“Qijnikên komarê” û darizandinên Kobanê

By Hisên Cimo

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Kurd cîranên dadgehan in û kesên ku herî dikevin zindanên wan. Darizandinên ku derheqê 108 siyasetmedar û mafnasên serek û endamên HDPyê (DEM Partiya niha) pêk hatin, li hêla tawanbarkirina mafî, ku ew kêferateke dadwerî û çawaniya edaletê dide xuyakirin, wekî ku girêdana di navbera dadwerî û hevpeymaniyên siyasî ji xwezaya dewletê ye ji çaxa damezirandina komarê ve di sala 1923yan de, analîz bikin.

Ji çaxa serkeftina dijwar a ku serokê Tirkiyayê Receb Teyyib Erdogan di hilbijartinên serokkomarî de di havîna 2023yan de bi dest xist, ji nûv re diyardeya saziyên pevçûyî di hundirê dewletê de belav bû, ev ne tiştekî veşartî ye, lê belê rojeve rojnamegeriya welat e, yek ji wan operasyonên ewlehî bi serkêşiya wezîrê hundir Elî Yerlî Kaya li dij toreyên ku wezîrê berê Silêman Soylu li beramber wan bêdeng bû. Hevdemî dayîna van biryaran, dadgehê efserên ku bo doza Aregenkonê girtî bûn, serbest berdan. Dîmenê hundirê dewletê rê li ber kêferateke hundirîn a berfirehtir vedike, ku Erdoganê ku bi vê nearamiyê dorpêç bûye, nearamiya ku berî niha wî afirandiye, hewl dide hevsengiyê bixe hevpeymaniya xwe ya siyasî û ewlehî ya bi hevpişkê xwe di desthilatdariyê de, partiya MHPyê. Li bara MHPyê û serokê wê Dewlet Bahçelî û bingeha wî ya hilbijartinê, darizandina Selahedîn Demîrtaş bi 29 salan zindan, cewherê xwestekên lezgîn ê neteweperstan e, ev yek ji li gor dilê wan bû. Erdogan dest daniye ser tevahiya biryaran di rêveberiya dewletê de, çaxa ku ev yek bi tevahî jê re pêk hat, desthilata wî kêmtir bû, ji aboriyê heta ewlehî û tevhiya dosyayên dewletê, ji ber ku neçar e xwestekên hevalbendê xwe pêk bîne.

Ev mesele barekî zêde ye li ser milê doza kurdî. Ji ber ku ew ne tenê dozeke siyasî û civakî ye, lê belê bingehê lihevkirinên tirkî ye di pêdeçûna rêzkirina hundir de. Ew dozeke mezin e, bûye kapîtala dewletê û pê hevalên xwe bertîl dike. Derbeyên bi dûv hev ên li ser doza kurdî, ji dagîkirina Efrînê û derbiderkirina xelkê wê û xelkê bakurê Sûriyayê, her wiha operasyonên li Başûrê Kurdistanê û çavdêrîkirina sembolên tevgera demokratîk a kurdî li başûrê Kurdistanê, kapêtalê siyasî yê sereke ye ji AKPyê re ku pê hukumê xwe dirêj dike. Ev yek jê re garantiya wê yekê dike ku hukumê siyasî li kesên ku çareya demokratîk û hevjiyana tirkî-kurdî dixwazin, bike.

Aloziya nû li pêşiya kurdan aloziya demokrasiyê bi xwe ye, şkandin û îşkencekirina doza kurdî dihêle ku desthilatdar li iflasê nekeve û neyê xistin, ev yek di demên pêş de dê li pêş dewletê bibe alozî, ji ber ku li ser nefreta li dij civakeke di hundirê dewletê de dijî. Tiştê ku vê yekê xurt dike ew ku opozîsyona ku CHP nûnertiya wê dike, di hundirê xwe de parçe bûye, Erdogan hewl dide serokê partiyê yê nû Ozîl ber bi xwe ve bîne û piştgiriya wî bike, da ku rê li ber Ekrem Îmamoglu bigire û bikaribe bigihêje serokatiya Tirkiyayê, her wiha bo ku rê li ber veguhastina îdyolojî ya di partiya CHPyê de bigire. A baş bo Erdogan ew e ku ev partî vegere kopiya Dînîz Baykal di dehsalên pêşî yên vê çerxê de, ango partiyeke çepgir û neteweperest û peşek ji dewleta kûr, ku meriv xîtaba wê û MHPyê ji hev dernaxe.

Tevî wiha jî, di dirêjahiya dîroka komarê de, tevgerên dadweriyê di ser kurdan re derbas bûye ji çaxa doznameyên dadgeha Îstiqlalê dema şoreşa sala 1925an. Wê çaxê koma desthilatdar li paş perdeyê tevgeriyan, Îsmet Înonu û Fewzî Çeqmeq, û serokê hikûmetê Fethî Okyar yê ku nexwest destwerdanê di rijandina xwîna kurdan de bike, rûxandin.

Okyar dizanîbû ku li derhêla wî çêdibe. Mistefa Kemal bûyerên şoreşê keysbaz kir da ku partiya opozîsyon a nû birûxîne, Partiya Komarî ya Pêşverû. Okyar wê çaxê serokê hikûmetê bû, Mistefa Kemal jê xwest ku biryarekê bide, navê wê biryarê kir “biryara bêdengiyê”, xwest ku biryar ne tenê li devera kurdî be, lê belê li tevhiya welat be, heta bi Stenbolê jî. Ji ber ku Mistefa Kemal dibîne ku –li gor Rîda Nûr, wezîr û siyasetmedarê ku liv û tevgera Mistefa Kemal nas dikir- rojnamegeriya Stenbolê seba vê serîhildanê ye û ev rojnamegerî piştgiriya Şêx Seîd dike.

Fethî Okyar di 3yê adara 1925an de dest ji kar berda, ango piştî kêmtir ji mehekê ji destpêkirina şoreşê li Kurdistanê, berî ku tu biryarên li dij bên dayîn. Rida Nûr tiştekî bi bîr naxe li bara dijberiya Okyar li ser şêwazê Kemal ê li dij şoreşê. Bi rastî jî piştê ku Okyar dest ji kar berda bi rojeyê biryara bêdengiyê derket, bi îmzeya Îsmet Inonu yê ku ji nûv re derket ber çavan wekî serokê hikûmetê. Rîda Nûr nivîsî:

Mistefa Kemal ji Fethî xwest ku dest ji kar berde, Mistefa Kemal ji hevjîna Fethî re got: Min balyozxaneya Parîsê da awe, de biçin. Di şoreşa Şêx Seîd de, Mistefa Kemal artêşek rê kir Kurdistanê, vê artêşê tişt nehişt û gule bernedan wê. Gund şewitandin û xelk kuştin. Di paş vê artêşê re Dadgeha Îstiqlalê hat, Şêx Seîk û gelek serekên wî bi dar ve kirin û çi kesê ku tev li partiya nû bûbû (Partiya Komarî ya Pêşverû) kuştin û navê Şorşa Kurdî li vê tevgerê kirin, her wiha bi awayekî fermî partiya nû hat girtin û hemû belgeyên wê hatin desteserkirin.

Ji wê çaxê ve dadwerî li komarê bawerî ji dest da, heta bi damezrînerên komarê jî, li tenişta Fethî Okyar yê ku nexwest destê xwe bi xwîna kurdan qirêj bike, Rîda Nûr li bara Mistefa Necatî Beg, ku ew wezîr bû di gelek hikûmetên bi dûv hev de ji çaxa serxwebûnê, ji wan Wezareta Bicihkirinê û Wezareta Perwerdeyê, dibêje ku Necatî razî bû ji ber ku payeya dozgerê giştî di Dadgeha Îstiqlalê de red kir, dadgeha ku bi sedan hukumê bidarvekirinê derheqê kurdan de kir sala 1925an, kurdên ku tev li şoreşê bûn. Necatî Beg dibêje:

“Ez dê bibûma tawankarek ku destê wî newqî xwînê bûye. Rast e em wezîr in, lê tu dizanî ku em koleyên El-Xazî ne.” (Rojnivîsên Rîda Nûr-R.203)

Dadgeha Îstiqlalê di dema ragihandin Hikûmeta Encumana Niştimanî ya Mezin di 28ê nîsana 1920î de, hat damezirandin. Mistefa Kemal bi lez qanûna xiyaneta welat pêşinyaer kir, di 29ê nîsana 1920î de, qanûn hat derxistin û qanûna dadgehên îstiqlalê hat derxistin. Cara yekem ku ev dadgeh hatin bikaranîn li dij şoreşa Kurdistanê bû ya bi serkêşiya Şêx Seîd Pêran di gulana 1925an de, paşê serîhildana Ezmîrê sala 1926an. Vê dadgehê bi sedan hukumê bidarvekirin, zindana hetahetayê, tecrîda malûmilkan, sergûnkirin û derbiderkirinê dane.

