Rojava û aborîya şer!

By Tariq Hemo

Di nirxandinên xwe yên derbarê rewşa Rojavayê da, Rêberê Tevgera Azadîya Kurdistanê Ebdulah Ocalan behsa aborîya şer dikir. Ocalan ji Rêveberîya Rojavayê xwest ku ew jîyana xwe li gor şert û mercên ku herem tê ra derbas dibe, dîzayn bike. Sûrîya ku di nava şer û pevçûnan da ye, ji bo jîyaneka serbixwe û avakirina tecrubeyeka wekhevî û demokrat, ne cihekî guncav û ji rêzê ye. Lewra Ocalan ji “avakirina hîmên birêveberîyê û xurtkirina alîyên tîyorîk” zêdetir, behsa xweparastinê dikir. Li gor Ocalan divîyabû Xweserîya Rojavayê xwe bi cih bike, hêza xweparastinê ava bike û li dij komên çete û cîhadîstên golbal, karibe li ber xwe bide û hemû êrîşên wan ên li ser herêmê asteng û beravêtî bike.

Ji bo ku Rojava statuya xwe di nava welatekî mîna Sûrîyê da ku bûye navenda şerekî navnetewî, biparêze, sîstema wekhevî û demokrasîya civakê li ser pîyan bihêle, divê xwe ji bo meşandina şerekî yê xweparastinê yê dûvdirêj amade bike. Ocalan ji bo vê yekê jî behsa “aborîya şer” kiribû. Ev têgiheka taybet e û tenê di rewşa civak û welatên ku rastî dagîrkerî û êrîşên giran tên, tê bikaranîn. Aborîya şer tê wateya qebûlkirin û praktîkirina şert û mercên jîyanekê ku li gorî rewşeka awarte dimeşe. Jîyaneka ne normal, lê jîyaneka di nava gef û tehdîdan da. Jîyana civakeka ku di nava herêmeka şer da dijî, lê dixwaze hemû nirxên mirovatîyê mîna azadî, wekhevî û demokrasîya gelêrî, bipêrêze. Ji bo civakeka wiha, divê sîstema xweparastinê xurt be. Divê artêşek bervanîyê hebe, ku hemû hêzên neyar ên çete û derveyî qanûnê, hesabê jê bikin. Ev hêza berevanî û xweparastinê, divê bi hemû derfetên heyî were avakirin, xurtkirin û bipêşvexsitin. Hebûna vê hêza xweparastinê ji peydakirina “parîyê nan” girîngtir e.

Aborîya şer a ku Ocalan ew mîna alaveka herî girîng û lezgîn a xweparastin û avakirinê didît, ji bo Rojavayê misogerîya hebûn û jîyanê bû. Eger mirov li êrîşên ku komên çete li dij Rojavayê yên ji sala 2012an ve pêk anîne, bişopîne, mirov girîngîya xweamadekirina li gorî “aborîya şer” dibîne. Êrîşên komên çete û kirêkirî, hemleya jiholrakirinê ya DAIŞê ya li ser Şingal û Kobanîyê, piştra dagîrkerîya yekser a dewleta tirk, hemû nirxandin û hişîyarîyên ku Ocalan derbarê Rojavayê de dan, piştrast kir. Eger amadekarî li gorî nirxandinên Ocalan pêkbihatana, dê Rojava hêzdartir bûya û li hemberî dijmin berxwedanek mezintir kiribûya.

Rêveberîya kantona Efrînê carekê fabrîkeyek vekir. Di nûçeyan da hat gotin, ku ev fabrîke dê derfeta kar ji bo gelek welatîyan peyda bike. Parêzerên Ocalan jê ra behsa vê fabrîkeyê kirin. Ocalan li ser şêweyê kar û birêveberîyê hin nirxandin kirin. Wî got divê birêveberî şeret û mercên cih û demê zanibe. Efrîn herêmeka dorpêçkirî ye û derdora wê hemû şer e. Divê rêveberî xwe li gorî “aborîya şer” îyar bike û hêza xwe ya parastin û berevanîyê duqat û sêqat xurt bike. Divê dijmin hesabê hêza kurdan bikin.

Ev nirxandinên Ocalan hina bikêr û derbasdar in. Divê tevahîya Rojavayê xwe li gor “aborîya şer” îyar bike û hêza xwe ya xweparastinê xurt bike û bighîne asteka bilind. Rojava di nava deryayeka şer da ye. Divê hemû derfet ji bo xweparastin û berevanîyê werin bikaranîn.

Êrîşên çeteyên “Artêşa Azad”, “Cebhet El-Nusra”, “DAIŞ” û dagîrkerîya dewleta tirk ya Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî, hemû ew nirxandin û şîroveyên ku Ocalan kirine, piştrast kiribûn. Her wiha êrîşên li ser Şingalê û êzidîyan jî, hişîyarîyên ku Ocalan derbarê Başûr û bi taybet parastina êzidîyan ji komkujîyan, piştrast kiribûn. Xwendina Ocalan xwendineka kûr û berfireh û pêşbînîyeka di cih da bû.

Divê xwendina Ocalan ji alîyê Rêveberîya Rojava û Şingalê were lêkolînkirin, analîzkirin û bicihkirin.