Tirkîya di şerê Xezayê da.. kêlîya têkçûn û dudilîyê?

By NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

Di germahîya şerê di navbera Îsraîl û Tevgera Hemasê da, dîmenek ku baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê li ser malperên alîgirên Tirkîyayê bi zimanê tirkî û erebî belav kiribû, bû “trend”. Di wî dîmenî da, endamên Hemasê ku hawinan diavêjin û bi rêya montajê ev avêtina topên hawinê hatine lezkirin, derdikevin. Her wiha, dengên ku têne bihîstin ji hev qutkirî ne û nayên fêmkirin, ji bilî gotina “Elahuekber”. Lê berîya bidawîbûna dîmen, meriv dikare bilêvkirinên nezelal bibhîze, lê dikare muzîka gotinan nas bike, di vir da zîrekîya tirkî ya şîrovekirinê, ku ev deng bi vî rengî ye: “hizil ver hizil”, ango bi wateya “bilez bide”, derket holê. Di heman demê da, ev dîmen bi dehezarên caran li ser malperên ku propagandaya siyasetên Tirkîyayê bi zimanên erebî û tirkî dikin, hate belavkirin. Ev derew jî –ku ev kes naxwazin ev yek hebe-  xala lawaz a siyaseta Tirkîyayê derbarê şerê li Xezayê dîyar dike, di vê çarçoveyê da, malperên ku bi sedhezaran û bi milyonan şopînerên wan hene, wekî xapandinekê belav kirin ku qaşo îstixbarata Tirkîyayê li Xezayê li dij Îsraîlê şer dike û “raza şîrîn”  “Hızlı ver Hızlı” beşdarbûna Tirkîyayê di şerê “Hemasê” li dij Îsraîlê dîyar kir, di senaryoyekê da ku li gor hişmendîya dramatîk ya rêzefilmên tirkî yên navdar e yên mîna “Newala Guran” (bi erebî: Wadî El-zîab) ku li ser bingehekî çîrokî û nerast hatine avakirin ku îstixbaratên Tirkîyayê qaşo di şerekî kûr ê li dij Îsraîl, Amerîka û hemû hêzên rojavayî da ye.

Belavkirina vî dîmenî -ku zehmet e bêyî fermanên ewlekarî di vê astê da belav bibe-  alozî û tevlîhevîya siyaseta Tirkîyayê debarê rewşa li Xezayê, dîyar dike. Her wiha, dema ku hewldanên bi vî awayî bigihêjin encaman, ev yek tê wateya ku nîyeta meşandina siyaseteka dualî û dijber heye; bi gotineka din li ser asta  gelêrî desthilatdarî xîtabî gel dike ku bi ew bi “Hemas” û doza Filistînê ra ye û bi awayekî veşartî beşdarî “operasyonên” li dij Îsraîlê dibe. Ev îdîa di nava raya giştî da dengvedaneka mezin çêdike û tevî ku derew e jî lê heta asteka bilind tê bawerkirin. Ji alîyekî din ve jî, dîyar e ku hikûmeta Erdogan hemû pirên bi Îsraîlê ra neşewitandine, tevî xîtaba wê ya belavbûyî derbarê şerê li Xezayê da ji 7ê cotmehê ve, dema ku “Hemasê” êrîşî Îsraîlê kir. Lê Enqerayê ji Tilebîbê bendê ye ku roleka navbeyankarîya di xetertirîn alozîya navdewletî da ji dema êrîşa Rûsyayê li dij Ukranyayê dixwaze, ku Enqera roleka navbeyankar lîst û hîna rolên din hêvî dike.

Ne pêkan e ku daxuyanîyên Tirkîyayê yên dawî yên li bara “sûcên şerê Îsraîlê” û “Hemas tevgereka liberxwedanê ye” û “jêbirina Netanyahu û neaxaftina bi wî ra” bibe bingeha nêrîna Tirkîyayê derbarê şerê ku niha li Xezayê rû dide. Di 4ê mijdarê da, Erdogan bi awayekî eşkere piştrast kir ku“Em têkilîyên xwe bi Îsraîlê ra qut nakin”. Ev helwest heta astekê vezivrîn bû, heger em bi xîtaba Erdogan ya berî çend rojan ra hevrû bikin, piştî ku Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ragihand ku Tirkîya di nava gera wî ya nû li herêmê da ye, hate dayîn. Ji ber ku Tirkîya li dervayî diplomasîya navdewletî derbarê Filistîn û Îsraîlê da ye ji dema êrîşa Hemasê û rayedarên amerîkayî jî di serdanên xwe yên li dewletên herêmê jî, serdana Tirkîyayê paşguh kirin.

