Tirkiya û jinûve vegerandina siyasetên veguhastin û niştecihkirinê

By Şoreş Derwîş

Siyasetên veguhastin û pevguhertina şêniyan di sedsala 19an de, wekî dînamîkeke nû ya sîstema navdewletî û çareseriya pirsgirêkan li dewletên neteweyî derket holê, ev yek jî tê wateya bidawîbûna awayê klasîk ê împaratoriyên  piretnîkî û pirolî. Di vê çarçoveyê de, li Tirkiyayê  aliyê hovane yê van siyasetan ji bo çareserkirina pirsgirêka piretnîkî yek ji van sê metodan  bi kar tînin: Pêkanîna plana koçberkirina bi darê zorê ku hikûmetan di nava hev de li ser hev kiriye, an jî pêkanîna siyasetên “çareseriya dawî” bi rêya qirkirin, komkujî û veguhastinê, an jî bi rêya înkarkirina hebûnê û guhartina demografîk û bicihkirina neçar ji şêniyan. Di rewşa yekem de, yûnanî wekî nimûneya veguhastinê derdikevin holê û di metoda duyem de ermen wekî qurbanî derdikevin holê û kurd ji berê de û heta niha wekî qurbaniyên nimûneya dawî derdikevin holê.

Di yek ji siyasetên herî radîkal de ku rûyê Tirkiyayê yê nûjen xêz kir, pêkanîna siyaseta veguhastina şêniyan bû, ku peymana Lozanê ya sala 1923yan bi desteka Birîtanyayê hat bicihkirin û wekî çare bo bidawîbûna şerê Yûnanistan û Tirkiyayê 1919-1923 hat dîtin. Lê beriya pêkanîna peymanê bi salekê, derdora milyonek xiristiyanî ji axa dewleta Osmanî ji ber kiryarên tolhildanê ku neteweperestên tirk pêk tanîn, reviyan. Di dawiya peymanê de, derdora milyonek û 200 hezar yûnanî ji axa Anadolyayê ku bi sedan salan tê de dijîn derketin û beramberî vê yekê jî 400 hezar misliman/osmanî ji girava ku îro bi navê axa yûnanî tê naskirin, derketin.

Lê beriya vê veguhastina mezin, Dewleta Osmanî derxistina osmaniyan ji Balkanê û anîna wan li Anadolyayê sala 1912an wekî yekem tecrubeya veguhastina tirsnak pêk anî, ku qurbaniya vê yekê jî zêdetirî 100 hezar osmanî ji holê hatin rakirin. Ev yek jî ji ber sedema zêdebûna fikira neteweyî li Balkanê pêk hat, ku diyar e bandoreke kûr di wijdana netewperestên tirkan de çêkir û piştre pêşinyazên veguhastina şêniyan û guhartina nexşeya herêmê erê kirin, ji bo hevjiyanê.

Formula veguhastina şêniyan wekî nimûneyeke nû ya çareserkirina pirsgirêkên şênî/etnîkî, piştî peymana Lozanê, derket holê. Lewra, êdî cîhan bû şahidê tevgera veguhastina şêniyan di navbera Yekitiya Sovyetê û Polonyayê ya sala 1944 û di navbera Çekoslovakya û Macaristanê ya sala 1946an de, ku ew jî çav li tecrubeya pevguhartina tirkî û yûnanî ketin. Lê ev nimûneya ku li ser esasê jiholêrakirinê ya bi serperiştiya hikûmetan, êdî nema dibe çare bo pirsgirêkên etnîkî û çandî li dewletên piretnîkî, ji ber ku gelk giraniya wê ya aborî û civakî heye, ji bilî ku Şerê Cîhanê yê Duyem gelek hizirên sedsala 19an bêkêr kir.

Mirov dikare pevguhartina şêniyan yek ji siyasetên transfîrê bibîne,  lê transfîr hinekî jê berfirehtir e ji ber ku qewirandin, koçberkirina neçar û jinûveniştecihkirinê di nava xwe de dihewîne “pişavtina şênîyî.” Tevî ku nimûneya  Tirkiyayê ya herî zêde di pêvajoya berî û piştî damezrandina komarê de derket holê, lê nimûneya diziya Lîwa Iskenderon û valakirina wê ji piraniya şêniyên wê yên ereb bi rêya bikaranîna koçberkirina bi darê zorê û li şûna wan bicihkirina xelkê tirk taybet di navbera salên 1936-1939an de, wekî erkên dawî xêzkirina piştî Lozanê bû, an jî wiha diyar e. Her wiha, di hundurê Tirkiyayê de jî, siyasetên veguhastina şêniyan û sînordarkirina cografiya kurdan bi rêya projeyên metirsîdar wekî projeya “Çeksazkirina Rojhilat”, ku armanc jê tirkkirina rojavayê çemê Firatê ku piraniya xwe kurd bûn di salên 30î yên sedsala borî de. Lê armanca wê ya sereke jî, guhartina tevahiya cografiya bakurê Kurdistanê bû. Her wiha, ev yek ji bilî projeyên ewlekarî ku di salên 80yî yên sedsala borî de derketin holê û di encamê de Enqera gundên kurdan wêran kir û şêniyên wan neçar kirin ku koçberî naverasta Anadolyayê û bajarên rojavayî yên mezin bibin.

