• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

NKL beşdarî forma li Bexdadê ya di navbera navendên lêkolînên Sûriyayê û Iraqê de dibe

April 14, 2025
NKL beşdarî forma li Bexdadê ya di navbera navendên lêkolînên Sûriyayê û Iraqê de dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Kurdî ya Lêkolînan bi nûnertiya rêveberê wê Newaf Xelîl beşdarî forma gelek navendên lêkolînan ên Sûriya û Iraqê bû. Form ku li paytexta Iraqê Bexdadê di 9ê cotmehê de hate lidarxistin, navenda me bi vexwendineke fermî ji koma Iraqê ya karûbarê derve, beşdarî formê bû. Di formê de, komek ji hizir û dozên ji bo her du welatan girîng e, hatin nîqaşkirin, herwiha nêrîneke siyasî, aborî û hizirî ji bo avakirina zemîneke hevbeş ku ji bo rayedarên li Iraq û Sûriyayê alîkar be, ji bo pêşxistin û başkirina têkiliyan û xurtkirina peywendiyan di navbera pêkhateyên gelên Sûriya û Iraqê de. Beşdarên formê, bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd El-Meşhedanî û serokê hevalbendiya “Ezim” Musene El-Samirayî û Patrîkê Dêra Katolîk a kildaniyan li Iraq û Cîhanê Kardînal Louis Raphael Sako re civiyan.

Beşdaran, dozên ji bo herdu welatan girîng, nexasim piştî guhartina dawî di Sûriyayê de û pêwîstiya beşdarbûna erênî ji aliyê rayedaran û xwediyên biryarê ên li her du welatan were dayîn, ji bo başkirina têkiliya her du welatan û xurtkirina van têkiliyan di aliyê aborî, civakî û siyasî de, ji bo xizmetkirina gelên Sûriya û Iraqê bi hemû pêkhateyên wê, guftûgo kirin. Herwiha, berpirsê NKLyê Newaf Xelîl bal kişand ser girîngiya têkiliyên hevbeş ên di navbera her du welatên cîran de û pêwîstiya beşdarbûna Iraqê di lihevkirina navxweyî ya Sûriyayê de û bihêle ku diyalog di navbera pêkhateyên Sûriyayê de çêbibe, ku bihêle beşdarbûneke eşkere di prosesa siyasî de çêbibe, di Sûriyeke federal nenavendî de û xurtkirina têkiliyên bazirganî di nav de jî, vekirina dergehên sînorî û pevguhartina bazirganî ku ji bo her du welatan bikêr e. Aliyên hazir li hev kirin ku hevdîtinên bi vî rengî di siberojê de berdewam bikin û berdewam guftûgoyê bikin da ku hizir û nêrînên ku hevkariyê hevbeş xurtir dikin, bibînin û agahiyên ku zemîna karê di navbera her du aliyan de amade dike, bi hev re parve bikin.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji dewlet û bazarê ber bi sazkirina fêrbûnê ve: Xwendinek der barê pirsa geşepêdanê de li Sûriyayê
Gotar

Ji dewlet û bazarê ber bi sazkirina fêrbûnê ve: Xwendinek der barê pirsa geşepêdanê de li Sûriyayê

July 15, 2026
Têkiliya Petraeus bi kampanyaya dijî gendeliyê ya li Iraqê çi ye?
Gotar

Têkiliya Petraeus bi kampanyaya dijî gendeliyê ya li Iraqê çi ye?

July 13, 2026
Dewleta ku civakê nabîne: Lêvegereke rexneyî li pirtûka Metin Heper “Dewlet û kurd li Tirkiyayê: Mijara asîmîlasyonê”
Manshet

Dewleta ku civakê nabîne: Lêvegereke rexneyî li pirtûka Metin Heper “Dewlet û kurd li Tirkiyayê: Mijara asîmîlasyonê”

July 12, 2026
Teqînên li Şamê: Name û nîşaneyên wê çi ne?
Gotar

Teqînên li Şamê: Name û nîşaneyên wê çi ne?

July 9, 2026
Xweperestiya mezhebî: Li Sûriyayê kîjan kom xwe bilindtir dibîne?
Gotar

Xweperestiya mezhebî: Li Sûriyayê kîjan kom xwe bilindtir dibîne?

July 8, 2026
Pêvajoya veguhêz a “hetahetayê” li Şamê
Gotar

Pêvajoya veguhêz a “hetahetayê” li Şamê

July 6, 2026
Nirxandina şerê 40 rojî û pêvajoya agirbestê
Gotar

Nirxandina şerê 40 rojî û pêvajoya agirbestê

July 3, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN