Tirkîya û Xeza; nîşaneyên şerên nû li dij kurdan

By Hisên Cimo

Heta niha şopên kûr ên demdirêj ên şerê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê da, ji dervayî çarçoveya ewlekarî ku Amerîka vegerandin Rojhilata Navîn, ne dîyar in. Her wiha, bê guman, hizira vekişandina Amerîkayê ji herêmê, piştî êrîşa Hemasê ya li dij Îsraîlê, bû tiştekî dûr.

Di 9ê îlona 2023yan da, li New Dilhîyê peymaneka destpêkê ya avakirina rêyeka aborî di navbera Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê da, hate îmzekirin. Datayên derbarê pêkanîna ev projeya mezin pir kêm bûn, ku wekî dîtina destpêkê dervayî çarçoveya mentiqê erdnîgarî ye; Dîtina yekem girêdana bazirganî di navbera Hindistan, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat), Erebistana Siûdî, Urdun, Îsraîl û Ewropayê bi rêya gelek rêyan ji wan deryayî, bejahî û xetên trênê. Her wiha, ji bo zelalîyê û dîyarkirina mekanîzmeyên pêkanîna vê projeyê, dihat payîn ku civînek di meha mijdarê da bihata lidarxistin û her wiha çav li rê bû ku yekem kopîya fermî ji vê civînê derkete.

Bi gurbûna şerê di navbera tevgera Hemas û Îsraîlê da, atmosfêra ewlekarî li tevahîya Rojhilata Navîn hat guhartin, di encamê da axaftininên berê yên derbarê bipêşketinê û bazirganîyê û kêmkirina asta şer, winda bûn. Ev bipêşketin bûn sedem ku hemû nêrînên mezin ku berîya êrîşa tevgera Hemasê û şerê Îsraîlê li Xezayê derketibûn, werin rawestandin.

Çarenûsa rêya bazirganî di navbera Hindistan û Ewropayê da çi ye?

Gelek nexşeyên vê rêya bazirganî derketin, lê yek ji wan jî ne ji çavkanîyên fermî bû û tê texmînkirin ku ev nexşeyên ku derketine ji alîyê ragihandinê ve bû, ji ber ku di navbera nexşeyan da, cudahî hebûn. Di nexşeya yekem da, rêya deryayî ji Hindistanê heta bendera El-Ficîra ya Îmaratê li ser deryaya El-Ereb. Her wiha, nexşeyeka din ji Hindistanê heta bendera Cebil Elîyê ya Îmaratê li ser kendava erebî û ji wir jî heta Erebistana Siûdî bi rêya xeta trênê. Di heman demê da, rêyek ji bendera Heyfayê heta Ewropayê, di rêyekê de ku rêya deryayî ber bi bendera Yûnanistanê ve diçe û ji wê derê bi rêya bejayî ber bi Ewropayê ve biçe. Di nexşeyeka din da jî, rêya Yûnanistanê paşguh dike  û digihêje Îtalîya, Fransa û ji wir jî heta Almanyayê. Dihate payîn ku mijara  nexşeyan, di civîna mijdarê da were piştastkirin.

Çarenûsa tevlîbûna Îsraîlê di bazirganîya herêmî da, ku yek ji armancên girîng ên “Korîdora Tewabil” ya hindistanî-ewropayî bû, li ser encamên şerê heyî yê li Xezayê dimîne. Li gorî rewşa heyî, dîyar e ku Îsraîl ew hêz û sîwana xwe ya navdewletî têrê nake ku armanca xwe ya tunekirina tevgera Hemasê û derxistina wê ji Xezayê, pêk bîne. Her wiha, hewldanên Amerîkayê di vê çarçoveyê da hene ku stratejîya şerê Îsraîlê biguhêre û kêm bike, da ku bibe şerekî veşartî li şûna şerê giştî ku ev 50î roj in berdewam dike bêyê ku nîşaneyên lawazbûna stratejîya tevgerê derkevin holê. Lewra, çi projeyên bazirganî yên herêmî ku Îsraîl digire nava xwe, wê di vê demê da, bi paş da vegerin. Di encamê da, wê projeyên herêmî yên rikber derkevin ser dikê, wekî rêya Tenmîya ya di navbera Iraq û Tirkîyayê da, ku bi awayekî teorî heman erka “Korîdora Tewabil” radibe. Tevî ku Tirkîyayê rola xwe ya berê di doza Filistînê da winda kir wekî ku di vî şer da dîyar bû jî û bandora wê ya sînordar a li ser bûyeran heta niha, lê encam heta niha di berjewendîyên Tirkîyayê da ne. Ji alîyekî din ve jî, “Korîdora Tewabil” gefeka kûr li ser cihê Enqerayê yê bazirganî di cîhanê da bû.

