Têkiliyên kurd û ereban.. lêkolîn li bara lihevkirin û kêferatê

By Mihemed Seyid Risas

Ji sedsala 12an ve êdî “biwêja (Kurdistan) hate  bikaranîn” (1). Her wiha, dîroknasê farisî Hemed Allah El-Qizwînî 1281-1349an jî di bin vî navî de 16 herêm û keleh bi cih kirin: Dînûr, Kirmanşah û hwd, ew herêm jî yan di reseniya xwe de kurd bûn an jî kurd tê de hatin bicihkirin. Di heman demê de, li gorî gotina El-Qizwînî ew beşên çiyayî  “di nava xwe de herêmên ji Iraqa erebî, Xûzistan, Iraqa ecemî, Azrîbîcan û Diyarbekira sînorî dihewandin” (2). Ji aliyekî din ve jî çavkaniyên ereban jî (ji salên 30 û 40 ên sedsala 8an a zayînê) neteweyên kurdan li herêmên Kurdistana Îranê û Iraqê. Her wiha li hin kantonên Îranê yên cîran: Azrîbîcan, Faris, Xozistan û hin herêmên Cizîrê û çiyayên ku kurd tê de dijîn, bi bîr dixistin” (3). Lê biwêja (Kurdistan) êdî wekî nîşaneya li ser “herêmên ku kurd tê de dijîn” hate bikaranîn (4). Lê di dirêjahiya “salên desthildariya ereban di sedsalên navîn de, heger em bihesibînin ku desthilata erebî bi hukimê behewîyên faris li ser Bexdadê, sala 945-1055 bi dawî bû, ku paşê li wê derê selcûqiyên tirk desthatî kirin,  (Kurdistan) wekî hebûneke siyasî an jî herêmî tune bû” (5).

Ji ber erdnîgariya ku kurd tê de ne yên ku di sedsalên 10 û 11an de li ser mezhebê sinî bûn misliman, girîngiyeke wan di aliyê jeopoltîkî de çêbû. Ji ber ku kurd di cihekî navgîn û veqetandina di navbera Bexdada behewî û Bîzansyayê de bûn, her wiha ew li aliyê bakurê Welatê Şamê bûn, ku fatimiyên ku ji sala 968an de desthilat li Misirê dikirin dest bi berfirehbûnê bi aliyê Şamê de kirin. Fatimiyên ku li ser rêbaza îsmaîlî ne û bi rêbaza sinî ya xelîfeyê ebasî û bi rêbaza şîî ya dozdekî ya behewiyan re di nakokiyê de ne.

Ev nakokiya ebasiyên behewî bi bîzansiyan re ku di xeta Heleb-Mûsilê di salên 50 û 60î yên sedsala 10an de girîngiyek da hemdaniyan û piştre jî ev girîngî  wekî mîras ji Dewleta Merwanî re 983-1085 ma, ku ew yekem dewleta kurdan a misliman bû ji aliyê bakurî yê Amedê dest pê dikir heta Cizîra Botan û hin caran jî kontrol li ser Mûsilê dikir. Piştre, girîngiya Dewleta Merwanî zêdetir bû, dema ku selçûqiyên tirk dest danîn ser Bexdadê û serweriya şîiyên behewî li ser Bexdadê di sala 1055an de bi dawî kirin. Her wiha, selçûqiyan Dewleta Ebasî ji bo rûbirûna fatimiyên Qahîreyê gur kirin û bi dewleta Bîzansayê re dest bi şer kir, ku di vir de jî roleke girîng a merwaniyan hebû bi rûbirûna mezin di navbera selçûqî û bîzansiyan re di şerê Menazkert di sala 1071an de, ku bêzêm bi aliyê selcûqiyan ve hêl bû.

