Romanivîsê ku hatiye kuştin Sebahedîn Elî û destana reva ji komarê

Nivîskar: Hisên Cimo

 Ji çîroka “Deng”ê yekemîn cara derketina strana “Leylim Leyî” sala 1941ê

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Navê Sebahedîn di hin belgeyên ku min li ser Îsmet Înonu xwendibû derbas dibû, lewra ez li peyî navê wî ketim. Navê wî hişt ku ez bifikirim ew ji malbatên xiristiyan ên bulgarî ne ku “baca xwînê” ji bo artêşa inkîşarî ya osmanî dane! Sebahedîn Elî ne xiristiyan bû, lê belê tirkekî misliman bû, di sala 1907an de li Bulgaristanê ji dayîk bû û malbata wî sala 1921ê koçî Stenbolê kir, piştî ku şerê Yûnanistan-osmaniyan malên wan wêran kirin û ew bûne koçber.

Çi di navbera wî û Îsmet de çêbû? Çawa ev romannivîs hate kuştin, ku piştî sala 2000î bi romanekê zêdetir bi navûdeng bû, ne ku romana herî baş ku nivîsandî bû, lê belê ji ber ku nifşekî nû di gotinên wî de dengvedana hestên wî dîtin ku nikarîbû şirove bike! Navê romanê jî wiha ye “Madona xwediya çakêtê pirç”.

Min jînenîgriya wî ya bi awayên cuda xwend, her wiha min arşîvên çend rojnameyên tirkî roja ku hatiye kuştin şopand û di heman demê de jî, tiştên ku roja din  di buhara 1948an de li ser hate belavkirin, min xwend. Hate bîra min ku ev nav li ser refên pirtûkxaneya min ne xerîb e. Min du berhemên çîrokên wî dîtin, min li pey hev xwendin. Çîroka “Deng” suprîz e,  ku ew jî yek ji sernavên berhemên wî ku wergerî erebî bûne (Weşanxaneya Mozayîk)  û ji vê çîrokê, cara yekem strana “Leylim leyî” sala 1941ê derket.

Çîroka vê stranê ji rawasteha basên gundan dest pê bû, ku rêwî bi saetên dirêj li bendê diman, nivîskarê çîrokê dengê sazeke xweş û dengekî zelal dike ku bala mirpv dikşîne. Romannivîs biryarê dide ku alîkariya vî xortê ku ji Sêwasê hatiye bike, navê wî Elî ye, “Elî Sêwaslî”, da ku behreya xwe li paytextê pêşkêş bike, ji ber wê wî digihîne sazkarên pêşbirkên hunerî.

Lê bajar pêwaziya wî nekir.

Ev ciwanê gundî (ku li rawesteha basan bi awayekî xelekî xweş li sazê dida) hewl dida bigihêje serkeftinê, lê di ezmûnên destpêkê de bi bin ket, piştî heqaret û cudekariya çînî li dij wî hate meşandin. Komîte heta beriya ku dengê saza wî bibihîze, girîngiyê dide ciwanê tirk ê kej û lê xuya dike ku ew kurê dewlemendan e û Elî Sêwasî tê paşguhkirin. Di encamê de, Elî bi heqaretê û şermeke bi jan hest dike, ji ber ku kesên ku bi karîna wî bawer dikirin û pêşbînkirin ku dê komîteyên matmayî bihêle, ferdîkar derxisitn.

Xewnên Elî normal bûn: Ku li sazê bide û stranan bêje. Wî ev yek xeyal nedikir, heta ku hevalekî xwe yê nû li cihê basên rêwîtiyê nedidît. Di rastiyê de jî, Elî li Anadolya û li ser rêyên gundan afirîner bû, lê di bajar de behreya xwe winda kir, ango xiyanet lê kir.

Xeyala wî di kêliyekê de, têk çû, ne tenê redkirin bû, lê belê heqaretek bû li dij wî. Biryar da ku vegere gundê xwe, lê pereyên bi wî re têrê nedikirin. Ji ber vê yekê jî, tekane tiştê ku wate dida jiyana wî ew jî saz bû, firot.

Sebahedîn Elî gotinên stranê di çîroka xwe ya sala 1941ê de nivîsand û rojnameyeke heftane de belav kir, piştre ew di pirtûkekê bi navê “Deng” kom kir. Zulfu Liwanlî di salên 60î de wekî straneke têkoşînê got. Piştre jî Îbrahîm Tatlîs di salên 70yî de wekî straneke ji bo ciwanan got, di encamê de ji naveroka xwe dûr ket. Wekî tecrubeyeke di felsefeya “postsructuralism”ê di wêjeyê de ye.

Elî Sêwasî ne tenê kesayeteke xeyalî bû, lê belê sembola her cotkarekî bû ku rejîma nû ew avêtin, sembolek ji bo her kesê xwedî behre bû ku cudekariya bajaran li dij gundan ew têk bir, giyanek bû hate redkirin ji ber ku ne ji elîtan bû.

