NKLyê derbarê rewş û pêşketinên dawî li bakur û rojhilatê Sûriyayê bernameyek organîze kir

 Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) bermayeke bi zimanê kurdî derbarê rewş û pêşketinên dawî yên li bakur û rojhilatê Sûriyayê di çarçoveya rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn de, nexasim şerê di navbera tevgera Hemas û Îsraîlê û îhtîmalên nû li ser asta herêmê, organîze kir.

Bernameya ku ji aliyê endamê NKLyê, Tariq Hemo ve hate amadekirin, lêkolîner û mamosteyê zanîngehê yê kurd Dr. Azad Ehmed Elî û rêveberê NKLyê Newaf Xelîl, mijara borî nirxandin.

Dr. Azad Ehmed Elî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şerê Xezayê ku di encama êrîşên tevgera Hemasê di 7ê cotmehê de li dij Îsraîlê pêk anî, rû dide û bersivdayîna Îsraîlê û got: “Armanc ji van şeran, têkbirina plan û bernameyên çareseriya aşitiyane û ji bo belavkirina şer û rûbirûnê ye. Her wiha tercîh kir seba hebûna tundî û tundiya dijber ew ku meyla tolhildanê li gel Hemas û Îsraîlê heye.

Ehmed Elî siyaseta 25 salên borî ku tê de Rojhilata Navîn derbas bû, puxte kir û bi sê pêvajoya nirxand: Pêvajoya yekem piştî êrîşên 11ê îlona 2001ê ku di encamê de Amerîka bi awayekî leşkerî yê yekser bi rêveberiya Partiya Komarî destwerdan kir û rejîmên Iraq û Efganistanê hilweşandin. Pêvajoya duyem, bi rêveberiya demokrasiyan  û serdema serokatiya Obama bû ku mirov dikare bi pêvajoya Buhara Ereban bi nav bike û destekdayîna guhartinan li welatên ereban.

Li gorî Ehmed Elî, pêvajoya sêyem jî pêvajoya dema niha ye ku bi şerê li Xezayê re destpê kir û wiha berdewam kir: “Diyar e ku şer wê li Xezayê berdewam û dirêj bike. Ji aliyekî din ve jî, êrîşa tevgera Hemasê, guhartinek zelal kir ew jî ku hêza Îsraîlê û xurtbûna wê ne wekî ku jê re dihate propogandakirin, lewra belavkirina vê yekê û lawazbûna Îsraîlê li herêmê û derfetên ku ketine nava Îsraîlê,  wê rewşeke nû li herêmê bide çêkirin û di encamê de wê guhartinan bi xwe re bîne”. Dr. Azad destnîşan kir ku Îran niha şerê li dij Îsraîlê bi rê ve dibe, ev yek ji dema daxuyaniya serokê berê yê Îranê Ehmedî Necadî ku tê de banga jiholêrakirina Îsraîlê ji nexşeyê kir, diyar bû û wiha domand: “Piştî êrîşên tevgera Hemasê û şerê heyî yê li Xezayê, êdî axaftina Ehmedî Necadî nêzî rastiyê dibe”. Dr. Azad Ehmed Elî diyar kir ku niha eksena Îsraîl-Amerîka-Birîtanya heye, lê dewletên ereban naxwazin beşdarî şer bibin, lê belê hewl didin ku şer kêm bikin û bigihêjin aramî û agirbestê û wiha dewam kir: “Em ji naveroka hevdîtina wezîrên derve yên Amerîka û Tirkiyayê meyla aramiyê û bidawîbûna şer fêm dikin, bi rêya bidawîkirina şer, berdana dîlan û piştre jî gihandina alîkariyên mirovahî bo Xezayê”.

Dr. Azad Ehmed Elî di berdewamiya nirxandinên xwe de, bi bîr xist ku şerê li Xezayê wê bandorê li ser rewşa heyî ya li Sûriyayê jî bike û got: “Îran dûrî eniya şer e, lê eger ku şer nehate sînordarkirin, dibe ku ev şer berfireh bibe û Libnan û Sûriyayê jî bigire nava xwe”.