Li gel kurdan, cihê dadgehan berî dawî bû. Çaxa ku meriv ji kuştina laşî diflite, dibîne ku ew derbasî odeya dawî bû, odeya dadgehê ya ku Selahedîn Demîrtaş û hevlên wî di bin dozeke çewt derbasî wê bûn, ku doz ew bû ku wan tevgera gelêrî li bakurê Kurdistanê gur kir çaxa ku rêxistina DAIŞê li cenga Kobanê têk çû. Ji ber wê, “doza Kobanê” ku di belgeyê fermî de navê vê dozê wiha ye, ne dozeke komî ya yekem e ya bi vê qaseyê. Piştî darizandinên 1925an, Kurdistan rastî darizandinên komî bûn di sala 1930î de di Şoreşa Agirî de, her wiha di sala 1937an de jî di Şoreşa Dêrsimê de, ji bilî yek ji navdartirî darizandinên komî, ew jî “doza 49an” e. Siyasetmedar û rewşenbîrê kurd Mûsa Enter gotarên wêjeyî di rojnameya “Ileri Yurt”ê de ya ku ji Amedê derdiket, nivîsîn, tê de him biwêjên kurdî nivîsî di salên pêcnî yên sedsla borî de, çaxa ku hukum di destê Partiya Demokrat de bû, rikberê CHPyê.

Di yek ji van gotarên ku di bingehê xwe de bi tirkî hatine nivîsîn, ku hin gotinên kurdî tê re derbas dibin, Mûsa Enter çîrokek nivîsî tê de keçek hewl dide sêniyeke genim bifiroşe li bajarokê Swêrkê, lê dema ku li genimê wê hat nêrîn, hat xuyakirin ku genimê wê tirjî qijnik bûne, ji ber wê tu kesî nekirî, ew keç bi xembarî vegeriya û sirûdeke kurdî digot, ji wan malikan:

Qimil hati lo apo, bi refaye rebeno

Xwar genimi lo apo, hiştî gîya rebeno

Pez herikî lo apo, ser şivana rebeno

Çar golikên me man apo, li ser gûhana rebeno

 

Mûsa Enter bi sirûdê dilê keçikê aram dike û jê re dinivîse ku birayên wê tên da ku wê ji vê aloziyê rizgar bikin.

Sirûd çîrokeke gelêrî ye  ji çanda Swêrkê ye, li bara qijnik û kêzika sûnayê ye ku dexl xiran dike, gotinên wê tijî sembol in, ji ber wê saziyên ragihandinê pisporên xwe yên zimanê kurdî bi kar anîn da ku wateya wê fêm bikin, di hin tiştan de gihaştin lê ceger nekirin ku destnîşan bikin, ji wan gotina “qimil” bi kurdî mîna gotina “qemil” a erebî ye, lê gotineke din a kurdî jê re heye ku berbelav tir e, Mûsa Enter ew bi kar neanî, ji ber ku dixwest xwînerê kurd wê eşkere bike û sernavê sirûda xwe kir “kimil” tîpa yekem jê guhat a ku bi eslêl xwe “q” ye û ev yek wê nêvî bilêkirina “kemal-kemalêzm” dike. Di dawiya sirûdê de çar golik hene ku pitî xirabbûna dexl tenê guhanê dêya wan ji wan re maye, tê wateya parçeyên Kurdistanê.

