Kurte nêrînek li ser çend aliyên jiyana Kurdan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê

Kakşar Oremar

Li pey gûherandinên siyasî-aborî yên herêma Rojhilata Navîn û şerê Kurdan bi çeteyên DAIŞ`ê re, hewldanên Tirkiyeyê yên li dijî doza Kurd li hemû cîhanê derbasî dervayî sînorên wî welatî jî bûne. Tu gûman têde nîne ku ger li Îranê jî siberojê gûherandinên siyasî çêbibin, dîsa Kurd yê ji bo mafên xwe rabin ser piyan û dijberî yê eşkeretir bêne xuyakirin. Hingî bêdudilî ger em vê rastiyê ji niha de bizanin ku dîsa wê dewleta Tirkiyê li dijî Kurdên wir jî xwedî helwesteke tund be, ku em vê rewşê îro li Rojava û Suriyê dibînin.

Ev zaniyariyên li ser Rojhilatê Kurdistanê li ser daxwaza berpirsê Navenda Lêkolînên Kurdî rêzdar Newaf Xelîl bi zimanekî sade û rewan hatine nivîsandin û piranî weke zaniyarî ne. Bêgûman nivîs bêkêmasî jî nabe û hîvîdarim hûn xwendevanên hêja û kesên bispor min ji rexne, pêşniyaz û nêrînên xwe bêpar nehêlin.

Rojhilatê Kurdistanê bi giştî ji pênc wilayetên; Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û hemû beşa Leknişîn a wilayeta Lordistanê pêk tê, lê li gor parvekirina dewleta navendiya Îranê tenê Sine û çend bajarên girêdayî wê( Seqiz, Bane, Merîwan, Qurwe, Bîcar, Kamyaran û Dîwandere ) weke wilayeta Kurdistanê tên naskirin. Her wiha li pey têkçûna serhildana Simkoyê Şikak( 1887-1930 ) wilayeta Urmiyê ji çaxê desthilatdariya Riza Pehlewî(1878-1944 ) ve wek “ Azerbayicanê Xerbî, Xaverî-Azarebayicana Rojava” hatiye binavkirin. Ev di rewşekê de ye ku piraniya rûniştivanên wê wilayetê(zêdetirî 70%) Kurd in.

Li bakurê wilayeta Xorasanê jî zêdetirî du milyon Kurd hene ku bi zaravayê Kurmancî diaxivin û hewldanên wan yên bêdawî berdewamin ku resenatiya çanda xwe biparêzin û li ser girîngiya axaftina bi zimanê zikmakî û standina hinek mafên netewî bi îsrar in. Hejmareke zêde ya Kurdan li Xelxal, Qezwîn, Kerec, Tehran, Belûçistan, Hemedan û Meşedê jî dijîn.

“Pirsa Kurd” li Îranê xwedî pêşîniyeke dîrokî û bêrawestan bûye. Bi çêbûna derfetên herî biçûk re Kurdan daxwazên xwe yên weke serxwebûn, otonomî, sîstema federal û di çarçoveya yasaya bingehîn de diyarkirina heq û mafên xwe kirine. Herî dawiyê li pey şoreşa gelên Îranê(1978-79) li dijî sîstema seltenetî a malbata Pehlewî Kurd di wê refrandomê de beşdar nebûn ku ji bo çêbûna komara îslamî a Îranê li sala 1979`an hate çêkirin. Li pey salên 1990`an ku Kurdan li Iraq, Tirkiyê û Sûriyê dest bi çalakiyên siyasî kirin, li Rojhilatê Kurdistanê jî xebat û şoreş derbasî pêvajoyeke nûtir bûne. Partiyên siyasî li Kurdistanê weke hêzeke mezin a opozîsyona Îranê têne dîtin ku ji serdema Riza Şahê Pehlewî heya roja îro bêrawestaneke domdirêj gihaye roja me ya îro. Di nava komên etnekî li hemû Îranê Kurd netewa herî çalak ji bo diyarkirina qedera xwe a siyasî bûne. Em vê îsrarê di nava Azerî, Belûç, Ereb û Gîlekên nava sînorên siyasî yên Îranê de nabînin. Terora rêberên Kurd ji serdema rejîma Rizaxanê Pehlewî, Mihemed Riza Pehlewî( 1919 – 1980 ) heya hatina komara Îslamî li Îranê û mîlîtarîzekirina Kurdistanê belgeyên herî eşkere ji bo bêtir îspatkirina vê rastiyê ne.

