HTŞê Sûriyek yekreng û bê kurdan dixwaze!

Nivîskar: Dr.Tariq Hemo

Heyet Tehrîr El- Şam (HTŞ) biryara avakirina komîteya amadekar a “Kongreya Dîyaloga Nîştimanî” da. Ev komîte ji 7 kesan pê tê. Berpirsê wê jî kesekî bi navê Hesen Dexêm e. Wek piraniya kesên li derdora HTŞ, ew bi dijayetiya kurdan tê naskirin. Ji bo kurdan, ew mirovekî xwedî helwesteke nijadperest û şofen e. Komîte ji bilî Dexêm ji 6 kesên din jî pêk tê, ji wan 4 mêr, ku nêzî HTŞ û islamîst in. Jinek jî nêzî rêxsitina Birayên Misliman û jinek din jî xiristiyan e. Xuyaye ew jina xiristiyan ji bo razîkirina hêzên derve peywerdar kirin. Bi gotinek din, ew wek mekyajekê, ku divê rûyê vê komîteya yekalî xweşik bike, anîne pêşiya alavên ragihandinê û didin axaftin.

Kesekî kurd di nava vê komîteyê de nîne. Her wiha, kesekî ku Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê an jî Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) temsîl bike, ew jî nîne. Li dijî HSD, Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê û MSD helwestên dijminane ji aliyê endamên vê komîteyê tên aşkerekirin. Helwestên nijadperest û şofen diyar dibin. Endamên vê komîteyê helwesta dewleta tirk esas digrin û peyvên ji ferhenga siyaset û medyaya tirk ya li dijî kurdan, Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê, HSD û MSD bikar tînin û dubar dikin. Ew Kurdan wek îrade nabînin û Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê, HSD û MSD qebû nakin. Ew hewl didin kurdan ji hev bixin û ji hev belav bikin. Ew dibêjin em ê kesan hilbijêrn û wan wek nûnerên pêkhateyan bidin pêş. Wiha xuya dike, ku ewên kurdên xwe çêbikin. Li gor wan ” kurdên baş“ yên bê îrade û hebûn. Bi gotinek din “kurdên“ ku dewleta tirk ji wan razî ye. Lê ew kurdên xwedî îrade û hebûn, dê ji derve bêtin hîştin û dijmantiya wan bête kirin. Helwesta vê komîteyê helwestek dijatiya nasname û hebûna kurdan e. Helwestek koktêl ji siyaseta inkarê ya dewleta tirk û siyaseta şofen û qirkirinê ya rejîma Bahsa Iraqê/Sedam Husên e.

HTŞê dixwaze kurdên li heremên Sûriyê yên hundirîn jî yên bi sedên salan ve dijîn, zimanê xwe jibîrkirine û di encama siyaseta erebkirinê ya partiya Baasê de, hatine erebîzekirin û gelek ji wan xwe tenê mîna ” esilkurd“ dinasin, bide pêş û wan wek ” nûnerê gelê kurd li Sûriyê nîşan bide” . Ji ber hindê ew her car besha van kurdên ku nasnameyên ” niştimanî” û ” olî” din didin pêşiya nasnameya xwe ya netewî, dike. HTŞê kurdan wek gelekî xwedî ziman û nasname qebûl nake. Ew kurdan wek ” kutle” û xwedî heremên erdîngarî yên sînornîşankirî qebûl nake. Ew kurdên asîmlekirî, wekî alternatîf dide pêş. Ew dixwaze van kurdan asîmlekirî li dijî kurdên xwedî ziman û nasnameya kurdî, yên li Rojava dijîn, bide bikaranîn. Li dij vê helwestê, divê partiyên siyasî yên kurd û Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê xwesteka hînkirina van kurdan ya zimanê kurdî û çanda neteweyî, wek şeretekî bidin pêşiya HTŞ û her hikûmeta ku dê li Sûriyê rêveberiyê bike. Divê kurdên ku bi milyonan li Şam, Heleb, Idlib, Laziqiya û Hemayê dijîn, ziman û çanda xwe ya netewî û kurdewarî hîn bibin. Divê dibistan û zanîngehên bi kurdî hîndekariyê dikin li heremên wan bêtin avakirin û vekirin. Divê têkiliyên van kurdan bi gelê kurd û tevahiya Kurdistanê re geş û xurt bibin.

