Projeya Rêya Hevrîşm a Çînê wê çawa Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê biguhere?
By NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN
Di /20/ salên dawî da, ji bo Çînê herêma Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê xwedî girîngîyeka zêde ye. Ev girîngî vedigere di asta yekem da, pêwîstîya Çînê bi garantîya enerjîyê bo xwe heye. Lê bi berfihrebûna însyatîfa Kember û Rê, girîngîya stratejîk a rêyên bejahî û deryayî jî ku rojhilatê Asyayê û Ewrasyayê bi Ewropayê bi rêya herêmên wekî Kendavê, Deryaya Sor û Spî jî girê bide, zêde bû. Lewra ev pêwîstîya parastina berjewendîyên aborî, hişt ku hebûna Çînê li herêmê berfireh bibe û ev berfirehbûn astên siyasî û çandî jî girte nava xwe, her wiha hebûneka sînordar a di warê leşkerî da jî girt nava xwe.
Di destpêkê da, însyatîfa Kember û Rê ku serokê Çînê Şî Jinping di îlona 2013an da ragihandî gelek dewletên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê nedigirt nava xwe. Lê bi bipêşxistina însyatîfê ra, gelek dewlet li gor peymanên lihevkirinê, tev li projeyê bûn. Ji alîyekî din ve jî, bingeha têkilîyên xurt bi dewletên herêmê ra berîya /20/ salan hatin danîn, dema ku forumên hevkarîya Çînê bi dewletên ereban û Afrîkayê ra, hatin avakirin. Her wiha, di dawîya sala 2010an da jî, dîyaloga stratejîk di navbera Çînê û dewletên Encûmena Hevkarîya Kendavê da, hate destpêkirin.
Ji dema ragihandina însyatîfa Kember û Rê, têkilîyên dualî di navbera Çînê û dewletên ereban li herêmê bi girêdana peymanên hevkarîyê yên stratejîk bi Cezayîr, Misir, Îran, Erebistana Siûdî, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî û heman peyman bi 8 dewletên din li herêmê ra hatin girêdan. Bi berfirehbûna însyatîfa Kember û Rê, armancên wê jî berfireh bûn û xurtkirina bazirganî, peywendî, yekbûna darayî, kordîneya siyasî û xurtkirina têkilîyên dîplomasî li ser asta cîhanê, di nav da cih girtin.
Tevî ku di veberhênanên Çînê da, herî zêde bala xwe dane ser enerjîyê, lê veberhênanên di projeyên binesazî, veguhastin û peywendîyê da jî êdî ew jî bûne xwedî girîngîyeka mezin. Tevî ku zêdebûna veberhênanên Çînê yên yekser li Rojhilata Navîn, lê divê em balê bikişînin ser ku mezinahîya wê bi hevrûkirina bi veberhênanên Çînê li herêmên din ên cîhanê û hevrûkirina bi veberhênanên yekser ji Yekitîya Ewropayê li herêmê, dibe ku wê kêm be. Li ser asta niştimanî û herêmî, gelek peyman û hevpeyman li herêmên Afrîkayê yên başûrê biyabana mezin, ji herêma Rojhilata Navîn û tevahîya bakurê Afrîkayê, zêdetir hatine îmzekirin.
Herêm ne tenê bala lîstikvanên navdewletî dikişîne, lê belê roleka girîng di peydakirina çavkanîyên enerjîyê yên sereke ji bo aborîya cîhanê û taybet petrolê dilîze. Bi rastî, mirov dikare bibêje ku Rojhilata Navîn ew herêma ku ketîye nava hev û her dem aloz û şer lê heye, her wiha roleka çavdêrîyê li ser sîstema herêmî ya vê herêmê jî dilîze. Her wiha, Amerîka jî, ji dawîya Şerê Cîhanê yê Duyem ve, roleka girîng li herêmê dilîze.
Rojhilata Navîn ne tenê wekî erdîngarîyeka herêmî ye, lê belê roleka sereke di berdewamkirin û aramîya aborî ya cîhanê da dilîze, ev yek jî vedigere rola wê wekî çavkanîya sereke ya petrol û gazê. Di encamê da, xurtkirina têkilîyan li herêma Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê û beşdarbûna nava însyatîfa Kember û Rê, dihêlin ku ewlekarîya enerjîyê ya Çînê û hevkarîya aborî û binesazî li vê herêma stratejîk, werin xurtkirin.
A girîng ew e ku cîhan gelek guihartinên mezin di têkilîyên navdewletî da di dirêjahîya salên borî da, dît û ev yek jî di nava xwe da veguhastina ji sîstemeka yekcemser ber bi sîstemeka pircemser ve dihewîne. Di vê çarçoveyê da, Amerîkayê ji dema dawîya Şerê Cîhanê yê Duyem ve, roleka girîng wekî hêzeka pêşeng di sîstema navdewletî da dilîze, lê em niha dibînin ku Çîn wekî hêzeka nû derdikeve ser dikê û di rûyê rewşa heyî da radiweste.
