“Welatê Şîn” baweriya îdeolojî an jî dirûşmeya “bazirganî” ye

By Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Bi kêmbûna nîşaneyên aborî li Tirkiyayê di salên dawî de, careke din baweriya “Welatê Şîn” bû rojev û cihê xwe yê mezin di xîtaba siyasî ya taybet bi rojhilatê Deryaya Spî, girt.

Li kêleka destkeftiyên hundirîn ku ev xîtab di civakekê de ku tercîhên wê yên siyasî di navbera rastgirên navîn û rastgirên tundraw de ye bi dest dixe, Enqera di dirêjahiya 10 salan de bikaranîna têgeha “Welatê Şîn” wekî rêbazekî bi bandor a aktîvkirina serweriya xwe bi rêya Asya û Afrîka û Ewropayê dît. Her wiha wekî ragihandina armanca xwe ya vegerandina mezinahiya Împeratoriya Osmanî ya aborî û deryayî di Deryaya Spî de, ku xweseteka wê bibe hêzeke herêmî ku mercên xwe li ser maseya danûstandinê ferz dike û dema ku hêzên din mercên wê red bikin, maseyê biqulipîne.

Lê mirov dikare bêje ku rewş ne li gorî daxwaza serokkomarê Tirkiyayê dewam kir, ku di sê salên dawî de neçar bû ku dev ji xîtabên xwe yên bi hêz berde û îro siyaseteke nermtir, pragmatik û vekirîtir a li ser esasê hevkariyê bi kar tîne, li şûna xêzkirina sînorê bejahî û deryayî yê nû ku aliyên herêmî yên din proveksyon dike. Di encamê de, di wêjeyên siyasî yên Tirkiyayê de, têgeha “Welatê Şîn” bi paş de vegeriya.

Di vê madeyê de, em ê pênaseya baweriya “Welatê Şîn”, paşxane û dîroka wê ji dema damezrandinê heta paşdevegera wê eger ku em nebêjin windabûna wê  ji xîtaba siyasî ya Tirkiyayê heta pêvajoya lûtkeya wê, şirove bikin.

“Welatê Şîn” ê tirkî beramberî “nexşeya Sevîlyayê”ya yûnanî

Mirov dikare bêje ku baweriya “Welatê Şîn” derbasî îdeolojoyên AKPyê bûye, ku di nava saziya deryayî ya Tirkiyayê de bi pêşket û  bi mezheba kemalîstî li hev dike û bi îslama siyasî re nakok e.

Di serdema AKPyê de ku sala 2002yan gihaşt ser desthildariyê, siyaseta Tirkiyayê ya li Rojhilata Navîn û Afrîkayê gelekî çalak bû.  Lê girîngiya Erdogan a bi herêma deryayî nû ye, her wiha heta asteke mezin bi nêrîna jeopolîtîk ku AKPyê berfireh kir, bi nakok bû.

Di salên destpêkê yên AKPyê de, serokkomarê Tirkiyayê yê niha, ku wê demê serokwezîr bû heta ku sîstema desthildariyê li Tirkiyayê ji parlamenî bû serokatî,  dixwest ku xwe nêzî Yekitiya Ewropayê bike û aloziya bi Yûnanistanê re kêm bike. Her wiha, Erdogan û partiya wî piştgirî dan plana Enan  a yekkirina Qubirisê ku artêşa Tirkiyayê ji sala 1974an de beşê wê yê bakur dagîr kiriye.

Ev piştgirî rastî redkirineke mezin ji aliyê şepêla netewperest hat, ku her dem hişyarî li ser qurbaniya destkefiyên operasyona leşkerî li Qubirisê beramberî endametiya dîtbarî ya nava  Yekitiya Ewropayê de. Her wiha, di nava hêza deryayî de, şepêleke hizirî di nava xwe de daxwazên herêmî dihewîne “nêrîneke qanûnî ya bi pîvanên jeopolîtîkî” hate avakirin.

Bi îmzekirina Qubirisê ya peymana deryayî bi Misirê re sala 2003yan û piştre ketina wê nava Yekitiya Ewropayê di 1ê gulana 2004an de, du lêkolînerên di zanîngeha Sevilyayê ya spanî de Juan Luis Suarez de Vivero û Juan Carlos Rodriguez Mateos li ser daxwaza Yekitiya Ewropayê, nexşeya bi navê “neşxeya Sevilyayê” belav kir, ku tê de sînorên deryayî yê Yekitiya Ewropayê li rojhilatê Deryaya Spî  hatin diyarkirin, ku ew jî herêmeke aborî ya taybet bi Yûnanistan û Qubirisê ne.

