Çawa Beşar El-Esed mîrasê bavê xwe winda kir?

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Dema Riyad Tirk (di îlona 2001ê de hate girtin) di mijdara 2002yan de ji zindanê derket, gotina ku Serokê Şaxa Ewlekariya Siyasî Lîwa Ednan Bedir Hesen bi wî re lêpirsîn dikir, bibîr anî: “Me ev law anî û yên ku li pişt wî hukim dikim, em in”. wê çaxê nivîskarê van gotinan anî bîra wî  ku gotina lîwa ne rast e û îsbata vê yekê jî ew e ku di hizêranê de ew ji erka xwe hate dûrxistin, her wiha hemû tîma kevn ê di serdema Hafiz El-Esed de piraniya xwe ji aliyê Beşar El-Esed ve, hatin dûrxistin. Di vê çarçoveyê de, opozîsyona Sûriyayê di salên destpêkê yên desthilatdariya Beşar El-Esed de, piraniya xwe teoriyek pêşkêş dikirin ku aloziyek di navbera meyla muhafezekar li gel pasvanên kevn û meyla reformê di qesrê de heye.  Ev teorî ji aliyê Mîşêl Kîlo ve hate afirandin û di 4 gotarnên di rojnameya “El-Nehar” de di tabaxa 2000î de pêşkêş kir. Her wiha, kongreya rabêjkirinê ya Partiya Komonîst (nivîsgeha siyasî) di adara 2001î de, tenê Riyad Tirk û  ez ji nava 45 kesên ku beşdarî kongreyê bûbûn, li dij vê teoriyê bûn, me digot ku rejîmek heye û dabeşî du aliyan nebûye û serekê wê jî Beşar e. Diyar jî bû ku ev yek li gorî rastiyê bû ji çaryeka sedsalê ya hikimê kurê Hafiz El-Esed.

Lê Beşar ne wekî Hafiz bû. Di rastiyê de jî, mirov dikare bibêje ku li ser asta jîrbûna siyasî de bi hevûrkirina bavê xwe re, wekî hevûrkirina Yezîd bi Muawiya bû, her wiha eniya ku destek dida prosesa mîrasa desthilatdariya bavê xwe ji Washington heta Parîsê, Riyad û bê gûman Tilebîbê winda kir û xetên sor ku bavê wî derbas nekir, wî derbas kir. Di heman demê de jî, xîtaba xwe dema ku Baba Vatîkan sala 2001ê hate Şamê balkêş bû û Beşar El-Esed ev tişt di xîtaba xwe de ji wî re got “cihûyan Mesîh xaç kir û hewl dan ku pêxember Mihemed bikujin”, bê ku yek ji şêwirmendên xwe beriya xîtabê jê re bêje ku civaka Vatîkanî nabînin ku cihûyan Mesîh xaç kir û cihû “li gel rojava xeta sor e.”

Îhtîmala herî mezin jî dema ku Şîmon Peres ku yek ji siyasetmedarên herî jîr ê îsraîlî ye,  behsa wê xîtaba Beşar El-Esed kir û got “Diyar e ku ew ji mayîna xwe ya li Birîtaniyayê sûd wernegiritye”. Ev yek jî nîşaneya destpêkirina rakirina sîwana navdewletî li ser desthildariya Beşar El-Esed bû û dema ku li dij şerê Amerîkayê li ser Iraqê derket, ev yek temam bû. Ev helwest jî ku ji encamên wê pişta xwe spart dîwarê lubanî bi rêya biryara 1559an a ku di sala 2004an de banga vekişandina artêşa Sûriyayê ji Lubnanê dikir, ku Şam û gelek aliyên din bi kuştina Refîq El-Herîrî bersiv dan û di encamê de, alozî bi Washington, Paris û Riyadê re çêkir. Di heman demê de, bersiva Beşar jî ku kete hembêza Tehranê di demekê de ku rûbirûna Amerîka bi Îranê re hate destpêkirin, piştî ku Îranê bernameya xwe ya  zêdekirina uranyumê di havîna 2005an de, ji nû ve dest pê kir. Di aliyê piratîkê de jî, mijara dûrxistina rejîma Sûriyayê ji Tehranê, rojeva siyasî ya Washington-Parîs-Riyadê di pêvajoya 2007an heta 2010an de bû. Di vê çarçoveyê de, tirk û qeterî jî wekî peymander bi kar anîn.  Lê dema ku bi ser neketin, ev hêza 5 alî(Washington-Parîs-Riyad-Enqera-Dewha) zeyt berdane li ser agirê Sûriyayê yê navxweyî ku di 18ê adara 2011an de li Derayê, pê ket.

Beşar di nava 10 salên ji mîrasa bavê xwe de, rola Şamê ya herêmî ku Hafiz El-Esed ji pêvajoya 1976-2000 qezec kir, winda kir. Di heman demê de jî, Hafiz El-Esed Şam di aliyê herêmî de ji Qahîra, Bexdad û Riyadê xurtir kir, lê kurê wî Beşar El-Esed herî kêm di Lubnanê de 2006-2010 bû girêdayî Îranê û dijberiya Washington û Riyadê dikir. Dema ku şewata Sûriyayê derket, tenê yek bijarde di destê wî de hebû, ku bikeve bin rehma îraniyan û piştre jî rûsan. Di vê çarçoveyê de, rayedarên rûs, îranî û Hesen Nesrallah jî di ragihandinê de bi awayekî zanebûn, digotin ku wan rejîma Sûriyayê gelek caran ji rûxandinê, paratiye.

Li ser asta navxweyî li Sûriyayê jî, Beşar El-Esed di sala xwe ya destpêkê de, di desthilatdariyê de hewl da ku bi zimanekî nû dema ku xîtaba xwe ya sondê got, lê “modernîzm û pêşketin” derbas nekir û behsa “reform” û “guhartinê” nekir. Di asta piratîkê de jî, tiştek di binesaziya desthilatdariya ku ji bavê xwe girtî û ne jî di danûstandina bi civakê re, tiştek pêşnexist, lê belê ji bavê xwe xirabtir bû, yê ku siyaseta xizankirinê li ser çînên navîn û xizan hevdemî desthilat û çewisandinê nemeşand, lê Beşar di rêbazekî de meşiya ku dîktatorî û çewisandin û xizankirin kom kir.

Ev yek di lîberalîzma aborî ku ji sala 2004an dest pê kir diyar bû û piştre jî aborîzanên xwe bi serokatiya Ramî Mexlûf û piştre jî Esma Exres piştî sala 2020î,  rewşa dorpêçê û cezayên navdewletî keysbaz kirin, ji bo ku ku bi awayekî hovane ji gelê Sûriyayê bidizin. Di encamê de jî, ji sedî 95 ji welatiyên sûriyayî hejar bûn ji ber wan, ne ku ji ber ceza û dorpêçê. Kastor piştî sala 1961ê û Xamineyî jî piştî sala 1995an, aboriyeke xurt di şertûmercên dorpêç û cezayan de, ava kirin.

Lê li ser asta danûstandina Beşar El-Esed bi şewata Sûriyayê ya sala 2011an, xîtaba wî piştî 12 rojan ji destpêkirina xwepêşandanan li Dera û piştre jî li Laziqiyê di hefteya piştî wê de, wekî gotina Hafiz Mihemed Mexlûf ku yek ji xizmên Beşar El-Esed bû, di hefteya dawî ya nîsana 2011an derket û ev wî kesî ji min re got: “Dema ku tu nikarî parastina mala xwe bikî, tuyê biteqînî û bişewitinî”. Di vê çarçoveyê de, diruşmeyên “El-Esed an jî em ê welat bişewitînin” û “El-Esed û ne tu kesî din”, ji valatiyê nehatin gotin. Her wiha, Beşar El-Esed dûrî siyaseta ku lêkolînerên rojavayî propogandeya wê dikirin ku “El-Esed di bin agir de danûstandinan nake, lê belê piştî wê danûstandinan dike”.

Beşar El-Esed welat bi awayekî zanebûn wêran kir û bermîlên teqandinê jî mînaka vê yekê bûn, lê rûbirûbûna bi opozîsyona çekdarî re bi ser neket, ku derve destek dida wan, wekî ku Rûsya, Îran û Hizbelah û milîsên şîî yên ji xwedî pir nasnameyan destek didan Beşar El-Esed. Eger ne ji Rûsya û Îranê be, îhtîmala herî mezin jî di sala 2015an an jî dibe ku di payîza 2011an de, bihate rûxandin. Her wiha, Beşar El-Esed bi siyaseta “dar û gêzerê” nizanîbû,  ku bavê wî bi koma Ixwan El-Mislimîn re di dema rûbirûna çekdarî de bi kar anî, ku Hafiz El-Esed bi çewisandinê re girtî berdan, ji wan jî rêveber hebûn, di navbera hezîrana 1979an û sibata 1980yî de. Wê çaxê, serekê berê yê di komika Emîn yekin de danûstandin pê re dikir wekî navbeynkar, ê ku li Qesra Mihacirîna serdana wî dikir heta buhara 1980yî, her wiha ew berpirsê têkiliya komikê pê re bû di dema 1969-1970yî de, çaxa ku bi Selah Cidêd re ket kêferatekê, paçê berê xwe da siyaseta hesin û agir bi komikê re, ji wê partî yan jî komikeke îslamî ya şerî çêbû bêyî ku navê komikê higire, ku Sirqeya sêyem ber bi Helebê ve şand di nîsana 1980yî de û berî wê bi mehekê yekîneyên taybet komkujiyek li Cisir El-Şixûrê pêk anîbû.

Di dawiyê de, desthilatdariya Beşar El-Esed di 8ê kanûna 2024an de ket, dema ku hevalbendên xwe Rûsya û Îranê, parastina xwe ya di sala 2015an de, nikarîbûn ku di sala 2024an de, dubare bikin, ku wê demê ew xurt bûn û Washington û Tilebîbê jî nexwestin ku rejîma Sûriyayê were rûxandin, ku di wê demê de jî lawaz û jihevketî bû. Di sala 2024an de, Îran di du şerên li Xeza û Lubnanê, ku encama operasyona 7ê  cotmeha 2023yan bû, hatibû têkbirin. Rûsya jî ji ber şerê Ukranyayê, lawaz û westiya bû. Ji ber vê yekê jî, rejîma Sûriyayê bi awayekî hêsan di 11 rojan de, hate rûxandin û xuya kir ku ji konê pîrê qelstir e.  Ev rewşa wî heman ya sala 2015an bû, lê ji ber destwerdanên derve ku tê de hevalbend û dijmin beşdar bûn, nehate rûxandin. Lê êdî hevalbend û djimin di sala 2024an de cuda bûn, ku Washingtonê dît ku pêkan e debeyeke mezin bi rêya Şamê lio Rojhilata Navîn li Îranê bide û li devera tekane li ser ava germ a Moskoyê bide, wekî rêvekirin ji danûstandinên Trump ên bi rûsan re li bara Ukranyayê, dibe ku danûstandinên pêkan bi îraniyan re jî li bara lihevkirina nuklerî.