Însyatîfa Kember û Rê, ku serokê Çînê Şî Jinping di sala 2013an da pêşkêş kir, beşek ji vê veguhastinê dîyar dike. Armanc ji vê însyatîfê xurtkirina hevkarîya aborî û binesazîyê di navbera dewletên beşdar da, ev yek jî ji bo Çînê stratejîyeka girîng e ji bo zêdekirina serwerî û bandora xwe di sîstema navdewletî da. Her wiha, însyatîfa Kember û Rê, xwe dispêre rêgezên têkilîyên vekirî û hevkarîya biqezenc. Ji bo Rojhilata Navîn, însyatîfa Kember û Rê derfeteka aborî ya girîng ji bo herêmê pêşkêş dike. Di heman demê da, dibe ku bandora Çînê li herêmê zêde dike û jîyopolîtîkaya wê jî xurt dike. Dibe ku ev avakirina hevsengîyên hêzê li herêmê, bandorê li têkilîyên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bikin. Tevî ku ev însyatîf wekî derfeteka hevkarî û bipêşxistina aborîyê ye, lê di heman demê da, metirsîyên derbarê bandora wê li ser hebûna Amerîkayê û hevsengîyên hêzên herêmî û cîhanî heye.
Lewra, divê Amerîka însyatîfa Kember û Rê û bandora wê li ser siyasetên wê li herêmê û di sîstema navdewletî da, di ber çavan ra derbas bike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rohilata Navîn nimûneyek e bo guhartin û veguhestina di sîstema navdewletî da. Bi dehan salên dirêj, Amerîka roleka sereke di Rojhilata Navîn da wekî garantorê ewlehî û seqemgîrîyêlîst. Lê tevî vê yekê jî, navûdengê Amerîkayê li herêmê bi demê ra ji ber gelek faktoran xerab bû, di nav da jî destwerdanên leşkerî û alozîyên domdar. Mirov dikare li vê însyatîfa Kember û Rê wekî beşek ji vê veguhastinê bibîne, ji ber ku niha Çîn ji bo gelek dewletên Rojhilata Navîn, hevkarekî aborî yê xurt û girîng e.
Her wiha, ji bo Amerîkayê jî însyatîfa Kember û Rê ji bo helwesta wê li Rojhilata Navîn û siyaseta wê ya derve bi awayekî giştî, astengîyeka rijd çêdike. Di vê çarçoveyê da, Çîn wekî hevrika aborî û siyasî ya ku li beramberî Amerîkayê li herêmê bi pêş dikeve. Dibe ku ev hevrikî serwerîya Amerîkayê birûxîne û dînamîkên desthilatdarîyê li Rojhilata Navîn biguhêre. Lewra, ev însyatîfa Kember û Rê stratejîyeka girîng ji bo Çînê ye, da ku bandoreka mezin di sîstema navdewletî da çêke û hebûna xwe ya jîyopolîtîkî zêde bike. Mirov dikare vê stratejîyê wekî beşek ji veguhastina berfirehtir di hevsengîyên cîhanê da ji bo berjewendîyên Çînê bibîne. Bi awayekî giştî, însyatîfa Kember û Rê dihêle ku Amerîka û civaka navdewletî bi awayekî cidî li siyasetên xwe vegerin û kûrahîya astengî û defetên ku pêşkêş dike, fêm bikin. Ji ber ku sîstema navdewletî ya nû, wekî astengîyek li pêşîya hêzên sereke ye û pêwîst dike ku ji hêla siyaset û stratejîyan ve nerimtir bin.
Êdî Çîn bû wekî hevsengîya stratejîk di navbera hevrikên herêmî da li Rojhilata Navîn. Ji ber alozîyên ku bi pêş dikevin û dînamîkên ewlekarîyê yên ku têne guhartin, hişt ku Çîn beşdarîya xwe li herêmê zêde bike û helwesta xwe li wir kûrtir bike. Di vê çarçoveyê da, Çînê hevkarîya xwe bi awayekî taybet bi Îranê ra derbarê danûstandinên nûklerî zêde kir, beramberî ku petrola Îranê derbasî Çînê bibe û ev jî madeyeka xam e ku Pekîn gelekî daxwaza wê dike. Lê tevî vê yekê jî, Çîn helwesta xwe li herêmê bi hevsengî bû û girîngîyê dide berjewendîyên xwe yên taybet bi ser hevrikên herêmî ra. Di encamê da, ev stratejî hişt ku têkilîyeka xurt bi dewletên din li Rojhilata Navîn ra werin çêkirin, tevî ku dijberîya Îranê dikin. Her wiha, ji bo bikêrhatina însyatîfa Kember û Rê bidin xuyakirin, Çînê têkilîyên aborî bi Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, Behrên, Qeter, Uman, Kiwêt û bi erebistana Siûdî ra ku mezintirîn hevrikê Îranê di Rojhilata Navîn da ye, kûrtir kir.
