Xweseriya bakur-rojhilatê Sûriyayê û metirsiyên herêmî

By Tariq Hemo

Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk, di hevpeyvînekê bi malpera Al-Monitorê de, bal kişand ser gelek mijarên girîng, yên ku rewş û siberoja herêma Rojhilata Navîn diyar dikin. Ebdî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê digire dest û dibêje ku ev şer yek ji sedemên sereke yên peydakirina rewşa nearamî û tevliheviya li herêmê ye. Li gorî Ebdî, eger ev şer bi alîkarî û çavdêriyeke Civaka Navnetewî neyê çarserkirin, dê ev tevlihevî dewam bike û dê hêzên radîkal mîna Hemasê xwe di nava civakê de birêxsitin bikin û wek nûnerê dozê bidin pêş. Her wiha dê gel bi xwe jî rastî dijwariya dewleta dijber were û dê bersevdayina li dij tevgerên tundrew, êrîşên giştî yên li dij sivîlan bin.

Li gorî Ebdî, gelê kurd û filistînê, divê azad bijîn û statûya xwe ya fermî bi alîkariya Civaka Navntewî bi dest bixin. Her wiha divê dawî li dijwariya dewletê û bikaranîna çekên giran ji aliyê Îsraîl û Tirkiyayê li dij sivîlan, were anîn. Eger civaka navnetewî bixwaze rê li ber tevliheviya ku niha li herêmê û cîhanê peyda bûye, bigre, divê ji bo çarseriya pirsgirêkên gelên kurd û filistînî, têkeve nav hewildanan.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk diyar kir, ku Iran û Tirkiya li şer û pirsgirêkên herêmê wek “derfetek mudaxele û ferizkirina berjewendiyên xwe”, dinêrin. Ew ne faktorê aramî û aşîtiyê ne, lê berovajî vê yekê, xwedî projeyên hegemon û dagirkeriyê ne. Li dij statûya bakur-rojhilatê Sûriyayê, ev herdu hêz xwedî helwesteke dijminane ne. Jixwe Tirkiya hêzeke digîrker e û binsaziya herêmê têk dibe û Îran jî bi rêya komên çekdar hewl dide civakê li dij Xweseriyê sor bike û xwe wek alternatîv ferz bike. Ji ber vê yekê, divê Hêzên Hevpeymana Navnetewî yên li dij DAIŞê şer dikin, li herêmê bimînin û bi şêweyekî eşkere li himberî êrîş û mudaxeleya Îran û Tirkiyayê rawestin.

Hevpeyvîna bi Al-Monitorê re, nameyek girîng bû. Ew sedemên rasteqîn ên şerê li herêmê rave dike û xalên çareseriyê nîşan dide. Mezlûm Ebdî dibêje eger dijwariya dewletê li dij sivîlan raneweste û çareserî bi diyalogê pêk neyên, dê ev nakokî dewam bikin. Her wiha dê li şûna rêxitinên mîna Hemasê, gelek rêxsitinên din derkevin holê û hewl bidin hemû şêweyên valahiyê dagirin. Lê wek kurd û statûya bakur-rojhilatê Sûriyayê, mafê xweparastina rewa tê bikarînin. Armancgirtina sivîlan qet nayê kirin û ne ji kevneşopiya kurdan e. Her weha dê HSD tekoşîna xwe ya li himberî DAIŞ û hemû cureyên terorê dewam bike û pêkhateyan ji dijwarî, binpêkirin û terorê biparêze. Ji bo vê yekê jî, alîkarî û destekdayîna civaka navneteweyî pêwîst e.

Hevalê me Hisên Cimo di malpera NLKyê de nirxandinek li ser rewşa herêmê ya jiyo-stratîjî nivsî û bandora şerê heyî li ser Xweseriya bakur– rojhilatê Sûriyayê raxist ber çavan. Beriya êrîşa Hemasê ya 7ê cotmehê li dij Îsraîlê, atmosfêrek aşîtiyê hebû. Behsa nêzîkatiya Îsraîl û Erabistana Siûdiyê dihat kirin. Projeyên navneteweyî/herêmî yên mîna “Rêya Aborî” ya ku Hindistanê bi Ewropa ve girêdide, dihatin axaftin. Li gorî vê projeya ku bi destekdayina DYA û EU dihat pîlankirin, deweta tirk li derve dima. Îsraîl, welatên ereb, Hindistan, DYA û EU bi rêya vê projeyê hevkariyek çêdikirin. Çîn, Îran, Qeter, Sûriya û Tirkiya jî li derve diman. Dewleta tirk ev proje wek gef û metirsiyek hebûnî li ser xwe dît. Ji ber vê yekê, ew bi êrîşên ku Hemasê li dij sivîlan pêk anîn, kêfxweş bû. Ev êrîş mîna bidawîanîn û têkbirina vê projeyê dît. Lê dewleta tirk li xwe vegeriya û hin ders ji vê projeyê wergirt. Wek encam, fikrek kolonyal derket holê, ew jî ferizkirina rola Tirkiyayê bi rêya dagîrkeriyê ye. Tirkiya di nav vê tevliheviyê û gurkirina şerê olî û mezhebî de, hewl dide herêmê bigire dest û bi rêya dagîrkeriyê rola xwe bike rolek kilît. Li gorî hizira hegemon a AKP/MHPyê, her projeyê ku dewleta tirk ne di nav de be, dê rê li ber bigire û beravêtî bike. Metirsiya mezin jî ew e, ku dewleta tirk ji bo van hesabên jiyo-stratîjî, êrîşê bibe ser Xweserya bakur-rojhilatê Sûriyayê û mîna Îsraîlê dest bi oprasyona rûxandina desthilatdriyê bike û herêmê bi şêweyekî demdirêj dagîr bike.

Loma Hisên Cemo wek encam wiha nivîsî:

“Di vê çarçoveyê de, divê şerê Tirkiyayê yê li dij PKK û dijminahiya wê ya domdar li dij HSDyê û binesazîya sivîl li bakurrojhilatê Sûrîyayê, ji nû ve were nirxandin. Her çiqas ku hebûna tevgera Hemasê û aloziyê li Îsraîlê, projeya “Korîdora Tewabil” wêran dike, Tirkiya bi heman çavî li Iraq û Sûriyayê dinêre. Lewra, ji bo Tirkiyayê, herêmên kurdan ên di hundunrê Tirkiyayê de û li derveyî wê, kopîyeka mezin ji Xezayê ne, wekî ku çawa Xeza ji bo Îsraîlê ye. Li ser vî esasî, şerê Tirkiyayê, dibe ku di demeka nêz de berfireh bibe, ji bo piştrastkirina li ser hêza altirnatîf a ji rêya Hinidistanê re ku ev rê Tirkiyayê paşguh dike û ditirsîne.”