Her wiha, li gorî Karl Brockelmann, Zinkî Îmad El-Dîn “ku ew tirk e û di destpêkê de Atabik bû, ango herdu mîrên selcûqî Alb Arsalan û Firxûşah bi edeb dikir”(6), ku wî eşîra kurdî anî Iraqê piştî ku di sala 1127an de dest danî ser Mûsilê û piştre jî kurê wî Nûredîn piştî ku dest danî ser Sûriyayê, Eyûb Bin Şazî Kurdî yê ji wê eşîrê wekî rêveberekî li ser Şamê erkdar kir û birayê xwe Şêrko wekî rêveber li ser Humisê erkdar kir. Nûredîn jî birayê xwe Şêrgo rêkir Misirê di dema qelsiya Dewleta Fatimî û têkçûna li pêşberî xaçeperestan, kurê birayê xwe yê ku bi wî re çibû Misirê ango Selahedîn Eyûbî piştî wefata wî, dikarîbû ku dewleta Fatimî di pêvajoya 1169-1171an de tune bike û piştre jî bû rizgarkerê cîhana îslamî li pêşberî pêşdeçûyîna xaçeperestan ku di sala 1098an de berê xwe da rojhilat, heta ku Selahedîn destpêka bidawîbûna belavbûna wê di şerê Hitîn di sala 1187an de danî. Bi vê yekê re jî, dest danî ser Misir û welatê Şamê, bê ku sazo bi xelfeyê ebasî yê li Bexdadê bişkîne.

Kurdên merwanî wekî xala hevsengiyê ku her kes dixwaze, lê ew hevsengî dane selçûqiyên tirk. Her wiha, têkçûna bîzansiyan li pêşberî selçûqiyên tirk di şerê Minazkertê de sala 1071an, destpêka bidawîbûna dewleta Bîzansê sala 1453an de bû. Kurdên eyûbî jî xala hevsengiyê bûn, a ku li dij fatimiyan hat û ew bi dawî kirin û li dij xaçperestan 1098-1291 hat bû destpêka bidawîbûna wan li Hitînê 1187.

Ev rola leşkerî-siyasî, ku kurdan di pêvajoya di navbera merwaniyan û eyûbiyan 1171-1250 de lîstin, bi xwe re jî tevlêbûna kurdan di nava raya giştî ya civakî-çandî de anî, ku tê de zimanê erebî zimanê wêje, feqetî û hizirê bû. Her wiha, îslam jî wekî îdeolojiyeke li jor neteweyê re dihat dîtin û ku bo kesê ereb, tirk, kurd û faris bûbû nasname, ew netewe bû.

Dema ku sefewî di sala 1501ê de wekî dewleke nû li welatê Faris derket, ku li rêbaza şîî ya dozedkî bû, Şah Îsmaîlê Sefewî jî bi darê zorê welatê Faris xist şîiyê, ku mezheba sinî heta rojên wî li Xeresan û Esfehanê gelekî bi hêz bû. Lewra, diyarkirina dewleta Sefewî wekî şîî, bi xwe re jî nîşaneyên neteweyî û çandî yên farisî anî ku ji wan rojan ve kete nava bingehê sêyîne yê ku bi têgiha şîî re bû yek. Her wiha, di dema rûbirûna di şerê Çaldîranê sala 1514an de di navbera Şahê Îsmaîlê Sefewî û Sultanê Osmanî Selîmê Yekem, ku ala sina li pêşberî Şah rakir, şahê ku ji destpêka ku destê xwe danî ser Iraqê tundî li dij siniyan pêk anî, heya giha asta ku gora Îmam Ebû Henîfe El-Numan li Bexdadê xirab kir. Kurdan jî wekî Minazkert, di şerê Çaldîranê de, roleke girîng di serkeftina osmaniyan li dij sefewiyan lîst, ku li ser vê yekê jî Ocalan dibêje: “Helwesta sultanê osmanî Yavûz Selîm bi pêkanîna hevalbendiyeka stratejîk di navbera du tîmên hekhev, dereng nema heta ku encamên xwe yên dîrokî bide. Lihevkirina ku pêk hat xweseriya mîrnişînên kurdî rewa didît. Bêhitirî ku ew lihevkirinek bû, ew rêyek bû ku ber bi împeratoriyeke kurdî-tirkî ve diçû, wekî împeratoriya mecerî-awisturyayî” (7).

