Sûriya: HSD hêviya welatekî demokrat û wekhev e!

Nivîskar:Dr.Tariq Hemo

 Divê mirov rastiya rewşa li Sûriyayê baş bixwîne û bi siloganên “yekîtiya gel û axa welat” nexape. Sûriya ji sala 1963 an ve li jêr desthilatdariyeke totalîter e. Ew xwe wek welatekî yeknetewe, yekziman û yeknasname dide nasîn. Hebûna kurdan mandele dike û xwe mîna “keleha ereban” diyar dike. Her wiha sîstemeke navendî ya hişk bi pêş xist û hemû dewlemendiyên welat bêhesab xerç kir. Demokratî nebû û parlemento bê rol û hizûr bû. Tenê biryara hikûmetê bê nîqaş mor dikir.

Gelê Sûriyayê xwe li jêr vê desthilatdariyê dît û bi dehên salan bi hizira yekalî û teng perwerde bû. Ji aliyê neteweyî ve, ve gelî tenê ereb nas dikir û ji aliyê olî ve jixwe îslama sunî dihat xurtirin û wek mezheba dewletê ya fermî bi rêya damezrandina bi sedan dezgehên perwerdeya olî, dihat geşkirin. Rêjîmê ji bo tewana ku dibêje ew “ji aliyê kêmmezheba elewî tê rêvebirin” pûç bike, rolek beriz dabû şêx û meleyên îslama sunî. Piştî sala 2003yan dema ku DYAyê rêjîma Sedam Husên rûxand û Iraq dagîr kir, rêjîma Şamê dest bi rêxistinkirina cîhadîstan kir. Ew kesên ku di dezgehên fermî yên dewletê de perwereya olî dîtibûn, wek organîzetorên rêxistinkirin û perwerdekirina bi hezaran cîhadîst û şandna wan a Iraqê ji bo şerê li dij DYAyê, hatin erkdarkirin.

Ehmed El-Şeri (Ebû Muhemed El-Colanî) jî yek ji van kesan bû. Ew bi rêya komên ku li jêr çavdêriya Şamê kar dikirin, ji bo Iraqê hat şandin. Di sala 2011an de di çarçoveya (Buhara Ereban) de, dema ku li dij rêjîma Şamê xwepêşandan çêbûn, rêjîmê deriyê girtîgehan vekir û bi hezaran kesên tûndrew û cîhadîst serbest berdan. Yek ji van kesan Zehran Elûş, serokê “Artêşa Îsalmê” bû. Elûş li derdora Şamê artêşa xwe ava kir û bû xwedî hêzeke mezin. Di vê navberê de El-Colanî ji Iraqê vegeriya Sûriyayê û basikê El-Qaîdayê bi navê (Cebhet El-Nusra) ava kir. Vê rêxistinê hewl da heremên Rojava-Bakurê Sûriyayê bigire dest. Jixwe di navbera Elûş û El-Colanî de jî şer û pevçûn derketin û di encamê de bi sedan çekdarên herdu rêxistinan hatin kuştin. Elûş di sala 2015an de di êrîşeke hewayî ya Rûsyayê de hat kuştin û pişt re artêşa wî ji hev belav bû. El-Colanî ji sala 2016an ve parêzgeha Idlibê girt dest xwe û li wir statûyek/hikûmetek ava kir.

Di êrîşa ku HTŞya El-Colanî li dij El-Esed di dawiya mijdara 2024an de kir û di 8ê meha kanûnê de bi rûxandina rêjîma El-Esed bi encam bû, Artêşa Îslamê dîsa vejiya û xwe da ser hev. El-Colanî niha desthilatê li Şamê dike. Ew mirovekî cîhadîst e û baweriya wî bi çekan û hêzê, ne bi diyalog û demokratiyê, heye. Ew Sûriyayeke yekreng û navendî dixwaze. Sûriyayeke erebî û sunî. Ew dixwaze HTŞ wek nûnerê yekane yê ereb û suniyan were naskirin. Dê rê nede hêzên çekdar yên erebên sunî, bi taybetî li hundurê Sûriyayê, ku xwe bidin ser hev û li dij wî rabin ser pêyan. Ji ber vê yekê ew ê qebûl neke ku tu hêzên mezin yên xwedî fikrekî cîhadîst di nava erebên sunî de derkevin. Ew niha hewl dide xwe mîna dewletê nîşan bide û hemû hêzan tevî nava “Wezareta Parastinê” ya ku HTŞ wê bi rêve dibe, bike.

