Şerxwaziya Tirkiyayê û êrîşên li ser Rojava

By Tariq Hemo

Dewleta tirk ev serê 100 salî ye bi hemû hêz û derfetên li ber destê xwe, li dij gelê kurd û axa Kurdisanê siyasetek jiholêrakirin, wêrankirin û derbiderkirinê dimeşîne. Ji bo kurd werin asîmlekirin an jî koçberkirin, di sala 1925 an de bi awayekî fermî dewleta tirk projeyek bi navê (Plana Reformkirina Rojhilatê Anadolê) erê kir. Li ser vê projeyê jî, mezintirîn berpirsên wê demê, peywir girtin. Ev pilan, ji ber qewimîna kirîza aborî ya cîhanî sala 1929 an, wek ku dihat xwestin, neçû serî. Lê dewleta tirk dikarîbû beşek jê pêkbianiya û wilayetên li rojavayê çemê Firatê asîmle bikra. Li gorî vî beşê pîlanê, wilayetên Sêwas, Mereş, Malatiya, Dîlok û Semsûr rastî pêleke mezin a birêkûpêk a asîmîlasyon û guhartina demografî hatin. Armanca dewleta tirk ew bû ku nasname û çanda kurdewarî ji holê rake û bi kurdan hizir û hestên tirkîtiyê bide qebûlkirin. Li wilayetên rojavayê çemê Firatê heta radeyekê ev pilan bi ser ketiye.

Ev li ser asta tirkîkirin û derbiderkirina kurdan, lê dewleta tirk bi rêya artêş, istixbarat û polîsan jî komkujiyan li ser kurdan dimeşîne. Ev jî şêweyek ji şêweyên tunekirina kurdan e. Di warê siyasî jî de dewlet bi rêya zagonan liv û tevgera siyasî ya kurd tengav û tengezar dike. Partiyên siyasî yên kurd qedexe dike û bi hezaran siyasetmedar û çalakvan davêje girtîgehan. Niha li bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê bi dehzar girtiyên siyasî yên kurd hene. Ev ji bilî desteserkirina şaredariyên ku kurdan bi dengê xwe girtine. Dewleta tirk hewl dide kurdan bifetsîne, bêçare û bê hêvî bike. Ew bi çekan û bi zagonan rê li ber kurdan digire. Dixwaze bibêje ku tenê şer û jiholrakirin heye. Ewê qet rê nede diyalog û çareseriyê.

Ji dema ku AKP di sala 2002yan de hatiye ser desthilatdariyê û heta sala 2015 an ku bi MHP re hevkariyek avakiriye, ew vê (Pilana Reformkirina Rojhilatê Anadolê) vedijîne û xal bi xal pêk tîne. Ne tenê ev yek, lê her weha li ser astek heremî jî projeyên hegemon û kolonyal mîna (Osmaniya Nû) û (Heremên Mîsaq Millî) û (Welatê Şîn) dide pêş. Dewleta tirk ya ku niha bi hizrek faşist ya “tirk-islam” li jêr desthilatdariya AKP/MHP tê birêvebirin, ji bo ku armancên dagîrkirin û berfirehkirina sînorên Tirkiyayê, pêk bîne, dagîrkeriyek eskerî ya deve dimeşîne, komên çekdar yên heremî bi rêxisitin dike û cîhadistên global komî ser hev dike. Ew van koman perwerde dike û wan dewrî artêşên mobîl ên ku karibe bi rêya wan bi rihetî komkujiyan li dij kurdan li derveyî sînorên Tirkiyayê pêk bîne.

Divê were zanîn dema ku dibe mijara kurd û Kurdistanê, dewleta tirk bi mejiyekî şerxwaz û jiholrakirinê nêzîk dibe. Ev xalek man û nemanê ya dewletê ye. Hemû partî, sazî û navendên artêş û dewletê li ser vê yekê hemfikir û hevkarin. Li gorî şert û mercên heremî û navnetewî, dewleta tirk vê siyasetê/stratîjiyê dizyan dike. Carnan bi dijwarî pêk tîne, carnan jî hûr û “nerim” bê dengevadanek zêde, dixe dewrê. Lê ya sabit ew e, ku siyaseta têkbirin û çewisandina kurdan li hundur û derveyî Tirkiyayê rojekê ranewestyaye. Ji bo her qonaxekê jî, partiyek derdikeve pêş.