Armancên beşdarên “Korîdora Tewabil” ji hev cuda ne. Lê di dawîyê da -heger ku proje pêk were- wê tiştek ji rêyeka aborî mezintir û têgihiştina qezenca  kapîtalîst kûrtir were damezrandin, ew jî avakirina civakeka aborî ku tê da kelûpel roleka girêdanê bilîzin, ku armanc jê ne rêyeka aborî be. Her wiha, ji dîyardeyên ev civaka aborî ya mezin, ku taybetîyên stratejîk yên nû pêşkêşî dewletên beşdar were kir, ev yek jî ji alîyê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî ragihandina vê projeyê ve hat ser ziman û got: “Berê axa Îsraîlê her dem cihê derbasbûnê bû bo împeratorîyên ku pê li me kirin bi dagîrkerîyê, lê niha Îsraîl dewleteka derbasbûnê ji cureyekî cuda ye. Ew niha bûye cihê ku rêyên sereke yên aborîya cîhanî lê pêrgî hev tên û bûye pira aşitîyê.”

Di vê çarçoveyê da, mirov sedemên fikarên serokkomarê Tirkîyayê Erdogan ên derbarê dûrxistina Tirkîyayê ji vê rêyê fêm bike. Ev yek jî tê wateyê ku derketina tevlihevîyan li Tirkîyayê wê toreya bazirganî ya cîhanî ya ku di parzemînan da derbas dibe wêran neke û aramîya wê jî wê ne girêngîyên pêşîn bin wekî niha. Tişta ku destekê dide vê nêrînê jî, axaftina destpêkê ya li ser rêya aborî ya hindistanî-ewropayî ku xetên veguhestina enerjîyê, kehrebe û keblên nû yên internêtê digire nava xwe. Ji ber wê meriv dikare bi vê yekê –heger ku rast be- kembera aramîya hişk nas bike, ya ku Amerîka çavdêrîya wê dike û Kombûna 7 Dewletên Mezin dê bi pêkanîna vê projeya derparzemîn ve rabe, Tirkîya jî ne di nav de ye.

Berîya şerê li Xezayê di 7ê cotmehê da, serokê komîteya birêveber a komeleya veguhastina navdewletî ya Tirkîyayê  Alber Ozil di foruma xizmetguzarîyên lojîsîkî ya ku di îlona borî da li Istenbolê li dar ket, hişyarîyeka tund da. Ozil got: “Em dibînin ku kesên din derdikevin û navan li ser rêyên nû dikin. Ji ber vê yekê, pêwîst e em bi lez tevbigerin. Yek ji sedemên têkçûna Împaratorîya Osmanî, destjêberdana rêya Herîr piştî vekirina kenala Siwêsê bû, lewra aborîya Împaratorîya Osmanî lawaz bû­.” Her wiha, Ozil banga xurtkirina peywendîyê bi “korîdora navîn” kir; ew jî rêyek e bi “Kember û Rê” ya çînî li hev tê ji rojava ve di dewletên tirkî ra derbasî ewropayê dibe.

Dibe ku Tirkîya ya ku wekî pireka xwezayî di navbera Asya û Ewropayê da tê dîtin, yek ji welatên herî zêde di guhartin rêyên bazirganî da hestyar be, wekî ku çawa osmanîyan ev yek di serdema  vedîtinê da bi talahîya wê hisîyan. Lewra, hişyarîyên Ozil û bipêşketinên bûyerên ji wê demê ve çêbûn, balê dikişîne ser nerazîbûna Tirkîyayê ji planên nû wekî rêya aborî di navbera Hindistan û Rojhilata Navîn û Ewropayê da, ya ku di civîna kombûna /20/ dewletan de hat ragihandin ku Tirkîya rijd e piştgirîya rêyên ku di Tirkîyayê ra derbas dibin, bike. Her wiha, rêya pêşnîyazkirî, wê ji Hindistanê heta Îmarat, Erebistan Siûdî, Urdun, Îsraîl û heta Ewropayê be û Tirkîyayê paşguh dike.