Her wiha, ne pêkan e ku Tirkîya wekî hêmanekî sereke beşdarî avakirina diplomasîya şer û çareserîyê di navbera filistînî û îsraîlîyan da bibe, di demekê da ku dewletên rojavayî Misir û dewletên Kendavê wekî bingeha herêmê derbarê şerê heyî da hilbijartine. Di heman demê da, eksenê din “liberxwedanê” ji alîyê Îranê ve tê birêvebirin û Tirkîya nikare bandorê li birêveçûyînên şer bike ji ber ku ne wekî alîyekî tev lê bûye an jî nikare encamên wê yên xwînrêj li xwe bigire, heta ku tev li plankirina wê jî bûbe (wekî ku tê gotin).

Lê tevî vê yekê jî, dibe ku cihê Tirkîyayê di xetertirîn bûyer li cîhanê ku ev meheka rû dide da were guhartin, ew jî eger ku tiştekî pir cuda pêşkêş bike, wekî  pêşnîyaza gengaz ku Tirkîya fermandar û bi sedan endamên tevgera Hemasê (eger ku Hemas têk çû û erê kirin ku derkevin beramberî ku li Xezayê wekî cihekî êdî jîyan lê dibe) pêşwaz bike, ji bilî vê yekê tiştên li gel alîyên din, ji tiştên gel Tirkîyayê girîngtir e.

Lê li gorî analîza ku malpera “Al-monitor”ê belav kiriye, bikaranîna doza Xezayê di çarçoveya hewldanên Erdogan ên vegerandina bajarên mezin di hilbijartinên şaredarîyê di adara bê da, heta niha bandora wê li ser asta navxweyî ya Tirkîyayê heye. Di vê çarçoveyê da, pisporê siyaseta derve Bargin Yinang got: “Erdogan ji 6 mehên bê zêdetir nafikire û di vê navberê da wê hilbijartin bi dawî bibin.”

Bi her halî, ji dema ku AKPyê sala 2002yan desthilatdarî bi dest xist, têkilîyên Tirkîya û Îsraîlê di du alozîyên mezin ra derbas bûn; a yekem sala 2009an dema ku Erdogan ji foruma “Davos”ê vekişîya ji ber nerazîbûna li hemberî daxuyanîyên serokê Îsraîlê Şîmon Peres derbarê Xezayê da. Ev yek xeyalên alîgirên doza Filistînê li cîhanê dagirt wekî serkeftineka menewî û pêşandanî, ku nivîskar û şîrovekarê tirkî û parlamenterê niha Cengîz Çandar ev yek wiha bi gotinên giran vegot û got: “Bi yek derbeyê dibe ku ne bi zanebûn be, êdî Erdogan bû lehengê cîhana ereban. Êdî bû dengê kolana erebî êdî gotina raya giştî ya erebî bi nehazirîya serekên ereb rastîyeka wê heye.”

Alozîya duyem piştî wê bi salekê hat ango di gulana 2010an da, dema ku leşkerên Îsraîlê êrîşî keştîya Tirîkyayê ku tê da alîkarî ji bo xelkê Xezayê hebûn kir û di encamê da /9/ kes hatin kuştin. Ji ber vê bûyerê, di têkilîyên navdewletî da hejandinek çêbû û rola ereban di Filistînê da têk çû, her wiha rola Îranê di piştgirîya komên Filistînê da bi awayekî demkî hate sînordarkirin, êdî Tirkîya bû birêveberê doza Filistînê di wijdana gelê îslamê û çavkanîya herî bi şerm ji bo birêveberên ereban. Li ser vê mîrasa Tirkîyayê ya nû ava bûye derbarê doza Filistînê, şoreşên “buhara ereban” ku ji alîyê Tirkîyayê ve tê destekkirin, nexasim li Sûrîya û Misirê, alîyekê exlaqî di destpêkê da xuya dikir ku wekî berdewamîya şerê li dij Îsraîlê didîtin.

Dema ku em vê rola tirkî ya nû ya li devera aerebî bispêrin lêvegereka hizirî, şopên serokwezîrê tirkî yê berê Ehmed Dawudoglu di her beşê wê da dîyar dibe. Her wiha, nêrînên wî yên di pirtûka wî ya bi navê “Kûrahîya Stratejîk” asta tevgerkirina siyaseta Tirkîyayê ber bi başûr ve ango cîranên ereban dîyar dike, ev yek jî yekem rûbirûna eşkere di navbera Dawudoglu û Fethulah Golen da, ku wê demê herdu jî ji mezintirîn birêveberên Tirkîyayê di bin sîwana Erdogan da bûn.

Pirtûka “Kûrahîya Stratejîk” sala 2001ê berîya bûyerên 11ê îlonê û pêlên Rojhilata Navîna nû, hate belavkirin. Lê nivîskarê wê tiştên di ser wî ra derbas bûn, di çapa erebî ya sala 2010an da beşek di dawîya pirtûkê da lê zêde kir û tê da pêşinyaz kir ku Tirkîya cihekî xwe yê nû di cihê xwe yê jîyopolîtîk da bi rêya veguhastina ber bi “dewleta navendî” bigire, bi gotineka din dewleteka ku sînorê xwe yê hundirîn kontrol kiriye û di avakirina siyasetên dervayî sînor da xwe di oxira xizmeta ewlekarîya xwe ya neteweyî da, xwedî bandor be.  Ev yek jî guhartineka mezin e, heger em bi nêrîna berê ra hevrû bikin. Nêrîneka biyan e di erdnîgarîya siyasî da, ew jî ku Rojhilata Navîn ji hêla sêgoşeyeka hêzê tê birêvebirin ew jî Tirkîya, Îran û Misir e û sêgoşeyeka piçûktir ku bi ya mezin bandor dibe ew jî Sûrîya, Iraq û Erebistana Siûdî, her wiha sêgoşeyeka hîn piçûktir ku ji Libnan, Urdin û Filistînê pêk tê.

