Li Efrînê qirkirina etnîkî ya di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de

THOMAS SCHMIDINGER

Beriya niha bi 4 salan û piştî şerekî ku 2 mehan dewam kir, artêşa Tirkiyeyê û alîgirên wê yên milîsên sûrî herêma Efrînê ya ku piraniya xwe Kurd bûn, dagir kirin. Di encamê de, derdora 150 hezar kes ji bajarê Efrînê ber bi herêma derdora bajarokê Til Rifetê ve, koçber bûn. Ne tenê Kurdên ku di bajarê de bûn koçber bûn, beriya wê bi çend hefteyan ji bidawîbûna hemleya dagirkirinê, şêniyên gund  û bajarokên biçûk ên li derdora bajarê Efrînê jî koçberî bajarê Efrînê bûn û piştre jî ji wir jî koçber bûn.

Di dema niha de, piraniya xelkê ku koçber bûne, li kampa Şehbayê ya nêzî Til Rifetê di nava rewşên xeternak de, dijîn. Ev kamp jî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê birêvebirin. Tevî ku hin koçberan berê xwe dane herêmên Rêveberiya Xweser ên li Rojhilatê Firatê û hin ji wan jî berê xwe dane Ewropayê, lê 4 salên dawî hîştin ku piraniya koçberan ji ber berfirehbûna operasyonên dagirkeriya Tirkiyeyê, berê xwe bidin kampa Şehbayê. Di encamê de, ji ber zêdebûna hejmara koçberan, hêza kampê ya pêşwazîkirina koçberan kêm bû.

Gelek sedem hene ku tevî bidawîbûna operasyonên leşkerî jî, hîştin ku xelkê herêma Efrînê koçber bibin. Ji wan sedemên sereke; Milîsên islamî ku artêşa Tirkiyeyê di bin navê”Artêşa Wetenî ya Sûrî”de kom kirine, binpêkirinên ku dikevin nava sûcên şer de li dijî xelkê resen ê herêmê, dewam kirin. Rojek derbas nabe ku rêzesûc pêk neyin, ji wan jin rastî tecawizyê hatin û goristan û cihên olî yên Êzidî û Elewiyan hatin xerabkirin û beşek ji wan wêran bûn. Piştre, taybet mizgeft li gundên ku piraniya   xelkê wê berê Êzidî û Elewî bûn, ava kirin û xelkê mayî jî bi darê zorê hîştin ku fêrî Quranê bibin.

Nûçeyên koçberkirina bi darê zorê û revandinê hema bêje rojane tên. Lewra, ev binpêkirin ne tenê ji ber sedemên îdeolojî û olperestî pêk tên, lê belê ji bo qezenckirina pereyan jî ev kiryar pêk tên. Nexasim bi rêya kiryarên şantajê, xelkê direvînin da ku pereyan qezenc bikin. Her wiha, ev yek ji bo qutkirina daran û firotina êzingên wê, dizîna berhemên zeytûnan ku Efrîn pê navdar e ji aliyê serdestên nû û firotina wan bi rêya Tirkiyê li bazarên navdewletî, derbasdar e. Kiryar bi vê yekê sînordar neman, lê belê mal û avahiyên xelkê resen ê koçberkirî, pêşkêşî Erebên ku herêmên din ên Sûriyê hatin, hate kirin. Bi vê yekê jî, ji Tirkiyeyê re derfet çêbûn ku ji penaberên Sûriyê xelas bibe.

Ji dema ku Efrîn di Adara 2018`an de ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hate dagirkirin, rewşa Efrînê gelek xeternak bû. Bajarê Efrînê tevî gundewarê wê ji aliyê milîsên islamî yên cûda di bin hegomaniya Tirkiyeyê de tê birêvebirin. Her wiha, dibistan ji bo fêrkirina metiryalên tirkî bi zimanê erebî û tirkî, têne bikaranîn. Tevî ku herêma Efrînê Turkmen têde tune bûn, lê niha Turkmenên sûrî bi awayekî sereke li başûr û rojhilatê herêma Efrînê bicih bûne. Di heman demê de, ala Tirkiyeyê û ava muxalefta islamî ya sûrî li ser dibistan û avahiyên fermî bilind dibe. Her wiha, Enqereyê posta tirkî jî li Efrînê vekir.

