Amerîkayê bi rêya dîplomasîya keştîyên balafiran û keştîyên binav ên nuklerî, dikarîbû şerê Îsraîl-Hemasê tenê di Xezayê da, sînordar bike ku Washington got ev keştî û keştîyên binav ne ji bo şer in, lê ji bo rêgirtina li pêşîya şer in. Bi rêya vê yekê, Washington dikarîbû ku rê li pêşîya şerekî herêmî li herêmê bigire, ew jî bi rêya qanikirina Îranê ku şer heger ne li qadekê be xerckirina wê bilind e.
Di heman demê da, dîyar e ku Washington nîşaneyên piştî şer xêz dike, dema ku Koşka Spî got di siberoja Xezayê, yekbûna Difa rojavayî û çareserîya herdu dewletan da, tu rola Hemasê tune ye. Her wiha, tê texmînkirin tişta ku seroka komîsyona Ewropayê Ursula Vander Leyen derbarê birêveberîya navdewletî ya veguhastinê ya têkildarî Xezayê piştî şer gotî, bi kordîneya bi Washington pêk hatîye.
Di vir da mirov dikare wekî hevrûkirinê bike ku Amerîka di şerê Rojhilata Navîn da, serkeftinek bi dest xist, ji şerê li Ukranyayê yê li dij Rûsan, zêdetir e. Di şerê Ukranyayê da, heta niha Mosko li pêş e, tevî ku Washington desteka zêde da Kîyêvê da ku Rûsya serkeftinê bi dest nexe. Birêveçûyînên 7 hefteyan ji şerê Xezayê, nîşaneyên wê dîyar dikin ku Tilebîb a hevalbenda Washingtonê, dê têkçûnên wê nebin çar piştî hersê şerên ku berî niha li dij Hizbulahê sala 2006an û dijî Hemasê salên 2008 û 2014an.
Bi berfirehbûna rûbera vê hevrûkirinê mirov dikare gelek bûyeran tomar bike. Di şerê Ukranyayê da, hevalbendîya Çîn-Rûsya-Îranê derket holê, her wiha bloka Hindistan-Brazîlya-Afrîkaya Başûrî dîyar bû ku hewl da rola welatên xwe di têkilîyên navdewletî da bi cih bikin û sûdê ji rûbirûna di navbera NATO-Japonya-Korîya Başûrî-Australya û Çîn-Rûsya-Îranê da bigire. Di heman demê da, dewletên wekî Erebistana Siûdîyê şerê Ukranyayê jê ra tevgera wê azad kir û derfetek da wê ku bi Washingtonê ra bikeve rahênanê bi rêya nêzikbûnên Erebistana Siûdî-Rûsyayê di “OPEC Plus”ê da ya derbarê nirxên petrol û nêzikbûnên aborî-siyasî bi Çînê ra. Lê di şerê Xezayê da û li beramberî hêza mezin a Amerîkayê li Deryaya Spî û Deryaya Sor, hebûna Rûsyayê ya leşkerî lawaz bû. Her wiha, hebûna Rûsyayê di gelek paytextên herêmê da yên ku rayedarên Amerîkayê ji dema şerê li Xezayê serdan kirin, tune bû. Lê tenê hevalbendîya Çîn-Rûsyayê di Encûmena Ewlekarîyê ya Navdewletî da derbarê şerê Xezayê da derket holê, ku awayê xîtabê li dij Washingtonê bi kar anî ku serdema şerê sar tîne bîra mirov.
Ev yek hevsengîyên nû li herêma Rojhilata Navîn dîyar dike ku Washington bi awayekî xurt vegerîya herêmê, piştî /12/ salan ji biryara serokê Amerîkayê Barack Obama ya vekişandina ji Rojhilata Navîn û balkişandina ser Rojhilata Dûr, ku giranîya aborîya cîhanî li devera herdu okyanûsaên Hindî-Aram e, nema wekî sedsala 26an e ku li okyanûsa Atelsî bû.