Mûsa Enter bi nivîseke wêjeyî, bi ewlehî û saziyên çavdêriyê yên dewletê lîst, bêyî destûr, ji ber wê bi tawana ku gefê li aştî û yekîtiya welat dixwe hat girtin. Komeke rewşenbîr piştgiriya wî kirin, bi seba wê 50 kes hatin girtin. Yek ji girtiyan ji ber ku xwîn jê rijiya di zindanê de jiyana xwe ji dest da, ji ber wê nazê dozê bû “doza 49an”. Di rastiyê de, berî wê haziriyê girtinê hatibûn kirin û sirûda Mûsa Enter bû bihaneya wan. Tirs li komarê berbelav bû piştî derbeya 1958an li Iraqê û rûxandina rêjîna şahane û vegera doza kurdî li ser qadê ku bi dewleta Iraqê re li hev kiribûn.

Nivîskar Celel Temil jêgiritnekê ji belgeyeke istixbaratê dinivîse ku tê de derewa dadweriya adil tê xuyakirin. Serok Celal Bayar pêşinyar kir ku 1000 kesên kurd li qada Istiqlalê li Stenbolê bên bidarvekirin, wekî bersiva komkujiya ku komunîstên kurd li dij tirkumenan li Kerkukê pêk anîn. Belgeyek heye tê de xuya dibe ku wezîrê derve Fitîn Zorlu hişyarî da ku ji berê de bi seba komkujiya ermenan navûdengê Tirkiyayê reş e, her wiha êrîşa li dij roman jî di sala 1955an de, ji ber wê planeke nermtir pêşinyar kir. Yekî pêşinyar kir: “Ka em wan bigirin û bi dar ve bikin û bilia girtina wan veşartî be û heger hat kifşkirin, em ê ragihînin ku ew tevgereke komunîst e ne tevgereke kurdî ye.”

“Ka em bidin xuyakirin ku Rûsya dixwaze dewleteke komunist li rojhilat û başûrrojhilat ava bike û em alîkariyên aborî û leşkerî ji Amerîkayê bixwazin.­” Piştî van raporên istixbaratî, hikûmetê di civîneke berpirsyarên mezin de biryar da ku girtinan bikin “bi komêm ku ji 50 kesî pêk tên”, bo 50 kesên pêşî ku hatin girtin, hat gotin ku ew endamên “Partiya Serxwebûnê ya Kurdî” ne, girtinnameyên vala bo wan hatin amadekirin û bo efserên vê operasyonê di payîza 1959an de hat radestkirin. Partiya Serxwebûnê ya Kurdî tune bû, ew navekî ku çêkirî ye ji hêla dadwerî û îstixbaratan ve.

Tevî vê yekê jî rojnamegeriyê ev nav li dozê nekir, ji bo ku navê ”Kurdistan”ê bi kar neanîn , ji ber wê navê “doza 49an” li koma yekem kirin, di vê komê de Mûsa Enter Şerefedîn Alçî û Kemal Burqay hebûn. Dadgehên vê dozê heta sala 1965an dom kirin û doz hatin rûxandin, aliyê gilîkar tu belge li dij tawanbaran nedît, ji ber wê bi serbestî hatin berdan. Dewletê nikarîbû meseleya kurd û Kurdistanê di dadgehên berçav de bidin û distînin, ji ber wê biryar hat ku doz bi awayekê lezgîn bên girtin. Dadgeh cihê şaş bû ku van kesan tê de xuya bikin. Paşê piştî 30 salî yek ji endamên istixbaratan guleyekê li Musa Enter dide û li Amedê wî dikuje.

Hemû dadgehek in. Ji dadgeha istiqlalê heta “doza 49an” heta darizandinên Kobanê. Tiştê hevbeş di nav van darizandinan de ku bi awayekî komî ne û di her carê de gefa kurdî tê mezinkirin da ku bo kirîza hundirîn qezencê jê bibînin. Lê tevî wê jî, “doza Kobanê” demeke dirêj da hikûmetê da ku xwe bi ser hev de bîne û kaxezên xwe bide hev bo salên bê, heta ku çaxa bihnstandina kurdî were.

Dê kengî be?

Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê, Abdullah Ocalan bûyereke ku di mejiyê wî de meye vedibêje, bi Mûsa Enter re di derbeya 12ê adara 1971ê de:

Dema ku me komeke piçûk a piştgiran ava kir, dema derbeya 12ê adarê ya leşkerî, Mûsa Enter ji me re got: “Ew bi hev daketine, ka em ha ji karê xwe hebin.”