Ne tenê kurd, Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê, HSD û MSD tên bidûrxsitin, lê herwiha hemû pêkhateyên Sûriyê tên piştguhkirin. Ev komte bi taybetî û HTŞ bi giştî li dijî hebûnek siyasî ya pêkhateyên Sûriyayê ye. Ew li dijî kurdan, elewî, durzî û xirstiyan ye. HTŞê wiha bawer dike ku ew bi rêya hêzê hatiye ser textê Sûriyê, ji ber hindê mafên wê heye ku ew vî welatî li gorî nêrîn û îdeolojiya xwe bi rê ve bibe. HTŞ welatekî navendî dixwaze. Welatekî yek reng û yek nasname dixwaze. Niha li her deverê xwe bi cih dike û hewl dide pêkhateya sunî bigire dest. Ew plan dike, pêkhateya sunî bîne aliyê xwe, radîkalîze bike û ji bo hebûnek mayînde ya li ser desthilatdariya Şamê, ji xwe re bike bingehek gelêrî. Li dij hewledanên hêzên demokrat, layik yên di nava suniyan de, bi dijwarî tev digere. Ew tenê suniyan yekreng dixwaze. Hewl dide ji pêkhateya suniyên Sûriyê gelekî girêdayî xwe û artêşek taybet ava bike. Eger ev armanca HTŞ pêk were , ewê vê pêkhateyê li hemberî hemû beşên din ên gelên Sûriyê bikar bîne. Wek çawa ku tevgera Talîbanê pêkhateya Beşton ji xwe re kir bingeh û leşker, ku bi rêya wê desthilatdarî li Kabûlê wergirt, dê HTŞ jî bi heman şêweyê pêkhateya sunî ya Sûriyê bigire dest û ji bo wergirtin desthilatdariyê û mayinek dûm û dirêj li ser textê Şamê, bikar bîne.

Niha komîteya amadekar a ” Kongreya Dîyaloga Nîştimanî” dê li gorî vê plana HTŞê ya cihbicihkirina desthildariyê bi rêya bikaranîna pêkhateya sunî, tevbigere. Di heman demê de, dê hewl bide pêkhateyên din ên Sûriyê ji hev belav bike û bi rêya hin kesayetiyên marjînal û xwefiroş îdîaya nûnertiya wan bike. Li jêr navê ” hemwelatiyê” dê HTŞ hewl bide pêkhateyan ji hev bixe, wan bê îradeyek siyasî bike û forma nenavendî an jî avakirina xweseriyan, vala derbixe û beravêtî bike. Di heman demê de dê HTŞ artêşa xwe ava bike û hemû saziyên dewletê bigire dest xwe. Ew ê wek rêxistin hewl bide dewletê daqurtîne. Dewletê bike beşek ji rêxsitina HTŞ.

Li gorî HTŞê, Sûriyê dê tenê ji yek pêkhateyê pêk were (ew jî dê HTŞ nûnertiya wê bike). Forma xweseriyê an jî sîstemek nenavendî dê nebe. Dê dewletek navnedî ya yekgirtî hebe (dewleta HTŞ)!. HTŞ dê Sûriyê be û Sûriyê dê HTŞ be. Her hêzek din, ku vê yekê qebûl neke, dê şerê wê bi navê ” parastina yekîtiya Sûriyê” were kirin.

Heyet Tehrîr El- Şam (HTŞ) û Ehmed El-Şeri (Ebû Mihemed El-Colanî) bawer dikin ku ew wek desthilatdarên Sûriyê hatine naskirin û dê yekîtiya ereban û civaka navnetewî hebûnek wan ya dayîm qebûl bikin. Ew niha sûdê ji têkiliyên xwe yên navnetewî werdigrin. HTŞ wek rêxistinek xwedî dîrokek bixwîn û beşek ji El-Qaîdayê, hewl dide bi rolek xizmetê rabe. Ew ji civaka navnetewî re dibêje em li dijî DAISê ne û me xwe guhertî ye. Ew ji bo razîkirina welatên ereb, DYA û Isaîlê li dijî Îran û Hizbulahê tevdigere. Ew ji bo razîkirina dewleta tirk li dijî kurdan, Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê û HSD helwestên dijminane nîşan dide. Li hemberî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li dijî Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê dengê xwe nake. Ew bawer dike, ku bi rêya vê xizmetê dê lempa kesek ji hêzên navnetewî bigire û karibe li ser desthilatdariya Şamê bimîne û Sûriyê li gorî xwe dîzayn bike.

