Di aliyekî de, Tirkiya wekî peykerê Janus e, ku di mîtolojiya Romayê de ev peyker nûnertiya xwedayê dergeh û korîdoran dike, ango mêrekî xwedî du seriyên bi hev de ye, yek li pêş dinêre û yek jî li paş dinêre. Bi vê wateya sembolîk, mirov dikare li siyaseta Tirkiyayê ya wekî du seriyan binêre, ku yek jê xwe ber bi siberojê ve dibe û yek jî çavdêriya tiştên borî dike, lê bi laşekî westiyayî ku van herdu seriyan radike. Lewra, dibe ku mijûlbûna Tirkiyayê bi nostaljiyayê û jinûveçêkirina zihniyeta împaratorî û hêvî dike ku ji sînorê nexşeya Tirkiyayê yê heyî derkeve, bû rojev û mijûliya herî girîng a siyaseta AKPyê ji sala 2016an û vir ve.
Li gor vê dîtinê, dewleta Tirkiyayê bi saya hebûna xwe ya leşkerî û îstixbaratî û xwespartina artêşek ji çeteyên sûriyayî û yên wekî din, di bin navê “kemberên ewlekariyê” kete nava Sûriyayê. Ev yek hemû jî di çarçoveya hewldanên berfirehekirinê ku serokkomarê Tirkiyayê beriya niha bi çend salan nîşaneyên wê diyar kirin, dema ku ragihand di sedsala borî de dewleta Osmanî di Terablûlsa Lîbyayê û Heleb û Mûsilê de, windahiyên mezin dîtin.
Lê bicihbûna Tirkiyayê li Iraqê ne wekî bicihbûna wê li Sûriyayê ye, ji ber derasbûna leşkerî ku nikare li Iraqê herêmeke bi tevahî bixe bin serweriya xwe di aliyê rêveberî, siyasî û aborî de. Ji ber vê yekê jî, mirov dikare hebûna Tirkiyayê li Sûriyayê wekî formula Anschluss a almanî di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Duyem de ya herî nêz bi nav bike. Lê projeyên zêdekirina leşkeran û baregehên leşkerî û îstixbaratî li Başûrê Kurdistanê bêyî hebûna herêmeke ewlekarî an jî “tampon” an jî kembereke ewlekarî, nîşan dide ku bibe rengek ji rengên hewldanên rewşa Anschluss ya nû, ku daxwazên Tirkiyayê yên qutkirina beşek ji Iraqê û vegerandina beşekî ji wîlayeta Mûsilê ku di sala 1925an de bi awayekî temamî winda kir, pêk bîne.
Ji aliyekî din ve jî, mijara vegerandina Mûsilê di kêliyên damezrandina komara Tirkiyayê de rojev bû (tevî pêkanîna Peymana Lozanê 1923yan û piştre jî qebûlkirina biryara Koma Neteweyan ya ku Mûsil girêdayî Iraqa ku di bin serweriya Brîtanyayê de ye), derbarê karînên xelasbûna ji xeyalên Peymana Sêverê ku di 10ê tebaxa 1920î de hate îmzekirin û tunekirina hêviyên welatparêzên kurd yên xwebirêvekirinê li wîlayeta Mûsilê. Ji ber ku li gorî rapora efserê brîtanî Lejman di pêvajoya damezrandina Iraqa raspartî de hejmara kurdan li tevahiya wîlayeta Mûsilê derdora ji sêyan yek e. Di heman demê de, kurdan dijberiya planên ku bikevin bin desthildariya ereban li şûna tirkan, dikirin. Her wiha êzidiyan jî ji îngilîzan daxwaz kir ku parêzgeha Şingalê nexin bin destê waliyê ereb li Dêra Zorê yê ku ji hêla haşimîyiyan ve hatiye erkdar kirin.
Tevî windakirina Mûsilê ku Tirkiyaya nûjen ji bîr nake wekî ku duh çêbûye û dengvedana wê di xîtabên Erdogan de dubare dibe, îstixbaratên Tirkiyayê hiştin ku maceraperestên tirk li eniyên pişt înglîzan bixebitin û dikarîbûn ku hin hêmanên qebîleyên kurdan li dij hêzên Brîtaniyayê bixin tevgerê. Bi vê yekê re jî hêzên Tirkiyayê yên ne fermî dikarîbûn ku di sala 1922yan de bi awayekî demkî Rewandozê dagîr bikin, tevî ku hêzên wê di sala 1918an de ji Senceqa Silêmaniyê vekişiyan û înglîzan tevahiya wîlayeta Mûsilê xistin bin serweriya xwe. Lewra pîrozkirina vê yekê ji aliyê îstixbaratên Tirkiyayê, wekî beşek ji propogandaya berfirehkirinê ya nû ye ku sirûşê dide saziyên leşkerî û îstixbaratî û çîna gelêrî ya tundraw ya ku bawer dike “rûbera heyî ya Tirkiyayê teng e” û karîna vegerandina Mûsilê jî heye.