Di nava erebên sunî de gelek komên çekdar hene. Li herema Horanê komek leşkerî ya bi serkêşiya Ehmed El-Oda heye. Ev kom di 8ê kanûna 2024an de ji aliyê başûr ve derbasî Şamê bû. Ew dibêjin em beriya HTŞyê gihaştin Qesra El-Esed. Ev hêza ku ji bi hezaran çekdar pêk tê, heta niha radestkirina çekên xwe ji bo HTŞyê red dike. Her weha “Artêşa Îslamê” ya ku xwe li derdora Şamê rêxistin dike, ew jî radestkirina çekên xwe ji bo HTŞyê red dike. Jixwe “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê” ya ku ji aliyê dewleta tirk ve ji bo şerê kurdan hatiye avakirin û tê destekirin, wek hêzeke serbixwe tev digere û “hikûmetek” li her 7 heremên ku dewleta tirk dagîr kiriye, ava kiriye.

Li Siwêdayê pêkhateya dirûzan dixwaze hêza xwe ya çekdar heremî bihêle û nexe jêr desthilatdariya HTŞyê. Niha hermên elewiyan jî hewl didin xwe birêxistin bikin û li dij desthilatdariya HTŞyê serî hildidin. Komek din ya çekdar li Tenefê bi navê “Artêşa Sûriyayê ya Nû”, heye. Ew jî dixwaze serbixwe bimîne.

Ehmed El-Şeri li ser asta navneteweyî hewl dide xwe mîna mirovekî nerm ku meyldarê diyalog û siyasetê ye nîşan bide. Ew dixwaze ji aliyê civaka navneteweyî ve bê qebûlkirin û wek desthilatdarî û hikûmet bê destekirin. Ji ber vê yekê ew ê yekser û bi dijwarî bi ser komên çekdar yên durzî, elewî û HSDyê ve neçe. Lê li dij komên çekdar yên sunî, bi taybet yên cîhadîst, dê xwedî helwestek tund be. Ji bo ku sunî li jêr desthilatdariya wî bimînin û tenê HTŞ nûneratiya wan bike, ew ê destûrê nede tu hêzeke ereb ya sunî ku derkeve pêş û hewl bide xwe nûner ji bo pêkhateya sunî diyar bike. El-Şeri dizane ku di şerê ku ew dê li dij komên çekdar ên erebên sunî (cîhadîst û tundrew) de bike, dê tu bertekên dijber li ser asta cîhana erebî û navneteweyî dernekevin.

Gelekî zehmet e ku hêzên çekdar ên pêkhateya erebên sunî xwe fesix bikin û çekên xwe radestî HTŞyê bikin. Ji sala 2011an ve di nava van hêzan de pevçûn û şer hebû. DAIŞ jî di nav de, van hêzan şerên dijwar li dij hev meşandine. Li ser bingeha vê rastiyê, dê gelekî zehmet be ku artêşek yekgirtî ya Sûriyayê ji van hêzan pêk were. HTŞya ku çekdarên biyan mîna beşek ji vê artêşê dibîne, dê nikaribe Sûriyayê daqurtîne û dewrî welatekî mîna Afganistanê bike.

HSD prosesek demokrat a rasteqîn dixwaze. Ew Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyayê diparêze. Li hemû pêkhateyan xwedî derdikeve. Li Sûriyayê hevkarê sereke yê DYA û civaka navneteweyî ye. Bi dehan hezar çekdarên DAIŞ û malbatên wan li jêr çavderiyê dihêle û rê li ber belavbûna nijadperestyê û hizira cîhadîst digire. Her wiha ew li dij çekdarên ku dewleta tirk ew rêxistin kirine û bi rêya wan kurdan qir û derbider dike, li ber xwe dide. Di vê rewşê de HSD xurt e û hêviya tevahiya pêhateyên Sûriyayê û hêzên navanteweyî ye. Ew garantora dewleteke sivîl ya demokrat û nenavendî ye. Ew dewleteke ku hizira tundrew ya li dij ol û baweriyên cuda û li dij Jinê, red dike. HSD ji bo Sûriyayeke rengîn û ji bo hebûn û mafên hemû pêkhateyan garantor û derfeteke jiyanê ye.