloziyên li herêmê êdî di bin sîwana rêveberiya Amerîkayê de ne, bê hevkarên hêzên navdewletî yên rikber, ku hîn ji wan bi awayekî serweriya siyasî di rêvebirina aloziyan de wekî sazkirina pêvajoyê veguhastinê li Şamê û hînek jî bi awayekî yekser ê leşkerî wekî rewşa di başûrê Lubnanê de (Komîteya Şopandina Agirbestê). Ji aliyekî din ve jî, hevkariya li Rojhilatê Firtê bi HSDyê re dewam dike, ku ev hevalbend dibe ku kûrtir bibe û siberojê de derbasî hundirê kevana çiyayê Zagorosê yê Kurdistanê bibe. Dewleta Tirkiyayê jî dixebite da ku vê rêveçûyîna muhtemel qut bike, bi rêya şandina bi hezaran çekdarên sûriyayî rojane li ser Bendava Tişrînê di şerê girtina deriyê Zagrosê de.

Li gorî gotara di kovara Foreign Affairs de hate belavkirin, Amos Yadlin û Avner Golov dibêjin hêz û karîna Îsraîlê ya ferizkirina guhertineke leşkerî li herêmê, ji dîtin û nêrînên wê yê stratejîk yên hevgirtî mezintir in, ji ber ku heta niha tu hizirên stratejîk ên eşkere ku li gorî serkeftinên wê yên li ser erdê tuneye.

Li ser vî esasî jî, divê Îsraîl çarçoveyeke siyasî li gorî serkeftinên xwe di qada şer de, çêke. Ev yek jî pêwîstiya wê bi avakirina hevalbendiyeke erebî-îsraîlî ku ji aliyê Amerîkayê ve bê destekkirin, heye. Li gorî herdu nivîskaran, divê Îsraîl ne bi tena xwe nêrîna xwe ji bo sîstema herêmî feriz bike, ji ber ku pêwîstî bi erêkirina Amerîka û dewletên ereban û Almanya û Birîtanyayê, heye.

Bi her halî, ev  avabûna nû ya îsraîlî, ne temamker e. Îhtîmala mezin jî ew e ku Donald Trump jinûvesazkirina herêmê bi rêbazê xwe dewam bike, ne bi rêbazê Netanyahu.

Asta fikara îsraîliyan ji guhartinên li Sûriyayê tevî rola wan a di amadekirina zemîna rûxandina Beşar El-Esed de, diyar dike ku Rojhlata Navîn a nû ku xwe pê dibînin, ne kêmî xeteriya Sûriyaya kevn e di îdeolojiya“jiholêrakirina Îsraîlê ji hebûnê”, tevî ku xwediyên vê îdeolojiyê dikarin vê yekê heta çend salên din veşêrin. Mêrê desthilatdar li Tilebîbê pesna xwe dide ku dibêje ew “dilreşiya kûr” li gel dijberê xwe nas dike. Li ser vî esasî jî, Netanyahu rojekê jî bi aşitiya Yasir Erefat bawer nedikir, ji dema ku Yasir Erefat vegeriya Xezayê û hewl da ku di civîneke girtî de rexnegirên xwe razî bike û ji wan re got ku Peymanên Osloyê wekî “Sulha El-Hudeybiyê” ye, ango demkî û li gorî pêvajoyê ye, her wiha wekî agirbestekê ye ji bo xurtkirin û amadekaririnê ye (li gorî nêrîna Netanyahu di pirtûka xwe ya bi sernavê “Cihek di bin rojê de”).

Netanyahu Rojhilata Navîn a ku bûbû cihê aloziya sê hêzên sereke; Îsraîl, Îran û Tirkiya, rûxand. Lê awayê nû yê herêmê heta niha nerm e û dikare şerên nû tê de çêbibe, heta ku digihêje formuleke hevalbendiyan an jî şerên herêmî. Di destpêka van aloziyên de xwîngermî di navbera Enqere û Tilebîbê de ye, ku dibe di hundirê Sûriyayê de şerê hev bikin, eger ku herdu alî li ser dabeşkirina herêmên serweriya xwe di bin serpereştiya Amerîkayê li hev nekin, ji ber ku Amerîka jî hêza gewre ya herêmî di Rojhilata Navîn de ye.

Di rojên destpêkê yê êrîşa 7ê cotmehê, Îsraîl heta çend hefteyan û mehan di nava tirsekê de bû ku Huzbelah û Îranê êrîş bikin, hevdemî moşekên Tevgera Hemasê ku bajarên Îsraîlê bombebaran dikir. Netanyahu bi rastî jî kabûsa jiholêrakirina Îsraîlê, hest kir. Netayahu jî kesayeteke ku fêmkirineke xwe ya taybet ji bo dijmin û fermandarên wan ên şerker heye. Nêzikatiyên xwe jî li ser esasê hundir bû ne di aliyê derve bû, ji ber vê yekê jî rojekê jî bawerî bi Erefat nekir. Ji ber heman sedemê, dema ku Netanyahu bi bernameyeke televizyonê sala 1985an de hate pêşberî Edward Seîd, ew tawanbar kir ku dixwaze wî bikuje û gelê Îsraîlê qir bike.

Şertûmercên giştî yên agirbesta Îsraîl û Tevgera Hemasê, piştî salekê ji danûstandin, bi awayekî cehwerî ji şertûmercên ji bo herdu aliyan beriya 8 mehan, ne cuda bû. Lê tiştê hatiye guhartin, herdu jî ji Jeo Biden neditirsiyan. Lê ev yek bi Trump re cuda ye, ku planên xwe yên din hene û naxwaze bikeve nava çirava li Rojhilata Navîn bi rengê xwe yê heyî. Her wiha, Netanyahu kete nava tirseke mezin dema ku Trump gotina xwe “deriyên dojehê” ne tenê ji bo Tevgera Hemasê, got. Li ser vî esasî jî, mirov dikare bibêje ku “serdema Netanyahu” ya biçûk dibe ku ber bi dawî ve diçe, eger ku Trump planek li pêş xwe bibîne û pêkan e ku pêk were.

Balyozê berê yê Îsraîlê li Amerîkayê Michael Oren, di raporeke ji bo rojnameya “Wall Street Journal” de dibêje:

“Karsazê avahiyê Steve Witkoff ku Trump wekî nûnerê Rojhilata Navîn erkdar kir, di yek hevdîtinek bi Netanyahu re tiştên ku qezenc kir, bi dehan rayedarên rêveberiya Biden nikaribûn qezenc bikin.”

Trump ji demeke dirêj ve, gelek hevalbendên Îsraîlê ji bo tîma xwe ya Rojhilata Navîn erkdar kirin. Her wiha, pêwîstiya Netanyahu bi alîkariya Trump heye dema ku rûbirûyê Îranê bibe û ji bo hewldanên wî yên serweriya Îsraîlê li ser Dufeya Xerbî û ji bo hewldanên peymana normalîzekirinê bi Siûdiyê re.

Di dawiyê de, şerê 2025an li Rojhilata Navîn wê dosyaya nuklerî be, ku ev dosya an wê lihevkirinek li ser çêbibe, an jî wê moşekên Amerîka û Îsraîlê li ser cihê çêkirina nuklerî bibarin û piştî wê dê ketina çanda Esfehanê ya siyasî li kepeza îranî hêsan bibe. Li ser vî esasî jî, wê zû be eger Îranê bixin kategoriya bloka têkçûyînan, li ser esasê têkçûna rejîma El-Esed û têkçûna hevalbendên wê li Lubnan û Filistînê. Heger Netanyahu bixwaze helwestê wesf bike, ê baş be heger bibêje “hê bi dawî nebûye”.

Serokwezîrê Îsraîlê nîvê sala borî bi nakokiyên bi dijberê xwe yên siyasî re û hewldanên ji bo parastina hevalbendiya xwe ya desthildariyê derbas kir, her wiha li Xezayê bi Hemasê re di nava şerekî xwînrêjiyê de bû û rastî gefên metirsîdar ji Îranê û Huzbelah dihat. Lê piştre hevsengî hatin guhartin, Îsraîlê operasyona teqandina Pagers pêk anî û piştre jî Hesen Nesurlah û rêveberên partiyê kuştin. Piştre jî rejîma El-Esed hate rûxandin bi êrîşeke lez û ne zelal ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve, ku bê gûman derbeyên Îsraîlê yên li peyî hev li dij hêzên Îranê li Sûriyayê, zemîna vê êrîşê çêkir.

Rêveberê berê yê Encûmena Ewlekariya Netewî ya Îsraîlê Avner Golov dibêje: “Cara yekem di dîroka zayonîzmê de, derfetek ji bo Îsraîlê heye ji bo ku bibe hêzeke herêmî.” Di vê çarçoveyê de, rayedarên îsraîlî yên niha û berê dixwazin ku gavên tund bêne avêtin ji bo avakirina hevalbendiyeke îsraîlî, amerîkî û erebî ya navenav.

