“Pîşesaziya şer a Tirkiyêyê” û komkujiyên hawirdorê.. berdewamiya qirkirina Kurdan e

FERHAD HEMÊ

Di Mijdara sala 2018`an de, ku heman sala dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên tundraw ên girêdayî wê ve ye, Wezîrê Çandinî û Daristanan yê Tirkiyê Bekir Pakdemirli li Parlamentoya Tirkiyê, parastina talankirina berhemên zeytûnan ên li Efrînê kir. Pakdemirli ev yek bi şêweyekî mêtingerî rave kir û got:”Em naxwazin ku dahateyên wê bikevin destê Partiya Karkerên Kurdistanê. Em dixwazin dahateyên Efrînê desteser bikin. Ev herêm di bin serweriya me de ye.”

Bê gûman ev daxuyanî ne ji bo herêmeke di bin serweriya Tirkiyeyê de ye. Lê belê, derî li pêşiya êrîşeke mêtingerî li dijî herêmeke Kurdan ku li dewleteke cîran dikeve, vedike. Em bînin bîra xwe ku ev gotin wê demê xwe spart “Tundiya tazî” a ku Efrîn ji xwe re wekî sûkeke talankirinê(Qezencê) dît. Ev yek jî piştî ku koçberkirina komî ya şêniyên resen ji warê wan ê dîrokî pêk anîn û komên din ên welatiyan ên alîgirê hikûmeta Enqereyê li wir bicih kirin. Ev nêzikatî pêdiviya wê bi maska xîtaba geşepêdanê û”Berpirsyariya şaristanî”tune ye, wekî di projeya başûr rojhilatê Anadolê de ku dîroka wê vedigere 100 salan. Lê li gorî fîlozofê Îtalî George Agamben, ev aliyekî din ê heman projeyê ye û nexasim bi hebûna qanûna awarte û”rakirina nirxa qanûnî û exlaqî li ser mirovên armanckirî”.

Tovê tundî û meyldariya mêtingerî xwe dispêre rêbazê AKP`ê ya desthilatdar, a ku meylên destpot a hevkarê çepê tirk ê radîkal û geşebûna sermayedar a hovan e. Her wiha projeyên avahîsaziyê yên mezin ji xwe re wekî armanc dibîne, da ku plana veguharîna bajarî, kan, stasyonên hîdroelektrîk, komir, rê û kankerîû bandorên wêranker ên civakî û hawirda wêrankar, bi taybetî li Kurdistanê, leztir bike.

Li gorî vê yekê, çerxa tundiyê xwerû”Pêşesaziya Şer”, koçberkirina komî û talankirina birêxistinkirî li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî berfirehtir bû. Ev yek jî berdewamiya şewitandina daristanan û qutkirina wê ji rêzeçiyayên Dersimê li Bakurê Kurdistanê ye, heta daristanên li Herêma Kurdistanê û herêma Efrînê Rojavayê Kurdistanê. Di heman demê de, bikaranîna ava çemên Dijle û Firatê û avakirina bendavan, wekî çekeke kujer ji bo cezakirina herêmên kurdî yên li ser sînorê wê yê başûr û rojhilat û tengavkirina ewlehiya xurekiyê li Sûriya û Iraqê. Her wiha projeya avakirina dîwar li ser dirêjahiya sînorê bi Iraq, Îran û Sûriyê re, wekî pêvajoyeke nû ya qirêjkirina erdîngariya Kurdistanê ye( Ez ê vê mijarê di lêkolîneke taybet de, bînim ziman), da ku biyosfera Kurdistanê û xelkê wê, bi mirînê re rû bi rû bimînin. Nexasim, bi hebûna kaosa ku ji ber şerê li Sûriye, Iraq û krîza guherîna avhewayê ya cîhanî derketiye holê.

