Xweserîya Demokratîk û sazîya karûbarê koçberan!

By Tariq Hemo

Ji sala 2012an ve statûyek li Rojavayê heye. Ev statûya ku li hin hereman bi cih bû, piştî çend salan ji têkoşîneka mezin dewrî formek xweserîyê ya ji bo tevahîya bakurrojhilatê Sûrîyayê bû. Îro li herêma bakurrojhilatê Sûrîyayê statûyek rêveberîyê heye. Ev statû jîyana bi qasî 4-5 milyon welatîyên Sûrîyayê bi rê ve dibe. Ji bo parastina vê herêmê HSD hatîye avakirin û ji bo Hevpeymana Navnetewî ya dijî DAIŞê bûye hevkara sereke. Ji bo parastina ewlekarîya hundirîn jî, hêzên Asayîşê hene. Li gel êrîşên ku hêzên cîhadîst (di serî da DAIŞ) û dewleta tirk li dij vê herêmê bi aramanca wêrankirin, kuştin û derbiderkirina kurdan, pêk anîn, lê dîsa jî xweserîyê xwe parast û dikarîbû li ser pêyan bimîne.

Xweserîya bakurrojhilatê Sûrîyayê li ser bingeheka wekhevî û cihêrengîyê ava bûye. Ew nasname û çanda hemû pêkhateyan derdixe pêş û destek dike. Xweserî hêza xwe di vê rengînîyê da dibîne. Ew tecrubeyeka bêhempa ye. Di vê xweserîyê da gel û pêkhate nayên hemberî hev, lê ew tên kêleka hev. Her pêkhateyek nasname û çanda xwe dijî. Li ser hîmên biratîya gelan îro jîyaneka hevbeş a sosyal û pêşverû tê meşandin. Nijadpersetî û têgihaştina teng a ji nasname, ol û mezhebê ra cihê xwe nîne. Li şûna vê yekê azadîya derbirînê, mafê jinê, parastina hawirdorê û vejandina nasnameyên/çandên azad ên pêkhateyan heye. Jixwe di nava HSDyê da bi hezaran ciwanên pêkhateyan mil bi mil şerê xweparastinê dimeşînin û li dij neyaran xwîn dane. Bi hev ra herêma xwe parastin û di heman kozikê da şerê djimin kirin.

Gelekî girîng e ku tecrube were xurtkirin û hevgirtina hundirîn a li ser bingeha wekhevî û biratîyê were kûrkirin. Lê bi qasî vê yekê jî girîng e ku xweserî xwe wek sazîyeka û nûnertî bide rûniştandin. Bi taybet li derveyî welat, îro bi sedhezaran (eger ne bi milyonan be) welatîyên ku ji herêmên xweserîyê ne, dijîn. Ev welatî ji hemû pêkhateyan in. Cih û warê wan xweserîya bakurrojhilatê Sûrîyayê ye. Gund û malên wan li wir in. Gorên bav û kalên wan li wir in.

Ji bo van welatîyên ku li derveyî welat bi cih û war bûne, divê xweserî xwedî stratîjî û helwest be. Divê bi hişê sazîyê nêzîkatî çêbibe. Xweserî wek formek birêveberî ya fermî, divê xwe bi van kesan bide qebûlkirin. Divê ev kes (ji hemû pêkhateyan) têkilîyên xwe yên madî/fîzîkî û hisî bi xweserîyê ra çêkin. Divê ew xweserîyê wek a xwe bibînin. Divê dema ku ew bixwazin têkilîyên xwe bi gund û bajarokên xwe ra çêkin, tenê kenala xweserîyê li pêşîya wan hebe. Divê xweserî jî xwe ji bo wan isbat bike û xwe mîna alternatîfa rejîma Şamê ûopozîsyona girêdayî dewleta tirk, bide qebûlkirin.

Stratîjîyeka kûr û sazûmankirî gerek e. Stratîjîyeka ku dikare di gewdê sazîyeka fermî da bibe kar û xebateka mezin. Divê li ser mîkanîzma nêzîkirin û himbêzkirina welatîyên xweserîyê yên li derveyî welat dijîn, lêkolînên zanistî werin kirin. Divê encam bên eşkerekirin û li ser bingeha wan sazî were avakirin. Sazîyeka fermî ya karûbarê koçberan. Jixwe gelek şêweyên avakirina têkilîyan bi civakên koçberan/welatîyên xweserîyê yên li derve dijîn, hene. Kongre û mihrecanên çandî û civakî yek ji van şêweyên kar in.

Sazîya karûbarê koçberan: Ev mijarek girîng e ji bo Rêveberîya Xweser hêjayî lêkolîn û giftûgokirinê ye…