Pirsgirêk û aloziyên çareya neteweyî

By Mihemed Seyid Risas

 Ji ber bilindbûna meyla neteweperestî li gel alman û janponan, şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem çêbû. Em dikarin tiştê ku ji hêla van herdu neteweyan pêk hat, bişibînin ku li dij serektiya Birîtanyayê ya ji cîhanê re bû, ku ji sala 1588an li cenga Armadayê yê di navbera îngilîz û spanan de, wekî berdewamkirina tiştê ku Napoleon Bonaparte li dij Londonê dest pê kirî ku sê hewldan hebû ku cihekî xwe yê pêşketî di bin rojê de bibîne, ku ev yek li gel Hîtler, japonan û Muselinî dihat dîtin, an jî bersivek e ji bo têkçûnê bû.  Her wiha em dikarin vê yekê li gel Napoeon Bonaparte jî bibînin, piştî têkçûna fransizan li dij birîtaniyan di şer Heft Salan de 1763-1756, çaxa ku Parîsê dagîrgehên xwe yên li Amerîkaya Bakur û Hindistanê ji dest dan. Ev yek jî tiştekî hevbeş e di navbera Hîtler û Napoleon de, piştî ku alman di Şerê Cîhanî yê Duyem de têk çûn û mercên Peymana Versaillesê li wan hat ferzkirin. Ji ber bilindbûna vê meyla neteweperestî aloziyeke cîhanî ya mezin di nîvê yekem ê sedsala 20î de çêbû. Bi gotineke din, ji dema êrîşên dagîrkeriyê yên mongolan bi ser herêma Rojhilata Navîn 1254-1402, aloziyeke wiha çênebûbû.

Li beramberî vê yekê jî, jihevketina Dewleta Osmanî 1908-1923, bû sedem ku li gel “Komeleya Îthad û Tereqî”yê meyla neteweperestiya tirkî çêbibe û piştre ev meyl li gel Mustefa Kemal çêbû, wekî naziyan û faşîzimê ku ji ber êş û bertekên wê netewepersetî li gel kurd û ereban peyda bû. Her wiha li Îrana Pehlewî 1925-1979, derketina meyla netewperestiya farisî, rastî dijberê xwe yê navxweyî yê meyla neteweperestî ya kurdî û ya azerbaycanî hat û di encamê de du komarên serbixwe li Kurdistanê û Azerbaycanê di nîvê saên 40î de hatin damezrandin, lê bi  awayekî lezgîn mirin. Her wiha, ket teşeyê zordestiya netewepersî ku piştre ereb û belûçan li Îranê êşa wê kişandin. Di heman demê de, dema jihevketina Yekitiya  Yugoslavyayê di salên 90î yên sedsala 20î de, derketina meyla neteweperestiyê li gel sirbiyan bi rêveberiya berpirsê komeleya komunîstan di komara Sirbistanê Slobodan Milosevic ê hevkarê netewperestên sirbiyan û dêra  Ortodoks a Sirbistanê, bû sedema komkujî û koçberkirina bi milyonan û qirkirina etnîkî û kiryarên kuştin, destdirêjiya bi sedhezaran li Xirvatistan, Bosna û Kosovayê.

Her wiha, mirov dikare bêje ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin ê hevalbendê komunîstan û dêra Ortodoks, nûnertiya rewşa netewperestiyê dike, ku di encama bermahiya mirina tecrubeya Sovyetiya neteweyî-ya di ser neteweyê re, derket holê. ji ber ku putinîzm wekî berteka kêmbûna cihê Rûsyaya cîhanî di sedsla 21ê de bû ku daketibû kêmî payeya xwe ya berê ya di dema Yekîtiya Sovyetê û dema kaeseran de. Hewldanên vegerandina cihê Rûsyayê di aloziya Kirim a sala 2014an de derket holê û piştre jî di şerê Ukranyayê ku ji sala 2022yan ve berdewam dike.

Lê ne bonapartîzm û ne jî meyla leşkerî  ya Japoniya û ne jî Hîtler û ne jî Mussolînî bi ser ketin. Her wiha, Milosevic bi bin ket û di zindana li Lahyê de mir. Di heman demê de, Mustefa Kemal û Al Pehlewî, Tirkiya û Îran di nava aloziyeke veşatî ya mezin de hiştin, ku îslamperestên wekî Erdogan, Xumeynî û Xamineyî (Xamineyî ku bi eslê xwe ji azerî ye) nikaribûn  wê rawestînin. Her wiha, xetimandina Putin di şerê Ukranyayê de ku rojava amerîkayî-ewropayî dixwazin ji bo serokê Rûsyayê bikin xefik.

Di rewşên cuda de, bandor û cudakirina neteweperstan dibûne sedemên aloziyên mezin. Mirov dikare vê yekê, di rewşa desthildariya sinhalayên bûdî ku ji dema ku Birêtaniya sala 1948an de ji tamîliyên hindûs serbixwe bû.  Her wiha, Tamilên ku birêtaniyan ji Hindistanê anîn da ku di mezreyên çayê de li bakurê girava Ceylan (piştre bû Srilanka) bixebitin, zêdetir ew perwerde bûn û cihê xwe di rêveberiyê de girtin. Ji ber vê paşguhkirin û bêparbûnê, serhildaneke dijwar a tamilî bi rêveberiya  “Pilingên Tamîl” di salan 1983 û 2009an de çêbû û di encamê de, bi sedhezaran hatin kuştin û bi milyonan ji welatê xwe koçber bûn.

Dibe ku Sudan nêzî rewşa Srîlankayê be, ku Birîtanya desthildarî radestî kêmneteweya ereban li Sudana serbixwe di sala 1956an de kir (li gorî serjimêriya 1953 hejmara wan ji sedî 39 bûn), taybet erebên herêma bakur ê di navbera Xertum û sînorê Misirê de. Di encamê de, serhildan di nava afrîkayiyên başûrê Sudanê de û herêma Darforê û herî dawî jî li gel erebên Darfor «Hêzên Hawarçûna Lezgîn» çêbûn. Her wiha li Sûriya û Iraqê jî piştî ku erebîstan desthildarî  di sala 1963 û 1968an de bi dest xistin, di encamê de alozî derketin holê û ev alozî jî li Iraqê sala 1974-1975 û 1988 û 1991 û 2003-2025 û li Sûriyayê jî 2004 û ji sala 2011an ve, pêk hatin. Her wiha, yek ji encamên vê yekê jî, kêmbûna hêza partiyên komunîst li Iraq û Sûriyayê di nava kurdan de ji salên 70yî ve û derketina hêzên partiyên kurdan li herdu welatan ji wê demê ve. Di vê demê de jî, hişyarên aloziyeke mezin li Hindistanê hene, ku partiya Bharatiya Janata a desthildar ji dema hilbijartinên parlamentoyê sala 2014an ve li dij musilmanan cudekariyekê bi rêya çewisandina siyasî, çandî û rêveberî dimeşîne, wekî tiştê ku Ceylan-Srîlanka 1948-1983 pêk hatî û ev yek jî wekî nîşaneyên teqînekê li Hindistanê de di siberojê de ye.

Hemû tiştên borî nîşan didin ku çareseriya neteweyî têketin û rêya ber bi aloziya navxweyî, hin caran jî aloziya cîhanî û herêmî ye. Di vê çarçoveyê de, mirov dikare bêje ku metoda herî biserkeftî yatevlîbûna civakî ya netewe, nijad û çandan, li welatên koçber  hate dîtin wekî Amerîka, Kanada, Awustralya û New Zealand û piraniya dewletên Amerîka Latinî, tevî ku cudakariyeke nijadî û tenê çermspî bêyî çermreşan li ser desthilatê bûn li dewleta wekî Brezîlyayê aloziyeke navxweyî afirand. Vladimir Lenin li welatekî wekî Rûsyaya kaeserî, mala neteweyên cuda bû lê di bin desthilata neteweya rûs de bû heta ku navê wê bû “zindana gelan”, hewl da ku meseleyê bi rêya çareya sovyetî ya neteweyî çare bike, lê bi ser neket, her wiha tevliheviya neteweyî li Yekîtiya Sovyetê ya berî û piştê têkçûna yekîtiye, hişt ku marxîzma sovyetî derkeve.

Tito li Yugoslavyayê dubareya têkçûna Lenin bû. Her wiha tecrubeya pakistanî ji sala 1947an ve têkçûna çareya neteweyî ya îslamî ji welatkî re ku gelek netewe tê de hene dide xuyakirin, ji ber ku di bin desthilata neteweya bencabî de ye. Ji hêleke din ve û piştî têkçûna tecrubeya neteweyî ya dewleta Al Pehlewî, tecrubeya îslamî ya îranî bo vemirandina pirsgirêka neteweyî li Îranê bi ser neket. Ji ber ku hê jî çi kesê ne pers rastî neteweperstiyê tê, mîna azer û ereban ku ew jî şîî ne, her wiha neteweperstiyeke neteweyî-olî li dij neteweyên ku ne şîî ne, mîna kurd û belûçan.

Serokwezîrê hindî Narindra Modî yê ji “Biharatiya Canata”yê berevajê serokwezîrê yekem yê Hindistanê yê piştî serxwebûnê ye, ku ew dibîne ku ola hindosî ya ku ola  85% ji şêniyan e komkera çandî-nasnameyî ya neteweya hindî ye. Cewahir Lal Nihro li dij  parçekirina Hindistanê bû wî didît ku pêkan e welatek hevbeş bo tevahiya hindistaniyan were avakirin, hindos, misliman, sîxî û xiristiyan, bi vê yekê li dij xwesteka Brîtanya û damezrînerê Pakistanê Mihemed Elî Cenah  bû, ku Pakistan wekî welatekî hindiyên misliman dixwestin. John Garang yê ku di sala 2005an de di qezayeke balafirê de hat kuştin, damezrînerê meyla yekbûna sûdanî li Sûdanê bû, piştî sala 1956an, ew jî bo rêya hizira “Sûdana Nû” ku bibe maleke hevbeş bo ereb, afrîkayî, misliman, ihyaî, xiristiyanî û hemû atnîkan, her wiha li dij paçebûna hêza başûrî bû.

Ebdullah Ocelan berevajê Mustefa Kemal e. Her wiha, tiştê ku Ocelan di çareseriya “neteweya demokratîk” de pêşkêş kiriye, wekî jehrkujê ye li dij jehra ataturkî ku jiyana komara Tirkiyayê ji dema damezrandina wê ve sala 1923yan jehrî kiriye. Lê çareseriya “neteweya demokratîk” li ser esasê wekheviya hemwelatiyan di maleke hevbeş de ye, ku netewe, ol, mezheb, zayend û meyal wan a siyasî çi dibe bila bibe, her wiha ne jî maleke hevbeş li ser hizira “pêkhateyan” wekî ku em di tecrubeya Libnan û Iraqê de piştî sala 2003yan em dibînin.