Di 15ê cotmehê da, di hevdîtineka bi rojnameya “Nîkî”yê ra, Wezîrê Veguhastinê û Binesazîyê yê Tirkîyayê Ebdulqadir Oraloglu got rayedarên tirk, iraqî, îmaratî û qeterî di vê mehê da li hev rûniştine, da ku li ser projeya bi navê “Korîdora Geşedanê ya Iraqê” bixebitin û da zanîn ku ev yek wekî “altirnatîfeka cidî” ya rêya hindistanî-ewropayî ye. Her wiha, wê ev projeya iraqî, ku bi navê “Kanala Zuha” jî tê naskirin, kelûplean ji bendera Faoyê a mezin li başûrê Iraqê, veguhezîne. Di heman demê da, pêvajoya destpêkê ya benderê ji alîyê kompnîya Daewooyê ya endezyarî û avakirinê ya Korîya Başûr ve, tê  amadekirin. Her wiha, wê rêya xeta trênê û rêyên bejahî berdewam bike heta sînorê bakurî ê Tirkîyayê bi dirêjahîya 1200 kîlometreyî. Her wiha, li alîyê Tirkîyayê jî wê, bi dirêjahîya /615/ kîlometereyan xetên trênê yên nû û bi dirêjahîya /320/ kîlometereyan rêyên nû yên bejahî werin avakirin, da ku bi toreyên Tirkîyayê da werin girêdan. Lêçûna giştî ya vê projeyê li herdu welatan, bi qasî /25/ milyar dolar e. Ji alîyekî din ve jî, di /20/ salên borî da hikûmeta Tirkîyayê /194/ milyar dolar di veguhastin û peywendîyê da xerc kir. Her wiha, balkişandineka taybet li ser rê û rêbazên veguhestina esmanî hebû, ji bilî trênê ku leza wan gelek e.

Derbarê bersiva pirsa li ser mijarên ewlekarîyê li Iraqê, Oraloglu got “Welat êdî ji berîya deh sala ve gelekî bi ewle bû. Di /5/ salan da, wê pirsgirêkên ewlekarîyê tune bin, ji ber ku ev rê wê ji bo hemûyan bi sûd be”. Ji alîyekî din ve jî Oragloglu got ewlekarî wê ji bo rêya hindistnanî-ewropayî pirsgirêk be, eger ku em li şerê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê da binêrin û metirsîyên ku ev şer bibe şerekî herêmî. Her wiha, Oraloglu got “Em dikarin bibînin ku pirsgirêkên ewlekarî hene. Bê guman di projeyên wiha yên mezin da, wê ev mijar di ber çavan ra were derbaskirin”. Her wiha, bal kişand ku di hin raporan da hate beshkirin ku erebistana Siûdî dibe ku di mijara normalîzekirinê bi Îsraîlê da ji ber şer, rawestandibe. Eger ku ev yek hate piştrastkirin, ev yek wê bibe sedem ku pêkanîna rêya hindistanî ewropayî, were astengkirin. Her wiha anî ziman ku rêya hindistanî-ewropayî gelek guhartin di alavên veguhastinê da çêdibin –ji avê ber bi bejahîyê ve û ji bejahîyê ber bi avê ve- ku ev yek mijara bazarirganî ya projeyê qel dike li hember projeya Rêya Geşedanê ya Iraqê, ku dikarin kelûpelan bi rêya bejahîyê veguhêzin Ewropayê piştî ku bigihêjin bendera Fawê.

Di vê çarçoveyê da, divê şerê Tirkîyayê yê li dij PKK û dijminahîya wê ya domdar li dij HSDyê û binesazîya sivîl li bakurrojhilatê Sûrîyayê, ji nû ve were nirxandin. Her çiqas ku hebûna tevgera Hemasê û alozîyê li Îsraîlê, projeya “Korîdora Tewabil” wêran dike, Tirkîya bi heman çavî li Iraq û Sûrîyayê dinêre. Lewra, ji bo Tirkîyayê, herêmên kurdan ên di hundunrê Tirkîyayê da û li dervayî wê, kopîyeka mezin ji Xezayê ne, wekî ku çawa Xeza ji bo Îsraîlê ye. Li ser vî esasî, şerê Tirkîyayê, dibe ku di demeka nêz da berfireh bibe, ji bo piştrastkirina li ser hêza altirnatîf a ji rêya Hinidistanê ra ku ev rê Tirkîyayê paşguh dike û ditirsîne.