Nimûneya “Dewleta dijber” rêya rûxandinê ye ji civakeke jihevketî re

Nivîska: Hisên Cimo

 

 Metirsiyên raspêriya tirkî li ser nasnameya dewleta Sûriyayê

Made bi zimanê erebî jî heye  العربية

Pêvajoya seqemgîriyê li Sûriyayê li pêşberî astengiyan e ku du hêz rasta hev in û dijberî hev in. ji hêlekê ve, hewldan heye rêveberiya veguhastinê bi rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam pê piştgirîkirin, di heman demê de hêla din dixwaze Heyetê tev li şerên nû bike ku ev yek jî ne di xizmeta hêla din de ye. Ev nakokî bi awayekî beloq di siyasetên Tirkiyayê de yên ragihandî û neragihandî de xuya dike, ku di hin rewşan de belê dibe çaxa ku fişarê li Heyet Tehrîr El-Şam dike bi eniyeke şer li dij Hêzên Sûriyaya Demokratî veke. Heta gihaye asta ku wezîrê derve yê dewleteke cîran navê wê li ser wê ferz dike û dibêje bijarde ji bilî wê tuneye, ango Komara Erebî ya Sûriyayê. Wezîr got ku dê navê dewletê bimîna Komara Erebî ya Sûriyayê.

Biryara vê yekê ji aliyekî ve hat dayî ku gufûgo tê de nabe, ev yek peywireke nû ji dewleta Tirkiyayê re çêdike, ew jî pasvana nimûneya dewleta neteweyî ya aloz e û garantiya hebûna wê dike. Wekî ku nayê qebûlkirin ku dewletek ne aloz ji hêla neteweyê ve û ne neteweperes li dij beşekî ji gelê xwe, ava bibe. Hafiz El-Esed ev yek ceriband bo rewabûna beşî bi dest bixe ji pêkanîna neteweparesitiyê li dij pirrengiyê,li dij kurdan û heta li dij elewiyan jî yên ku El-Esed bi navê wan hukum kir li beranber “nehebûna” wan ragihîne.

Divê -li gorî nêrîna cîranê- dewleta neteweyî “neteweyî” be ne “dewleta pirneteweyan” be. Sûriya erebî be li dij kurdan, ne ku dewleteke yekbûyî ya pirreng ava bike û rastiya Sûriyayê xuya bike. Ji ber wê, razgarkirina Sûriyayê ji pêvajoya rûxandina nû li ser redkirina raspêriya tirkî meye û dê berxwedana Rêveberiya Xweser bersiva tekane be ji vê dijberiya hundirîn neçar re ya ku komikên çekdar ên sûriyayî di civakeke jihevketî de pê radibin û dê ji bilî erebiya çavvekirî û pêşketî tu tişt wê rizgar neke.

Ji ber wê tê tercîhkirin ku dê Rêveberiya Xweser li rojhilatê Firatê bimîne û bihaneyên wê yên xweragirtinê xurttir in ji sedemên tevlîbûnê, ji ber ku heta niha “dewleta dijber” tişta tekane ye li pêşberî wan, her wiha hewildanên ferzkirina neteweperestiyê li ser dewleta Sûriyayê tê kirin wekî ku Enqera bi komikên girêdayî xwe re pêk tîne di şerê li dij kurdan de li Efrîn û rojhilatê Firatê.

Di vê çarçoveyê de akademîsyenê di Peymangeha Almanî ya Karûbarên Navdewletî û Ewlehî, Volker Perthes, di kovara Foreign Affairsê ya amerîkayî de hevrûkirineke dirêj belav kir, bi sernavekî balkêş ku bangkirin tê de hebû: “Rê nedin cografiya siyasî ku pêvajoya veguhastinê li Sûriyayê xirab bike.” Û sernavekî beşî: “Pêwîst e aliyên bandorker ên derve pêwîstiyên welat di ser berjewendiyên xwe yên teng re bigirin.”

Civaknasê siyasî yê alman dibîne ku pêwîst e aliyên navdewletî yên yekser destwerdanê di Sûriyayê de dikin pêwîst e xwe ragirin. Wekî mînak, Tirkiya ya herî qezenc dîtiye ji guhartina li Sûriyayê, lê hin kiryarên wê metirsiyê li ser veguhastina siyasî çêdikin. Enqera hewl dide du armancên nakok li Sûriyayê pêk bîne: Ew cîraneke seqemgîr dixwaze, ku piraniya koçberên sûriyayî yên ku hejmara wan bêhtirî 3 milyonan e, vegerin welatê xwe, lê ew hewl dide şerê xwe yê li dij Partiya Karkerên Kurdistanê berfireh bike li ser axa Sûriyayê, bi rêya şerê bi wekaletê, li dij Hêzên Sûriyaya Demokratîk. Pêwîst e Amerîka û Ewropa diyalogeke yekser bi Enqerayê re bikin, endama NATOyê, li bara berjewendiyên Tirkiyayê û metirsiyên wê yên girêdayî Sûriyayê û jê re zelal bikin ku pêkanîna veguhastineke seqemgîr pêwîst e kurdên sûriyayî, di nav de komên ku beşekî mezin ji bakurrojhilatê Sûriyayê di deh salên borî de bi rê ve birin, roleke wan di hikûmeta Sûriyayê de hebe.

