Sûriya di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de

Nivîskar: Dr. Tariq Hemo

Balafirên şer yên dewleta Îsraîlê êrîşên berfireh li dijî Sûriyayê pêk anîn. Li gorî agahiyan di van êrîşan de herî kêm 13 kes mirin. Êrîş li dijî Navenda Lêkolînên Zanistî ya li Şamê, balafirgehên Hema û T4 pêk hatin. Li gorî berpirsên dewleta Îsraîlê ev êrîş bi armanca rêlibergirtina “peydakirina rewşek nû ya ku dê ewlekariya Îsraîlê bixe metirsiyêde” tên pêkanîn. Hate gotin ku “Şiyanên leşkerî yên Sûriyayê li Hemayê û Balafirgeha Hewayî ya T4ê ya li parêzgeha Humsê digel paşmayiyên şiyanên leşkerî yên Sûriyayê li Şamê armanc hatine girtin”. Herwiha hat tekezkirin ku Îsraîl dê rê nede peydabûna hêzeke leşkerî ya Şamê, ku rojekê karibe li dijî dewleta cihûyan mîna metirsî û gefekê were dîtin.

Tiştê li pişt vê êrîşê veşartî ye ew e, ku Îsraîl nameyek ji bo dewleta tirk hinartî ye. Name dibêje ku qet nabe Enqere bi şêweyekî leşkerî destê xwe dirêjî nava karûbarê Sûriyayê bike. Dê Îsraîl destûrê nede ku Tirkiya bargehên leşkerî li herêmên navendî yên Sûriyayê ava bike û hêza leşkerî ya Şamê xurt bike û bîne ser piyan. Beriya çend rojan balafirên şer yên Îsraîlê li baregeha leşkerî li Palmêrayê xist. Ev nuqteya li navenda Sûriyayê bi qasî 400 km dûrî sînorê Îsraîlê ye. li gorî agahiyan, li wê herêma çolê, dewleta tirk dest bi amadekariyên avakirina bargeh û balafirgehek leşkerî kiribû. Ji bo rê li ber avakirina Enqere ya vê bargehê bigre, artêşa Îsraîlê êrîş pê anî û bi vê yekê re hişiyariyek tund da dewleta tirk.

Jixwe dema ku HTŞ nêzîkî Şamê bû û eşkere bû, ku rejîma Esed têk diçe û dê HTŞ desthilatdariya Sûriyayê bigre dest xwe, dewleta Îsraîlê  bi qasî 400 êrîşên hewayî li dijî artêşa vî welatî pêk anî. Di van êrîşan de bi qasî 80%  heta  90% ji artêşa Sûriyayê hate rûxandin. Herwiha Îsraîlê peymana agirbestê ya di sala 1974an de li gel rejîma Şamê ve hatibû îmzekirin, fisix kir û çiyayê Hermon, beşê mayî yê ji herêma Colanê dagir kir. Herwiha derbasî bejahiya parêzgehên Qunêtra û Derayê bû. Wekî din hişiyarî da desthilatdariya HTŞ ku qet nabe ev rêxistin hêzên xwe yên leşkerî bîne li 3 parêzgehên başûrê Sûriyayê  (Qunêtra, Siwêda û Derayê) bi cih bike. Îsraîlê  got ewê hemû hêzên leşkerî yên HTŞ bike armanca êrîşên xwe, eger hat û ev hêz derbasî van her 3 parêzgehan bû.

Wekî din Îsraîlê destek da pêkhateya Dirûziyan û diyar kir ku ewê vê pêkhateya ku li Swêdayê dijî biparêze  û qet destûrê nede HTŞ ku ew êrîşê bibe ser wê. Herwiha  Îsraîlê  doza xweseriyekê ji bo Dirûziyan li Swêdayê kir. Jixwe di vê dema dawî de li jêr çavdêrî û alîkariya Til Ebîbê, têkliyên di navbera Durziyên Sûriyaye (nêzîkî 1 milyon) û Duruziyên Îsraîlê (150 hezar) gelekî xweş bûne. Îsraîlê  xwe mîna parêzvana Duruziyên Sûriyeyê dibîne û eşkere dibêje ew amade ye bi şêweyekî eskerî mudaxele bike, eger ewlekariya pêkhateya Duruzî bikeve metirsiyê de.