Dr. Azad behsa îhtîmalên di dema pêş de kir û ev nirxandin kir: “Diyar e  ku tevgera Hemasê beriya niha bi deh salan dixebitî û amadekariya êrîşeke wiha mezin dikir. Niha îhtîmal heye ku şer derbasî qada Libnanê jî bibe û Hizbulah jî bikeve nava şer û di encamê de şer derbasî Sûriyayê jî bibe. Lê heta niha ne diyar e ku Amerîka, Birîtanya û Îsraîlê li ser pêvajoya dema pêş li hev kirine. Amerîka şerekî giştî naxwaze û naxwaze şer berfireh bibe, lê Îsraîl dixwaze tevgera Hemasê ji kok da rake û ji hebûna wê ji Xezayê rabike. Her wiha, Îsraîl dizane ku 2 milyon kes tê de dijîn û ev jî wekî bombeyekî demografî ye, ji ber vê yekê Îsraîl dixwaze herî kêm nîvê xelkê Xezayê koçber bike. Ji aliyekî din ve jî, diyar e ku Amerîka  hêzên xwe ji herêmê venakişîne û baregehên xwe nagire, lê di heman demê de naxwaze şer berfireh bibe û were rûbirûyê Îranê. Di vê çarçoveyê de, Îranê şer bi Îsraîl û Amerîkayê re gur kir, ne berovajî. Ev gurkirina şer jî bi rêya milîsên ku Îran wan tevger dike. Îran dixwaze ku ev milîs herdem xurt bimînin û karibe êrîşan pêk bîne û xwe veşêre. Ev jî çeka Îranê ya bi hêz e”.

Dr. Azad Ehmed Elî bal kişand ser amadekariyên kurdan ji rewşa heyî ra û got: “Tu amadekariyên kurdan derbarê gurbûna şer û belavbûna wê tuneye, her wiha helwesta kurdan heta niha ne yek e û ne jî kordîne û ne jî şêwirek derbarê pêşketinên bi lezgîn de, heye. Lê ji aliyekî din ve jî, kurd ne beşek ji vî şerî in, lê şer niha di navbera aliyên ku li ser dijminatiya li dij kurdan li hev dikin, wekî Îran û rejîma Sûriyayê û Tirkiyayê. Texmîn ew e ku kurd dema ku şer bi dawî bibe û rêgez û encamên nû derkevin holê, wê bi helwestek û rolekî xurtir derkevin holê. Bi awayekî giştî divê kurdên li bakur û rojhilatê Sûriyayê, herdem ragihînin ku ew bi aşitî û aramiyê re ne û ji cîhanê re piştrast bikin ku naxwazin werin rûbirûyê Tirkiyayê, lê belê aşitî û hevkariyê dixwazin”.

Ehmed Elî wiha berdewam kir: “Divê cîhan rastiyekê zanibe ku Tirkiyayê şerê kurdan dike û djiminatiya wan berdewam dike. A girîng ew ku divê kurd nirxandineke wan a giştî û hevgirtî ya îhtîmala berfirehbûna şer an jî destpêkirina pêvajoya diyalog û çareseriya aşitiyane, hebê. Em cîhanê û hemû hevalên xwe qani bikin  ku gelê kurd aşitî û çareseriya siyasî diperjiîne û naxwaze şer gur bibe. Rastî ew e ku kurd herdem xwe dispêrin aşitî û çareseriya siyasî ya demokratîk û jiyana hevbeş û şer û rûbirûna leşkerî red dikin. Divê em ji bîr nekin ku rewşa heyî ya navdewletî dibe alîkar ku destwerdana Tirkiyayê çêbibe û rêli ber rêxistinên dijî kurdan vedike ku tundiyê bi kar bînin. Ji aliyekî din ve jî, divê Tirkiya bigihêje wê baweriyê ku nikare kurdan tune bike û malûmilkên wan desteser bike û şer heta hetayê berdewam bike. Lê berjewendiyên Tirkiyayê ew e ku doza kurdan çareser bike û vê dosyayê bigire. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku li gor nexşeya lihevkirinan, hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyayê dikare destwerdanê bike ku hikûmeta Tirkiyayê siyasetên xwe yên li hember Rêveberiya Xweser biguhêre.

Dr. Azad Ehmed Elî bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê kir ku li xwe vegere û eniya hundurîn xurt bike û di sektorên xizmetguzarî û aborî de reforman pêk bînin û tecrubeya demokratîk xurt bike û rê veke ku gel bêhtir beşdar bibe û wiha berdewam kir: “Divê Rêveberiya Xweser şerê diyardeyên gendeliyê bike û sîstema çavdêrî û zelalbûnê xurtir bike. Pêwîstiya me bi hilbijartinên şaredariyê û saziya parlamentoyê ku karibe hesab bixwaze û çavdêriyê bike, heye, ango destwerdana gel a yekser di rêveberî desthilatê de xurttir û hevrikya azad derkeve holê. Girînge  ku çalsaziyê yekser û berçav ji hundir ve bên kirin, ji hêla rêveberî û siyasî, aborî û akademî ve. Li bara Dêra Zorê, ew devereke pir girîng e bo Rêveberiya Xweser, girîg e ku ji êrîş û hewldanên biserxwevekirinê yên ji hêla dijminên rêveberiyê tên kirin, bê parastin. Girîng e ku projeyeke siyasî û rêveberî hebe ku Dêra Zorê, Reqa, Minbic û ji bilî wan jî, bihundirîne. Proje dikare bo raseqîniyeke federalî demokrasî û hevjiyanî ya rast bê pêşxistin.