Li Îranê û di nava gelên din de Kurd weke netweke esîl, mêvanperwer, şervan, parazvanên sînorên serxwebûna Îranê, Îraniyên herî resen û dilxwazên parastina taybetmendiyên xwe yên netewî” têne naskirin. Li gor jêderên nefermî yên Îraniyan hejmara Kurdan li hemû Îranê nêzî heft milyon kesan e, lê ev îda ji rastiyê dûre ku di dirêjahiya vê nivîsê de ezê bi berfirehî li ser bisekinim. Kurdên bakurê Rojhilatê Kurdistan û bakurê Xorasanê bi zaravayê Kurmancî, Kurdên Mûkriyan û Erdelan bi Soranî, li du wilayetên Kirmaşan û Îlamê bi zaravayên Lekî, Goranî û li Loristanê jî bi zaravayê Lorî diaxivin. Li wilayeta Sine Kurdên herêma Hewreman bi Heramî diaxivin ku nêzî zaravayê Kirdikî(Zazakî) ye. Ji hêla olî ve Kurdên Sunnî piranî û piştre jî Kurdên Şîî, Yaresan û Bihayî tên ku li başûrên wê para axa Kurdistanê ne.

Rûberê hemû Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 175.000 kîlometer çargoşe ye. Lê ev hejmar rûberê wilayeta Loristanê nagire ber xwe, ji ber ku li ser Lorsitanê her jêderek bi awayekî zaniyariyan dide me.

Sînorên Kurdistanê yên dîrokî ji Erzrom û Erzinganê bigire heya Mereş û Heleb dirêj, li dora çiyayê Hemrîn derbas û digehine Kirmaşan, Sine, Îlam, pareke Lorostan, Urmiye, Xoy, Maku û heya herêma Elegezê li nêzî Êrîvanê berfireh, sedan bajar û herêmên xweş av û hewa di nav de cih digirin.

Loristan bi xwe du beş in:

  1. Herêmên Lornişîn
  2. Herêmên Leknişîn. Ewên ku Lek in û li herêma Pêşku(pîşkuh) ne, xwe bi Kurd dizanin, lê ewên ku li herêma Piştku(Piştkuh) ne û Lor in, xwe bi Kurd nizanin û Loran jî weke netewek cuda dihesibînin, lê Feyliyên ku li Başûrê Kurdistanê ne û Lor in, xwe bi Kurd dihesibînin û di şoreşên li dijî dewleta navendî a Iraqê li rex partiyên siyasî ên Kurd bûne. Şehîd Leyla Qasim(1952-1974) yek ji wan kesan e ku Feylî û ji bajarê Xaneqîn bû.

Li Rojhilatê Kurdistanê çemê ” Sîmere ” sînorê di navbera du wilayetên Loristan û Kurdistanê de ye. Herwiha piştre ezê bi dirêjî behsa erdnîgariya Kurdên wilayeta Xurasanê jî bikem ku wek “ Kurdistana Xorasanê” jî tê naskirin.

 

Navê Kurdistanê

Di belgeyên dîrokî de navê Kurdistanê ji navê welatên weke Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraqê kevintire. Ji sala 1916`an û şûnde navê Îranê weke welat bi awayekî fermi ketiye nava belgeyên dîplomatîk ku bi îsrara rewşenbîr û siyasetmedarên derdora Rizaxanê Pehlewî bû. Beriya wê ji Îranê re “ Pêrsia” dihate gotin. Her sê komarên din jî li pey çêbûna peymana Sever li sala 1920 û Lozan li 1923`an hatine holê, lê navê Kurdistanê di serdema Muizzeddîn Ehmed Sencer ku weke Sultan Ehmed Senecrê Selcoqî(1085- 1157z) jî dihate naskirin ji wilaytekê re hatiye gotin ku navenda wê Bihar(Behar) bûye. Bihar niha bajarekî wilayeta Hemedanê ye ku dikeve 15 kilometriya rojavayê wî bajarî.

Kesên ku pirtûka Şerfnamê ku Şerefedîn Bidlîsî( 1543- 1603 z) nivîsandiye, xwendine dikarin sînorên axa Kurdistan û hakimên wilayetên wê di serdema desthilatdariya Sefewî û Osmaniyan de hîn bibin. Li gor belge, lêkolîn û pirtûkên din ku gerîdok û dîrokzanên naskirî li ser sînorên axa Kurdan nivîsîne, bi derbasbûna dehan salan re li gelek derên axa Kurdistanê demografî hatiye gûherandin. Ji sala 1514`an û pêde ku bo yekemîn car Kurdistan bi peymana Qesrî Şirîn di navbera Osmanî û Sefewiyan da bû du perçe, dehan serhildan li dijî parvekirina axa Kurdistanê bi rêya axa, şêx, hakim û rêberên Kurd çêbûne. Serhildana Kela Dimdim a sala 1608`an yek ji wan dijberiyên Kurdan li hemberî anîna Tirkên Efşarî bo herêma Urmiyê bûye. Di serdema imperatoriya Sefewiyan de Kurdistan yek ji çar wilayetên Îranê bû. Di sedsala 19`an de Kirmaşan xwedî girîngiyeke ticarî(bazirganî) û stratîjîk bû û weke navenda Kurdistana Îranê dihate naskirin ku ji wilayeta Erdelan cuda bû.

Li pareke mezin a wilayeta Xorasanê Kurd li bajarên weke: Şêrwan, Qoçan, Bicnord, Isferayin, Dergez, Çinaran, Kelat û Bacgîran bi zarava Kurmancî diaxivin û hejmareke mezin ji Kurdan jî li bajarê Meşhedê dijîn. Parek ji wan Kurdan di dema desthilata şah Ebbasê Sefewî de ji herêma Urmiyê bi merema parastina sînorên Îranê ber bi wira ve hatine koçberkirin, lê sedema sereke ew bûye ku şah Ebbas xwestiye xan û begên Kurd yên ku li dijî wî serîhildane bêhêz bike û ji hêla din jî li hemberî êrişên bêrawestan yên Ûzbek û Efxanan Kurdan weke şervan bikar bîne.

Kurd ji kevntirîn rûsniştvanên Mezopotamiya an jî erdnîgariya di navbera du çemên Dicle û Firatê de bûne. Med weke imperatoriya wan ya yekê sala 612`an beriya zayînê li erdnîgariyeke berfireh hatiye damezrandin ku paytexta wê Hegmetan an jî Hemedan bûye.

Zimanê kurdî bi hemû zaravayên xwe yên rengîn xwedî dewlemendiyeke mezin e ku em vê yekê di zimanên farsî û tirkî de nabînin. Kurdî li gor zimannasên bispor nêzî zimanê Avêsta û Pehlewîya Eşkanî ye ku ew resenatî li herêma Hewraman zêdetir ji herêmên din nasnameya xwe a orjînal parastiye. Ji Kurmancî, Lorî, Soranî, Lekî û Kelhurî bigire heya Kirdikî, Gerosî û Şebekî zimanê kurdî xistiya nava zimanên dewlemend yên cîhanê ku wêjeya wê a devkî jî vê rastiyê piştrast dike. Di warê ol de jî Kurd xwedî baweriyên weke: Sunnî, Şîî, Elewî, Yaresan, Êzidayî, Behayî û hejmareke kêm Yehudî û Xirstiyanan jî li Kurdistanê hene. Heta niha bi duristî serjimêrî an jî ankêtek nehatiye çêkirin ku hejmara olên li Kurdistanê bi zelalî diyar bike, lê piraniya Kurdan mislamanên Sunnî ne ku mezhebê wan Şafiî ye. Di nava Kurdan de çanda toleransê bilind û di dawiya sedsala 19`an de dema ku gerîdokê Fransî Henry Bander(?-?) diçe bajarê Qesrî Şirîn di pirtûka xwe a binavê:” Carnet de voyage Henry Bander: Kurdistan, Mésopotamie et Perse( Sefernameya Henry Bander li Kurdistanê, li Mezopotamiya û Persia )” de li ser vê yekê wiha dinivîse:” … piraniya Kurdên Îranê ji firqeya Elî Ellahî(Ehlê heq an jî hemen Yaresan ) ne, ger wan di cî bi cîkirina karên wan de azad bihêlin, ew jî tedaxulê di karên kesên din de nakin. Hestên êhtiramê ji bîr û baweriyên mezhebî ên kesên din re li cem wan gelek zêde ye…”. Ew pirtûk li sala 1887`an hatiye weşandin û li Îranê ji bi hatiye wergerandin bo ser zimanê farsî lê li cihê navê “Persia” navê “Îran” hatiye nivîsandin!.

Sirûşt û çiya li Rojhilat

Rojhilatê Kurdistanê welatekî çiyayî û çiyayên herî bilind di vê para welatê me de ji bakur ber bi başûr even jêrin: çiyayê Çilîkan(3230metro) li herêma Maku, çiyayê Sarîdaş(3608m) li herêma Soma Biradost, çiyayê Reş(3578m) li herêma Şino, çiyayê Çilçeme(3173m) li herêma Sine, çiyayê Şaho(3390m) li herêma Hewraman, çiyayê Dalaxanî(3350m) li herêma Kirmaşan, çiyayê Peraw(3357m) li herêma Bêston) û çiyayê Mezin an Kebîrkuh(3062m) li herêma Îlam ê.

Rêze çiyayên Zagros ku dirêjahiya wan ji 1000km zêdetire ji bakur ber bi başûr yanî ji çiyayê Agirî(mezin û biçûk) heya Loristanê mîna sînorekê di navbera her sê perçên Kurdistanê(bakur-rojhilat, başûr- rojhilat) da cih girtine. Bilindtirîn çiya di nava van rêze çiyan de Şaho ye ku li başûrê Rojhilatê Kurdistanê ye û bilindiya wî 3390 metro ye.

Rojhilatê Kurdistanê bi sirûşta xwe ya rengîn û dewlemend, pareke herî xweş a welatê me Kurdistanê ye. Li Rojhilatê Kurdistanê gelek deşt û rûbar(çem) jî hene ku bûne sedema dewlemendiya axê û başbûna karê çandiniyê li piraniya herêmên jiyanê. Deştên herî girîng ku tê de şênahî û fêkîyên cûr bi cûr tên çandin û hilbirîn, ev in: Deşta Soma Biradost, deşta Urmiyê, deşta Bêlewar, deşta Mirgewer, deşta Şarwêran, deşta Hubeto, deşta Dêgûlanan jî Dêhgulan, deşta Merîwan, deşta Kamyaran, deşta Elwend, deşta Sehne, deşta Kirmaşan, Mayîdeşt, deşta Îslamawa, deşta Kerend, deşta Pataq Xosrewî û deşta Îlam an jî Eywandeşt.

Rûbar an jî çemên Rojhilatê Kurdistanê jî ev in: Çemê Zêrîn(Cexto), çemê Sîmîn(Teteho) ku her du piştî derbasbûna ji gelek herêm û gundên Kurdistanê, derbasî nava ava gola Urmiyê dibin. Çemê Kelwê, çemê Qizilozun, çemê Sîrwan, çemê Elwend, çemê Qeresû û çemê Gamasawîş jî ji çemên din yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Rewşa dawî ya gola Urmiyê

Gola Urmiyê an jî bi navê xwe yê dîrokî Çîçêst di cîhanê de duyemîn gula şûr e. Bi dirêjahiya xwe 150km û firehî an jî pehnatiya wê jî 50 km ye. Bi hezaran salane ku derdora wê cihwarê jiyanê bûye. Li pey bernameyên wêranker û siyaseta xelet a komara îslamî di çêkirina avbend û kolandina bîrên kûr, gola Urmiyê di salên derbasbûyî de ketibû halê mirinê, lê li bihara sala 2019`an zêdebûna baran û berfê jiyaneke nû daye ber wê golê. Kolandina 120 hezar bîrên kûr li deştên derdora gola Urmiyê bûn sedema çêkbûna ava piraniya kaniyan jî. Ev jî bû sedema bêaviyê ji karê çandiniyê re. Gundî jî neçarî terkandina gundên herêmê bûne. Hişkbûna zêdetir ji nîva ava gola Urmiyê ekolojiya av û hewayê herêmê tevlîhev kiribû ku niha ji salên berê baştire. Erdên çandiniyê ji ber zêdebûna xwê dibine şûrezar û pê re jî hemû bax û bostanên herêmê hişk dibin. Ji ber wê jî heya niha bi sedan malbat neçar mane ku gundên xwe biterkînin û hêşta li pey çêbûna rewşa golê jî venegerîne. Bi hişikbûna gola Urmiyê re pêwîste bê zanîn ku êdî zivistanên gelek sar û havîn jî yê pirr germ bibin. Bi vê re jî elbete hêdî-hêdî erdên çandinyê û bostan jî yê hişk bibin. Ji ber hişkî û guherandina ekosîstema herêmê jiyana gundatî û çandiniyê êdî li wir yê ber bi xelasbûnê ve diçe. Ger rêyeke çareseriyê bo pêşgîrîkirina ji hişkbûna gola Urmiyê neyê dîtin, gelê herêmê yê bi terajêdiyeke mezin a erdnîgarî û insanî re rû bi rû bimînin. Salên berê piraniya dar û dirextên fêkî hişk bibûn, ajel dimirin û heywanên wehş jî dimirin an jî herêmê diterkandin. Li pey hişkbûna hemû ava gola Urmiyê milyardha metrekûp xwê li cihê wê dimîne. Hêza bayekî normal dikare wê xwê li herêmeke berfireh belav bike û tofana xwê li herêmê rabe. Ji ber wê jî tê pîşbînî kirin ku êdî nih “bombeya xwê” di rê daye ger di salên dahatî de dîsa ava wê golê kêmtir bibe. Divê bê zanîn jî ku şûnewarên wê yên xerab û wêrankirinê ji yên “bombeya etom”ê jî mezintir in. Ger rêyeke çareseriyê neyê dîtîn, di dema van sê-çar salên dahatî da bomba xwê jî yê li hinek herêmên Rojhilatê Kurdistan û Azerbayicana Îranê bipeqe. Ji sala 1960 heya 2010`an gola Aral li Asya Navîn dest bi hişkbûnê kir û bi pey re jî herêm ji jiyanê vala bû. Xerabiyên ku li pey hişkbûna gola Aral li Asya Navîn çêbûn niha li herêmeke berfireh li Rojhilatê Kurdistan û Azerbayîcana Îranê çêdibin. Tirsa hişkbûna gola Urmiyê hêşta jî heye.