AKP di sala 2002yan de hat û “islama nerim” derxist pêş. Gelekî sûd ji atmosfêra cîhanî ya wê demê girt (êrîşên 11 September 2001). AKP wê demê xwe wek alternatîva islama tûndrew nîşan da. Bi cihana rojavayî da qebûlkirin, ku ew partiyek islamî ya demokrat e. Ew dikare ji bo tevahiya cîhana islamî bibe mînk. Ji ber hindê ji bo DYA û Ewropa bû hêvî,  hevkar û navnîşan. Di qonaxa “Buhara Ereban” de jî heman rol lîst. Xwe wek aliyekî islamî yê ku demokratiyê û hilbiartinan qebûl dike, da pêş. Li welatên ku xwepêşandanên gelerî bi ser ketin û rejîm rûxiyan, mîna Misir û Tûnis, AKPyê têkilî bi rêxsitinên islama siyasî re danî û ji bo birêvebirina dewletê, şîret li wan kir û tecrubeya xwe vegot. Lê dema ku ev “Buhar” dewrî şerekî navxuyî bû, AKPyê jî wek xîtab û fikir têk çû. Di wê qonaxê de ew di hilbijartinan de daket jêr 40%. Ji bo ku desthilatdariya xwe dewam bike û karibe li himberî qonaxa nû ya ku li heremê dest pê kir, li ser pêyan bimîne, hevkarî bi MHPyê re danî.

Qonaxa têkçûna islama siyasî li welatên ereban, derçûna şerê navxuyî û destkeftiyên kurdan li Rojavayê, stratîjiya AKP/MHPyê diyar kir û hemû pilanên dewletê yên jiholrakirina kurdan aktualîze kir. Desthilatdariya AKP/MHPyê di salên 2016, 2018 û 2019 êrîşî Rojavayê kir û di encamê de Cerablus, El-Bab, Izaz, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî dagîr kir. Her wiha destek da rêxsitinên cîhadîst yên mîna DAIŞ û El-Nusrayê. Ji bo van rêxistinan li Sûriya û Iraqê bi hêz bike, Tirkiya bûbû navendek global a civandina cîhadistan. Bi hezaran cîhadîst ji tevahiya cîhnê bi rêya belafirgehên Tirkiyayê derbasî Sûriya û Iraqê bûn. Dewleta tirk korîdor ji bo wan vekir û ew hemû derbasî van herdu welatan kir. Bi rêya komên cîhadîst û çete, dewleta tirk xwest guhertinên li Sûriya û Iraqê bixe bin kontrola xwe û rê li ber peydabûna demokratiyê û hevkariya gelan bigire. Her weha destûrê nede ku gelê kurd karibe statûyekê ava bike. Ji sala 2014an û vir de, dewleta tirk bi rêya DAIŞ û El-Nusrayê êrîş bir ser Şingal û Kobanê. Di sala 2018an de Efrîn dagîr kir û 2019an jî Serê Kaniyê û Girê Sipî girt. Jixwe li ser asta heremî jî, bi rêya komên çekdar li Lîbya û Somalê, dewleta tirk mudaxele kir û xwest bandorê bike. Li dij Ermenistan û hikûmeta Lîbyayê ya fermî, çekdarên sûriyayî yên mîna çeteyên kirêkirî bi kar anî.

Di hiş û pilanên dewleta tirk de ji bilî êrîş, dagîrkirin, wêrankirin û koçberkirina kurdan tiştek nîne. Li Rojavayê pilana dewleta tirk diyar e. Dê hewl bide vê statûyê têk bibe. Eger ne bi şêweyeke dagîrkiriyê yê yekser be, dê bi rêya komên çete û hêzên cîhadîstên global be.