Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) bernameyekê derbarê biryarên zordar ên ku Dadgeha Cezayê Bilind a Enqereyê li dij siyasetmedar û mafnasên #HDPyê birîne ku giştî 108 siyasmedaran, li dar xist.
Di bernameyê de, rojnamevanê kurd Amed Dicle paşxaneya dozê û biryarên neheq ên dawî û têkiliya wan bi meyla hikûmeta Tirkiyayê piştî hilbijartinên xwecihî û siyaseta di dema pêş de derbarê kurdan li hundir û dervayî Tirkiyayê, nirxand.
Rojnamevan Amed Dicle di destpêka axaftina xwe de, bal kişand ser paşxeneya doza Kobanê û got: “Ev doz ji sala 2021ê ve hate vekirin ku hevserokên HDPyê û endam û parlamenterên HDPyê sala 2016an hatin girtin. Destpêkê derbarê wan de doza Kobanê tune bû, dozên din hebûn. Lê dewleta Tirkiyayê piştî ku dît tiştek li dij wan de tune ye, doza Kobanê li dij wan vekir, li ser vî esasî jî doz hate destpêkirin. Çima doza Kobanê, di sala 2014an de dema ku DAIŞ êrîşî Kobanê kir, li Bakurê Kurdistanê serîhildanên mezin hatin destpêkirin û xelk li ser sînor nobed girtin û 5 û 6ê meha cotmeha sala 2016an, êdî rewş li Kobanê xerab bû. HDPyê bang li gel kir ku ji bo parastina Kobanê dakevin kolanan. Di heman rojê de, birêz Ocalan ji bo Kobanê serferberî ragihand û di encamê de bi hezaran berê xwe dane Kobanê û sînor rakirin. Piştî daxuyaniya Erdogan, ku “Kobanê ket wê bikeve”, hêrsa gel mezin bû û serîhildana ku hatiye destpêkirin gelekî mezin bû û li Bakurê Kurditanê li gelek bajaran dewlet êdî têde nema. Tirkiyayê jî alîgirên DAIŞê û endamên xwe yên veşartî êrîş kirin û di encamê de, 54 kes kuştin, ji nava wan jî 47 ji wan endamên HDPyê bûn. Tirkiyayê jî ev yek hemû xist stûyê Demîrtaş. Erdogan û hevalên xwe her dem digotin ku Demîrtaş ew kes kuştine, lê dadgehê got tu têkiliya Demîrtaş bi kuştinê re tuneye, lê îdîa dike ku Selahedîn dixwaze dewletê parçe bike û dewleteke din ava bike û di encamê de, ceza li ser Selahedîn Demîrtaş 42 sal û hevalên wî birîn. Lê ev pêvajo hîn bi dawî nebûye, piştre wê ev biryar biçe Dadeha Istinafê û piştre jî ya biçe Dadgeha Bilind. Lê bi giştî ev dozeke siyasî ye, ev ceza dikare sibê jî bi dawî bibe û dikare wan di zindanan de bihêlin, biryar vekirî hiştine. Ji ber ku dozeke siyasî ye, di aliyê hiqûqî de nayê şirovekirin.”
Amed Dicle destnîşan kir ku dewleta Tirkiyayê di pêvajoyeke wiha de ye ku dizane siyaseta qirkirinê li dij kurdan nameşe, ji ber ku dewlet di şerê li dij kurdan de xetimî ye, neçar e li rêyekê bigere û wiha domand: “Dixwazin li Tirkiyayê pêvajoyeke nû dest pê bikin ku kesên li dervayî desthilatdariyê, beşdarî şerê li dij kurdan bikin. Di heman demê de, ji ber ku siyaseta şer dimeşîne, tu alî pere nadin Tirkiyayê, dewlet êdî xetimî ye. Bi vê biryarê re, peyamekê dide kurdan ku ew hîn li dij kurdan di tundiyê de ne.”
Dicle bal kişand ser nerazîbûna li ser vê biryarê û got: “CHPyê şandeyek rêkir dadgehê û daxuyanî da û serokê CHPyê got ev biryareke siyasî ye. Her wiha, Ekrem Îmamoglu got ev biryar tu sûdê nade Tirkiyayê, lê her kes dizane ku Erdogan û qesra wî, ev biryar girtine.”
Her wiha rojnamevan Dicle diyar kir ku hevkariya AKP û MHPyê hêdî hêdî dihejê û li gelek cihan bi hev ketine û li dij hev dosyayan vedikin, di bin de şerek di navbera wan de heye û wiha domand: “Lê Erdogan heta cihekî saxlem nebûne, nikare pişta xwe bide MHP û dev jê berde. Lewra, rojên pêşiya me pir girîng in, ji ber ku dewlet niha di nava nîqaşê de ye.”
Di heman demê de, Amed Dicle behsa helwesta Ewropayê ya li ser vê biryarê jî kir û got helwestek Ewropayê derbarê vê biryarê de tune bû, berpirsa siyaseta Erdogan û kiryarên wî , Yekitiya Ewropayê ye û rêveberiya wan e, her çiqas daxuyanî didin û dibêjin ew xemgîn in, lê hevkariya xwe bi Erdogan re yên aborî dewam dikin.
Rojnamevan Amed Dicle di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku DEM Partî ev biryar nas nekir û ya girîng li pêşiya DEM Partî rêxistinkirin û xebatên xwe yên şaredariyan e.