Wekî bersiva vê nexşeyê, fermandariya hêzên deryayî yên Tirkiyayê li Enqerayê di 14ê cotmeha 2006an de, semînerek organîze kir ku piraniya wê li ser nîqaşkirina “neşxeya Sevilyayê” bû ya ji aliyê admîral Jim Gurdeniz yê berpirsê plana stratejîk a hêzên deryayî Tirkiyayê rastî rexneyên tund hat û li dij Yekitiya Ewropayê pir hêrs bû ji ber ku nexşeneya borî “bingehên wê yên qanûnî tunene”. Her wiha, Gurdeniz bang li Tirkiyayê kir êdî itîrafê bi peymana kendava Montegoyê (ku sînorê Yekitiya Ewropayê yê deryayî li gor qanûna Neteweyên Yekbûyî sala 1982an diyar dike) neke û parastina herêma aborî ya taybet  bi Tirkiyayê bike ku ew bi navê “Welatê Şîn” bi nav kir. Bi vê yekê re, zayîna stratejiya parastinê li dij “nexşeya Sevilyayê” ragihand, ku piştre bû baweriya îdeolojî ya dewleta Tirkiyayê.

Bi ketina sala 2009an re, admîral Cihat Yayci di pirtûka ku bi efserê karbes Elî Kurumamut re ku wê demê şêwirmendê hikûmeta Tirkiyayê bû nivîsand,  plana herêma aborî ya taybet ku Tirkiyayê wê daxwaz dike berfireh kir û li ser wê planê, sînorê deryayî yê hevbeş bi Lîbayayê lê zêde kir. Yayci yê ku wekî sazkerê hişmendiya “Welatê Şîn” tê naskirin, bihaneyên qanûnî û mafî bo nêrîna Tirkiyayê ya ku “nxşeya Sivlyayê” red dike, danî, her wiha gavên stratejî yên ku bo parastina mafên Tirkiyayê yên deryayî pêwîst in.

Gelek admîralên deryayî yên Tirkiyayê  ji nava wan jî Soner Polat (ku sala 2019an mir), Ozden Ornik, Mustefa Ozbey û Cem Azîz Çakmak (ku  sala 2015an mir) ku bi awayekî mezin parastina vê hişmendiyê kirin, piştgirî dan admîralê karbes.

Di dirêjahiya deh salan de jî, Tirkiyayê bi israr bû ku li pêşberî aliyên li dij daxwazên wê yên deryayî ne bisekine û di vê çarçoveyê de, gelek xîtab dan û hin caran jî xîtabên bi nakok dan. Lewra, di demekê de ku Tirkiyayê ji NATOyê re wekî dîwarê NATOyê yê herî dawî li dij Rûsyayê nîşan dida, bi xîtaba Ewrasyayê de berê xwe da rojhilat, da ku rûyê xwe yê îslamî li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê derxe holê û girîngiyl bide mîrateya xwe ya “tirkî” li Asyaya Navîn û mîrateya wê ya osmanî li Balkanê.  Lê ev hemû xîtab li gel nuqteya “Welatê Şîn” kom bûn ku veguherî baweriya hebûnê ya Tirkiyayê.

Ev bawerî wê şiyanên Enqerayê yên deryayî xurt bikira û derfet bida ku wekîlên xwe li cîhanê belav bikira wekî tecrubeya Îranê, her wiha sîwaneke avakirina baregehên leşkerî yên deryayî û bejahî û heta esmanî li herêmên ku dûrî Tirkiyayê bi hezaran kîlometireyan çêbikira. Ev hemû jî bigihaştina ku Tirkiya bibe hêzeke gewre ku pêşekiya stratejî di danûstandinên wê yên herêmî û cîhanî de bide wê.

“Welatê Şîn” a tirkî derfetê dide Enqera ku dest deyîne ser rêyên derbasbûna enerjiyê. Her wiha serweriyeke taybet ne tenê di deryayên Spî û Reş de jêre peyda dike, lê belê di deryaya Xezerê û herêma Asyaya Navîn jî serweriyeke wê çêdibe û dest datîne ser rêya koçberiyê ya ber bi Ewropayê ve bi nexşeyeke bejî û deryayî ku di gelek paşekiyên xwe de dişibe “plana neh xalan” a çînî di Deryaya Çînî ya başûrî de.

“Welatê Şîn” di hundirê siyaseta Tirkiyayê de

Di dawiya 20 salên sedsala 21ê de, Yûnanistanê dikarîbû ku desteka ji bo “Sînorê Yekitiya Ewropayê yê deryayî” li beramberî “Welatê Şîn” ê tirkî kom bike, her wiha kompaniyên veberhênanê yên amerîkayî, fransî, îtalî û qeterî yên gaza xwezayî anîn kenarê parzemînî ya Qubiris, Îsraîl û Misirê.

Enqera ya ku itîrafê bi peymana Neteweyên Yekbûyî ya qanûna navdewletî ya deryayî ya sala 1982yan nake, gavên cîrana xwe wekî binpêkirineke li dij xwe dît û ragihand ku ew itîrafê bi kenarê parzemînî ku Yûnanistanê ragihandî nake. Di vê çarçoveyê de, serokkomarê Tirkiyayê di sala 2019an de du caran li pêşiya neşxeya “Welatê Şîn” derket û axivî. Her wiha, Enqera rahênanên leşkerî di bin navê “Welatê Şîn” de li Deryaya Reş, Ege û Spî de bi beşdariya 103 keştiyên şer û bi dehhezaran leşker, li dar xist. Enqera bi vê yekê xwest nameyekê bide ku şiyanên wê hene ku dikare di heman wextê de li sê deryayan beşdarî şer bibe.

Piştî rahênanên leşkerî, Enqera rahênanên siyasî jî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de, Enqerayê di 27ê mijdara 2019an de peymana sînorê deryayî yê hevbeş bi hikumeta Wîfaq a Niştimanî ya Lîbyayê re îmze kir, ku bi herêma aborî ya ku Yûnanistan daxwaza wê dike nakok e. Hevdem lezkirina karê lêgerîna li hîdrokarbonatê ku di tebaxa 2020î de keştiya “Irûc Rîs” di bin parastina 5 keştiyên şer de rê kir da ku li dahatûyên hîdrokarbonî li “Welatê Şîn” bigere.

Her wiha, saziya peywendiyan a girêdayî serokatiya Tirkiyayê di îlona 2020î de, sirûda “Welatê Şîn­” li ser “YouTube”ê belav kir, ku di gelek aliyan de nêzî sirûda niştimanî ya tirkî ye, her wiha di sirûdê de dîmenekî propagandayê heye ku balê dikişîne ser dîroka hêzên deryayî yên Tirkiyayê ku vedigere bi sedan salên dirêj û tev li helwestên serokê Tirkiyayê yê alîgirê olê, kir.

Bi zêdebûna aloziyê re, nexasim piştî rûbirûna keştiyeke şer a Tirkiyayê bi keştiya şer a Yûnanistanê ku fîloya Tirkiyayê dişopand, Fransa ragihand ku keştiyên şer rê dike rojhilatê Deryaya Spî, da ku piştgiriya bi Yûnanistanê re diyar bike, Yûnanistana ku soz da ku ew dê bêhtir alavên leşkerî bikire da ku di rûyên destdirêjiyên li ser devera aborî raweste.

Di heman demê de, Atîna têkiliya bi aloz a di navbera Tirkiyayê û Misirê de ku xwedî gelek çavkaniyên girîng ên gaza xwezayî di rojhilatê Deryaya Spî de ye, ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî û peymana diyarkirina sînorê deryayî bi Qahîrayê re di 6ê tebaxê de îmze kir, ku wekî encama keda 17 salan a danûstandinê bû. Misirê li gor lihevkirinê itiraf bi keviya parzemînî ya giravên yûnanî bi awayekî giştê nekir, bi taybet keviya giravên Kastîlorêzoyê. Lê lihevkirin wekî derbeyeke biêş bû bo Enqerayê ya ku neçar ma bikeve rûyê Qahîrayê da ku sînorê “Welatê Şîn” bi lihevkirinekê bi Lîbyayê re bi cih bike.