Êdî “Elî Sêwasî” bû sembola civakî ya Anadolyayê ku Sebahedîn Elî bingehê wê danî, her wiha ew nûnertiya hemû rojhilatê Osmanî/Kurdistan û Anadolyayê li beramberî diyardeya “pêşketina bajaran” û “paşdeyîna gundan” dike, ku heta dawiya salên 70yî jî bûbû beşek ji siyasetê. Ev kesayet, gewdekirina şoka civakê bû ya bi komarê û meyla wê ya nirxên dijxweyî. Lê ji ber ku bû diyardeyeke berdewam, ku bi awayekî nû di salên 70yî de derket holê wekî diyardeyekê ne wekî kesayetekî serbilind, êdî Elî bû ji kadroyên çepên tirk. Lewra, ew gundî êdî çû li bajaran jiyan kir, lê rastî gundiyên din ên Anadolyayê ji rastgirên tundraw (Gurên Boz) hat. Gundewariya Anadolyayê du diyardeyên tundraw afirandin ku jiyana siyasî di civakê de xerab kirin: Çepgir û rastgir, lewra “Elî rûbirûyê Mehmet”.

“Madona xwediya çakêtê pirç” romanek bû ji aliyê Cîhad El-Masî ve hate wergerandin û ew jî berztirîn nivîsên Sebahedîn Elî bû.

Min roman xwend, lê ji bo min ne xoşîder bû, lê kesayeta “Raif Efendî” yê ku radestî hevjîn û zavayan bûye û ya di dema ciwaniyê de nepen bû, balkêş bû. Tiştê balkêş ew bû ku ew bi wêneyê keçikeke li ser dîwarê li Berlînê girêdayî bû, piştre xeyal dikir ku ev keçik-tablo di keçikkekê de gewde bûye ku dizane dansê bike û jiyana bişev dike û ji aliyekî ve jê hez dike.

Ronama wî ya din binavûdeng nebû, ew niha li ser lîsteya min e ya pirtûkên ku ez ê wa nbixwînin, sernavê wê “Şeytan di hundirê me de” ye.

Serokkomar Îsmet Înonu ku dijberên xwe nexasim nivîskar nediborandin, ji Sebahedîn nefret dikir, lewra saziyên desthilatdariyê li pey helbest û çîrokên wî ketin. Her wiha, Îsmet Înonu heta di dema Mustefa Kemal de jî li pey wî ket, di encamê de di destpêka salên 20î de kete zindanê, ji ber ku helbestek belav kir ku jê hat fêmkirin ku dev davêje Mistefa Kemal, piştî wê bi salekê hate berdan. Di heman dem de, hemû daîreyan red kir ku wî gel xwe bidin xebitandin, heta ku wezîrê çandê -bi fermana Ismet-   li ser bingehê ku ew hatiye guhartin û helbesteke pesndayînê ji Mistefa Kemal re nivîsî.. paşê peywir bo demeke kurdt bi dest xist berî ku careke din bê qewirandin.

Di serdema Înanu de, Sebahedîn û Ezîz Nîsîn û Nazim Hikmet, bûne hevalên hev. Bi hev re kovarek bisernavê “Paşa” derxistin, wekî “Çêleka Paşa” û “Melûm Paşa”, lê Ismet Paşa li pey wî ket bi rêya saziyên xwe, bi bihaneya ku ew armanc e. Di encamê de, Sebadedîn kete zindanê û piştî romana wî “Şeytan di kûrahiya me de ne” rewşa wî ya jiyanî xerab bû û rastî teşhîrê hat ji hêla mezintirîn neteweperestên toranî di wê demê de, ew jî Nîhal Atsêr, mamosteyê Alb Aslan Turkîş.

Sebahedîn Elî biryar da ku hetahetayê ji komarê dûr bikeve, dewleta sazî û kesayetan, biryar da ku dilsoziya xwe ji Tirkiyayê bi dawî bike û peya berê xwe da Bulgaryayê, welatê ku lê ji dayîk bûye û wê nas nake. Heta vê astê bêzar bûbû.

Artkîn di dema rûniştina dadgehê de, rojnameya SON POSTA, 1 gulana 1949

Kujerê “fermî” yê Sebahedîn, Elî Artkîn e, hevalê wî yê zindanê yê ku xwe wekî rêber jê re da nasîn, bi vê yekê di temenê 41 salî de jiyana Sebahedîn bi dawî bû. Artkîn tawana xwe bi “erka neteweyî” bihane kir. Çar sal hukum lê hat birîn û piştî çend hefteyan bi efûyê hat berdan. Hat gotin ku dewletê ew di bin êşkenceyên de kuşt, bi taybet ji ber ku termê wî nehat dîtin heta çend mehan ji mirina wî, bi vê yekê Artkîn kir stûyê xwe de.

Keçeke tekane ya Sebahedîn heye, îroj di cîhana mûzîka tirkî de sembolek e, ew li piyanoyê dide û mamostaya zanîngehê ye, navê wî Fîlîz Elî ye û temenê wê 88 sal e.

Fîlîz Elî

Jiyana Sebahedîn mîna jiyana piraniya kesayetên wî tên çîrokî bi dawî bû: Di buhara 1948an de hat kuştin dema ku hewl dida vegere. Ne wekî Raif Efendî mir ku li ser textê xwe bû û jiyana xwe bi bîr dianî çaxa ku zilamên “zilamê duyem” ê komarê heta mirinê bi dûv wî diketin. Çîroka wî derhozeke wêjeyî-siyasî ye, tirkekî reviyayî bû ku ji komarê ditirsiya.. Gelo çi tê de dît hişt ku jê bitirse?