Nasname û misyona ragihandina Xweserîya Bakurrojhilatê Sûrîyayê

By Tariq Hemo

Di vê dema me da rola ragihandinê gelekî girîng û dîyarker e. Li ragihandinê mîna çekekî stratîjî tê nêrîn. Gelek dewlet bi budceyeka mezin ragihandina xwe ava dikin û bi rîya wê sîyaseta xwe ya hundurîn, herêmî û navneteweyî rewa û “xweşik” dikin. Ev dewlet hewl didin bi rêya alavên ragihandinê, rola xwe erênî nîşan bidin û sîyaseta xwe wek mirovhezî û aştîxwazî bidin dîyarkirin. Li ser asta hundurîn, rêjîm dixwazin gelên xwe razî bikin, li ser şaşîyan binuxumînin û hemû dastkeftîyên jîyan û ewlekarîyê darxin pêş û ronî bikin.

Rêjîm ragihandina fermî ji bo rewakirin û çesipandina sîyaset û stratîjîya xwe bi kar tînin û didin xebitandin. Li ser asta darve jî, rêjîm/dewlet dixwazin rola xwe erênî dîyar bikin, berjewendîyên xwe biparêzin û alîyên dijber reş û teşhîr bikin. Gelek dewlet nirx û îdyolojîya xwe jî belav dikin. Kurt û kurmancî ev rola ragihandina fermî ya dewletê ye. Jixwe tu dewlet vê rastîyê nabêje, lê ew behsa nirx, pirnsîp û moralê dike. Qaşo armanca vê ragihandina (ku bi milyon û milyar dolar lê tê xerçkirin) berizkirina nirxên mirovatîyê û bihevrejîyanê ye. Parastina aştîya cîhanî, parastina hawirdor/jîngeha cîhanî ji qirêjîyê û bidawîanîna li rewşa xizanîyê ye! Her dewletek xwe wiha xuya dide, ku ew dê mirovatîyê ji zordarî û xezanîyê xelas bike!

Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê jî xwedî ragihandin e. Ev ragihandin li gorî rewşa Xweserîyê ya jîyosîyasî tê sazkirin. Ew xwe li gorî proje/xîtaba vê Xweserîyê dîzayn dike. Ji bo Xweserîyê xalên sereke hene, ew jî projeya bihevrejîyanê, biratîya gelan û neteweya damokratîk e. Ev nirx û rêbaz pêwîst e werin vegotin û ronîkirin. Pêwîst e li pêş bin û bi gelek şêwe û hunerên ragihandinê werin nîqaşkirin û balkişandin. Bêguman rêbazên giştî yên ragihandinê li ser ragihandina Xweserîyê jî pêkan in. Li wir jî ragihandina ku hundur muxatebe dike û ya ku darve muxateb dike, heye. Her wiha ragihandina ku bi kurdî weşanê dike û ya ku bi erebî weşanê dike, heye. Jixwe girseya ku ragihandina bi kurdî muxateba wê dike, dîyar e. Ew bi milyonan kurdên Xweserîyê, Kurdistan û cîhanê ne. Ji wan ra rewşa Xweserîyê ya sîyasî, civakî û aborî tê gotin. Li ser tekoşîn û karê neteweyî tê rawestandin. Ked û fedakarîya lehengan tê vegotin. Yek ji armancên ragihandina bi kurdî bilindkirina moralê û ronîkirina ked û tekoşînê ye.

Ragihandina bi zimanê erebî jî heye. Ev ragihandin ji ber gelek sedaman pir girîng û hesas e. Ew pêkhateya ereb ya li Xweserîyê, gelê ereb li Sûrîyayê û cîhana ereb û tevahîya cîhanê esas digire. Peywira ragihandina bi erebî pêwîst e pêşkêşkirina tecrubeya Xweserîyê be. Pêwêst e ev tecrube bi şêweyekî pispor, jîr û têgihaştî ji bo girseya ereb a cihêreng were dîyarkirin. Pêwîst e di ragihandina bi zimanê erebî da li ser van xalan were rawestandin:

  • Bingeha ramanî û îdyolojî.
  • Projeya biratîya gelan û neteweya damokratîk.
  • Tekoşîna hevbeş a pêkhateyan li dij terorê.
  • Hebûn û beşdarîya pêkhateya ereb.
  • Projeya çareserîyê ya ji bo tevahîya Sûrîyayê.
  • Dagîrkerîya Tirkîyayê ya heremên Xweserîyê.
  • Derfetdayîn ji bo hêz û kesên pêşverû, layik û sosyalîst.

Li ser van xalan dikare naveroka ragihandina bi erebî were sazkirin. Pêwîst e ev ragihandin bibe deng û rengê Xweserîyê û tevahîya Sûrîyayê. Fokosa wê Xweserî û Sûrîya be. Pêwîst e ew xwe dûrî tevlîkirina nava pirsgirêkên navxweyî yên cîhana erebî bike. Ew xwe dûrî alîgirtinê bike. Ew hewl nede bibe beşek ji dîmenê ragihandinê yê cîhana ereb. Ew nebe beşek ji şerê rgihandinê yê di navbera rejîmên ereban da li dar û geş e. Ragihandina Xweserîyê ne neçar e kozikekê bigire. Her wiha pêwîst e cihekî zêde û beriz nede pirsgirêkên navxweyî yên welatên ereban. Ew hewl nede bibe beşek ji dîmenê tevlihev yê vê ragihandinê. Ew bi alavên ragihandinê yên ereb ra nekeve pêşbazîyê.

Ragihanda Xweserîyê ya bi erebî pêwîst e zêdetir li ser pirsgirêkên Xweserîyê û Sûrîyayê bisekine. Pêwîst e fokosa wê Xweserî û Sûrîya be, ne Sûdan, Lîbya, Xeza û Bexda be! Pêwîst e nasnameya ragihandina Xweserîyê ya bi erebî dîyar be û neyê veşartin. Pêwîst e ev ragihandin xwedî nasname û nameyek xuya û destnîşankirî be. Pêwîst e hewl nede ku nasnameya xwe veşêre. Bi navê “bêalîtî­” û “serxwebûnê” her alî razî bike û her kesî beşdar bike! Cîhana ereb îro ji hev belav e û welatên ereban di warê medya û ragihandinê da şerê hev dikin. Pêwîst e ragihandina Xweserîyê nebe platforma vî şerî û xwe dûrî van nakokîyên teng bike.

Di cîhana ereb da gelek rewşenbîrên pêşvrû hene. Gelek hêzên demokrat ên ku kurdan û Xweserîyê qebûl dikin, hene. Pêwîst e ev werin pêşkêşkirin û berizkirin. Pêwîst e misyona ragihandina Xweserîyê dastekdayîna damokrasîyê, tekoşîna jinê, pêşverûrtîyê û hizira toleransê be. Pêwîst e bi navê “bêalîtîyê” derfet ji bo kes/hêzên paşverû, netewperest û alîgerên îslama sîyasî neyê dayîn. Berovajî vê yekê, pêwîst e ragihandina Xweserîyê ji bo hêzên demokrat û pêşverû bibe derfet û platforma xwederbirînê..