Doza Kobanê: Tolhildana Erdogan e

By Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Beriya niha bi salekê serokkomarê Tirkiyayê Receb Teyib Erdogan ku careke din bû serok, xîtabî alîgirên xwe kir û salên xwe yên desthilatdariyê yên bi vê gotinê destpê kir: “Madem ez li ser desthilatdariyê re me, Selahedîn Demîrtaş ji zindanê dernakeve­”. Ev daxuyaniya Erdogan ya metirsîdar ne pêşbîniyek bû ku Erdogan got an jî rûmetdayînek bû ji bo biryarên dadaweriyê, lê belê biryara hejmara 1î bû ku îradeya samîtîzm a serokkkomar di pêvajoya xwe ya heyî de, diyar dike. Bi her halî, Demîrtaş biryara dadgehê wekî “biryarname” binav kir, ji ber ku di wê baweriyê de dadgehekirina wî veguherî qada tolhildanê û tolhildaneke kevneşop ku Erdogan tê de serwer e. Ev yek jî vedigere ku pêşengê kurdan di pêvajoya veguhestina Tirkiyayê ji sîstema parlamentoyê bû serokatiyê, ji Erdogan re got “em te nakin serok”. Her wiha, di rûniştina 18ê gulana 2020î de, Demîrtaş got ”serokkomar û serokê AKPyê Erdogan û serokê MHPyê Devlet Bahçelî û wezîrê hûndirîn Silêman Soylu di cihê dadwer de rûniştine” û tiştê çêbûn “komployeke siyasî” bû.

Bi vî awayî, hukim li dij gelek rêveberên HDPyê di bin navê “Doza Kobanê” de derket, ku bi awayekî giştî cezayê 375 salan derheqê 108 rêveberên HDPyê hate birîn.  Ev yek ji dozên qanûnî yên pir tevlîhev e ku tê de tolhildana siyasî bi awayekî eşkere diyar e, ji ber ku piştî bûyerên Kobanê bi salan hate destpêkirin û bi salan dewam kir, her wiha “tawabarên” nû lê zêde kirin û dosyayên nû jî çêkirin. Lê awayê dadgehkirina maratonî û biryarên dadgehê yên siyasî, sê astên hizirê yên derbarê dadgehan de eşkere kir: A yekê, pêwîstiya meylên faşîzimê yên jinûvevegerandina “Dadgehên rizgariyê” an jî “Dadgehên serxwebûnê”, ku qurbaniyên wê herî zêde kurdên ku daxwaza mafên xwe dikirin piştî ku komara Tirkiyayê sozên xwe yên wekheviyê û biratiyê bi cih neanîn. A duyem, hewldana tesfîyekirina doza kurdî bi rêya tirsandina nûnerên wan ên gelêrî û jiholêrakirina hemû kesên ku têkiliya wan bi “pêvajoya çareseriyê” re hebû, ku wê demê Tirkiya neçar bû ku vegere mentiq û pêwîstî dît ku danûstandinê bi nûnerên gelê kurd re bike. A sêyem jî, rûxandina hemû derfetên ku bihêle Tirkiya veguhere dewleteke saziyan, ku tê de sîstema daweriyê ji desthilatdariya rêveber û birêvebirina dewleta kûr, qut bibe. Bi vê wateyê, tiştê ku nivîskarê tirk ê opozîsyon Cengîz Çandar  bi nav kir “kuştina edaletê” ye, di cewherê xwe de kuştina sîstema dadwerî bi tevahî ye û saziya dadweriyê wekî alaveke nefret û itaeta berdewam hîştin.

Ne rast e tiştê ku tê îdîakirin ku aliyên veşartî hiştin ku Erdogan bikeve nava vê dosyayê bi rêya gurkirin û proveksyona civaka kurdan ku bigihêje astekê alozî derkeve û bibe sedem ku rejîma Erdogan a hevgirtî were rûxandin, ji ber ku serokkomarê heyî ku pisporê rêgezên desthilatdariyê ye, dizane li kîjan alî bisekine. Vê carê, dadgehê hişt ku siyaseta hevalbendiyê ya bi MHPyê re, derbasî ezmûneke nû bibe. Ji ber ku cezayê mezin wekî razîkirina serokê MHPyê hate dîtin, ê ku hewesdarê wan gotinan e ku neteweya wan di bin kefê û komployê de ye û gotegotên din ên mîna wan. Di heman demê de, awayê biryaran, dibe ku beşek ji girîngiya wî di daîreya biryarên ewlekarî yên dewletê, vegerandibe. Her wiha,  Erdogan bi rêya rêvebirina dadgehan di vî alî de, dixwaze ku hewldanên DEM Partî yên têkbirina alîgirên Erdogan û ketine nava hevalbendiyên ne fermî û xwecihî bi hevrikê xwe re CHPyê, bêbandor bike. Ji ber ku jiholêrakirina dengderên kurd di hilbijartinên serokatiyê de, yek ji metirisyên Erdogan e. ji ber vê yekê jî, veguhestina girtiyên HDPyê wekî rahênanên siyasî wekî ku Demîrtaş bi nav kiriye, yek ji xwestekên tengavkirina rêveberên kurdan e.

Lê ji aliyekî din ve jî, ji bilî meylên rastgir û faşîzimê, diyar e ku bloka dijberên siyasetên Erdogan ne li pişta Erdogan in di meseleya dijberiya civaka kurdî de, ji ber ku dengên aqilane yên di siyaseta Tirkiyayê de û kesên bi bandor ên di civaka sivîl de, nerazîbûnên xwe beramberî dadgehên siyasî nîşan dan, her çiqas ku astên nerazîbûnê û helwestên opozîsyonê cuda bûn. Redkirina CHPyê ku mezintirîn partiyên opozîsyonê ye û serokê wê ev biryar wekî biryareke “ne qanûnî” bi nav kir, nîşan dide rêveberên partiyên ciwan dixwazin xwe dûrî aloziyeke ku armancên kesayetî tê de hene, bikin ku tu berjewendiyên partiyê ku dixwaze desthilatdariyê bi dest bixe, tê de tuneye. Ji ber wê dê metirsiyek be bo aliyên ku çavên wan li desthilatê ye ku li dij krêtiya dadwerî û siyasetên Erdogan yê li dij opozîsyonê, bin. Ev mesele, girêdayî veguhartinên siyasî ye li welat, çîna siyasî ya kurdî xwe dispêre wê, ku dibîne dê ev hukimên dirêj û mezin bi dawî bibin çaxa ku Erdogan ji desthilatê derkeve.

Bi her halî, tecrubeya zindanan û biryarên kevneşop û tesfiyekirina siyasî ji bo têkoşerên kurdan ne nû ye, lê belê hizira xweragirtina di hundirê zindanan de êdî bûye rengeke ji rengên domdar ên xwezaya berxwedana siyasî ya kurdan. Di vê çarçoveyê de, têgihên canbexşiyê heta hemleyên giravên birçîbûnê an jî “cenga zikên birçî”, û heta sertiya siyasî ya ku Demîrtaş û hevalên wî yên di zindanan de nîşan didin, bûye taybetmendiyeke ji xwezaya xebatên siyasî yên kurdan li Tirkiyayê. Girtîgeh li gorî kurdan “berdewamkirina siyasetê ye bi rêbazên din”, heger ku em piçekî gotina Clausewitz a “şer berdewamiya siyasetê ye” biguherin. Ev tev de di demekê de ku wêneyê dadweriya Tirkiyayê û asta serxwebûna wê, xirab bûye, ku berdewam şermezarkirinên mafî, ewropayî û navdewletî li bara wê hene. Ev yek jî dê bihîle ku kesên veberhêner û kapîtal jê nefret bibin, li welatekî ku pirsgirêkeke wê ya dadwerî ya berdewam heye, ku destwerdanên siyasî di rêveçûyîna karê wê de heye.