 

“Welatê Şîn” di siyaseta hundirîn de

Eger ku baweriya “Welatê Şîn” armanc dike ku daxwazên Tirkiyayê bi sînorê deryayî yê herêmî xurt dike û wê digihîne çavkaniyên enerjiyê û serweriya wê zêde dike û aboriya wê bi pêş dixe, lê bandora wê ne tenê li ser faktorên derve yên borî ne, lê belê ji hêla hundirîn jî ve ye ku dide xuyakirin ku Tirkiya dikare “hêz û mafên xwe yên deryayî yên rewa vegerîne”, bi taybet heger em di ber çavan re derbas bikin ku di ser de yê armanckirî jê dijminê kevneşop yê Enqerayê ye: Yûnanistan.

Heman rewş jî bo leşkerkirina siyaseta derve, Serokkomarê Tirkiyayê baweriya “Welatê Şîn” bi awayekî zêde di hundir de jî bi kar anî, da ku parastina hevalbendiya xwe ya bi rastgirên tundraw ên ku MHP û serokê wê Devlet Bahçelî  nûnertiya wê dike, bike û bingeha xwe ya rastgirî yên ji şepêlên neteweperestî û olperestî, xurt bike. Tevî ku baweriya “Welatê Şîn” bi nêrîna kevneşopî ya bi huhafezekarên îslamîst re nakok e, lê ji bo Erdogan wekî derftekê bû da ku hevalbendiya xwe bi tevgerên netewperestiyê re xurt bike û çarçoveyeke qanûnî ji hebûna xwe ya leşkerî li Lîbyayê re, peyda bike.

Di nêrîna kevneşopî ya AKPyê de, wezîrê karê derve yê Tirkiyayê û serokwezîrê berê Ehmed Dawudoglu, Anadol wekî navendeke di navbera Ewropa, Afrîka û Asya û pireke di navbera dewletên îslamî li Rojhilata bi Tirkiyayê re di naverasta Asya û Kafkasyayê de, dibîne.

Lê di hişmendiya “Welatê Şîn” de, rojhilatê Deryaya Spî navend e di navbera Ewropa, Afrîka û Asyayê de, bi rêya cihê xwe yê li ser qiraxê Deryaya Spî û Rojhilata Navîn heta digihêje herdu okyanosên Hindî û Aram, ku bi rêya serperştiya li ser Kanala Siwêsê; xala derbasbûnê ya neçar ji rêyên bazirganiyê yên ku Ewropayê bi Okyanpsa Hindî ve girêdide û ji wê derê ber bi başûrrojhilatê Asyayê ve.

Qubris ya ku tirkên neteweperest wê wekî “cewhera tirkî ya naverast” dibînin, di dilê devera aborî ya ku Enqera daxwaza wê dike de ye. Admîralê karbes Cîhad Yayci wê wekî “girêngtirîn girav di Deryaya Spî de ji hêla jeosiyasî û jeostartejî ve dibîne. Ew wekî barhilgira ballafiran e ku xwegihandina Tirkiya, Sûriya, Libnan, Îsraîl, Urdin, Iraq û Misirê hêsan dike.”

Ji ber ku dilê Rojhilata Navîn di sêgoşeyekê di navbera Kevdana Îskenderonê, Kendava Besrayê û Kanala Siwêsê de ye, Yayci amaje bi wê yekê dike ku Qubris kontrolê li goşeyekê ji vê sêgoşeyê dike (Îskenderon-Siwês), ev yek dijîtiya alîgirên “Welatê Şîn” ji plana yekkirina herdu nîvên Qubrisê şîrove dike, ji ber ku li gor wan Qubris tirkî ye “divê parastina cihê xwe bike li bakur û parastina devera aborî ya beramber bike.” Bi rêya wê dê Enqera kontrola li ser hewza Deryaya Spî ya rojhilata di destê xwe bihêle û paşê li ser rêyên çûnûhatinê yên deryayî yê di nabera parzemînan de.

Hişmendiya “Welatê Şîn” tersî hişmendiya kevneşop a îslamîstên muhafezekar ên li Tirkiyayê ne. Ji ber ku ew Enqerayê neçar dike ku bi Sûriya, Misir û Îsraîlê re li hv bike da ku li hember planên yûnanî raaweste. Ev lihevkirin tersî nêrîna îslamîstên tirk e (lihevkirina bi dîktatoriyên erebî yên li dij siniyan, an jî cihû).

Di yek ji xîtabên gelêrî yê bo komkirina alîgiriyê bo nûnerên partiya wî di sala 2019an de, serokê Tirkiyayê got: “Bi heman hişkiya ku meberî sedsalekê  pê Peymana Severê veçirand û avên selka gelaşê, em ê îroj Welatê Şîn biparêzin.”

Em dikarin vê daxuyaniyê û daxuyaniyê mîna wê jî wekî berdewamiya xîtabên gelêrî yên ku serok Erdogan ew derencam kirine bibînin, ew jî ji bo ku hêza xwe ya vegerandina Împeratoriya Osmanî û lihemberbûna tematiyê welatên rojavayî bide xuyakirin, di serî Yûnanistan, ev tev de di bin navê “Peymana Severê ya Duyem” de, ku bi vê yekê bi bîr dixe ku hêza rojavayî di dawiya Şerê Cîhanî yê Yekem de bi rêya Peymana Severê Împeratoriya Osmanî ji hev xist.

Di bin banê vê hişmendiya neteweperest de, serokê Tirkiyayê yê îslamîs bi generalên hêzên deryayî yê Tirkiyayê yê ataturkî re yên li dij hukmê AKPyê civiya. Piştî wê gelek daxuyanî bi dû hev de derketin ku piştgiriya hikûmetê dihat kirin ji hêla admîralên deryayî yên opozîsyon ve yên ku bi salan bo doza “Arginikon”ê di zindanan de man, bo cara yekem, xîtaba leşkerî ya ataturkî bi siyasetmedarê osmanî re bû yek (ji çaxa ku AKP hatiye ser desthiltaê).

Rehemda sêyem a vê hişmendiya efsûnî ya ku îslamît û ataturkî li bin banê wê bûn yek, ew e ku ew dikare aliyê Orasî tev li vê têkelê bike, ku her aliyek tê de alavekê bo dijîtiya “dijminê” xwe dibîne.

Serekên hişmendiyê baldar bûn ku wê bo cemawerê tirk her yek li gor zewqa wî pêşkêş bike. Li gor îslamîstan piştgiriya “Welatê Şîn” têkoşîna li dij gawirên xiristiyan li Yûnanistanê ye. Li gor neteweperestan, berdewamkirina mîrateya Mistefa Kemal a qewirandina yûnanan ji welatê avê, piştî qewirandina wan ji beravên Deryaya Spî. Lê li gor alîgirên ramyarê rûs Alexander Dugin, xala kombûnê bû di navbera tirk û rûsan de yên ku li dij Yûnanistan û dewletên NATOyê ne û di serî de Amerîka, ku bi rêya tevlîbûna rahênanên leşkerî yên deryayî wekî bersiv ji rahênanên “Welatê Şîn” ên tirkan re, piştgiriya xwe ji Yûnanistanê re destnîşan kir.

Admîral Jim Gordenes dibîne ku “Welatê Şîn” “Mîsaqa Milî” ya nû ye. Piştî ku Erdogan ew li ser vê rêyê meşiya, bû hişmendiyeke ku ji hêla CHPyê jî ve tê piştgirîkirin.

Erdnîgariya siyasî ya Deryaya Spî li gor “Welatê Şîn” mîna nêrîna dîrokî ya MHPyê ye, ya ku piştgiriya AKPyê ji plana Enan ya ji Qubrisê re di sala 2004an de, rexne kir. Mîna admîralan, MHP dibîne ku daxwazên Yûnanistanê bo Tirkiyayê gef e. Vê nêrînê hişt ku ev partî siyasetên hikûmetê rexne bike, yên ku hiştin têkiliya di navbera Misir, Îsraîl û Sûriyayê de xirab bibe.

Hevpeymana Bahçelî bi Erdogan re di sala 2017an de parçebûn di hundirê partiyê de çêkir û hişt ku “IYI Parti” çêbibe, partiya ku pabendî sekuleriyê re. Lê, tevî ku hevrikî di navbera wan de heye, lê herdu partiya piştgiriya “Welatê Şîn” berdewam kir.

Wiha, hizira avakirina devereka aborî ya ku rûbera wê 460.000 metreyên goşe ye, bû cewhera bidestxistina piştgiriya îslamîst û neteweperestan, her wiha ya orasiyên ku dixwzin nêzîkatî di navbera wan Rûsya, Îran û Çînê de çêbibe.

