SÎHAya AKP/MHPyê û derfeta nû ya çareseriyê!

By Tariq Hemo

 

Ji sala 2015an û vir ve desthilatdariya AKP/MHPyê şerekî giştî li dij kurdan û tevgera wan a siyasî û lleşkerî daye destpêkirin. Bi rêya çekên pêşketî û teknîka nû, hewl tê dayîn ku kurd werin têkbirin û bêbandorkirin. Her roj dewleta tirk bi rêya balafirên bêmirov êrîşan dibe ser binsazî û derfetên jiyanê li Kurdistanê. Her wiha ew bi sedan kesayetiyên pêşeng, têkoşer, siyasetmedar û welatparêzên kurd hedef digre. Li Bakur, Rojava û Başûr û Şingalê, heta niha dewleta tirk bi sedan welatparêzên kurd bi rêya balafirên bêmirov kuştine.

Desthilatdariya AKP/MHPyê giraniya xwe dabû ser berfirehkirina vî şerî. Wê digot ew ê bi rêya teknîka pêşketî encaman bigire û kurdan têk bibe. Ji ber hindê, wê rê li ber hemû defetên çareseriyek aşîtiyane û siyasî girtibû. Vê desthilatdariyê diyalog red dikir û pîlanên dagîrkerî û terorkirina kurdan pêş dixst. Wiha bawer dikir, ku ew ê bi rêya cîhadistên global, komên çete yên kirêkirî û teknîka şer a pêşketî vîna berxwedêr a gelê kurd têk bibe û dawî li pirsa kurdî bîne.

Tevgera Azadiya Kurdistanê ev sisyaset baş xwend û fêm kir. Li dij vî şerê giştî û hizira jiholrakirin û komkuj, diviyabû berxwedanek mezin û giştî bê lidarxisitin. Ji bo ku dewleta tirk neçarî çareserî û diyalogê bibe, divê çekên di destê wê de bên bêbandorkirin û valaderxistin. Her wiha divê hemû hesabên komkujî û sûcên şer li Kurdistanê werin pirsîn û her êrîşek bê bersevdayîn. Ji ber vê yekê, biryara bilindkirina asta berxwedanê hat dayîn. Divyabû dewleta tirk rastiyekê fêm bike, ku gelê kurd dikare berseva êrîşan bide û li her cih û demê hesab bixwaze. Bi gotineke din, divê desthilatdariya olîgarş a li Enqerayê bizanibe ku tercîha kurdan a diyalog û aşîtiyê ne ji qelisiyekê tê, lê ew ji baweriyek û bîrdoziyek mivoayetî û exalqî tê, ew jî çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê û bidawîanîn û rêlibergirtina rijandina xwîna ciwanên kurd û tirkan e.

Di serî de li dij avahiya Wezareta Karê Hundur li Enqerayê çalakiyek hat lidarxistin. Ew çalakî nameyek bû, ku Tevgera Azadiya Kurdistanê xwedî hêz û îradeyeke berxwedanê ye. Piştî wê yekê, rêzçalakiyên leşkerî li dij bargehên dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê hatin kirin. Ev rêzçalakiyên bi bandor û berfireh ji bo dewleta tirk şokek bû. Şervanên kurd bi ser bargehan girt û derbasî nava leşkeran bûn. Bi dehan leşkerên wê hatin kuştin û birîndarkirin. Ev hemû rêzçalakî bi dîmenan hatin qeydkirin û tomarkirin.

Vê dawiyê jî Tevgera Azadiya Kurdistanê gavek nû ya stratîjî avêt. Wê diyar kir, ku hêzên kurd êdî bûne xwedî wê derfetê, ku balafirên bêmirov yên artêşa tirk bêbandor bikin û bînin xwarê. Bi dîmenan hat eşkerekirin ku hêzên kurd ji 13ê sibata 2024an û vir ve 15 SÎHAyên bi cûreyên cûda anîn xwarê. Dîmenê balafirên bêmirov û bombebarkirî yên bi tîpa Akinci, Bayraktar TB2 û ANKA hatin weşand û hat diyarkirin, ku ev balafir di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin xistin.

Dewteta tirk ya ku hemû derfet û imkanên welat xistine xizmeta şerê giştî û topyekbûn li himberî kurdan, bi saya bexweana li Bakur û Rojava ya vê dawiyê, bêçar ma û ew encamên ku dixweste bigire, negirt. Ji sala 2015an ve, dema ku Erdogan û AKP hevkariyek avakirin, siyaset li Tirkiyayê xetimiye, gendelî û olîgarşî rûniştî ye û komek ji bazirgan û siyasetmedaran ava bûye, ku hebûna xwe li ser berfrehkirina şerê li dij kurdan dibîne. Vê koma olîgarş endustriyek ava kiriye, ku teknîka şer pêş dixe û bi vê yekê re, bi sedan milyon dolar qezencê dike. Ji bo ku ev koma teng berjewendiyê xwe biparêze, şerê li dij kurdan berfireh kiriye û ev şer kiriye siyaseta dewletê ya bilind. Her wiha li tevahiya herema Rojhilata Navîn jî destwerdanek leşkerî feriz kiriye û bi vê yekê re bazarek bo bikaranîn û ceribandina çekên xwe peyda kiriye.

Ev gava bêbandorkirin û valaderxisitina çekên şer yên dewleta tirk, dê konsepta şer ya deweta tirk pûç û beravêtî bike. Dê dawî li xetimandina siyasî bîne û çarseriyek siyasî li ser dewletê ferz bike. Her wiha dê ji bo tevahiya cîhanê bê isbatkirin ku kurd bi rêya çekên pêşketî, bikaranîna teror û komên cîhadîst yên global nayên têkbirin û dest ji mafên xwe berndadin. Berovajî vê yekê, ew ê berxwedanê pêş bixin û derfetên têkbirina şer xurt bikin û bi vê yekê re, dewletê ber bi çareseriyeke aştiyane ve bajon.