Ji dema destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê di cotmeha borî de, Amerîkayê rastî jîngeheke ewlekarî ya tevahî nû li Rojhilata Navîn tê, ku gumanê derbarê hêza wê ya danûstandina bi gefên ku bi pêş dikevin re çêdike.
Ji dema destpêkirina şer û heta 20ê çileyê, artêşa Amerîkayê herî kêm li Iraqê rastî 58 êrîşan û li Sûriyayê jî rastî 83 êrîşan, hat.
Ev aloziya heyî du awayên wê hene; A yekê Îran hewl dide ku şer berfireh bike heta ku bi awayekî bêserûber be, wekî bombebarana komeke çekdar a belûç di hundirê axa Pakistanê de, ku Îslamabadê berisv da û komeke çekdar a belûç di hundirê Îranê de bombebaran kir. Di heman demê de, Îranê mala karsazekî kurd li Hewlêrê bombebaran kir, ku îdîa kir navendeke Mossadê wêran kir. Ji aliyekî din ve jî, koma Hûsiyan keştiyên li deryaya Sor armanc kirin, ku tevgera bazirganî ya cîhanî tevlîhev kir û gelek kompaniyên veguhastinê yên mezin neçar kirin ku rêya xwe biguherin û berê xwe bidin rêya Ras El-Reca El-Salih û bi vî awayî jî koma Hûsiyan gelek kompanyên veguhastinê yên cîhanî neçar kir ku vegerin rêyên sedsala 19an, ango berî vekirina Kanala Swêsê sala 1869an.
Ji aliyekî din ve jî, Amerîka têkoşîn dike da ku hewldanên berfirehkirina şer li Iraq, Sûriya û Libnanê têk bibe û bihêle ku Îsraîl giranîyê bide Xezayê da ku têkbirina tevgera Hemasê, leztir bike. Aloziya herêmî ya heyî di navbera van herdu rêyan de ye; Îran ku dixwaze eniyê berfireh bike da ku Amerîkayê neçar bike şerê Îsraîlê li dij Hemasê rawestîne û rêya Amerîkayê ku nehêle şer ji dervayî Xezayê berfirehtir bibe.
Her wiha, di destpêka vê sale de jî, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant li pêş Knessetê diyar kir ku Îsraîl şerekî pir eniyan dimeşîne û ji 7 eniyan rastî êrîşan tê Xeza, Libnan, Difa Xerbiyê, Iraq, Yemen û Îranê.
Ji nava van eniyan, Galant ragihand ku Îsraîl bersiva 6 eniyan dide, bêyî ku eniya 7 diyar bike ku besrsivê nade, gelo ew Îran e an Iraq e? A rast ew e ku Tilebîb beşdarî bombebarana komên Iraqê yên çekdar (Heşd Şebî) dibe, tevî ku heta niha ranagihîne, ku Amerîka hemû êrîşên li dij milîsên Îranê digire ser xwe.
Şerekî dualî li dij Rêveberiya Xweser
Tevî vê yekê jî, hin nîşane hene ku Amerîka jîngeha ewlekarî ya nû li Rojhilata Navîn rastî fişarên mezin tê, ku zêdî karîna wê ya rêxistinkirina wê ye û nikare dijminên xwe bi paş de vegerîne, ji armanckirina keştiyan li deryaya Sor ji hêla Hûsiyan ve bigire heta di êrîşên mezin ên li dij hêzên amerîkayî li Sûriya û Iraqê derkeve.
Her wiha, asta fişaran bi derbasbûna Tirkiyayê ya nava armanckirina ne yekeser ji hêzên Amerîkayê, bi rêya topbarana dubarekirî û hovane li dij HSD û saziyên xizmetguzarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, zêdetir bû. Di ecamê de, herêmên Rêveberiya Xweser di nava çarçoveya şerê dualî de ye, ku Tirkiya ji aliyekî ve û Îran û hevalbendên xwe ji aliyekî din ve. Di heman demê de, herçiqas ku asta êrîşên Îranê li dij hêzên Amerîkayê zêdetir dibe, Washington li beramberî êrîşên Tirkiyayê li dij Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, dikeve helwesteke gelek lawaz.