Ji bo balkişanda ser vê mijarê di aliyê pratîkê de, nivîskarê Kurd ê Sûrî Hisên Cimo gotarek li ser herêma Geliyê Muzerê ya li kantona Dersimê ya Bakurê Kurdistanê, nivîsand. Li wê herêmê, 5 hezar cûreyên riwekan ku li cîhanê kêm têne peydakirin û gelek cûreyên ji ajalên kêmpeyda, ji ber avakirina 8 stasyonên hîdroelektrîkê û 13 bendavan li ser erdnîgariyeke 50 kîlometer, bi xeteriya tunebûnê re rû bi rû ne. Her wiha, berfirehkirina polîtîkeya şewitandina daristanna di navbera salên 2017-2018`an de ku di encama bombebarana hewayî û êrişên ku ji baregehên leşkerî destpê destpê dikirin, derketine. Ji ber ku efserên ewlekarî dixwazin herêmê bi awayekî zelal bibînin.

Nivîskar destnîşan dike ku armanca veşartî ya avakirina bendavan, girtina herêmê li pêşiya PKK’ê re ye, ku PKK`ê ew herêmê ji bo veguhistina endamên xwe bikar tîne. Lê bi awayekî demdirêj, van projeyan armancên xwe di aliyê jinû ve endezyariya nifûsê de bi pêkanîna guhertinek demografîk bi rêya hilweşandina derdora 3,500 gundan, pêk anîn. Hêjayî gotinê ye, li gorî nivîskar van projeyan di çarçoveya “qanûna awarte” de pêk tînin. Lewra, qanûna awarte xala têketinê ye ji bo projeyên aborî yên qezencê, da ku qazancê di navbera şerîketên avahîsaziyê yên Tirkiyeyê û Awûstûryayê de, parve bikin. Di heman demê de jî, şerîketeke amerîkî ruxseta lêgerîna uranyumê li heman herêmê wergirtiye”.

Lê “Çêkera Şer” ji dema têkçûna “Pêvajoya Aşitiyê” sala 2015`an li dijî Kurdistanê dewam dike, lêkolînên zanistî yên pisporên germbûna gerdûnî, piştrast dikin ku çalakiyên leşkerî bandorên xwe yên mezin li ser hawirdorê hene. Ji ber ku gazên serayê (ên ku dibe sedema guhartina avhewayê) û qirêjbûnê zêde derdixe û dihêle ku çavkanî kêm bibin. Piraniya daristanên Kurdistanê ji ber avakirina rêyan û kankerî, xirab bûne. Her wiha li gorî lêkolînekê ku rewşa li Dersimê, Amedê (Herêma Licê), Colemêrg, Şirnex û Başûrê Kurdistanê(Kurdistana Iraqê) şopandiye, ji sedî 85 gundan ji ber polîtîkeyên wêrankirin, koçberkirin, tevî şewitandina daristanan û ziviyan, êş û azara xwe anîne ziman. Li gorî lêkolîneke din jî, germbûna gerdûnê li Kurdistanê, yekser girêdayî şewitandina daristanan û herêmên operasyonên leşkerî yên tirkî ne.

Ev operasyon bi awayekî giştî li herêmên ku artêşa Tirk li hemberî berxwedana Kurdan  veguherandiye qadên “Şerê leşkerî” pêk tên. Di dema dawî de ku artêşa Tirk 50 km ketiye nava kûrahiya erdnîgariya Herêma Kurdistanê (Kurdistana Iraqê), rayedarên herêmî yên parêzgeha Dihokê diyar kirin ku bi hezaran donim daristan, mêrg, bax û zeviyên çandiniyê rastî wêrankirin, şewitandin û birînê hatine. Taybet li herêmên Kanî Masî, Batavia, Heror û deverên din, ku dikevin nava operasyonên artêşa Tirk. Bê gûman artêşa Tirk van operasyonan, bi kordîneya bi şerîketan û kargehên pispor ên Tirkiyê pêk tînê, da ku dar û êzingên wê ber bi herêmên rojavayê Tirkiyê re rêbike ji bo ku di çêkirina mobîlyayên malê û yên din de bikar bînin û qezencê werbigrin.

