Nezelaliya siyaseta Amerîkayê û nearamiya gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê (1) 

FERHAD HEMΠ

Liv û tevgera leşkerî û dîplomasî ya Amerîkayê li Bakur- Rojhilatê Sûriyê di dema dawî de zêde bûye û ev yek jî berovajî  texmînên ku hinek dezgehên medyaya Rojavayî dikin, yên ku di sernûçeyên xwe de pirs dikirin, gelo hebûna Amerîkayê li wê deverê çi sûdê dide? Bi taybet piştî bûyera bombebarana di navbera hêzên Amerîkî û milîsên Îranê de, li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê ku di meha borî de qewimî. 

Di naveroka van raportan de xuya dibû ku di hebûna Amerîkayê de nezelalî heye û ne jî paşeroja hebûna wan li herêmê zelal e, di herêmê de nezelabûneke gihştî heye, ev nezelalî bûye qadek ji bo nîqaşên cûrbicûr, lê nêrîn û gumanên xelkê herêmê û Rêveberiya Xweser cudayî Rojava digirin dest. Ji ber ku her aliyek, bi amûrên xwe yên analîtîk, hewl dide ku tevgera Amerîkî hem di warê teorîk û hem jî di pratîkê de gorî xwe şîrove bike. Lê belê di  dawî de herdu teref jî aşkere dikin ku nezelaliyek heye, bi rastî li ser hevlêkirina “hebûn û tinbûnê” yên ku paşeroja herêmê tehdîd dike û hêvîbûna xelkê ku di Cîhaneke rihet de bijîn tine dike. 

Bi gelemperî, Rojava li sedema mayîna hêzên Amerîkî li Bakur-Rojhilatê Sûriyê dipirse. Dijberên “şerên bêdawî” li Rojhilata Navîn, ligel komek ji çepên lîberal, rastgirên muhafezekar û tundrewên Amerîkî, hewl didin ku rêbazê serokê berê yê Amerîkî Donald Trump dubare bikin, ku wî jî soz da êdî hêz, alav û kelûpelê welatê xwe ji bo şerkirina terorê taybet piştî rûxandina xîlafeta li Sûriyê de bi kar neyîne. 

Bi awayekî ji aweyan, ev vegotin bi giştî hawzê binhişmendiya siyasî ya Rojava dilivîne. Her wiha hejmareke berfereh ji kesên bibandor ku di saziyên fermî û nefermî de kar dikin razî kirin, nemaze dema ku dosyaya Sûriyê dibe sernavên nûçeyên sereke. Ev kom ji berpirsiyariyê dûr dirivin û bi gelemperî hebûna Amerîkayê red dikin ku çiqas mijarên hebûn û tinebûna gelê xwecihî li bakurê rojhilatê Sûriyê gef werin xwarin. 

Helbet, çarçoveya vê vegotinê ne ji doktrîna Trump tenê ye. Belê, koka wê vedigere mîrasê yê berî wî Barack Obama, ku ev mîras ji hêla Trump ve hat parastin û Joe Biden jî peyê wî bû, heya destpêka şerê Rûsya-Ukrayna destpêkir. Çîroka vê yekê jî ku êdî siyaseta stratejîk a Amerîkî girîngiya parzemîna Ewropayê û herêmên Rojhilata Navîn û Afrîkayê kêmbûye. Ji ber vê yekê, divê enerjî û hêz ber bi rûbirûbûna Çînê ve werin guheztin û projeyên nûjenkirina leşkerî ya Rûsyayê bêne şopandin. 

Lê ev vegotin, ku ji hêla parêzvanên “teoriya rasteqînî” û teorîsyenên “geopolîtîk” ve hatî pêşve xistin lewaztir bû, ji her alî ve bi veguhertinên dramatîk re rû bi rû hat, di cîhanek ku di encama bûyerên nediyar ên wekî şerê Ukraynayê, belavbûna nexweşiya Covid-19, metirsiya li ser ewlehiya xwarin û vexwarinê û kêşeyên diyardeya seqa û kaosa avahî ya ku ji beranberî jeopolîtîk a navneteweyî derketiye holê ku di nexşeya gerdûnî ya bêhêz de cih û bandor digire. Di pratîkê de, ev bûyer bandora xwe li ser biryarderan ferz bike, lewma bi hewceya biryarên cûda ne ku li gorî bûyerên derketine holê tev bigerin. 

