“Şerên nû” rûyê veşartî yê di rêya aborî ya navbera Hindistan  û Ewropayê da

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

 

Ji dema ragihandina hizira avakirina rêyeka aborî di navbera Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê da, heta niha hûrbînîyên mekanîzmeya pêkanîna vê projeya mezin ku di nêrîna destpêkê da li dervayî mentiqê cografî tê dîtin, kêm in. Vîzyona destpêkê girêdana bazirganî ya di navbera Hindistan, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat), Erebistana Siûdî, Urdun, Îsraîl û Ewropayê da bi rêya gelek rêyên deryayî, xetên tirênê û rêyên bejahî. Her wiha, gelek nexşeyên vê rêyê derketin, lê ew nexşeyên ku derketine ne ji alîyên fermî ne û tercih ew e ku nexşe ji alîyê rojnamevanan ve derketine ji ber ku di nexşeyan da rêyên cuda cuda hene. Di nexşeya destpêkê da, rêya deryayî ji Hindistanê tê heta bendera El-Ficîra ya Îmaratê li ser Deryaya El-Ereb, her wiha di nexşeyeka din da jî rê ji Hindistanê tê heta bendera “Cibil Elî”yê ya Îmaratê li ser Kendava Erebî û piştra bi rêya xeta tirênê  digihêje Erebistana Siûdî. Her wiha rêya ji bendera Heyfayê heta Ewropayê. Di heman demê da, di yek ji wan nexşeyan da, rêya deryayî digihêje bendera Yûnanistanê, piştra bi rêyên bejahî digihêje tevahîya Ewropayê, her wiha di nexşeyeka din da jî bi ser rêya Yûnanistanê nakeve û digihêje Îtalîya û Fransayê û ji wan jî digihêje Almanyayê.

Encama destpêkê ew e ku proje di cehwerê xwe yê pêkanîna li ser erdê da, hîn veşartî ye. Her wiha, dibe ku yekem kopîya fermî di civîna ku dê di mijdara bê da li dar bikeve, derkeve. Lewra, heta niha di çarçoveya têgihaştina tîyorî an jî hizirî da ye û li ser erdê nebûye proje.

Armancên alîyên ku beşdarî vê projeyê bûne ji hev cuda ne, lê di dawîyê da -eger ku projeye bi rê ve çû- wê tiştekî ji rêyeka aborî mezintir û têgihaştina qezenca kapîtalizmê kûrtir were damezrandin, ew jî avakirina civakeka aborî tê da zincîrên hawirdekirinê yên nû hene (kelûpel) bêyî ku bi tu alavê bên girêdan, ne bi armanca rêya aborî. Her wiha, ji dîyardeyên ev civaka aborî ya mezin ku taybetmendîyên stratejîk ên nû bide dewletên ku beşdar bûne. Ev yek jî ji alîyê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve piştî ragihandina vê projeyê di şîroveya xwe ya li ser vê projeyê da hate ziman û got: “Her dem axa Îsraîlê dibû xala derbasbûna împeratorîyên ku di hemleyên xwe yên dagîrkirinê yê di hemû alîyan da pêl me dikirin, bû, lê niha Îsraîl bû dewleteka derbasbûnê ji curyeka din. Êdî bû xaçerêyeka rêyên sereke di aborîya cîhanî û pira aşitîyê da.”

Hîn zû ye ku li gorî daneyên heyî, feydeyên vê rêyê were dîyarkirin. Bo mînak, Welî El-Ehedê Erebistana Siûdîyê Mihemed Bin Selman di hevdîtina xwe ya bi televîzyona Fox Newsê di 20 îlonê da, bi bîr xist ku projeya avakirina rêyeka xeta tirên û veguhastinê ku Hindistanê bi Rojhilata Navîn û Ewropayê ku di Erebistana Siûdî ra derbas bibe girê bide dê barê dem û pereyan kêm bike, her wiha dê rêya ber bi Ewropayê ve ji sê rojan heta 6 rojan, kêm bike. Her wiha, li gorî endamê berê yê Encûmena Birêveber a Desteya Kenala Siwêsê Wail Qedûra, tê texmînkirin ku toreya xeta tirênê ya ku tê pêşinyarkirin were pêkanîn, dema rêwîtîyê ji 44% kêm dike, ku ev yek jî wê bihanbûna veguhestina deryayî kêm bike. Ev yek jî wê bandoreka neyînî li se kenala Siwêsê bike. Di rewşa herî baş da, ev tore dê 22% ji kelûpelên ku di Kanala Siwêsê ra derbas dibin, dê di rêya wê ra derbas bibin û êdî dê dest ji Kanala siwêsê berdin.