 

Windabûna hişmendiya “Welatê Şîn”

Di dawiya sala borî de, admîralê karbes yê tirk ê xwedî nêrînên neteweperest û damezirînerê hişmendiya “Welatê Şîn” siprîzek teqand dema ku got ku welatê wî ji sala 2020î ve li gor “nexşeya Sevilyayê” dimeşe, nexşeya ku piştgiriya xwestekê Yûnanistanê yên li rojhilatê Deryaya Spî dike, ew jî bi armanca xweşkirina têkilyan bi Yekîtiya Ewropayê re.

Yayci, serokê Navenda Stratejiyên Deryayî û Cîhanî ya Tirkiyayê, di bernameyekê de bi rojnamegerê tirk yê şareza re Fatih Itayili di îlona 2023yan de gort ku Tirkiya heta 22yê kanûna pêşîn a 2020î derbasî ava herêmî ya yûnanî nebû li gor “nexşeya Sevilyayê”.

Lê zêde kir: “ez bawer in ku ji sala 2020î ve, hemû çalakiyên me di hundirê sînorê me de yê li gor “nexşeya Sevilyayê” pêk hatin, dibe ku ji bo xurtkirina têkilyan bi yekîtiya Ewropayê re be, her wiha revîna ji rexneyên wê.”

Di sala 2019an de, Yekîtiya Ewropayê bi seba çalakiyê Tirkiyayê yên gera li petrolê li rojhilatê Deryaya Spî, ceza li Tirkiyayê ferz  kir. Ew ceza bo saleke din hatin dirêjkirin û di mijdara 2022yan de bi dawî bûn.

Li bereamberî wê di 16ê gulana 2020î de payeya endezyarê lihevkirina di navbera Tirkiya û Lîbyayê de û damezrînerê hişmendiya “Welatê Şîn” admîral Cîhad Yayci bi biryareke serokatî hat daxisitn, vê yekê hişt ku ew karbesiya xwe rasdestî wan bike, berdêla ku daxistina payeya xwe erê bike.

Di 4ê nîsana 2021ê de nameyeke vekirî ya ku ji hêla 104 admîralên karbes ve îmzekirî – di nav wan de Gordînîz û Mustefa Ozbî- daxwaz ji hikûmeta Tirkiyayê kirin ku Peymana Montroyê ya ku di sala 1936an de hatiye îmzekirin, neçewisînin. Her wiha Gordînîz projeya kanala Stenbolê ya avakirina dergeheke deryayî ya nû di navbera Deryaya Reş û Deryaya Mermerayê de, rexne kir, ji ber ku ew derveyî Peymana Montroyê ye, ango tê wateya “rikberiya Montroyê û avêtina wê bo xizmeta emberyalîzmê” ji ber ku Kanala Stenbolê li gor wî “tersî Welatê Şîn e”.

Berteka AKPyê bo vê hişyaroyê lezgîn û tund bû. Rêveberê gerînendeya têkiliyan di kişka serokatî ya tirkî de, Fexiruldîn Altun îmzekerên nameyê bi nûnertiya “tabûra pêcem” tawanbar kir û got ku ew “Tirkiyaya kevn” gewde dikin, ku kiryarên wan bi derbeya binketî ya sala 2016an şiband. Dozgerê Giştî rapirsînen derheqê wan de vekir bi tawana ku “civîn bo pêkanîna tawanekê li dij ewlehiya dewletê û rêjîma destûrî”. Di roja bi dû de, Gordînîz û bi dehan admîralên din hatin desteserkirin û bi merc di 13ê nîsanê de hatin berdan.

Tirkiyayê keştiyên xwe yên lêgerîna petrolê vekişand û zimanê xwe nerm kir. Berê tekez dikir ku ew dê parastina mafê xwe bike û dê ji samanê avê û binax ê “Welatê Şîn” sûdê wergire, niha bû ku xwe bi wê yekê dibîne ew nahêle dewletên din derbasî sînorê Welatê Şîn bibe û sûdê jê wergirin. Bi wateyeke  din rûberên avî yên “Welatê Şîn” ê tirkî tev li devera yûnanî ya taybet bû, ew jî bi hukmê “nexşeya Sevilyayê” ku ji deverên tirkî bûn deverên bêalî.