Di nav van veguhertinan de û bi sedema bandora şerê Ukraynayê û bilindbûna enflasyona aborî ya cîhanî, hişt ku serokê Amerîka, di destpêka serdana xwe ya Rojhilata Navîn de, sozên Washington careke din tekez bike û li herêmê bimîne, tevî ku wî bi xwe biryara vekişandina artêşa Amerîkayê ji Efxanistanê sala borî îmze kiribû. 

Armancên hişk 

Di heman demê de, civîna NATO ya li Madrîdê hatî lidarxistin bi lez stratejiyeke Rojavayî ya nû amade kirin, encamên wê civînê Rûsya wekî “dijmin” û Cîn wekî “gefxwarineke sîstematîk” ji bo berjewendîyên rojavayî diyar kirin. Ev armanc, li gorî hin çavdêran, dê mizgîniya rûbirûbûna berferh û vekirî bide. Gorî texmînan dê rengê pevçûnan bi taybetmendiyên Şerê Sar yê nû an Şerê Cîhanê yê Sêyem bigire. 

Lê belê, divê di navbera armancên Amerîka yên dijwar û nûjen li Rojhilata Navîn de derdikevin holê çûda bibin. Di dîrokê de û bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, zîhniyeta Şerê Sar li ser tevgera saziyên Amerîkî serdest bûn. Ji vê çarçoveya stratejî, parastina ewlehiya Îsraîlî, ewlekirina herikîna petrolê ji Nîvgirava Erebî, rakirina bandora Sovyet û Îranê, û piştgirîkirina aramiya rejîmên hevalbend – tevî ku ev hevalbend mafên mirovan binpêdikirin lê Amerîka çavên xwe ji wan re digirtin-. Ev hemî armancên herî girîng ên siyaseta Amerîkayê tê meşandin. 

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, hêdî hêdî kêşeyên nû dest pê kirin ku bi siyaseta şerê sar re tevlihev bûn, tayibetî bi şerê duyemîn ê Kendavê û paşê şerê li dijî terorîzmê û dewletên hov, encamên Bihara Erebî rû dan û  daxwazên gelerî, civakî, siyasî, dadmendiya civakî û guhertina siyasî hatin teqandin, şerê navxweyî û navçeyî derketin, tundûtûjî li welatên bihara erebî û gurbûna kirîza penaberan rû dan. Her wiha tundtirbûna hevrikiya herêmî di navbera Îran, Îsraîl û Tirkiyê de li ser navçeyê zêdetir bû, pêşbaziya jeopolîtîk bi Çîn û Rûsiya re, û peydabûna giringiya dabînkirina rêyên bazirganiya navdewletî û parastina herikîna enerjiyê û rêyên wê, bi taybetî piştî şerê Ukraynayê derketin holê. 

Ji bilî vê yekê jî kirîza germbûna global û ziwabûnê hişyarî daye ku metirsîneke cidî heye, û  pevçûnên siyasî û aloziyên civakî  li ser çavkaniyên av, xwarin û enerjiyê zêde dibin. Ev mijar ku bandora xwe li ser aliyên xwecihî, navçeyî û navneteweyî heye, ji bo van sedeman Waşinton dizane ku hebûna xwe li herêmê girînge, ji bo derçûnên xerciyê madî û mirovî bi kêm bibin. 

Helbet qada Sûriyê jî tevî  lêçûnên mezin  ji vê rêbazê ne cûdatire. Lê belê, liv û tevgera Amerîkayê ya vê dawyê girîngiya Sûriyê di stratejiya wê ya nû de eşkere dike, ji ber gihiştin baweriya  ku stratejiya şerê demdirêj bi dijberên navneteweyî û herêmî û komên terorîst ên der-sînor re gerege vejandina siyaseta  stratîjiya bi sebrê karbînin. 