Lê tevî yekê jî, asta veguhastina kelûpelan a texmînkirî, metirsîyeka wêranker li ser Kenala Siwêsê çênake. Lê nêrîneka din dibêje ku, tirên ji  75 konteyneran zêdetir nikare rake. Her wiha, eger ku em bibêjin di dirêjahîya salekê da, 365 tirên xebitîn, ango veguhestina 36 hezar konteyneran, hejmar jî tu metirsî li ser kenala Siwêsê çênake ku salane 35 milyon konteyner tê ra derbas dibin, her wiha ev yek ji bilî lêçûna mezin a çeksazkirinê di rêya aborî ya Hindistan-Ewropayê da.

Pêşbînîyên bandora sînordar a rêya nû ya pêşnyarkirî li ser Kenala Siwêsê rast in û nabe altirnatîf, ev yek jî li gorî daneyên heyî. Lê rastîyek din heye ne di hesab da ye, ew jî ku ev proje ne tenê di çarçoveya şertûmercên heyî da, hatiye çêkirin. Lewra, îhtîmalên qutkirinê bi rêya rêyên stratejîk ên kevneşop wekî Deryaya Sor û Kenala Siwêsê hene,  ji ber sedemên ewlekarî di siberojê da, an jî ji ber nakokîyên di navbera dewletan da ku bihêlin rêya bazirganî ya cîhanî ber bi rêyeka nû ve bibin wekî rêya hindistanî-ewropayî. Di encamê da jî, wê ev rêya aborî xwedî girîngîyeka mezin di siberojê da be, bo mînak eger ku alozîyên Afrîkayê derbasî Kendava Edenê û Bab Mendibê bibin. Li ser vî esasî, ne ewle ye ku analîz li ser vê rêyê werin çêkirin li gorî bawerîya ku tu guhartin di cîhanê da çênabin, dibe ku ev yek jî xala herî girîng di vê projeyê da be, ew jî avakirina civakeka aborî ya ewle û ji Hindistanê heta Okyanûsa Atlantîkê ya Ewropayê bi rêya Kendavê û Îsraîlê, girêdayî hev be. Bi hebûna vê projeya mezin û bi wê ra jî binesazî û dijîtala pir bipêşketî, gelo wê bi fikar be ku alozî projeya Hîzam û rêya Çînê li Asyayê betal bike? An jî alozkirina zincîrên hawirdekirinê yên di Kanalasiwêsê ra derbas dibin? Dibe ku ev armanca sereke ji bo dewleta ku vê projeyê bi rê ve dibe ew jî Amerîka, ku çalakîyên xwe yên têkbirina Hîzama  bazirganî ya Çînê, venaşêre.

Her wiha, ev rê wê bibe dergeheka berhemdar di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê da û bêyî tu şermî, madem ku propagandaya “qezenckirinê” di nava raya giştî da heye.

Di vî warî da, mirov dikare sedemên fikarên serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayyip Erdogan derbarê dûrxistina Tirkîyayê ji vê rêyê, fêm bike. Ev yek jî tê wateya ku derketina alozîyan li Tirkîyayê wê ji bo toreya baziganî ya cîhanî ya ku di parzemînan da derbas dibe ne wêrankar be, her wiha aramîya wê jî wê ne armancên sereke be wekî niha. A ku piştgirî dide vê nêrînê jî, axaftina destpêkê ya li ser vê rêya bazirganî ya Hindistan-Ewropa, xetên veguhastina enerjîyê, kehrebe, kabloyên nû yên înternêtê û hinardekirina hîdrojena kesek a ku zirarê nade jîngehê. Ji ber wê û em dikarin li ser bingeha vê nêrînê –heger bi cih hat- seqemgîrîya hişk ya ku dê Amerîka çavdêra wê be û dê dewletên Koma Heft Dewletên Mezin dê projeyê pêk bînin, vê projeya ku parzemînan derbas dike û Tirkîyayê di nav xwe da nahewîne, nas bikin.