Rastiya HTŞ diyar dibe. Ew niha di qonaxa hêzdarkirinê de ye. Hewl dide demê bi dest bixe û xwe bi cih bike. Ew niha artêşekê ava dike. Bi rêya xizmetê û têkiliyên navnetewî dixwaze aboriya xwe xurt bike û Sûriyê bi alîkariya welatên ereb û rojava, ji nû ve bide avakirin. HTŞ li pêşiya xwe tenê kurdan û HSD hêz û “asteng“ dibîne. Ji ber hindê ewê di demên pêş de li dijî kurdan û HSD dest bi şerekî giştî yê di hemû warî û alî de bike. Ew niha pêşiya vî şerî vedike û raya giştî ya Sûriyê jê re amede dike. Ew dixwaze vî şerê ku di rastiya xwe de ji bo desthilatdariyê ye, bike şerekî ji bo “parastina yekîtiya axa Sûriyê“. Niha HTŞ hewl dide dewleta tirk û welatên ereb jî bixe nava vî şerî û alîkariyê ji wan bistîne. Ji ber hindê divê kurd, Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê, MSD û HSD konsepta xwe ya ji bo qonaxa nû diyar bikin. Divê yekîtiyek di nava pêkhateyên Sûriyê û hêzên demokrat û layik de pêk were. Divê DYA û EU ji rastiya siyaseta HTŞ agahdar bibin. Divê welatên ereb jî zanibin ku HTŞ dikare ji jêr kontrola wan derkeve û bibe hêvî û alîkar ji bo tevger û rêxsitinên islama siyasî û cîhadî yên ku rejîmên ereb wek “xayin“ û “kafir“ dibînin û hewl didin li şûna wan rêjîmek mîna ya HTŞ li Şamê ava bikin. Hebûna HTŞ li Sûriyê, dê ne tenê pêkhateyên vî welatî bipelçiqîne, lê herwiha dê ewlekariya herêmê bi tevahî bixe metirisiyek mezin. Dê moralê bide hemû hêzêm cîhada global û hêviya “wergirtina desthilatdariyê bi rêya bikaranîna dijwariyê û çekan“ xurtir bike.

Divê were zanîn ku HTŞ niha li ser pêkhateya ereb ya li Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê lîstokan dike û planan datîne. Ew hewl dide vê pêkhateyê li dijî  projeya Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê û kurdan sor bike , ciwanên ereb ji HSD qut bike û wê ji hev bixe. Divê ev plan vala bête derxistin. Divê pêkhateya ereb ya ku heta niha bi hezaran şehîd ji bo parastina herêma xwe daye, van lîstok û planan qebûl neke. Divê pêkhateya ereb armanca HTŞ û rastiya wê nas bike û qebûl neke, ku cîhadîstên biyanî yên ku HTŞ ew wek “serkêş“ dane peywerdarkirin, werin serweriyê bi navê “hemwelatiya Sûriyê“ li pêkhateya ereb ya li Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê bikin. Divê rol û hizûra siyasetmedar û rewşenbîrên ji pêkhateya ereb ya li Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê di demên pêş de beriztir bibe û ji bo HTŞ bibe bersiveke  redkirinê ya xurt û diyarker. Herwiha, divê medya kurd û ya Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê hemû binpêkirinên ku HTŞ û cîhadîstên wê li dij welatiyan dikin, eşkere bikin. Hemû kiryarên kuştin, koçberkirin û astengkirina azadiya derbirînê ya welatiyan, divê ji bo raya giştî ya Sûriyê bêtin ravekirin. Divê rewşa aborî û siyasî ya xerab ya welatiyên surî yên li jêr desthilatdariya HTŞ dijîn, bête vegotin.

Kurd, Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê, MSD û HSD hêviya gelên/pêkhateyên Sûriyê ne. Ew ji bo hebûn û mafên pêkhateyan hêza misogeriyê ne. Ew hêviya welatekî xweser û nenavendî ne. Ji ber vê yekê divê têkiliyên kurdan, Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê, MSD û HEDê bi hemû pêkhateyan Sûriyê re xurt bibin. Divê eniyek demokrat ya li dij projeya diktatoriyane ya HTŞ were avakirin. Divê HTŞ bi rihetî xwe li Şam û Sûriyê bi cih neke. Divê bizanibe ku dê rastî hêzek dijber ya xurt were, ku dikare wê neçarî çareserkirinê û qebûlkirina îradeya pêkhateyan ya siyasî bike. Divê HTŞ tenê wek rêxsitinek çekdar, ne wek hikûmet û dewlet, were binavkirin. Cihên li jêr kontrola HTŞ, divê ne wek dewlet, lê wek “heremên li jêr desthilatdariya HTŞ“ werin bilêvkirin. Divê hemû kes bizanibe ku HTŞ hêzek ji El-Qaîdeyê bû, bi rêya çekan ne bi hilbijartinê hatiye ser desthilatdariya Sûriyê. Sûriyê jî wek welatekî pirreng ji HTŞ û desthilatdariya wê mezintir e.