Di nav van guhertinan de, mentiq dibêje ihtîmala vekişîna hêzên Amerîkî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê di paşerojeke nêzîk de kêm dibe, xuya dike ku mantiqê siyaseta Biden ji bo dijberê xwe rûbirûbûn dike. Erdnîgariya bakurê rojhilatê Sûriyê jî xaleke stratejîk e ku Washington bi rêya wê berjewendiyên xwe yên ewlehiyê li hember Çîn, Rûsya, Îran û serîrakirina Tirkiyê li dijî berjewendiyên Rojavayî bihêz dike, her wiha pêwîstiya garantîkirina ewlehiya Israîlê û hevalbendên kevneşopî li herêmê biparêze. Li gor pêşniyarên Pentagonê û ekîba Biden ya xebatê li herêmê, van hemû  faktoran baweriya Washington qayîm kir ku tu valahiyek potansiyel li pêş dijberên xwe nehêle. 

Tevgera Amerîka di van demên dawî de li bakurê rojhilatê Sûriyê bi xwe re guhertinên qaşo nîşan didin ku herêmê ji yasaya Qeyser derxin, û piştre fermandariya Amerîkî nûnerekî nû (Nicholas Granger) erkdar kir ku ji nêzîk ve dosya Sûriyê bişopîne, her wiha pêkanîna rahênanên leşkerî yên hevbeş di navbera hêzên hevpeymaniya navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk de li ser sînorê Sûriye-Iraqê pêkhat, û serdana fermandarê Navendî ya Amerîkî “Centcom” General Michael Corella de ku bi fermandarên “QSDê” re pêşveçûna kampanya ewlekarî ya bi navê “Mirovahî û Ewlekarî” ji bo şopandina şaneyên razayî yên terorîst di kampa Holê de bi hev re serdan kirin. Encama van pêşketinan teqez dike ku Amerîka mayîna xwe ji bo herêmê di warê aborî, ewlekarî û siyasî de domand dike, lê li gorî çavdêran ew ne di asta kêşeyên navxweyî yên herêmî de ye. 

Armancên nerm 

Ta vê kêliyê  rêveberiya Biden di derbarî Sûriyê de çar erkên serke  ji xwe re danîne, di heman demê de van armancên nerm  jî rê ji gelek nakokî û şîroveyan re vedike. Ev armanc wiha ne: 

1-Amerîka li dijî DAIŞ û komên din ên tundrew hemleya xwe didomîne. 

2-Piştgiriya agirbesta herêmî û kêmkirina pevçûnan. 

.3-Gihandina alîkariyên mirovî û piştgirîkirina bername û projeyên ku aramiyê zêde dikin 

4-Rêz ji yasayên navdewletî re werin girtin û di heman demê de parastina mafên mirovan were kirin 

5-Rêveberiya Biden teqez dike ku pirsgirêka Sûriyê bi rengê wê yê dawî bi cîbicîkirina biryara 2254 an de were çareserkirin. 

Bi rastî ev armancên ku hatine aşkere kirin, bi çend guhêrbar û faktorên bandorker ve girêdayî ne, hinek ji wan ev in: xebata burokratîk di nav karkeran de, ji rayedarên jêrîn de bigir heta yên navîn û bilind de di her du aliyên wê yên sivîl, leşkerî û ewlehiyê de zêde ye, û carinan nakokî, di navbera saziyên Amerîkî û hevkarên wan ên li welatên din ên rojavayî de derdikeve holê, û her wiha bandora komên zextê, têkiliyên giştî, xêrxwazên navneteweyî, rêxistinên sivîl, saziyên lêkolînê û navendên şêwirmendiyê, û ji bilî vê jî bi guhertinên berbiçav li Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê de girêdayiye. 

Bi gelemperî ev armanc li gorî hewcedariyên taybetî û armancên siyasî yên teng pêk tên. Wekî mînak tê texmîn kirin ku armanca dijî-terorîzmê dê berfirehtir bibe û di nav xwe de komên alîgirên Îranê asteng bikin û lêdana armancên rejîmê bigire dest. Lê ev hemî çareyê bi xwe re nayîne têrê ji ber rê dide balafirên bê mirov ên Tirk ku li hedefên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê her roj lêbixe. Ji bilî ku komên zexitkar û aliyên herêmî yên ku di şerê Sûriyê de cih digirin, û alîkariyên mirovî û bernameyên piştevaniya aramiyê ber bi deverên taybetî ve dişînin,  ew jî li dijî meyla normatîf a exlaqî û mirovî ya ku di vê rewşê de hatiye erê kirin. 