Di dema niha de, lîreyên sûrî qedexe ye ku li bazaran were bikaranîn û tenê destûr heye ku lîreya tirkî were bikaranîn. Ji ber vê yekê jî, parê xelkê herêmê ji ber bilindbûna nirxê kelûpelên sereke giran kir, di demekê de ku lîreyên tirkî û sûrî têk çûne.

Li ser asta rêveberî, ji sala 2018`an ve, ji xelkê resen ên ku li Efrînê mane qedexe ye ku bikevin nava sazûmaniya rêveberiyê yê ku hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê ava kirine. Dagirkeriya Tirkiyeyê, rêveberî radestî Ereb û Turkmenên ku li Efrînê bicih bûne, kir. Carna jî hin erkên sivik didin hin Kurdên hevkar, bi şertî ku berê bi Rêveberiya Xweser a ku beriya 2018`an li wir hatibû avakirin û ne jî bi partiyên di bin siya ENKS`ê de kar nekiribe. Ji aliyekî din ve jî, jin hema bêje bi awayekî giştî ji rêveberî hatin dûrxistin. Ev yek berovajî nêzikatiyên Rêveberiya Xweser ji jinê re beriya dagirkirinê ye.

Di 18`ê Adara 2018`an de, dema ku artêşa Tirkiyeyê ber bi bajarê Efrînê ve diçû, li bajarê Dîlokê yê Tirkiyê kongreyek di bin navê”Xelaskirina Efrînê” hate lidarxistin. Armanc jê ew bû ku kevirê bingehîn ê rêveberiya pêşerojê deyînin, lê tu hêzeke kurdî ya navûdeng di nav de jî partiyên ENKS`ê têde tune bûn. Ji bilî komeke ji Kurdên ku hevkarê wan bûn û tu bandora wan di Efrînê tune bû, beşdarî kongreyê bûn. Li gorî encamnameyên kongreyê, 35 kes ji bo birêvebirina meclisa herêmî ya Efrînê hatin hilbijartin. Piştre, hikûmeta Tirkiyeyê di 10`ê Nîsana 2018`an de, ev meclis berfireh kir û bû komîteyek ku ji 107 kesan pêk tê, ji wan tenê 7 jin bûn. Lê Rêveberiya Xweser ku heta sala 2018`an Efrînê birêve dibin, hemû erk di nava jin û mêran de wek hev dabeş kiribû. Di dema niha de, beşdarbûna jinan daket ji jêrê %10 û piraniya wan tu bandora wan li ser karê piratik tune ye.

Bi awayekî rastî, Efrîn ji parêzgeha Hatayê yê Tirkiyeyê tê birêvebirin. Mûçeyên karmendên rêveberî û budceya rêvebirî bi rêya parêzgerê Hatayê tê dayîn. Erkên walî ne tenê karûbarên rêveberiyê ye, her wiha desthilata wî ya dadgeriyê dighêje tevahiya herêmê.

Dema ku Polîsên leşkerî ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve hatin damezirandin, piraniya endamên wê bi awayekî sereke ji aliyê Erebên ku derbasî herêmê bûn an jî ji endamên milîsên islamî, hatin hilbijartin. Erka  Polîsên Leşkerî ya sîstemantîk ew e ku alîgirên rêveberiyê yên rastîn û yên bi guman beriya dagirkeriyê, biçewisîne. Her wiha Polîsên Leşkerî, endamên ENKS`ê jî ku bi Rêvberiya Xweser re di nava nakokiyan de bû, girtin. Armanca van kiryaran ew e ku çi rêxistineke kurdî ya serbixwe ku ne di bin siya Enqereyê de be, asteng bike.