Li gorî stratîjiya Îsraîlê divê Sûriyayê bibe welatekî federal  û her beşek karibe xwe birêve bibe. Îsraîlê  dewletek navendî ya xurt li jêr desthilatdariya HTŞ ya hevalbenda Tirkiyê, red dike. Xwendina Îsraîlê dibêje ku HTŞ û cîhadistên wê yên ku ji aliyê dewleta tirk ve tên destekkirin û xurtkirin, divê tevahiya Sûriyayê negrin destê xwe û nikaribin dewletek navendî ya xurt ava bikin. Ev dewleta navendî ya li jêr desthilatdariya rêxistinek cîhadîst mîna HTŞ dikare bi alîkariya Tirkiya bibe xwedî hêzek leşkerî ya xurt û bibandor, ku ewlekariya Îsraîlê bixe metrsiyek mezin. Eger Sûriyayê bibe welatekî federal û her beşek karûbarê xwe bi îradeya xwe ya azad birêve bibe, dê navend qels bibe. Dê HTŞ nikaribe artêşek navendî ya profesyonal ava bike û dê dewleta tirk cihekî beriz negire. Ji ber hindê divê Sûriyayê welatekî fedral li gorî nasnameyên netewî û mezhebî dabeşkirî be. Divê herêmên kurdan, elewiyan û Duruziyan hebe.

Dewleta Îsraîlê qet destûrê nade Tirkiya ku ew li Sûriyaye cihê Îranê bigre. Piştî êrîşên Hemasê yên 7 cotmeha 2023an li dijî Îsraîlê, rewşa herêmê hate guhertin. Îsraîlê derbeyên mezin li Îranê da. Hemû hêzên girêdayî wê têk bir. Bi rûxandina rejîma Esed li Şamê, Îran neçarî derketina ji Sûriyayê bû. Li gorî Îsraîlê divê ev destkeftî têk neçe. Divê dewleta tirk cihê Îranê negire û Sûriyayê wek welatekî navendî li jêr hêzêk cîhadî ranebe ser piyan. Jixwe Îsraîlê  nema mîna berê wek dostekî li dewleta tirk dinêre. Ew dewleta tirk wek xwedî projeyek hegemon ya ku dixwaze tevahiya herêmê bigre dest xwe, dibîne. Li gorî Îsraîlê divê dewleta tirk cihê Îranê negire û leşerkî nêzîkî sînorên wê nebe.

Mirov dikare li vir behsa 2 projeyan bike. Projeyê dewleta tirk yê Sûriyayeke navendî girêdayî hêzekê li jêr desthilatdariya wê li dijî projeya Îsraîlê ya ku Sûriyayeke fedral ya ku aşîtiyê li gel wê dixwaze yê. Îsraîlê  ya ku Îran û hevalbendên wê li Şamê, Lubnan, Filistîn û Yemenê bi rêya bikaranîna hêzê têk bir, amade ye li dijî Tirkiyê jî bikeve nava şerekî da ku rê li ber hebûnek wê ya mîna Îranê li Sûriyayê bigre. Jixwe dibe ku şerek nebe, lê li şûna şer û pevçûnan lihevkirinek li ser bingeha dabeşkirina Sûriyayê hebê. Bi gotinek din, dê Îsraîlê  qebûl bike ku dewleta tirk herêmên bakurê Sûriyeyê mîna Heleb û Idlib bigre dest û herêmên navend û başûrê Sûriyaye bi destê Îsraîlê ve berde. Eger ev lihevkirin bi alîkariya DYA pêk were, dê Sûriyayê bi giştî dabeş bibe, an jî bi formek fedral bi gewde bibe.

Welatên ereb heta niha bê însiyatîf in. Ew nikarin rolek beriz li Sûriyayê bilîzin. Wiha xuyaye ku tu projeyek yekgirtî ya ereban nîne. Rast e ew ji têkçûna Îranê ya li Sûriyayê kêfxweş in, lê divê bizanibin ku hebûnek dewleta tirk û cihgirtina Enqere ya şûna Tehranê li Sûryeyê dê zirarê bide wan jî. Ji ber hindê divê ew siyaseta dewleta tirk red bikin û karibin hemû hêzên vî welatî bînin ser maseya diyalogê. Hebûna Sûriyayê mîna welatekî fedral û nenavendî dê vî welatî ji parçekirinê biparêze, helwesta ereban xurt bike. Dewleta tirk bêbandor bihêle û rê li ber êrîş û dagîrkeriya dewleta Îsraîlê bigire. Wek hevkar bi welatên ereb re, herêma Bakur-Rojhiltê Sûriyayê dikare rolek kilît bilîze.