Tê texmînkirin ku pêwîstîya Ewropayê ya ji petrol û gazê piştî ku di şerê Ukranyayê da ji gaz û petrola Rûsyayê qut bûn, sedem e ku Amerîka bi awayekî xurt vegerê herêma Rojhilata Navîn, ku ew tekane altirnatîfa Ewropayê li şûna Rûsyayê ye. Di heman demê da, Amerîka wiha difikire ku meyla Obama ya vekişandina ji herêmê, valahîyek di hêzê da çêkir û Îran, Tirkîya û Rûsya di gelek erdîngarîya herêmê da ew valahî dagirt û tê texmînkirin ku Çîn bi heman tiştî difikirî. Di vir da, projeya rêya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropayê ku berîya 4 hefteyan ji şerê Xezayê li ser hate îmzekirin, vegera Amerîkayê şirove dike û ev pêşbînîyên amerîkayî yên nû ne, ji ber ku ev proje li pêşîya Kember û Rê ya Çînê ku ji sala 2013an ve hate pêşkêşkirin asteng û hevrik e, ku ev jî wekî rêyên Çînê ber bi Rojhilata Navîn û Ewropayê ye. Li vir bêyî projeya korîdorê ya ku dê lihevkirineka Îsraîlê-Siûdî tê da hebûya, mirov nikare tu şêroveyê ji derbeya 7ê cotmehê ya ku tevgera Hemasê pê rabû, bibîne. Ku ew korîdor dê di Xezayê ra derbas bûbûya; cihê ku êrîş pêk hat û qelsîya ewlehîya wê deverê da nîşandan. Heta niha nayê zanîn ka gelo xwesteka Îsraîlê ya girêdayî beşê bakurî yê Xezayê û guhartina demografî lê, girêdayî pirojeyê ye an na.
Li ser asta herêmî jî, şerê li Xezayê lawazîya Tehranê li pêşîya Washington û sînordarbûna hêza Tirkîyayê û girêdana Îsraîlê ya zêde bi Washington û valahîya hêzê li gel ereban, aşkere kir. Di heman demê da, şerê Ukranyayê tabloyeka navdewletî ya nû derxist holê, lê şerê Xezayê nîşaneyên destpêkê yên belavbûna hêzên Amerîkayê li herêmê wekî ji sala 1974an ji bo berjewendîyên Washingtonê li ser hesabê Sovyetê, li vê carê li ser hesabê Îranê ku hêza wê ji sala 2004an ve bi rêya Iraqê zêde bû û piştra belavbûna Îranê ya herêmî ji sala 2007an ve li Xezayê û li Libnanê sala 2008an û li Iraqê jî sala 2010 û li Yemenê jî sala 2014an. Nabe ku belavbûna nû ya Amerêkayê paşmayînên wê yê navdewletî nebin û ne li ser hesabê Rûsya û Çînê be.
Wekî puxte: Eger ku şerê Ukranyayê wekî hewldana derbeya Rûsyayê bi desteka Çîn-Îranê, li dij yekpolera Amerîkayê ya cîhanê bû, ku desthilatdarîya Amerîkayê ya heyî ji sala 1989an da piştî serkeftina Washingtonê li dij Moskoyê di Şerê Sar da, hejandin, şerê Xezayê vegerandina Washingtonê hêza xwe li herêmeka girîng li cîhanê nîşan dide, ev yek jî wê bandora wê ya navdewletî li herêmên din jî hebê û wê hevsengîyên ku şerê Ukranyayê bi xwe ra anîne biguhêre. Ji hêla herêmî ve, belavbûna Îranê ketîye asta vegerandinê, wekî çawa ku di 2007an de dema ku Hemasê dest danî ser Xezayê, ket asta firehbûnê. Di encamê da, wê tabloyeka Rojhilata Navîn a nû hebê ku wê nexşeya herêmî ya jîyopolîtkî biguhêre. Îhtîmala mezin jî, ev yek jî wê bandorê li ser rewşa navxweyî li welatên herêmê û têkilîyên wan bike.