Sponserîya stratejîk a projeyê ji alîyê Koma Heft Dewletên Mezin (Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Birîtanya û Amerîka) ve tê birêvebirin, di çarçoveya însiyatîfa ku Wezareta Derve ya Amerîkayê di 26ê hezîrana 2022yan da bi sernavê “Hevkarîya ji bo binesazî û veberhênana cîhanî” belav kiriye.

Li gorî însyatîfa ku Wezareta Derve ya Amerîkayê belav kiriye, Koma Heft Dewletan wê 600 milyar dolar ji bo veberhênanên binesazîya navdewletî di sala 2027an da kom bike. Ev yek jî tenê destpêk e. Her wiha, wê Amerîka û hevalbendên xwe yên di Koma Heft Dewletan da, hewl bide ku pereyan ji hevkarên din ên di alîyê fikir da nêzî hev in û ji bangên bipêşketinê û sazîyên fînansekirina bipêşketinê û sendoqên samanên serokatî û hwd, kom bike.

Rêya aborî ya di navbera Hindistan û Ewropayê da, ew yekem însyatîfa piratîkî ya mezin di vî warî da ye ji bo Koma çheft Dewletan, ku şansê Çînê yê desteserkirina zincîra hawidekirina cîhanî kêm bikin. Di encamê da, hewldanek ji bo garantîya serxwebûna kapîtalîzma cîhanî ji kapîtalîzma dewleta Çînê.

Li gorî daxuyanîya Koşka Spî, tê pêşbînîkirin ku dê ev rêya dîrokî bipêşketina aborî bi rêya xurtkirina peywendî û hevtemamkirina  aborî bi rêya du parzemînan han dide. Di encamê da, vekirina rê li pêşîya bipêşketina aborî ya domdar û giştî. Her wiha, bi navgînîya rêya aborî ya di navbera Hindistan û Rojhilata Navîn û Ewropayê da, armanc ew e ku derbasî serdemeka nû ya peywendîyê bibe, bi rêya xetên tirênê yên ku bi rêya benderan girêdayî hev bin ku Ewropa, Rojhilata Navîn û Asyayê bi hev ve girêbide. Her wiha, Amerîka û hevkarên wê dixwazin ku her du parzemînan bi navendên bazirganî girêbidin û bipêşketin û hinartina enerjîya paqij, hêsan bikin. Her wiha, derbaskirina kabloyan di bin deryayan da û girêdana toreyên enerîjîyê û xetên peywendîyê, da ku gihandina kehrebayê ya ewle berfireh bibe û vdedîtina teknolojîya enerjîya paqij a bipêşketî pêkan bibe û civaka bi înternêteka ewle ve girêbidin. Her wiha di rêya rêyê re em pêşbîn dikin ku dê bazirganî, sazkirina, ewlehîya xurakî û zincîrên hawidekirinê yên heyî, bi pêş bikevin.

Lê tevî vê yekê jî, wê ev rê rastî astengîyan jî were. Bo mînak, ne dîyar e ku daxwaza piratîkî li ser dirêjbûna vê toreya bazirganî çi ye. Her wiha, divê mijarên girêdayî lîste û bac û tedbîrên gumrikê û lihevhatina wê werin çareserkirin.  Her wiha, rê bi gelek rengan kar dike; bejayî û deryayî, ev yek jî dihêle ku piştgirîya wê zehmttir be ji rêyên tenê bejayî an jî tenê deryayî.

Rêyên bazirganî yên nû dema ku binesazîya bingehîn hebê, bi ser dikeve. Di rewşa rêya Hindistan-Ewropayê da, xeta tirênê li Yûnanistanê (bendera herî nêzîk ji toreyê li Ewropayê) di alîyê pêşketinê da lawaz e, ji ber erdnîgarîya çiyayî û kêmbûna çavkanîyên darayî. Li herêma Kendavê, Erebistana Siûdî û Îmarat jî pêwîstîya wan toreyên xeta tirênê bi rêya biyabanê heye, ev yek jî wê bihêle ku lêçûna projeyê zêdetir bibe. Heta niha ne Amerîka û ne jî Yekitîya Ewropayê çawanîya fînansekirinê zelal nekirine.

Her wiha, rewşa jîyosiyasî ya li ser erdê jî gelekî lawaz e ku têrê dike bipêşketinê asteng bike. Texmîn ew e ku Çîn, Rûsya û Îran  fişarê li projeyên binesazî ku wê berjewendîyên wan têk bibe, bike.