Sê pirsên girêdayî siyaseta derve ya Amerîkayê di serdema Trump de
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Wezîrê karê derve yê Amerîkayê yê nû Marco Rubio di daxuyaniya ku li ser malpera Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê de belav kir, xetên stûr ên dîplomasiya Amerîkayê di serdema Trump de, xêz kirin. Tiştê balkêş di vê daxuyaniya kurt de yê ku şopandiye, wê bifikire ku navrok girêdayî Wezareta Hundirîn an jî Desteya Federalî ya Amerîkayê ye, ne girêdayî wezareteke ku rêveçûyînên sereke yên têkiliyên navdewletî bi tevahî ne tenê girêdayî metoda siyaseta derve ya Amerîkayê de, xêz kir. Di daxuyaniyê de, behsa Rojhilata Navîn, ne jî Çîn û ne jî wêneyê cîhanî yê ku Washington dixwaze, nehate kirin. Di daxuyaniya yekem de, ku girîngî ji hundirê Amerîkayê re hate dayîn, derfeteke zêdetir dide Wezareta Derve da ku însyatîfên çêkirina siyaseta derve ku herî zêde li gorî rêgezên “Destpêkê Amerîka” bike.
Bi her halî, ne diyar e ku daxuyaniya Wezareta Derve bibe beşek ji metoda rasteqîn a wezaretê di serdema Rubio de, lê belê ev daxuyanî nêzî ku nameyek ji bo razîkirina Trump be û dilrehtiya wî ye ku metoda wî wê bibe bingeha tevgera di têkiliyên Washington ên navdewletî de. Ji ber wê, pêşkêşkirina vê daxuyaniyê dê pêşekek be bo derbesbûna paşê ya analîza “sîmayên navdewletî” ji siyaseta derve ya Amerîkayê re.
Di pêşgotina daxuyaniyê de hate gotin: “Karkirina wekî Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê 72yan, mezintirîn rûmet di jiyana min a pîşeyî de ye. Serok Trump agahiyên zelal dane min ji bo ku ez berjewendiyên me yên niştimanî yên sereke, wekî erkekî ji bo meyla siyaseta derve ya Amerîkayê, bigirim dest. Divê her dolarekî ku em bidin û bernameyekê ku em fînanse bikin û her siyaesteke ku em bişopînin, divê em bersiva hersê pirsên hêsan bidin:
– Gelo wê bihêle Amerîka zêdetir ewle be?
– Gelo wê bihêle Ameîrka bihêztir bibe?
-Gelo wê bihêle ku Amerîka zêdetir bi pêş bikeve?
Rubio dibêje: “Ji bo xurtkirina bejewendiyên me yên niştimanî, em ê wezareteke derve afrîner û çeleng ava bikin. Ev yek jî pêwîst dike ku em girîngiya hin tiştan biguherin û asteke kêmtir girîng bidin hin mijaran û hin kiryaran bi dawî bikin. Destpêkê, divê em sînorekî ji penaberiya komî re deyînin û sînorê xwe dabîne bikin. Ji îro û pê ve wê Wezareta Derve bi tu çalakiyên ku penaberiya komî hêsan dike an jî teşwîq dike, ranabe. Têkiliya me ya dîplomasî bo welatên din re, taybet bi rojava re, pêşî bo ewlekirina sînorê Amerîkayê û rawestandina penaberiya neqanûnî û bêaramî û nîqaşkirina li ser vegera penaberên ne rewa. Piştî wê, divê em kesên xwedî ked xelat bikin, di nav de jî hundirê refên wezareta Derve.”
Serok Trump biryarek derxist ku hemû pêwîstiyên “DEIA”yê (ango bernameyên cihêreng ên civakî û çandî) û bername û nivîsgeh li tevahiya hikûmetê, werin îbtalkirin.
Ev yek jî ji bo dîplomasiya Amerîkayê ku serokê berê Joe Biden û wezîrê derve Antony Blinken ava kir xaleke guhartinê ya mezin e, ku nûnerekî taybet ê Amerîkayê ji bo mafên civaka LGBT li derve, erkdar kir.
Rubio got: “Divê em li ser bingehên dîplomasî vegerin, bi rêya rawestandina balkişandina li ser dozên siyasî û çandî ku parçebûnê di welatê me de çêdike û li derve tu navûdengiya wê tuneye. Ev yek wê bihêle ku em siyaseta derve bi piratîk bi rê ve bibin, bi hevkariya bi dewletên din re, ji bo xurtkirina berjewendiyên niştimanî yên sereke.”
Her wiha, Rubio behsa jinûveavakirina bingehên têkoşîna propogandeya dijber kir:
“Divê em şopandinê û çewisandina agahiyan, rawestînin. Kedên Wezareta Derve yên têkoşîna li dij propogandeya xerab berfireh bûn û ji serdema Şerê Sar ve bi awayekî bingehîn hate guhartin, divê em ji nû ve pêşekan diyar bikin. Wê Wezareta Derve ku ez ê rêveberiya wê bikim, parastina mafên amerîkayiyan di azadiya nêrînê de û çi bernameyên ku rengek ji rengan wê şopandinê li ser gelê Amerîkayê çêbike, bi dawî bike. Her wiha em ê dijberiya propogandaya dijber a rastîn bikin, em dê vê yekê bi rastiya bingehîn bikin ya ku dibêje Amerîka dewleteke gewre ye û dadwer e û gelê wê çavfireh e, serekên wê jî niha girîngiyê didin berjewendiyên sereke yên amerîkayiyan û rêzê ji berjewendî û mafên dewletln din re digire. Herî dawî jî, divê em ji xalên hêza xwe sûdê wergirin û ji siyasetên avhewayê ku Amerîka lawaz dikin, xelas bibin. Di heman demê de jî, em gefên li dij jîngeha me ya xwezayê paşguh nakin û em ê destekê bidin parastina rast a jîngehê, ji ber Wezareta Derve dê dîplomasiyê bi kar bîne bo alîkariya Serok Trump bike ku sozên xwe yên vegera serdestiya Amerîkayê li ser enerjiyê, pêk bîne.”
Rubio daxuyaniya xwe wiha bi dawî dike: “Bi awayekî kurt, rojeva serok Trump a ji bo welatê me û têkiliyên derve, wê ji nû ve bihêlin ku Wezareta Derve balê bikişîne ser berjewendiyên niştimanî yên Amerîkayê. Di nava rikberiya navbera hêzên gewre yên ku îro çêbûne, ez ê bixebitim da ku xebatên me yên dîplomatîk karibe erka me xurtir bike ku Amerîkayê bêhtir ewle, bi hêz û pêşketî bibe.”
Di rûniştina senatoyê de, hefteya borî, senatorê berê yê komarî got ku ew dixwaze dirûşmeya Trump a “Destpêk Amerîka” pêk bîne, ya pirrengiyê red dike, ku berî di dilê dîplomasiya rêveberiya Biden de bû. Çaxa ku gihaşt Wezareta Derve, li pêşiya bi sedan erkdaran hişyarî da ku “guhartin tê û dê ne rûxîner û cezakirin be”.