Desthildariyên herêmî yên Herêma Kurdistanê tevî Serokomarê Iraqê Berhem Salih ev talana birêxistinkirî şermezar kirin. Salih di twîtterê de got: “Ew kiryarên nemirovane û sûcekî jîngehê ye”. Di heman demê de, hejmarek ji parlementerên HDP`ê jî anîn ziman ku artêşa Tirk bi kordîneya bi şerîetkên bi wê ve girêdayî, wêrankirina daristanên Herêma Kurdistanê li herêmên şerê leşkerî dewam dike. Di heman demê de jî nêzîkî 400 ton dar rojane li çiyayê Cûdî di bin parastina cerdevanan leşkerên tirk, têne qutkirin.

Efrîn nimûneyeke eşkere ya siyaseta erda şewitî, talankirina dewlemendî û endezyariya demografîk e. Tenê Kurdan li daristanan xwedî derdiketin û ew diparastin. Di heman demê de, ew daristan wek havîngeh û cihekî bêhnvedanê ji qerebalixiya bajaran bikar dianîn. Li kêleka wê jî, gelek cûreyên darên berhemdar diçandin. Lê belê piştî dagirkirinê û koçberkirina komî ya şêniyên resen ên Efrînê, şînahî, tevî av û dewlemendiya sewalan, di rewşeke wêranker de ye. Li herêma Efrînê nêzî 18 milyon darên zeytûnan hene. Ji dema ku dewleta Tirk û komên wê yên tundraw herêm dagir kirin, ji 23 hezar hiktar daristanên çêkirî û xwezayî nêzî 15 hezar hektar, ji aliyê mîrên şer ku Tirkiye hemû hawîrdora sûcan ji bo wan dabîn dike, rastî birîn, şewitandin û “veberhênan” hatin.

Li gorî daneyên ku ji aliyê navendên mafên mirovan ve derketine, nêzî 30 hezar darên rez, zeytûn, tirî, hinar û darên daristanan, hatine şewitandin an birîn. Her wiha, her tim bi lihevkirina bi şîrketên pêwendîdar ên Tirk re, bi armanca bazirganiya bi berhemên çandinî û êzingê, desteserkirina dar û kargehên zeytûnan têne kirin. Bi awayekî giştî ji dema dagirkeriyê heta niha, di warê sewalan de 120 milyon dolar zirar dîtin û tenê berhema zeytûnan  jî 100 milyon dolar zirar dîtiye.

Li gorî çavdêran, birîn û qutkirina daran polîtîkayên berfireh ên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li hundir û derveyî sînorên wê yên fermî yên li dijî Kurdan derbas dike, lê belê dikeve nava polîtîkayên qirkirina jîngehê. Tirkiyê ji vê yekê dixwaze ku sîstema jîngehî û çavkaniyên debara civakên Kurd ên ku Tirkiyê nasnameya wan û hebûna axeke bi navê Kurdistanê nas nakin, bi temamî ji holê rake. Lewra, mirov dikare bibêje ku armanca têkbirina xwezaya Kurdistanê ku çavkaniya herî girîng a çavkaniyên avê yên herêmî ye, ew e ku çiyayên kesk ên ku bi sîstema jîngehê afirîner in, veguherînin çiyayên bêber û di pey re jî xelkê herêmê neçar bikin ku dev ji gundên xwe berdin. Ev yek piştî ku debara jiyana wan ji holê rabikin. Her wiha armanc ji holê rakirina sîstema xwezayî ye ku ji bo herêmê sarkerê herî girîng e. Di heman demê de, ew yekane parêzvanê xwezayî yê cihêrengiya biyolojîk e di demekê de ku germahiya di dîroka herêmê û cîhanê de, zêde bûye.