Belkî ku dosya binpêkirina yasayên navdewletî û mafên mirovan ji bo mebestên siyasî jî were desteserkirin, pîvanên wê li dijî aliyekî were eşkerekirin û binpêkirina wê jî ji aliyekî din ve were paşguhkirin. Her wiha armanca stratejî ya ku bi çareseriya siyasî, danûstandin, dadweriya veguhêz û nivîsandina destûrê ve girêdayî bûye mijara civatên diyalogê yên bê encam û vala, ji ber ku hin aliyên xwecihî ku di vî warî de dixebitin, civakê ew nepejirandine, û ew pereyên ku ji bo çareyeke rastî ji bo siyasetê xerc bikin, bervacî wê ew pere dikevin hesabê wan. 

Bi gihiştî, van armanvan di nav xwe de  nezelalbûnê dihewîne û li ser bingehên teorîk û pratîkî yên ne baş diyarkirîne . Ji ber vê yekê,jî tevgera Amerîkî ya ne zelal li ber çavê xelkê herêmî diyar dibe. Tevî erêkirina pabendbûna Amerîka bi hevalbend û hevkarên xwe yên li herêmê re dirûstir e, û bi awayekî demkî îzolasyonîzma Obama paşve xist, lê di pratîkê de dudiliya gel, siyasî û ewlekarî li deverên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kêm nekir. 

Li gorî tiştê hatî ziman, koma civakî li gel kesayetên siyasî yên herêmî, bi rengekî guman û tevlîhevî li çalakiya Amerîkayê dinihêrin, ji aliyê nelihevkirina armancên xwe yên nêzik û dûr de, bi taybetî li gel berdewamiya gefên ewlehiya Tirkiyê ku rojane diqewime. Îroniya bi êş di wê yekê de ye ku sirkirina vê dîtinê, bi rengekî pêşkeftî, ramana bêhêvîbûna siyasî û bêhêvîbûna civakî di encama kombûna pirsgirêkên dijwar ên ji ber şer û bandorên wî de, ku niha gefan li ser gelê Kurd dixwe. okyanûsên jiyanî û mirovî bi hev re, li erdnîgariyek bi qasî pênc mîlyon mirovî, di navbera niştecîhên herêmî û kesên jicîhûwarkirî de, û her weha giravên kampên mirovan. Û Li gorî tiştê li jor hatî ziman, koma civakî li gel kesayetên siyasî yên herêmî, bi rengekî guman û tevlîhevî li çalakiya Amerîkayê dinihêrin, ji aliyê armancên xwe yên nêzik û dûr ve ku ne lihevkirine, bi taybetî li gel berdewamiya gefên ewlehiya Tirkiyê ku rojane diqewime. Bi xwe re rewşeke bi êş derdixe holê, bi rengekî din, bêhêvîbûna siyasî û civakî  pêşdixe ew jî encamên kombûna pirsgirêkên dijwar ên ji ber şer in, ku niha bandora xwe li jiyan û mirovahiyê dike, li erdnîgariyek bi qasî pênc mîlyon mirov, di navbera niştecîhên herêmî û penaberan de, û ji bilî bi dehan kampên mirovan tê de bi cih bûne. 

Piştî kêmbûna baweriyê û ji bo gihîştina cîhaneke aram were jiyandin li gorî vê yekê, pirsa herî pêwîst were kirin ev e: Rêvebiriya Dewletên Yekbûyî dê çawa hevsengiya armancên xwe yên ewlehî û stratejîk, û wan pirsgirêkên hebûnî yên ku rûbirûyê niştecihên herêmî ne, wek gefên li ser pêkhateyên dîrokî yên kevnar, xirabûna binesaziyê, xizmetguzarî û perwerdehiyê, nîgeraniyên li ser ewlehiya xwarin û jîngehê, berfirehkirina bêkariyê, xizanî, û koçberiya girseyî ya bi hev re? 

Bi rengekî rasterast, şaşbûn di mijara avakirina baweriyê û zelalkirina nêrînan de di navbera siyaseta Dewletên Yekbûyî, xelkê herêmî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de li ku derê ye? Gelo îhtîmala nexşeyeke aqilane ya hevpar heye ku bikare di asta van kêşeyên navborî de were danîn? 

 Em ê bersîva van pirsan di lêkolîna bê de zelal bikin.

Werger ji erebî: Heysem Mislim