Balyozê berê yê Îsraîlî li Amerîka û şêwirmendê gelek serokwezîran Îtamar Rabinovich, texmîn dike ku şerê heyî yê li Rojhilata Navîn girîngiyeke xwe ya berfireh heye, di demekê de ku Îran têkiliyên xwe yên xurt bi Rûsyayê re çêdike, ku ew jî nêzî dewletên ku rikberiyê bi Amerîka û hevalbendên wê re dikin û wiha dewam dike: “Ev ne tenê wekî şerekî herêmî ye, lê belê şerekî cîhanî li dij hevalbendiya Rûsya, Çîn û Koreya Bakur e”. “bi ketina El-Esed re burcê rûsî li Deryaya Naverast hate rûxandin” piştî vegerhênana stratejî ku xuya kir serkeftî ye û nirxê wê kêm e bo Rûsyayê û wekî “kopiyeke dijber” e ji rêbaza amerîkayî ya derve ku bawerî pê nayê piştî dîmenên vekişandinê ji Efganistanê û hewldana vekişandina ji Sûriyayê di serdema Trump a yekem de.

Di sala 2015an de, dema ku Putin hêzên xwe şandin Sûriyayê, gelek armancên wî hebûn, tiştê ku analîzkar Alexander Baunov di “Foreign Affairs” dê got em dikarin wiha puxte bikin:

1- Putin dixwest ku alîkariya Rûsyayê bike ji bo ku îzolasyona navdewletî derkeve,ya ku piştî Kirim tev li xwe kir, bi ser wê de hat, lewra hewl da ku Rûsyayê vegerîne cihê serweriyê li Rojhilata Navîn, ku piştî rûxandina Yekitiya Sovyetê hebûna wê kêm bû.

2-Putin xwest ku Rûsyayê bike hêzeke cîhanî ku dikare destekê bide hevalbendên xwe û hewldanên ku ji bo rûxandina hikûmetên hevalbendên xwe, rawestîne.

3-Destwerdana di Sûriyayê de, destûr ji Rûsyayê re hate dayîn ku bi rola parastina xirîstiyanan di Rojhilata Navîn de bilîze, li gorî Putin,  hêzên rojavayî yên bênirx dev ji vê rolê berdane. Her wiha, ev rol jî bi awayekî tam li gorî daxwaza Putin e ku Rûsya wekî cihê herî dawî yê nirxê xirîstiyanan li Ewropayê, nîşan bide.

Piştî hilweşandina bi lez a rejîma El-Esed, êdî tiştekî zêde li gel Putin nema derbarê hersê armancên xwe. Îro Rûsya li beramberî windakirina baregehên xwe yên leşkerî di Rojhilata Navîn de ye û girîngiye zêde nede xirîstiyanên sûriyayî ku îdîa kir piştî têkçûna hikûmeta El-Esed a ilmanî ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve, ew ê wan biparêze. Her wiha, îzolekirina Rûsyayê ji aliyê civaka navdewletî zêdetir bû, piştî êrîşên li dij Ukrayayê di sala 2022yan de. Cehwerê destwerdana Rûsyayê ew bû ku nameyekê bide welatên biçûk ên ku bi awayekî xurt bi hêzên rojavayî re hevalbendî çênekirine; Bi me re hevalbendiyê çêbikin û em ê we ji komployên ji rojava ve têne destekkirin, biparêzin. Bandora paratina wê ji El-Esed re gihaşt piştî Rojhilata Navîn. Hin welatan li Efrîka û Asyaya Navîn dîtin ku karîna Moskoyê a parastina rêjîmeke hevalbend ji tevliheviyên hundirîn û ketinê, tiştekî dilrehet e. Ev tev de hat rûxandin û tenê ew pirs ma gelo ji bilî çeka nukerî li gel Putin ma bo parastin sozên xwe!

Ji sala 2025an ve, eger lihevkirineke amerîkayî-rûsî (an jî rengek ji rengên agirbestê û çavjisergiritineke demkî), pêk neyê, şerê duyem wê dest pê bikehevdemî nukleriya îranî, tasfîyekirina serweriya Rûsyayê li dervayî Deryaya Navîn be (Afrîka bi awayekî sereke), ji bilî Ukranyayê ku ew jî qada mezin a rûbirûbûnê ye. Ji ber vê yekê jî, lihevkirina stratejî di navbera Rûsya û Îranê berî çend rojan, ihtîmalên hermegdonî yên herdu welatan dide xuyakirin. Bo Tehranê pêwîst nake em analîz bikin û pêşbîn bikin, ji ber ku pêjarên şîî yên dozdekî yên van rojan berbelav li ser platfomên ragihandinê “serkeftineke Sufyanî” ye li ser erda Şamê bi alîkariya Îsraîlê pêk hat, li gor xîtaba ragihandina wê!

Stratejîtîkarê siyasî Nadav Strauchler ku ji nêz ve bi Netanyahu re derbarê guhartinên Rojhilata Navîn kar kiriye, dibêje: “Eger em vê yekê wekî filimekî sînemayî bi nav bikin, em hîna negihîştine dîmenê dawî.”