Ev lihevkirina tirkî-kurdî piştî du salan ji Çaldîranê pêk hat, dema ku osmaniyan dest danîn ser welatê Şamê û piştre jî dest danîn ser Misir û Hîcazê sala 1517an û piştre di sala 1534an de dest danîn ser Iraqê. Lewra ereban osmanî qebûl kirin û ev yek jî bû sedem ku tirk-kurd-ereb ên xwedî mezheba sinî, li pêşberî firsên sefewî yên ku ala şîî radikirin, bisekinin.

Di pêvajoya osmaniyan de, ji dema Selîmê Yekem 1512-1520 û heta Ebdulhemîdê Duyem 1876-1909an, sêyaneya tirkî-erebî-kurdî hebû û rêbaza wan îslama sinî bû. Her wiha, di pêvajoya banga Sultan Ebdulhemîd bo (zanîngeheke îslamî)  sûfiyê ereban Ebû El-Hude El-Siyadî nêzî wî bû û bandoreke wî ya mezin li ser hebû, her wiha feqiyê kurdan Seîd Nûrî jî nêzî wî bû û pêşniyaza ji wî re kirin ku (Ezher) wekî Zanîngeheke Îslamî ya Anadola Rojhilatî were çêkirin.

Têkçûna Sultan Ebdulhemîd ji aliyê netewperestên tirk ên ji Komeleya Îthad û Tereqî ve, hişt ku sêyaneya tirkî-erebî-kurdî ku girêdana îslamê ya osmaniyan ew bi hev de girê didan, ji hev bikeve. Ev netewe jî nêzî faşzm û naziyan in, wekî ku Ocalan di pirtûka xwe ya borî de (r.66) BI bi nav dike û dibîne ku partiya Ataturk ango CHP “tenê nav hate guhartin, lê naveroka xwe wekî awayê nû ku Partiya Îthad û Tereqî ji xwe re esas girt” (8).

Ataturkîtî û berî wê komeleya Îtîhad û Tereqî sêyaneya tirkî-erebî-kurdî di pêvajoya osmaniyan de ji hev xist, herger Ataturk û berî wî kesên îtîhadî bavê neteweperstiya tirkî bin, neteweperestiya erebî û kurdî di pratîkê de bûn wekî bertek ji jihevxistina hevgirtina osmanî ve ya ku îtîhadiyan û Ataturk ew ji hev xistin.

Li Tirkiyaya Ataturk ji 29ê cotmeha sala 1923yan ve, aloziya tirkî-kurdî ya herî zêde bû, bi hevrûkirina aloziya di navbera kurd û ereban li Iraqê piştî sala 1921ê û Sûriyayê piştî sala 1946an û aloziya faris-kurdan li Îranê, bi herdu pêvajoyên xwe pehlewî 1925-1979 û piştre jî Komara Îslamê ku nêzî tirkî bû.

Bi nebûna derfeta avakirina dewleteke kurdî re, her wiha hat xuyakirin ku tevgera çekdar a Şêx Mehmûdê neviyê Berzencî li Kurdistana Iraqê têk çû, kurdan wîlayeta Mûsilê ku piraniya xwe kurd bûn (di nava xwe de Mûsil, Hewlêr, Silêmaniyê û Kerkûk dihewandin)  ketin bin ala Iraqê, di demekê de ku Ataturk xwîna kurdan li Tirkiyayê dirijand di dema şoreşa Şêx Seîdê Pîran sala 1925an û li ser milkiyeta wîlayeta Mûsilê şer dikir û dixwast tevlî Tirkiyayê bike. Ji aliyekî din ve jî, Hina Betato sermijêriya 4 serokwezîrên kurd ji eslê 23 wezîran di pêvajoya padîşahiyê li Iraqê 1921-1958 kir (9). Her wiha, malbata Baban a kurdî ji malbatên mezin ên ku erdê wan li Iraqê hebûn û di erkdarkirinên wezaretan de ew li pêş bûn û 29 neh erkdarkirin ji eslê 575an bi dest xistin ji wan serokwezîr Ehmed Mixtar Baban (10). Di deh mehan de derbeyeke leşkerî di 29ê cotmeha 1936an de pêk hat ku serekerkan Bekir Sidqî deh mehan li paş perdeyê wezareta Hikmet Silîman hukimê Iraqê kir, Sidqî bi eslê xwe kurd e û lihevgirtek ku çepgirên “Cemaet El-Ehalî” mîna Kamil El-Çadirçî û alîgirên almanan mîna Hikmet Silêman li pişta wî bûn. Her wiha, di dîroka Partiya Komînîsta Iraqî de, sê kurd hebûn ku cihê xwe di rêveberên yekem ên partiyê de digirtin ew jî wiha bûn: Behadîn Nûrî, Hemîd Osman û Ezîz Mihemed. Di heman demê de, herdu komînîstên Amir Ebdullah û Behadîn hêza piratîk a Ebdulkerîm Qasim di pêvajoya 1958-1963an de bûn.