Derbasbûna Tirkiyayê di laboratûwarên guhartina demografîk ên mezin de û veguhastina şêniyan û koçberkirin û jinûvenişticihkirin, bûye yek ji dînamîkên siyaseta hundur û derve ya Tirkiyayê ku di dema pêwîst de derdikeve holê. Wekî nimûneya vê yekê jî ku Tirkiyayê di Sûriyayê de pêk anî û nexasim li Efrînê, ku Tirkiya û Rûsyayê herêmên serweriya xwe li Xutaya Rojhilat û Efrînê di destpêka sala 2018an de bi hev guhartin û di encamê de, bi hezaran çekdar û malbatên wan berê xwe dane bejahiya bakurê Helebê û Efrînê. Ev veguhastin  pêk hat, dema ku Tirkiyayê şer li dij kantona Efrînê ragihand, piştî ku hêzeka Rûsyayê ya piçûk ji baregeha Kefercenê derket û berê xwe da Tilrifetê, ev yek jî piştî ku danûstandinên di navbera YPG û hêzên Rûsyayê li Helebê di çareka dawî de têk çû, pêk hat. Lê beramberî vê yekê jî, Rûsya û rejîma Sûriyayê serwerî li ser bajar û bajarokên Xûtaya Rojhilat kirin. Ev tev de ji encama nepabendiya alîyên Astanayê bû ku li ser “nizmkirina asta şer” li hev kiribûn. Lê di dawiyê de, Efrîn hate dagîrkirin û bi hezaran kes hatin kuştin û di kêmî salekê de 2600 kes hatin revandin û girtin û 250 hezar kurd hatin koçberkirin.

Siyseta qewirandinê ya plankirî hişt ku saziyeka ewlekarî û polîsî ya bêyî kurdan ava bibe, ku naveroka wê komikên ji Xûtaya Rojhilatî hatine, her wiha Tirkiyayê rê li ber “bogrom”eke mezin vekir ku li Efrînê rû da, çaxa ku komikan malûmilkên kurdan talan kirin û li pêş çavên Tirkiyayê dikanên wan didizîn. Paşê bi deha dagîrgeh hatin avakirin bo ku projeya jinûveniştecihkirinê pêk were û koçberên ku bi darê zorê hatine koçberkirin, venegerin warê xwe. Li ser vî esasî jî, siyasetên guhartina demografiya Tirkiyayê li Sûriyayê pêk hatin, ku dikare êdî kembereke ewlekarî-etnîkî-taîfî ava bike, ku li teşeyekî nû yê projeya AKPyê digere, ew jî ew e ku erebên sinî nêzî sînor bike û bi qasî dikare hebûna kurdan dûr bixe. Tirkiyayê bi operasyona dagîrkeriya Serê Kaniyê û Girê Spî di cotmeha 2019an de ev yek dubare kir. Kilîta derbirîna fêmkirina siyasetên Tirkiyayê li Sûriyayê di gotina serokkomarê Tirkiyayê Erdogan de ya beriya pêkanîna operasyona dagîrkeriyê de ye, ku got: “Ev herêm ji bo jiyana kurdan ne guncav e” ev gotin jî dubarekirina gotinên yekxwaziyan bûn, ku li dij ermenan bi kar anîn, hevgirtina neteweyî jî ew berdewam kir, berî ku komar bi erêkirina pevguhartina bi Yûnanê re bê avakirin.

Di rastiyê de meriv dikare li bara katalogekê biaxive ku temenê wê derdora sed salî ye, naveroka wê jî siyasetên guhartina demografî ye, yên ku pêkan in heta hetayê bên dubarekirin bi rêya sazkirina bi demê re. Heger ku tirk peyda nebin kurd dikarin bi hin neteweyên din bên veguhartin, bi mercê ku niştecihên nû di cîhana sibî ya taybet bi Tirkiyayê bibin yek û bibin beşek ji hêza wê ya leşkerî ji bo ku hizira civakên piretnîkî tên bibin, rast e ku siyaseta pevjiyanê asta nijadî derbas kiriye, lê hê jî ew xwe dispêre sê bendan; pevguhartin, koçberkirin û jinûveniştecihkirin.