Di heman demê de, daxuyaniya tund ku artêşa Iraqê wekî bersivdayîna li ser êrîşên Amerîkayê li ser baregehên Heşd El-Şebiyê li Ceref Sexir û Enbarê derxist, balkêş bû. Di vê çarçoveyê de Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Iraqê Yehya Resûl daxuyaniyek belav kir û tê de bang kir ku civaka navdewletî erka xwe di piştgiriya aşitî û ewlekarî de rabe û nehêle ku binpêkirinên ku aramî û serweriya Iraqê dixe gefan, pêk werin. Her wiha, Resûl amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e ev kiryar wekê “kiryarên dijminane” bên dîtin ew jî wekî bersiva bombebarana Amerîkayê ji navendên komikên Hizbulaha iraqî.
Li gor daneyan, Heşd bi rêya “efserên tevlîkirinê” ku di cihên fermandariyê yên hêzên çekdar de hatin erkdarkirin, êdî bi awayekî pirtîk serwerî li ser rêveberiya artêşa Iraqê dike. Di vê çarçoveyê de bûyera destdirêjiya “efserê tevlîbûnê” yê bi payeya eqîd li ser efserekî fermî yê bi payeya emîd, wekî derbirîneke sembolî ye li bara serdestiya Heşd El-Şeibiyê ya li ser artêşê. Her wiha, di daxuyaniyê de gotinên ji ferhenga milîsên Heşd El-Şeibiyê hebûn ku Resûl bombebarana amerîkayî bi “nayê pejirandin” bi nav kir û ku salênhevkariyê binpê dike û destdirêjiyê li serokatiya Iraql dike, her wiha rê li ber şerekî ne berpirsyar vedike, di demekê de ku dever di metirsiya firehbûna kêferatê ya ji ber şerê Xezayê de dijî, ku gelê filistînî radtî şerê qirkirinê yê bêexlaq tê, hêzên mezin jî, ji wan Amerîka, li hember wî şerî bêdeng in.
Mûşekên palîstî
Ji dema destpêkirina şerê li Xezayê ji cotmeha borî ve, baregeha Eyn El-Esedê ya esmanî li Iraqê, rastî bi dehan êrîşên bi mûşekan hat. Lê êrîşa ku milîsên Iraqê yên girêdayî Îranê di 20ê çileyê de pêk anîn balkêş bû û dide diyarkirin ku rêgezên lîstokê li Iraqê dikarin werin guhartin. Cara yekem e ku daxuyaniya artêşa Amerîkayê diyar dike ku milîsan di topbarana baregeha leşkerî de, mûşekên palîstî bi kar aniye.
Her çiqas ku artêşa Amerîkayê piştrast kir ku piraniya mûşekan bêbandor kirine, lê hebûna mûşekên palîstî di destê milîsên iraqî de tê wateya ku dibe ku bibe jêdera nearamiya herêmî çaxa ku destwerdanê di kêferatên deverê de bike an jî bixwaze nameyekê bi wekaletê ji dewletên cîran re rê bike, wekî çawa ku komika Hûsiyan dike. Di encamê de, êdî 2 komên milîsên Îranê li Rojhilata Navîn mûşekên wan ên palîstî hene li Yemen û Iraqê û ev yek wê bandora xwe li ser siberoja herêmê hebin ku gelek dewletên Kendavê bifikar bin, nexasim Behrîn, ku mûşekên Heşd El-Şeibiyê dakarin bigihêjin armancên di hundirê Behrênê de.
Her wiha, êrîşa bi moşekan ku Pasdarên Îranê di 15ê çileyê de li dij Hewlêrê pêk anî, çavkaniyên ne fermî li ser jêdera êrîşê bi guman bû û behsê kirin ku cihê avêtina mûşkena ji herêmeke di bin serweriya komên çekdar ên Iraqê li başûrê Iraqê bûn, ev yek jî nîşan dide ku ev mûşek dikarin bi sedan kîlometran biçin.
Xwestina alîkariyê ji Çînê
li beramberî van fişarên li ser hêzên Amerîkayê, Washigton ji Çînê xwest ku destwerdanê bike û Îranê qani bike ku êrîşên li dij hêzên wê li herêmê rawestîne, nexasim êrîşên Hûsiyan ên li dij çûnûhatina keştiyan li Deryaya Sor.
Rojnameya Financial Timesê li ser zimanê rayedarên amerîkayî, bi bîr xist ku Amerîka aloziya ku ji ber şerê Xezayê derketiye, di nava sê mehan de gelek caran bi rayedarên Çînê re nîqaş kiriye.
Di heman roja ku rojnameya birîtanî ev nûçe belav kir, Çînê ragihand ku ji ber aloziyên li Deryaya Sor çêbûne û di encamê de tevlîhevî di bazirganiya cîhanê de çêkirine û gelek kombaniyê veguhastinê neçar kirin ku di rêya Kenala Siwêsê re neçin, bi fikar e.
Siberoja hêzên Amerîkayê
Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriya û Iraqê piştgiriyeke kêmpeyda ji herdu partiyê komarî û demokrasî digire. Di vê çarçoveyê de, di destpêka vê mehê de, Senatoyê projeya qanûna ku senatorê komarî Rand Paul derbarê vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyayê, red kir.
Senatoyê bi piraniya dengan 84 dengan li dij projeya qanûnê derketin û tenê 13 dengan piştgirî dane projeyê.
Her wiha, daxuyaniya rêveberê komariyan di senatoyê de, Mitch McConnell beriya dengdayînê balkêş bû ku got “derbaskirina wek vê biryarê –ya xwedî asoyên kurt- wê wekî diyariyekê ji bo Îranê be” û ev yek jî wê “vekirina eniya bakurî ya şerê herêmî li dij Îsraîlê” gur bike.
Daxuyaniya McConnell ku yek ji girîngtirîn endamên Senatoyê ye, guhartineke di danasîna stratejiya erka hêzên Amerîka li Sûriya û Iraqê bû, ku cara yekem bû ne bi şerê li dij DAIŞê ve girê da, lê belê şopandin û rawestandina serweriya Îranê li herdu welatan e û metirsiyên gengaz ên li ser Îsraîlê, eger ku hêzên Amerîkayê ji Sûriya û Iraqê derketin.
Amerîka naxwaze şerekî mezintir bi milîsên îranî yên li deverê re bike, lê tu tişt nikare rê li ber vê yekê bigire, wê çaxê zehmet e em siberoja hebûna Amerîkayê li deverê texmîn bikin, an jî gerek e erka xwe ji nû ve bide nasîn û asta şerê li dij DAIŞê derbas bike û bigihêje asta ku jîngeheke ewlehî ya nû li Rojhilata Navîn ava bike. Siberoja hêzên Amerîkayê li ser vê danasînê maye, an wê deverê ji dijminên Îsraîlê re vala bike, an jî wê hebûna xwe ya leşkerî xurt bike da ku “herheft eniyan” ji ser Îsraîlê dagerîne, eniyên ku fişarê li Îsraîlê dikin.
Di analîza ku ajansa Bloombergê belav kir, analîzkarê siyasî yê amerîkayî Ian Marlow got ku hejmara komên çekdar ên ne fermî û operasyonên leşkerî yên netexmînkirî ji aliyê Îsraîlê ve û bersiva Îranê ya gengaz li ser van êrîşan, zehmet e ku were texmînkirin ka gelo dê kengî bûyer çêbibe ku bihêle şerekî berfireh rû bide. Her wiha, Marlow dibîne ku hemû nîşane didin diyarkirin ku rewşa li Rojhilata Navîn nêzî kêliya teqîna mezin dibe.