Her wiha, li Sûriyayê jî sê serokên dewletê kurd bûn, ew jî ev bûn; Hisnî Zeîm, Fozî Silo û Edîb Şîşeklî. Di heman demê de, sê serokwezîr jî kurd bûn ew jî ev bûn; Hisnî Berazî, Mihsin Berazî û Mehmûd Eyûbî. Her wiha, serkertêrê giştî yê Partiya Komînîst a Sûrî Xalid Begdaş ji yek siyasetmedarên sûrî yên mezin bûn û bandoreke xwe ya mezin li ser komonîstên Iraq, Libnan û Urdunê hebûn. Di aliyê ola îslamî ya şamî de jî, du şêxên kurdan Ehmed Keftaro û Mihemed Seîd Remedan Botî xwedî cihên mezin bûn. Ev yek ji bilî, bandora Şêx Seîd Nûrsî bi berhemên xwe yên fiqhî yan jî şirovekirina Quranê. Her wiha, di dîroka mizgefta Umewî de, (xitbeya Şamiyê) ya Şêx Nûrsî sala 1911an ji yek ji xitbeyên bi nav û deng di dîroka mizgeftê de di sala 20î de bûn. Di aliyê aborî de jî, kurdên bajarê Şamê cihekî wan ê mezin di jiyana aborî û bazirganî de hene û li bajarên Sûriyayê yên wekî Şam, Heleb û Laziqiyê tevlêbûneke mezin a civakî di navbera ereb û kurdan de heye.

Aloziya di têkiliyên ereb û kurdan de li Iraqê ji sala 1968an ve pêk hat û li Sûriyayê ji sala 1963yan ve pêk hat, lê li Sûriyayê ji Iraqê kêmtir bû. Aloziya Iraqê 2003-2024 û aloziya Sûriyayê 2011-2024an, doza kurdan beşek mezin ji nexşeya wan digire.

****

Têbînî: Ev lêkolîn bi zimanê erebî hatiye nivîsîn û di beşê erebî yê NKLyê de hatiye weşandin û wergerî kurmanciyê hatiye kirin. Lewre me xwest ku çavkaniyên vê lêkolînê wekî xwe bimînin, da ku xwendevan karibe li reseniya wan çavkaniyan vegere.

Çavkanî:

1- أرشاك بولاديان: ” الأكراد في حقبة الخلافة العباسية في القرنين 10-11م”،دار الفارابي،بيروت2013، ص 43.

2- “المرجع السابق”، ص43.

3- “المرجع نفسه” ، ص 52.

4- “المرجع نفسه” ، ص43.

5- “المرجع نفسه” ، ص 42.

6- كارل بروكلمان : “تاريخ الشعوب الاسلامية”، دار العلم للملايين،بيروت1968،ص347.

7- عبد الله أوجلان: “خريطة الطريق”،مطبعة آزادي،2013،ص 126.

8- أوجلان: “المرجع السابق”، ص99.

9- حنا بطاطو: “العراق:الكتاب الأول”، مؤسسة البحاث العربية،بيروت1995، ص 219.

10- ” المرجع السابق”، ص 255.