Piştgiriya veguhastinê tê wateya rêzgirtina li serokatiya Sûriyayê jî. Di şerê li dij DAIŞê de, wekî mînak, Amerîka û Koalîsyona Navdewletî ya li dij DAIŞê xwe spartin Hêzên Sûriyaya Demokratîk wekî hevkarê sereke ji wan re li ser xaka Sûriyayê. Pêwîst e koalîsyon, li gor Volker, bang li Sûriyayê bike (ango Heyet Tehrîr El-Şam) ku tev li vê komê bibe, ev yek jî dê serokatiya Sûriyayê û berpirsyariya hikûmetê rewa bike di alîkariya bi wan re di şerê li dij bermayiyên DAIŞê de.

Nêrîna li Heyet Tehrîr El-Şam wekî “wekîla Tirkiyayê” li Sûriyayê dê şaştiyeke rêbazî be. Kesê ku pêkhatina leşkerî li Sûriyayê nas bike dê nas bike ku Heyet Tehrîr El-Şam ne a ku herî nêzî Tirkiyayê ye, hin wekîl hene dilsoz in, şer dikin û dimirin bo pêkanîna xwestekê Tirkiyayê, ku heger Enqera xwest piştgiriya “Sûriyayê” bike dê neçar be dest ji wan berde. Dê Tirkiya hewl bide ku komikên bo ewlehiya wê ya neteweyî kar dikin, çekê deynin û tev li artêşa Sûriyayê bibin bo lihevkirineke aştiyane di navbera Şam û Qamişloyê de çêbibe. Di rastiyê de, Heyet Tehrîr El-Şam ku ew desthilata de facto ye, hin nermbûnê dide xuyakirin bo avakirina Sûriyayê û civaka wê, li gor çavdêrên rojavayî. Lê ew li pêşberî du xetên dijber e ku li dij hev kar dikin, mîna siyaseta Tirkiyayê li Sûriyayê.

Volker Perthes dibêje: “Heger hikûmetên biyan û desteyên navdewletî giraniyê bidin berjewendiyên xwe yên teng û mercên zehmet ferz bike bo alîkariyan, tekez dê pêvajoya veguhastinê li Sûriyayê asteng bibe. Pêwîst e berdêla wê yekê, piştgiriya Sûriyayê bikin di hewldanên wê yên avakirina aboriya xwe de û pêkanîna aştiya navxweyî.”

Bi her halî, dibe ku hêza cîhanî destpêkên nû li Sûriyayê bi berjewendiyên xwe keysbazbikin. Lê dehfdana hikûmeta demkî bi ser kêferatên herêmî de yan jî navdewletî de dibe ku pêvajoya veguhastinê têk bibe, her wiha Volker Perthes dibîne ku cografiya siyasî ne pêşekî ye di dema niha de li gor serekên Sûriyayê yên nû.

Wekî mînak, endamên hikûmeta demkî, tevî piştîneya wan a îslamî, tu xîtabeke dijberî Îsraîlê nedan. Her wiha hikûmeta veguhastinê biryar da ku bi hestyarî nêzî Rûsyayê bibin, piştgira sereke ji rêjîma borî re. Hakimên nû yên Sûriyayê têkiliyên dîplomasî bi Ukranyayê re vegerandin, ne tenê wiha, lê belê li bara “hevkariya stratejî” di navbera herdu welatan de axivîn. Lê Sûriya naxwaze bikeve nava rikberiyeke jeosiyasî. Tekez e ku serekên wê pêwîstiya wan bi dijberiya Rûsyayê tuneye, anjî Mosko piştgiriya bermahiyên rêjîma kevn bike. Hikûmeta nû armanc dike ku Rûsyayê dûrî karûbarên hundirîn ên Sûriyayê bike bêyî ku deriyên xwe bigire. Her wiha dibe ku hewl bide hevaltiya wê bi dest bixe ji ber ku Sûriya dê nikaribe çekên xwe yên niha biguhere, bi kêmanî di demeke nêz de, ku tev de rûsî ne, yan jî dest ji pisporiya girêdayî zemîna sivîl a ku Rûsyayê ava kir berdin, di nav de jî stasyonên enerjiyê û kelûpelên leşkerî.