Gava Tirkiyayê ya kêmkirina payeya Yayci û rawestandina efserên din, wekî kiryarekê bo razîkirina Washington û Yekîtiya Ewropayê tê dîtin, piştî ku têkiliyên Amerîka-Yûnanistanê germ bûn û Kongresa Amerîkayê deng da rahiştina qedexekirina çekan ji Qubrisê û bi dehên salan e qedexekirî ye. Bi mezinbûna aloziya aborî ya Tirkiyayê û pêwîstiya wê bi dahatûyên diravî yên derve û veberhênanên biyan, Enqera bêhtir hişyar bû ku nameyên dilaramiyê ji rojava re rê bike û di ser de cîrana wê Yûnanistan.

 Bûyera herî pêşketî ya girêdayî “Welatê Şîn”, serdana serokê Tirkiyayê bi Atînayê ye, ku bi serokwezîrê yûnanî re civiya û di kongreyeke rojnamevanî de ji ser hemû gefên xwe yên êrîşkirina Yûnanistanê vegeriya.

Ji destpêka vê salê de, rêveberiya Amerîkayê ragihand ku Kongresê biryara firotina balafirên “F16” bi Enqerayê erê kir, bi ser de komeke parçeyên çaksazkirinê bo pêşxistina balafirên Tirkiyayê, ew jî beramber firotina balafirên “F35” bo Yûnanistanê. Erêkirina  Kongresê li ser soza Tirkiyayê bû ku ew dê van balafiran di çalakiyên leşkerî yên bo arandina Atînayê de bi kar neîne.

Heger em di ber çavan re derbas bikin ku hişmendiya “Welatê Şîn” bo dijîtiya Yûnanistan û Qubrisê ye tê wateya ku erêkirina Enqerayê li ser pêkanîna wê ji hêla leşkerî ve heta radeyeke mezin tê wateya ku ji ser vê hişmendiyê vegeriyan, an jî bi kêmanî heta demekê dê wê bihêlin li aliyekî.

Ev paşdeçûna ji hêla Enqerayê ve, hişt ku ji ser planên girêdana rûberên jiyosiyasî yên bi Misir û Lîbyayê re vegere, ku di nîvê sibata vê salê de serdana Misirê kir, her wiha Dadgeha Terablusê lihevkirina ku hikûmeta Terabulisê bi Enqerayê re di sala 2022yan de bi hevkariya enerjiyê, îmze kiribû, red kir ji ber ku “Hikûmeta demkî û serokwezîr ji wan re dernakeve ku li ser lihevkirineke demdirêj îmze bikin.”

Puxte:

– Bi destpêka “buhara erebî” re Enqerayê parastina hişmendiya “Welatê Şîn” kir û piştgiriya xwe jê re bi rêya avakirina avahiyên leşkerî li Qeter, Lîbya, Somal, Sûriya, Iraqê û Qubrisê, da xuyakirin. Her  wiha hişmendiya xwe bi gavên lojîstî piştgirî kir, bi rêya bidestxistina keştiyên vedîtinê û makîneyên kolandinê û programeke avakirina keştiyên deryayî yê Tirkiyayê ku armanca wê avakirina 15 yekeyên şer ên pêşketî ye û wan tev li artêşa deryayê ya Tirkiyayê bike di sala 2027an de, her wiha keştiyên binav ê almanî û balhilgirên hêlîkopteran “Anadol” û balafirên karê hevpar ê deryayî.

– Tirkiya di hişmendiya “Welatê Şîn” de dibîne ku ew garantor e da ku ji parvekirina dahatûyên rojhilatê Deryaya Spî û projeyên veguhastina enerjiyê tê re, bêpar nemîne, her wiha rawestandina peymana sêyane ya Yûnanistan, Qubris û Amerîkayê.

– Erdogan dibîne ku “Welatê Şîn” alave da ku garantiya erêkirina komî ya siyasî ya hundirîn bike, ku hemû partiyên siyasî li Tirkiyayê ji bilî DEM Partiyê (HDPya berê) li ser wê erê dikin, ev yek pêkaniya vejîna wê di aloziyên siyasî û aborî de bilind dike, da ku bingehan pê sererast bike.

– Hişmendiya “Welatê Şîn” xuya dike ku ew di bingeh de di stratejiyeke tirkî ya negirêdayî kesekî ya partiyekê yan jî îdeolojiyeke siyasî de ye. Em dikarin li windabûna wê binêrin ku ew wekî tektîkeke siyasî ya ku rewşa aborî û siyasî ya ku Enqera di salên borî de rûbirûyê wê bû, ew ferz kiriye.