Bi awayekî giştî, Tirkîya û li ser destê Dawudoglu bi xwe jî, tîyorîya sêgoşeya stratejîk a herêmî ji dema bûyera Davos û fîloya azadîyê, derbas kir. Lê di encamê da, Tirkîya serkeftina mîrasa xwe di hevrikîya bi Îranê ra jî di doza Filistînê da winda kir, dema ku piştgirî da şerê navxweyî yê ereban ê bi şêwazê partîya Ixwan-islamî. Her wiha, heta destkeftîyên ku di piştgirîya şerê navxweyî yê ereban jî bi dest xistibû, di şerê xwe yê li dij doza kurdan winda kir, ji ber ku ev doz wekî cewherê her gaveka Tirkîyayê li rojava û rojhilat e. Em dikarin îroj li tevlihevîya Tirkîyayê ya li bara Xezayê binêrin, ku xwe bi dewletên mezin ra xist davan, temanê şerê wê yê vekirî li dij doza kurdî, ku di heyamê du hevên borî da amerîkayê du dronên Tirkîyayê li esmanê Sûrîyayê anîne xwarê ji ber ku bi awayekî metirsîdar nêzî baregehên wê bûbûn, ev yek jî baceka başqe ye, ji ber ku Tirkîyayê tevaya hêza xwe ya navdewletî li dij dozekê xerc kir, ew jî doza kurdî ye ku ji berî sed salî ve hewl dide wê têk bibe, lê bi ser nakeve.

Stratejîya ku ji destpêka salên 80yî ve li dar e, ku ji wê çaxê ve siyasetên şer ên Tirkîyayê hêza wê ya dîplomasî bi dawî kiriye û ev yek jî hîşt ku di Xezayê da bigihêje têkçûnê. Êdî Tirkîya ne beşek ji tevgera “liberxwedanê” ye ku di bin serwerîya Îranê da ye, heta ku Tirkîya beşek ji çêkerê şerê dawîyê ye li gorî dîmenê  “Hızlı ver Hızlı”, her wiha ne jî beşek ji dîplomasîya çareserkirinê bi birêveberîya Misir û dewletên Kendavê ye.

Dawudoglu dema ku şerê dawî di navbera “Hemas”nû Îsraîlê da rû da yekser destmala filistînî li xwe kir, ji bo jinûveavakirina siyaseta Rojhilata Navîn li gorî pêwîstîya Tirkîyayê, nêrînek  da avakirin. Tevî ku Dawudoglu ji tîma birêveberîyê ji alîyê Erdogan ve hate dûrxistin jî, lê heta niha mîrateya wî di gelek nêzîkatîyan da heye. Her wiha, hişyarîya ku Tirkîya ji Ewropa û Rojhilata Navîn dûr bikeve, ji her demê zêdetir niha pêkan e, eger ku Enqera tiştekî ku kesên din nikare pêşkêş bikin, ew pêşkêş bike. Dawudoglu di pirtûka xwe ya çapa 2001ê da ya “Kûrahîya Stratejîk” (r.168-169) nivîsî:

“Di vê rewşa nû da, divê Tirkîya siyaseta xwe derbarê Rojhilata Navîn da ji nû ve di ber çavan ra derbas bike. Tirkîya di salên destpêkê yên Sedsala 20î da kemberên stratejîk yên herî bi hêz li herêma Rojhilata Navîn winda kir û heta ribê buyem û yê sêyem li dûrî herêmê bi awayekî giştî dijîya. Her wiha Tikîyayê di salên dawî yên heman sedsalê da, rêzetêkilîyên nexwegir ku xurt dibûn û qels dibûn bi dewletên herêmê ra ava kir.  Di heman demê da, îro ew neçar e ku têkilîyên xwe bi herêmê ra ji kok ve ji nû ve binirxîne.  Di heman demê da, toreya têkilîyên bialoz ku Tirkîya bi awayekî taybet bi Ewropayê ra ava kir, hişt ku tevlîbûna nava Yekitîya Ewropayê bibe mijareka hema hema qet ne pêkan.  Her wiha, mijara bipêşxistina stratejîya giştî derbarê Rojhilata Navîn divê pêk were. Lê eger ku Tirkîya ji Ewropayê û di heman demê da ji Rojhilata Navîn qut bû, ne pêkan e ku di siyasetên xwe yên herêmî an jî parzemînî da bi ser bikeve.”