Di heman demê de, ji aliyê dîrokî ve jî, Enqera bi piştgiriya Brîtaniyayê, dikarîbû ku Iraqa Haşimî bixe bin serweriya xwe û bibe beşek ji kwalîsyona wê li herêmê, bi destpêkirina peymana Saed Ebad a sala 1937an û peymana Hevalbendiya Bexdadê ya sala 1955an. Lê têkçûna rêveberiya padîşahiyê ji aliyê Ebdulkerîm Qasim ve, hişt ku toreya wan hevalbendiyan têk biçe û di encama wê de hin lihevkirinên ewlehî pêk hatin ku ya her girîng ji çavdêriya xwestekên kurdan bû. Her wiha, dema ku Enqera hest kir ku Bexdad li dervayî hevalbendiyên hevbeş tevdigere û li tiştên hevbeş û çareseriyên siyasî yên doza kurdan digere, hewl da ku mezintirîn projeya dagîrkirinê di sala 1958an de pêk bîne, bi bihaneya ku ihtîmala Iraq bikeve nava çerxa Sovyetê. Lê ji ber ku helwesta Moskoyê ya wê demê, operasyona Tirkiyayê îbtal kir ku ji xwe re çarçoveyeke erdgînarî diyar kir ji Kerkûkê dest pê dike û di Mûsilê re derbas dibe û li Helebê bi dawî dibe.
Rewşa niha ew e Enqere dixwaze ku beşek ji vê rabirdûya lihevsiwarbûyî vegerîne, bi rêya hevkarên nû ku di şerê xwe yê li dij PKKyê de erkdar bike, her wiha bi rêya dagîrkirina beşên Kurdistanê di bin navê baregehên leşkerî. Lê metirsiya dagîrkirin û qutkirina beşek ji Kurdistanê wekî ku çawa li Sûriyayê pêk anî, êdî girêdayî ezmûna hevkariya ewlekarî ya di navbera Bexdad û Enqerayê de ye, di demekê de ku Enqera avakirina navendên operasyonên hevbeş dikarîbû bi Bexdadê bide qebûlkirin, ku di encamê de dibe ku “herêmeke tampon” li ser beşên ji Kurdistanê were avakirin, nexasim li dergehên di navbera Iraq û Tirkiyayê de. Bi gotineke din, herêma tampon dibe ku bibe destpêkek ji bo îzolekirina Kurdistanê û kêmkirina girîngiya wê wekî dergehekê ku têre kelûpelên tirkî derbasî Iraqê dibin û wekî korîdorekê ji bo hinardekirina petrolê. A ji vê mezintir ew bû ku rewabûna hebûna xwe ji Iraqê bi dest xist, ev yek nêrîna kurdt a çêna siyasî ya iraqî dide xuyakirin, li bara dîtina Iraqê li ser PKKyê ku ew rêxistineke qedexe û “terorî” ye, ev yek jî dihêle ku Tirkiya binpêkirina serweriya Iraqê berdewam bike ji ber şaştiyên hesabên siyasetmedarên Bexdadê yên ne xwedîtecrube, an jî mirov dikare bibêje ku nikarin nirxandineke stratejîk bikin. Dayîna biryarê ji hêla Iraqê bêyî ku giliyan li gel desteyên navneteweyî bike, bi ser ku ew gaveke jixweber e, dê tu garantiyên rastî bi dest nexe ku bihêle para Iraqê ya avê ya ku Tirkiya lê asê bûye bigihêje wê, an jî dozên exlaqî yên din bên çarekirin.
Di vê demê de jî, Tirkiyayê behsa “havîneke germ” û operasyoneke leşkerî ya bejahî ya hêzên Tirkiyayê dike, dibe ku herêma Şingalê ya stratejîk a li ser sînorê Sûriyayê bigere nava xwe û ihtîmal heye ku tîma ewlekarî û dîplomatîk a Tirkiyayê ku serdanên xwe li Bexdadê zêde kirin, daxwaza hevkariyeke leşkerî ji bo serweriya li ser vê herêma nêzî Mûsilê, bike. Ev yek jî ji bo artêşa Iraqê ku li herêma êzidiyan pêk bîne zehmet e bê tevlîbûna Heşd El-Şeibî di vê serpêhatiyê de ya ku encamên wê ne diyar in. Her wiha, dibe ku ev operasyon li beramberî hêzên xwecihî, veguhere şerên bisînor. Di heman demê de, mîna vê operasyonê, wê operasyonên qirkirinê “fermanên” osmanî û terora rêxistina DAIŞê bîne bîra êzidiyan. Her wiha, şîî bikeve nava helwesteke teng û şermok, ji ber ku êzidiyan hebûna milîsên şîî qebûl kirin, li şûna ku îhtîmal heye hêzên sinî ku Tirkiyayê wan bi rê ve bibe, bikevin wê herêmê.
Werhasil, hewldana Tirkiyayê ya tevlîbûna şerekî berfireh dibe ku xwenên iraqî yên berê vejîn bike, nexasim li Kurdistan, Şingal û Mûsilê. Dibe ku lezkirina Enqerayê ya ferizkirina hizirên tund ên hevpeymanên ewlekarî û leşkerî bi Bexdadê re, bihêle ku şîî û çîna siyasî ya Iraqê ji vê hevkariya giran, nerazîbûna xwe nîşan bidin. Ji bilî vê yekê jî, ev hevkarî berjewendiyên Îranê yên li ser sînorê Sûriyayê, di ber çavan re derbas nake.