Bi zêdebûna hebûn û serwerîya Rûsyayê li herêmê, guhartina di hevsengîya hêzên heyî yên herêmê, bi rêya hevkarîya Çîn û Rûsyayê, wê bihêle ku guhartinek di sîstema herêmî da ku Amerîkayê di dema Şerê Sar da ava kiribû, çêbibe. Ev yek jî tê wateya ku birêveçûyîna nû wê li dij Amerîka û hevalbendên wê bi pêş bikeve. Di vê çarçoveyê da, tê pêşbînîkirin ku alîyên çalak li herêmê ku bi awayekî xurt bi Amerîkayê ra hevkarîyê dikin wekî Erebistana Siûdî û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, wê têkilîyên bi bawerî hêdî hêdî bi Çîn û Rûsyayê ra bi pêş bixin. Di encamê da, wê hevalbendên Amerîkayê wê valahîya ji ber vekişandina Amerîkayê bi avakirina têkilîyan bi Çîn û Rûsyayê ra dagirin, da ku derfetên ku guhartinên di deverê da çêbibin, ji dest nedin.
Ji alîyekî din ve jî, dema ku Çîn bû navbeyankarê di vegerandina têkilîyên dîplomasî di navbera Îran û Erebistana Siûdî di adara 2023an da, hebûna Çînê gihaşt astên nû. Ev kêlî girîngîya guhartinên dînamîkîyên jîyosîyasî dide xuyakirin. Berovajî nêrînên ewlekarî yên kevnşeop ku balê dikşîne ser hêzê, Çîn dibîne ku aşitî dikare bi rêya xurtkirina ewlekarîya hevbeş û avakirina têkilîyên dîplomasî di navbera dewletan da, pêk were. Mirov dikare bibêje ku Çîn bi awayekî hêdî hêdî valahîya ku vekişandina Amerîkayê ya gav bi gav ji herêmê çêkir, dadigirt.
Lê tevî wiha jî xuya dike ku Çîn dudilî ye ku şopa Amerîkayê wekî garantorê ewlekarîyê dagire, ji ber ku însîyatîfa Kember û Rê li ser bingehê hêza şayîk, zemîn, bazirganî û aborîyê, tê avakirin. Amerîka hê jî hêza sereke ye di sîstema cîhanî da û çûyîne ber bi pircemserîyê ve demeka dirêj dixwaze heta ku bigihêje serî. Dibe ku mîna rêbazê li Rojhilata Navîn bê bikaranîn, ku hebûna Amerîkayê û berjewîndîyên wê zelaltir bibin. Tevî wiha jî pêwîst e Amerîka nas bike ku dê çawa qezencê ji însîyatîfa Kember û Rê bibîne û li gor berjewendîyên xwe kontrolê lê bike, ji ber Çîn bi awayekî bêpere dixwaze li ser ewlehîya Rojhilata Navîn a ku Amerîkayê ew peyda kiriye, kar bike. Bo hevrikîya însîyatîfa Kember û Rê li Rojhilata Navîn, pêwîst e Amerîka kontrolê li keda ku tê kirin bo çarekirna alozîya deynan bike, deynên ku ji encama însîyatîfa Kember û Rê ne. Her wiha divê şertûmercên qerzê xurttir bike da ku di rûyê metirsîyên girêdayî însîyatîfa Kember û Rê da raweste.
Di dawîyê da, mirov dikare bibêje ku bandora însyatîfa Kember û Rê ya Çînê li ser qada jîyopolîtîkî li Rojhilata Navîn bi demên dirêj ra, wê hêdî hêdî derkeve holê. Ev yek ne tê wateya ku însyatîf di dema nêzîk da wê ne xwedî bandor be. Bi rastî me bandora wê li ser vekişandina Amerîkayê ya hêdî hêdî ji herêmê û xurtbûna têkilîyên wê yên aborî û siyasî li herêmê dît, nexasim ji bo Îran û Erebistana Siûdî, ku her dem di navbera wan da dijminahî hebûn û bi rêya wekîlan şerê hev dikirin. Çînê dikarîbû navbeyankarîyê di navbera van herdu birêveberan da bike, ev yek jî nîşan dide ku rewşa herêmî wê tê da guhartinên cidî ji alîyê Çînê ve çêbibin.