Bi gelemperî, polîtîkeya guhartina demografî ya bi sîstematîk a li dijî xelkê resen armanc jê ne tenê vegerandina penaberên Ereb ên li Tirkiyeyê bû û vegerandin beşek ji wan bi darê zorê ye, lê belê bicihkirina alîgirên hêzên muxalefta sunî ya ji Xûta û Humisê ango ji herêmên ku hikûmeta Sûriyê ji destê milîsên muxalefet a islamî derxistin, li Efrînê bû. Li gorî rêveberiya Efrînê ya alîgira hikûmeta Tirkiyeyê, derdora 87936 kes ji Xûta û parêzgeha Helebê heta dawiya Gulana 2019`an li Efrînê hatin bicihkirin. Piştre, derdora 2600 malbatên bakurê Hemayê li Efrînê hatin bicihkirin. Di du salên destpêkê yên dagirkeriyê de, gelek komên leşkerî yên girêdayî Tirkiyê malbatên xwe li Efrînê bicih kirin. Her wiha welatiyên sûrî ji bajarên cûda, heta Turkmenên sune yên ji Iraqê û Igorên ku mayîna xwe ya qanûnî li Tirkiyê ji dest dan, li Efrînê hatin bicihkirin.

Kurtkurmancî, Tirkiyeyê ya ku xwe dispêre ferizkirina siyaseta bi darê zorê, hewl dide nisûfeke nû û girêdayî xwe ava bike. Bi vê yekê jî wê zehmet be ku Kurd di pêşerojê de vegerin cih û warên xwe. Her ku mayîna Erebên nû li herêmê dirêj kir, vegera xelkê resen di pêşerojê de zehmetir be. Di heman demê de, hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze hejmara penaberên sûrî li welatê xwe kêm bike û dilsoziya bi rola ku Yekitiya Ewropayê jê re xêz kiriye ji bo parastina xeta başûr rojhilatê Ewropayê, bicih bîne û penaberan dûrî sînorên Ewropayê bixe.

Her wiha pêwîst e em di çarçoveya siyasta penaberan a Ewruopayê, li qirkirina nijadî ya li Efrînê tê kirin, binêrin. Ewropa, tevî ku niha sînor bi awayekî beşî li pêşiya Ukraniyên spî û Xirstiyan vekiriye, lê bi awayekî pir cûda bi welatiyên ne ukranî yên ji Ukranyayê danûstandinê, dike. Her wiha, ji bo bijartina nîjadî ya di navbera penaberên baş(Spî û Ewropî) û penaberên ne baş(Reş û Musilman) de, pêdivî bi herêmekê heye ku karibin rojekê li wir xwe ji penaberên ku ne bi dilê wan bin xilas bikin. Dibe ku Efrîn a li bakur rojavayê Sûriyê dikeve, beşek ji van herêmên armanckirî be. Ji ber ku Efrîn ji aliyê rêveberiyeke zordar ve ku yekser di bin rêveberiya Tirkiyeyê de, tê birêvebirin.

Têpinî: Ev made bi boneya salvegera 4`an a dagirkrina Efrînê, taybet ji  Navenda Kurdî ya Lêkolînan ve hate nivîsandin.

  • THOMAS SCHMIDINGER: Zanyarekî siyasî û Sekreterê Giştî yê Komeleya Avusturya ya Lêkolîna “Kurdeolojiya Pêşketî”ye û edîtorê hevkar ê pirtûka “Vienna ya Salane” ya der barê lêkolînên kurdî. Ew yek ji çend çavdêrên ku di dema Rêveberiya Xweser de serdana Efrînê kir. Her wiha pirtûka “Şer ji bo çiyayê Kurdan: Diyarkirina çarenûsê û qirkirina etnîkî li Efrîn û Rojava” nivîsandiye.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî