Perwerde û fêrkirin li Rojavayê Kurdistanê di bin êrîşên Tirkiyayê de ye

By Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Di 5ê cotmeha borî de, dewleta Tirkiyayê careke din êrîşeke asîmanî ya berfireh li dij bakur û rojhilatê Sûriyayê, dest pê kir. Ev êrîş ji Dêrîkê bigire heta Kobanê, Eyn Îsa û herêma Şehbayê ya bakurê bajarê Helebê ku tê de koçberên Efrînê bi cih bûne, balafirên şer û dronan tevahiya binesaziya herêmê wekî kehrebe, petrol, dibistan û hwd armanc kirin.

Ev êrîş wekî rêzeêrîşên Tirkiyayê yên li dij bakur û rojhilatê Sûriyayê bi bihaneyên ne rast pêk hatin û ev yek jî bandoreke neyînî li ser xebata perwerdeyê li herêmê kir. Nexasim ku dewleta  Tirkiyayê dibistanên li gundên nêzî sînor armanc kirin û di encamê de perwerde li wan gundan hate rawestandin û bi hezaran xwendekar bê perwerde man.

Li gorî agahiyên ku berê Navenda Kurdî ya Lêkolînan bi dest xistibûn jî, ji ber êrîşên dawî yên dewleta Tirkiyayê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê neçar ma ku 31 dibistanên li nêzî sînor bigire û di encamê de bi hezaran xwendekar di wê demê de nikarîbûn perwerdeya xwe dewam bikin.

Di vê çaroveyê de û ji bo naskirina bandora êrîşên dewleta Tirkiyayê li ser xebatên perwerdeyê, Navenda Kurdî ya Lêkolînan hevdîtineke taybet bi Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Semîra Hacî Elî re çêkir.

 Hevdîtin wiha dest pê dike:

NKL: Bombebarankirina dewleta tirk a meha cotmehê bandoreke çawa li saziyên perwerdeyê kir, ango çi zirar bi xwe re anîn?

Semîra: Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê çi bi rêya balafiran be yan jî çek û topan be her dem rastî êrişên dewleta tirk tên, heya hin caran asta êrîşan zêdetir dibe mîna meha cotmehê ku bi hemû çekên xwe bi piranî herêmên sînorî kirin armanc. Bêguman di rewşên bombebarankirin û êrîşan de dê li herêmên sînorî û yên nêzî herêmên dagîrkirî, bandoreke neyinî li pêngava perwerdeyê were, ji van bandoran girtina dibistanan, bêparbûna xwendekaran ji mafê xwendinê, binesaziya avahiyên qada perwerdeyê yên van herêman dê werin wêrankirin û zirar bigihêje binesaziya wan a xizmetguzariyê ku di bingeha xwe de pêwîstiya wan bi sererastkirinê heye. Mînak li herêma Cizîrê dibistanek bi temamî hate wêrankirin, li herêma Firatê di encama bombebarankirina dewleta tirk de du xwendekar şehîd bûn. Li herêmên sînorî jî hejmara dibistanên ku zirar dîtin gihaşt 48an.

NKL: Hejmara xwendekarên di encama bombebarana dewleta tirk de neçar man li malê bimînin, çi qas e?

Semîra: Hejmara xwendekarên ji ber êrîşên dewleta tirk ji mafên xwendinê bê par man, 8458 bû.

NKL: Di encama êrişên dewleta tirk û dagîrkirina herêmê de ji 2018an ve, hejmareke mezin ji niştecihan ji Efrînê koçber bûn û gelek ji wan li herêma Şehbayê bi cih bûn, lê dîsa jî xwendekar di vê qadê de gelek zehmetiyan dikişînin. Tu dikarî hejmara xwendekarên ji Efrînê koçber bûne û astengiyên pê re rû bi rû dimînin, bînî ziman?

Semîra: 2018an di encama dagîrkirina dewleta tirk ji Efrînê re bi sed hezaran koçber bûn, gelek ji wan li herêma Şehbayê li gund û kampan bi cih bûn. Di rastiyê de herêma Şehbayê ji ber ambargoya hêzên rejîmê li ser herêmê pêk anîne, ji aliyê debarê ve di rewşeke dijwar re derbas dibe, ev jî bêguman dê bandorê rasterast li qada perwerdeyê bike, ji ber ku di encama şerê li herêmê de ku hîn jî êrîşên dagîrkeriya tirk û çeteyên wê berdewam dikin, dibistan hatine wêrankirin, pirtûk nayên peydakirin, pêwîstiyên dibistanan tune ne û zehmet e bêne dabînkirin, her wiha kehrebe, av, sotemenî û avahiyên tenduristiyê tune ne. Di encamê de zemîneke guncaw ji bo perwerdeyê tune ye. Li herêmên Şehbayê 93 dibistan vekirî ne, hejmara xwendekaran 14112 û ya mamosteyan jî 881 e.

NKL: Zehmetiyên din ên ku li herêmê xwendekar û xwendina wan pê re rûbirû dimînin çi ne?

Semîra: Zehmetiyên qada perwerdeyê di heman demê de zehmetiyên hemû saziyên peywendîdar ên vê xetê ne, çi xwendekar bin çi mamoste bin. Mînak li ser asta avakirina dibistanê; avakirin û sererastkirina dibistanan tê xwestin ji ber kêmbûna dibistanan û neamadebûna wan ji aliyê refan ve zehmetiyeke mezin çêdike, ji ber ku dewam du dan e heya li hin herêman sê dan e û hejmara xwendekaran jî pir e. Li aliyekî din jî nebûna kehrebe, av û navendên tenduristiyê û aktîfkirina wan li dibistanan, peydakirina pirtûkên xwendinê, daniştek û amadekirina mamosteyan. Di encamê de bi awayekî giştî îsal rasterast rewşa aborî ya giştî, bandorê li xwendekaran dike.

NKL:Li herêmê bandora êrîşên demdirêj ên dewleta tirk li ser fêrkirina xwendekaran çi ye?

Semîra: Êrîşên dewleta tirk ji aliyê derûnî û civakî ve bandoreke demdirêj li ser xwendekaran dike, ji ber ku bêewlehiyeke piskolojî, civakî û herêmî diafirîne û dê bandorê li naskirina xwendekar a zanistî û zanyarî bike. Her wiha di encama bombebarankirina herêmê de, dê her tim  xwendekar di nava tirsekê de be.

NKL: Civaka navneteweyî yan jî kurdistaniyên li Ewropa û welatên rojavayî çawa dikarin li herêmê piştgiriya xwendekar û pêvajoya xwendinê bikin?

Semîra: Ji kurdistaniyên kurd tê xwestin ku ji civaka naveteweyî û rojavayî bi taybetî re, rewşa herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê rave bikin, her wiha rewşa qada perwerdeyê, pêwîstiyên wê, zehmetî, zirarên derûnî, civakî û fêrkirinê yên ku di encama êrişên dewleta tirk de derdikevin pêşberî wan destnîşan bikin. Her wiha bi saziyên navneteweyî re yên di warên perwerde û fêrkirinê de dixebitin re peywendiyan bikin, da ku bi ezmûnên xwe piştgiriya qada perwerde û fêrkirinê ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bikin.