Sûriya piştî malbata El-Esed… Hevalbendî, proje û îslam

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Dema ku hukimê Beşar El-Esed ku pê re jî eksena Îranê ya herêmî mir, piraniya gelê Sûryayê bi girîngiya welatê xwe yên jepolîtîk hest kirin, lê ev yek bi têkçûna şaxên Tehranê li Xeza û Lubnanê, çênebû. Her wiha, rûxandina El-Esed, hişt ku Rûsya vegeriya pozîsyona hêza herêmî piştî ku bûbû rewşa pozîsyona hêzeke navdewletî, piştî destwerdana leşkerî di Sûriyayê di sala 2015an. Beriya sala 2015an jî, Rûsya ya ku ji Yekitiya Sovyetê derketibû sala 1991ê, dewleteke qels bû ku kêlekên wê nerm bûn li herêma  Kafkasyayê (Çeçenistan, Dagestan, Gurcistan) û li rojavayê wê (Ukranya, hersê komarên Baltîkê, Fînlanda).

Di vir de mirov dikare gotina Patrick Seale ya ku di pirtûka bi sernavê “Şerê li ser Sûriyayê” nivîsandiye, bi bîr bixin: “Ê ku Rojhilata Navîn bi rê ve dibe, divê kontrolê li Sûriyayê bike” (r.14, weşanên Enwar, Beyrût 1968). Bi rastî jî dîrok jî vê yekê dibêje, ku kontrolkirina Iskender El-Meqdonî li ser Sûriyayê, hişt ku Misir û Rûm jî bikeve, her wiha şerê El-Yermûk piştî wê şerê El-Qadisiyê çêbû û piştr re jî Misir têk çû û Welatê Farisan ket destê mislimanan. Piştre jî, şerê Merc Dabiq sala 1516an bû sedem ku Misir û Hîcaz sala din û piştre jî Iraq bikeve, destê Osmaniyan.

Her wiha, heta projeyên navdewletî-herêmî, yên wekî Peymana Bexdadê sala 1955an têk çûn, ji ber sedema ku Şam tev li wê nebû. Di heman demê de, projeya Cemal Ebdulnasir a erebî bi qutbûna Sûriyayê ji dewleta yekitiyê ya sala 1961î, lawaz bû. Eger ku em bi diqet bêjin ku Ebdulnasir kuşt Partiya El-Beis bû çaxa ku rikberiya wî kir ji sala 1963yan ve li ser serektiya şepêla erebî paşê tevgera erebî bû 2 parçe ku rikberiya hev dikin. Heger haşimî bihizirin ku ji Bexdadê vegerin Şamê 1921-1958 piştî Meyselûnê paşê Sedam Husên yê ku hewl da hukumê Hafiz El-Esed bi gelek cureya birûxîne ji wan piştgiriya îslamîstan di dema 1979-1982yan de, ji ber ku hakimê Bexdadê nas dike ku Iraq mîna şûşeyeke mezin e û devekî wê yê biçûk li ser deryayê heye, her wiha bendera Iraqê ne li Besrayê ye, lê belê li Laziqiyê ye. Têkçûna haşimiyan û Sedam di meseleya Sûriyayê de yek ji sedemên ketina wan bû.

Niha jî piştî 8ê kanûna 2024an a sûriyayî, em dikarin ku projeyên navdewletî-herêmî yên ku bimirin bînin ziman, ji wan jî projeya xeta tirênê ya ji Shanghaî heta Laziqaiyê ku welatiyekî fransî  Jacques Saade yê eslê xwe ji Laziqiyê û xwediyê şerîketa “CMI-CGM ” a sêyem mezintirîn şerîketa barkirin û veguhastinê konteynirê li cîhanê, pêşniyaz kir. Çaxa ku bi rêya serokê Fransayê Nicolas Sarkozy destûra cihê barkirin û valakirinê ji bendera Laziqiyê girt sala 2008an, bê gûman ew jî ji bo têkçûna projeya 2013an a Çînê ya bi navê “Kember û Rê”. Her wiha beriya du sala jî me dît ku bi nêzikbûna Çîn-Rûsya-Îranê çawa ku xeta tirênê di navbera Iraq û Îranê de û beriya wê jî di navbera Îran û Pakistanê û beriya wê jî di navbera Pakistan û Çînê, hate girêdan. Her wiha, li gel Îranê biryar bû ku El-Qaim û Dêr El-Zor bi sikeyê bigihêjin hev, bi alîkarî û erêkirin Bexdad û Şamê. Di heman demê de, em dikarin bînin ziman ku projeya gaza Îranê ya heta berava Sûriyayê bi rêya Iraqê ku sala çileya 2011an hate îmzekirin û biryar bû ku bi rêya deryayê derbasî Ewropayê jî bikin, mir.

Lê ji aliyekî din ve jî mirov dikare projeyên ku wê jinûve zindî bibin bînin ziman, ji wan jî projeya ku Beşar El-Esed sala 2009an red kiriye, ku veguhastina gazê bi rêya Siûdî-Urdun-Sûriya-Tirkiya û ji wir jî ber bi Ewropayê ve, red kir. Îhtîmala mezin jî ku wê gaza Siûdî jî tevlê bibe, ji ber ku li gorî hin axaftinan dê bihêlin ku Ewropa dest ji gaz û petrola rûsî berde. Dibe ku projeya ku karsazên Kiwêt û Kendavê li ser El-Esed pêşniyaz kir (ku guh nedayê) dema ku serdana Kiwêtê di hezîrana 2008an de kir ji bo ku rêyeke kamyon û xeta tirênê ji dewletên Encûmena Hevkariya Kendavê heta Hemîdiyê ya başûrê Tertûsê tevî xeteke petrol û gazê were avakirin, ku Kendav lêçûna avakirinê bigire ser xwe, di nav de jî avakirina Bendera Hemîdiyê. Bi vê yekê jî, dê xwe di ser tevgavên Hirmiz û Mendebê re biqevêze û bi seba buhayê aborî yê nizimtir ji veguhastinê ji ber bi bejahî leztir e ji deryayê bi rêya Kevdav, deryaya Ereban û deryaya Sor.

Her wiha em ê projeyên ku dikarin werin guhartin bînin ziman, ji wan jî rêya Hindistanê ya ku sala 2023yan hate pêşniyazkirin ji bo veguhastina xetên petrol, gaz û hîdrojenê ji Kendavê, tevî rê û xetên tirênê ji bo veguhastina kelûpelan ji Hindistan û Asyayê bi rêya peravên Osman an jî Îmaratê, an jî herdu bi hev re jî heta bendera Heyfa û ji wir jî bi rêya deryayê heta peravên Îtlayayê an jî Yûnanistanê heta Ewropa û berovajî wê. Bi vê yekê re jî, wê lêçûna aborî hindiktir be heger bejahiya sûriyayî bibe rê bo korîdorî bi tevhî heta Tirkiyayê û ji wir ber bi Ewropayê ve bi hevkariya Laziqiyê û Beyrûtê bi Heyfayê re, ev yek piştî tiştê ku bersê Beşar El-Esed û Hizbelahê hat pêkan e, heger Sûriya û Lubnan ber bi peymanên Aştiyê ve çûn, wekî çawa ku bi misriyan re çêbû bi rêya “Kamp David” û urdiniyan li Wadî El-Irbe. Pêkan e jî girêdayî projeya gaza îsraîlî  , ya ku veguhastina di bin deyaya Sor ber bi Ewropayê ve bi rêya Qubris û Yûnanistanê sala 2020î hat îmzekirin, paşê bi vekişandina kompaniyên amerîkayî hat alozkirin, ku rêya wê ya cografî hat guhartin û bû bi rêya Sûriya û Tirkiyayê, ji ber ku lêçûna wê kêmtir e ji hêla aborî ve û bêhtir ewle ye û pêkan e bi xeta gazê ya erebî bê girêdan ya ku ji El-Erîş ber bi Eqebayê ve diçe û di Tabayê re derbas dibe paçê diçe Sûriyayê heta Humisê û ji wir bi du xeta ber bi Telabulus û Banyasê, her wiha biryar hebû ku ber bi Tirkiyayê ve biçe û ji wir bigihêje Ewropayê, paçê ev yek berî hinekî ji Buhara Ereban hat rawestandin.

Lê hemû tiştên borî bi şertê avakirina NATOya Rojhilata Navîn ve girêdayî ye, ku beriya du salan Şahê Urdunê û serokê Îsraîlê jî behsa wê kir beriya çend mehan, ku ev NATO jî wê dewamkirina NATO ya herêmî be ku piştî serkeftina wê li dij Sovyet û Peymana Varşovayê di payîza 1989an, xwest ku ji çarçoveya Ewropayê derket, wekî ku serokwezîra Birîtanyayê  Margaret Thatcher di buhara 1990î de, anî ziman. Îhtîmala mezin jî ev hizir di Londan û Wahsington di sala 1955an hebû dema ku Peymana Bexdadê hate avakirin, lê çûyîna Şamê dûrî serokwezîrê iraqî û tirkî Nûrî Seîd û Ednan Mindirês û nêzîkbûna wê ji serokê mesirî Cemal Ebdulnasir û pê re sekerterê yekem ê Partiya Komunîst a sovyetî Nîkya Xiroçov, ev yek têk bir. Îroj, Sûriya ket feleka amerîkayî dûrî Xamineî û Putin, vê yekê ew pir qels kirin, ev yek jî dibe ku rê li ber avakirina NATOyeke Rojhilata Navîn veke, lê serokatiya wê dê ne li Enqerayê be, lê belê li Riya û Tilebîbê be. Lê Sûriyaya îslamî ji hêla Amerîka, Îsraîl û Siûdiyê ve neyê erêkirin.