Ji aliyê xwe ve rêveberê Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) Newaf Xelîl siyaseta Amerîkayê li herêma Rojhilata Navîn şirove kir û da zanîn ku siyaseta Amerîkayê bi rengê xwe yê kevneşop piştî êrîşên tevgera Hemasê di 7ê cotmehê de derbasî pêvajoyeke nû bû û ev yek jî hişt ku hebûna xwe ya leşkerî li herêmê xurt bike û keştîgehan û keştiyê binav ên nuklerî rêbike herêmê. Her wiha Xelîl bal kişand ser hişmendiya Tevgera Hemasê ya olî ku di nêrîna wê de divê Îsraîl ji holê bê rakirin, her wiha li hemberî wê jî heman hişmendî li gel partiyê olî yên îsraîlî heye ku ew dibînin cihû gelê xwedê yê hilbijartî ye.

Têkildarî helwesta Îranê jî, Newaf Xelîl piştrast kir ku Îran hewl dide xwe dûrî rûbirûna yekser a bi Amerîka û Îsraîlê re bike û berê xwe dide bersivdayîna bi rêya wekîlên xwe yên komên çekdar li Yemen, Sûriya, Iraq û Libnanê û xwespartineke berçav û mezin ji hêla Îranê bo hûsiyên Yemenê heye. Xelîl wiha dewam kir: “Îran hewl dide ku ev hemû rêxistin wekî kaxez di danûstandinên bi Amerîkayê re yên derbarê doza nuklerî û dozên din, bivkar bîne. Her wiha, diyar e ku tevgera Hemasê alîkariyên mezin ji Îranê digire û rayedarên Hemasê jî vê yekê venaşêrin, lê belê spasiya Îranê li ser destekdayîna wan dikin.” Di heman demê de, Xelîl bal kişand ser helwesta Tirkiyayê û got: “Tirkiya bi rêya dayîna daxuyaniyên dijî Îsraîlê derbasî xetê bû, lê têkiliyên xwe yên aborî û pevguhartina bazirganî di asta herî mezin de hişt. Her wiha diyar e ku tu planên Amerîkayê yên vekişandina ji herêmê tuneye. Lê Îran û Tirkiya bi hemû hêza xwe hewl didin ku Amerîkayê neçar bikin ji herêmê vekişe, da ku derfet ji wan re vebe ku destwerdana leşkerî bikin û li herêmê belav bibin, lê Amerîka dê rê nede wan.

Di dawiyê de, rêveberê NKLyê got: “Tirkiya bi rêya têkilîyên giştî û fînansekirina saziyên pisporê fişarê li ser siyaseta Amerîkayê dike û bihêle ku ji herêmê vekişe û hevkariya Amerîkayê bi HSDyê re bi dawî bike. Tirkiya van bergiriyan berdewam dike bi armanca ku fişarê li Amerîkayê bike û di hundirê Amerîkayê de lûbiyeke xwe çêke bo xizmeta berjewendiyên wê bike. Lê nêrîna Amerîkayê ya giştî dibêje ku mayîna hêzên Amerîkayê li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo parastina berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê û şerê li dijî terorê ye û vekişandin jî zirarê dide ewlekariya Amerîkayê. Her wiha Tirkiya di çarçoveya dijminahiya xwe ya li dij kurdan hundur û dervayî Rêveberiya Xweser, hewl dide ku Amerîkayê qani bike ji herêmê vekişe. Di rojên borî de, desthilatdariya Tirkiyayê xutbeya roja înê bi zimanê kurdî li mizgeftan qedexe kir û beriya wê jî tabloyên ku bi xêrhatinê dikirin bi zimanê kurdî di daketinên bajarên bakurê Kurdistanê, rakirin. Her wiha, Tirkiya hewl dide ku tecrubeya Rêveberiya Xweser têk bibe û ji bo vê yekê jî rêbazên leşkerî û siyasî bi kar tîne. Lê kurd bi têkoşîna xwe ve girêdayî ne û diyar e ku rewşa jiyopolotîkî ya kurdan ji herdemê zêdetir, baştir e. Herêma Kurdistanê di destûra Iraqê de itîraf pê hatiye kirin, her wiha rayedarên Rêveberiya Xweser gelek caran ji aliyê serokê Fransayê ve hatin pêşwazîkirin. Di heman demê de, serokê berê yê Amerîkayê Trump du caran bi rêya telefonê bi Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî re axivî. Kurd li ser helwesta xwe ne û li hember operasyonên mandelekirin û berfirehbûna leşkerî ya tirkiyayê li ber xwe didin, ew têkiliyên we bi dewletan re ava dikin li ser bingehê hevkarî û berjewndiyên hevbeş. Her wiha meleke wan a zelal heye ku ew amade ne bo aşitî û diyalogê bi Tirkiyayê re li ser zemîna çareya demokrasî.