çeka avê

Di nava qeyrana gurkirina germbûna gerdûnê û germahiya zêde ya ku ziwabûnê ferz dike û bi giştî li Kurdistanê asta ava bin erdê kêm dibe, Tirkiye bi zanebûn depokirina avê di bendavên ku di çarçoveya projeya başûrê rojhilatê Anadoluyê de hatine vekirin, ji bo cezakirina Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne. Di vê çarçoveyê de, ava li ser bakur rojhilatê Sûriyê îsal daket asta herî kêm di dîrokê de. Li gorî pisporan, bi hinceta kêmbûna ava çemên Dîcle û Firatê, ji bilî wê yekê ku Tirkiye avê wek çekeke siyasî ya kevneşopî li dijî Kurdan bi kar tîne, tu pirsgirêkek bi hewcedariya wê ya bi avê re tune ye. Her wiha vê  çekê bi tevahî li dijî Sûriye û Iraqê jî bikar tîne.

Ava Firatê deştên li tenişta qeraxên xwe yên li geliyê Firatê, ku di bakurê rojhilatê Sûriyê derbas dibe, av dide. Deverên ku dexlûdan lê dihate çandin û ya herî giring jî genim, li kêleka wê bax û darên fêkî, nêzî 400,000 hektar zeviyên çandiniyê ne. Ev dane jî gorî komîte û desteyên çandiniyê yên herêmên Rêveberiya Xweser in. Her wiha Tirkiyê gelek caran ava stasyona “Elûk” ku di bin komên girêdayî wê de ya  li gundewarên Serêkaniyê ye, qut dike ku jiyana  nêzî 600 hezar kesî girêdayî ava Elûkê ye.

Her wiha ji ber kêmbûna depoyên avê û zêdebûna qirêjiyê (zêdebûna bermahiyên pîşesazî û kanalîzasyonê ji bo bajarên ku li ser qerax in çem in) di gola Firatê de, bandorên wê yên xeternak hene ku gefê li dijî jîngehê dixwin. Bi vê yekê jî bandoreke yekser li ser şêniyan tê kirin û belavbûna nexweşiyan zêde dibe. Her wiha bandorê li ser dewlemendiya jîngehê û çandinî dike. Li gorî hişyariyên ku ji aliyê rêxistina FAO ya xwarinê ve di demên dawî de derketin, ev yek bandorên karesat li ser aboriya civakê û ewlehiya xurekiyê ya giştî ya welatiyan dike.

Beriya niha bi çend mehan jî, Neteweyên Yekbûyî(NY) der barê kêmbûna avê di Çemê Firatê de, “fikara xwe ya kûr” anî ziman û û hişyarî li ser bandorên mirovî yên zêde li ser bi milyonan xelkê Sûriyê, di nav de av û kehrebê, da. Li gorî daneyên NY`yê, zêdetirî pênc milyon kes li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ava vexwarinê ji çemê Firatê dibin û nêzîkî sê milyon kes jî ji ava Firatê, kehbreyê dibin.

Di heman demê de, Tirkiyê polîtîkeyên xwe yên avê li dijî Iraqê bi rêya zuhakirina çavkaniyên avê li ser çemê Dîcleyê piştî avakirina bendava Ilisû ya mezin ji sala 2018`an ve, berfirehtir kir û zextê li Iraqê dike. Li gorî raporan, avakirina bendavê, para Iraqê ji avê ji sedî 60 kêm kir. Rapora ku ji aliyê Komeley Avê ya Ewropayê ve hatiye weşandin, hişyarî da ku dibe Iraq heta sala 2040 ava Dîcle û Firatê bi tevahî winda bike.

Ev gûrkirina totalîter a ku dewlemendiya xwezayî li ser kavilên wêrankirina jîngeha civakî ji holê radike, tenê dikare bi lihevkirina di navbera tundiya tazî û talankirina hovane “qezencperestî” û endezyariya demografîk “paqijkirina etnîkî û guhertina demografîk” de bigihîje armancên xwe.

Ji vî alî ve doza Kurd êdî ne doza nasnameya çandî û mafên siyasî ve wekî sedsala berê ye, lê di sedsala 21`an de li doza Kurd, doza jîngehê ku tevahî di bin xeteriya qirkirin û keysbazkirina wêranê de ye, lê zêde bûye.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî