Ji destpêka sala 2023yan ve, Enqerayê serdanên xwe bo Iraqê zêde kirin. Hevdîtinên pilebilind li gel mezinên Iraqê pêk anîn. Helbet wê bi xwe çend dosya hilgirtibûn û yên herî girîng jî “Rêya Geşpêdanê” û şerê li dij PKKyê ne. Dezgehên medyayî eşkere kir ku Serokê Istixbarata Tirkiyayê Ibrahîm Kalin û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û piştî wan Wezîrê Parastinê yê Tirkiyayê Yeşar Guler, dosyayên “Rêya Geşpêdanê û “avê” wekî kaxezeke fişarî li dij Bexdayê bi kar anîne da ku wê bi rengekî yekser beşdarî şerê li dij kurdan û PKKyê bike. Wekî çawa rayedarên Tirkiyayê li bara civînên bi PDKyê re agahî belav kirin, herdu aliyan (Enqera û Bexda) di dawiyê de ragihand ku ew gihaştine rêkeftineke ewlekariyê.
Çi li dû “Rêya Geşpêdanê” heye û dê çawa bandorê li kurdên li Iraqê bike?
Wexta meriv li nexşeya idîakirî ya vê rêyê dinêre, dibîne ku ew axa Başûrê Kurdistanê di nava xwe de nahewîne. Li gor daxuyaniya Berdevkê Encumana Wezîran a Iraqê ku gulana 2023yan dabû, “rê dê ji sînorê Tirkiyayê (Pêşxabûr) heta perava “Faw”ê ya iraqî bikişîne, ji wir digihêje kendavê û piştre derbasî Ewropayê dibe. Derdora 1200 KM dirêj e.
Ji meseleya ku dê ev rê çi ji kendav û Ewropayê re peyda bike, planek li dij kurdan li Sûriya û Iraqê tê gerandin. Li gor şopandina helwestên Tirkiyayê ji herêma Başûrê Kurdistanê di 7 salên dawiyê de, eşkere dibe ku Tirkiya dixwaze dergehê “Ibrahîm El-Xelîl” ango tekane dergehê di di navbera Tirkiya û Başûrê Kurdistanê de bigire. Başûrê Kurdistanê di warê bazirganiyê de gelekî xwe dispêre vî dergehê navborî, lewra ev tê wateya ku bi lihevkirina tirkî-iraqî dê dorpêç li herêmê were sepandin.
Eger meriv li sala 2017yan vegere ango di dema Serokê PDKyê Mesûd Barzanî referanduma serxwebûnê ragihand û rastî nerazîbûneke tirkî-iraqî hat, dibîne ku artêşa Iraqê li herêma di navbera sînorê Tirkiyayê yê di qiraxa sînorê Sûriyayê de li şûna Hêzên Pêşmerge hat bicihkirin. Lewra, piştî derbasbûna 7 salan di ser wê planê re, eşkere dibe ku ew destpêka “Rêya Geşpêdanê” bû, çimkî li gor lihevkirina Enqera-Bexdayê, gerek e rê di hundirê axa Iraqê û li jêr serweriya Artêşa Iraqê, ne ya pêşmergeyan be.
“Rêya Geşpêdanê” û kurdên li Sûriyayê
Li tenişta vê yekê, divê em li nexşeya ku serokkomarê Tirkiyayê Erdogan ew di civîna Neteweyên Yekbûyî de nîşan da vegerin. Li gor wê, ew armanc dike li ser tevahiya sînorê Sûriyayê bi kûrahiya 30 KM dagîr bike. Ji ber vê çendê, di dema ku “Rêya Geşpêdanê” pêk bîne, dê Tirkiya li xeleka gihandina sînorê wê bi sînorê Iraqê re bi rengekî rasterast bigere. Pêkanîna vê jî encax bi rêya dagîrkirina herêmên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyayê be. Li gor erdnîgariya wê herêmê, dê Tirkiya destpêkê herêma Tirbespiyê bike armanc ku ew dikare dagîrkeriya Tirkiyayê bighîne Tilkoçer an jî Şengalê. Me di êrîşên wê dawîyê de dît ku bêtirî xwe ew herêm dikir armanc. Tişta ku vê yekê piştrsat dike jî di dema Wezîrê Parastinê yê Tirkiyayê Yeşar Guler serdana Iraqê kir got ku “astengiya li pêş projeya Rêya Geşpêdanê Şengal e” û daxwaz kir ku Peymana Şengalê ya di navbera Bexda-Hewlêrê de bi piştgiriya Tirkiyayê were pêkanîn. Lewra tê pêşbînkirin ku Tirkiya hewl bide ronahiya kesk ji Amerîkayê bigire da ku êrîşeke bejayî li dij herêma di navbera Tirbespiyê û Dêrikê heta bi sînorê Iraqê, pêk bîne.
“Rêya Geşpêdanê” ya ku vê gavê tê xêzkirin, metirsiya hebûnê li kurdên li herdu welatan çêdike. Di wextekê de ku metirsî hene ev plana navborî yek ji bendên civînên Astanayê yên li bara Sûriyayê di navbera Rûsya, Tirkiya û Îranê de be. Tişta ku van metirsiyan zêde dike jî girîngiya erdnîgariya herêmên sûriyayî yên li ser sînorê Iraqê ye. Rûsya hewl dide bi hêz derbasî Iraqê bibe û sûdê ji zeviyê “El-Okaz” ku yek ji zeviyên petrolê yên herî girîng li Iraqê û li ber sînorê Sûriyayê werbigire. Her wekî ev tê wateya ku dê Rûsya di nava zikê “Xaça Şîî” de be ku Îran bi salan e wê ji Libnanê heta Iraq û Sûriyayê û Deryaya Spî xêz dike da ku dorpêça li ser xwe bişkîne. Helbet ev dewlet li ser erdnîgariyekê şer dikin, lê belê armancek wan li hev kom dike ew jî zêdekirina fişaran li dij Amerîkayê ye ku baregehên wê wekî bendekî li pêş wan planan e.
Helwesta Amerîkayê
Tirkiya projeya “Rêya Geşpêdanê” wekî berdêla “Korîdora Hindî” dibîne ku ji Hindistanê dest pê dike û li Îsraîlê bi dawî dibe, lê belê li gor 3 nexşeyên ku dezgehê medyayî belav kirine, Tirkiyayê di nava xwe de nahewîne. Vê yekê jî Tirkiya bi hêrs kir, çimkî ji gerîngtirîn korîdora cîhanî hat paşguhkirin, lewra dixwaze berdêlekî ji korîdorê re biafirîne. Bi rengekî zelal xuyaye ku dê plana Tirkiyayê rastî redkirineke amerîkayî were, ji ber ku ew gefê li berjwendiyên Washingtonê dixwe ku di bingeh de “Korîdora Hindî” bo bê bandorkirina “Rêya Herîr”ê ye (rêgirtina li ber projeya Çînê). Hebûna bargehên amerîkayî li herêma di navbera sînorên Tirkiya û Iraqê de li hindirê axa Sûriyayê, wekî rêgirekî li ber xêzkirina nexşeyê ye ku jêdera wê jî stratejiyeke dîrokî ya Tirkiyayê ye.
Bi giştî, Tirkiya hewl dide ku her xewneke kurdî tune bike. Daxuyaniya Erdogan a ku dibêje “Em şaştiya bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) li bakurê Sûriyayê dubare nakin” vê rastiyê piştrast dike. Ev jî nêta Tirkiyayê ya dema pêş eşkere dike. Lê belê derbeyên şervanên PKKyê bendekî xurt li pêş pêkanîna van hewldanan e. Lewra bi her rengî dixwaze Pêşmergeyan û Artêşa Iraqê tev li vî şerî bike. Berî niha jî sekretêrê berê yê Hêzên Pêşmerge Cebar Yawer ev hewldanên Tirkiyayê bo rûdana şerekî di navbera Pêşmergehe û PKKyê de piştrast kiribû. Her wekî diyar kribû ku armanc ji beşdarkirina Pêşmergeyan kêmkirina kuştiyên leşkerên Tirkiyayê ye, lewra hişyarî li bara şerekî kurdî-kurdî dabû.