Geşt û ger

Seyrangehên rojhilatê Kurdistanê: Gundê Bendê li rojavayê Urmiyê li ser rêya Mirgewer û Tirgewer, Seyrangehên Zirêwar, Melaqubî û Îmam( li Merîwanê), Hewş û Baranî li Hewraman, Silêmanbeg li Bane, Awiyer li Sine, Taqwestan li Kirmaşan, Serawrêjaw li Rêjaw û seyrangehên Riwanser, Pawe û Newsûd û gelekên din.

Av û hewa

Av û hewayê Rojhilatê Kurdistanê li herêmên çiyayî ji ber berfa giran sar û li herêmên deştayî jî havîn gerim û zivistan jî zêde ne sarin. Di salên derbasbûyî de barîna berf û baranê weke salên berê nemaye û êdî havîn li piraniya Rojhilatê Kurdistanê ji salên berê germtire.

Nifûs(şênî) û perwerde

 

Hejmara nifûs an jî şêniyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 15 milyon kesan e û li hemû Îranê ji sedê 17% in, lê nemir Dr. Qasimlo di pirtûka xwe« Kurdistan û Kurd » de vê hejmarê ji sedê 23% dide diyarkirin. Jêderên Îraniyan bi zanebûn vê hejmarê nêzî 10% didin diyarkirin ku ji rastiyê dûre.

 

Piraniya Kurdên wir mislman in û peyrewên du mezhebên Sunnî û Şîitiyê ne. Yanî Kurdên du wilayetên Urmiye û Sine bi mezhebê xwe Sunnî û piraniya Kurdên wilayetên Kirmaşan, Îlam û Loristanê jî Şîine. Li wilayeta Kirmaşanê peyrewên mezhebê “ Yarasan ” jî hene ku mezhebekî kevnare û bi gelek rêbazên xwe dişibe ola Zerdeştiyê. Li kêleka van mezhebên ji hev cuda Kurd di warê mafên xwe yên siyasî û civakî de ne xwedî tiştekî ne û zimanê fermî li Îranê farsî ye. Xwendin û nivîsandin bi zimanê kurdî di xwendingeh û zanîngehan da nayê xwendin. Ger bi awayekî formalîte jî be zimanê kurdî di zanîngeha Sine de tê xwendin, lê dewlet girîngiyê nade ziman û çanda Kurdan.

 

Partî û rêxistinên siyasî

 

Partî û rêxistinên ku heya niha li Rojhilatê Kurdistanê hebûne ev in: Komeley Jiyanewey Kurd, Hizbî Demokratî Kurdistan(piştî têkçûna komara Kurdistan ya sala 1946`an ji salên 1970`an û pê de di kongireya 13´mîn de navê Îranê li ser zêde bû), Komele û di van salên dawiyê da PJAK jî li dijî desthilatdariya komara îslamî li Îranê ketiye nava kar û xebata siyasî û çekdarî.

Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran niha li jêr du navên:” HDK-Îran û HDK bûye du beş. Hizbî Komeley Kurdistan, Partî Jiyanî Azadî Kurdistan(PJAK), Sazmanî Demokratîkî Yaresan, Sazmanî Xebatî şoreşgerî Kurdistanî Îran, Hizbî Komonîstî Kurdistanî Îran, Sazmanî parastinî mafî Mirovî Kurdistanî Îran, Sazimanî Zehmetkêşanî Kurdistanî Îran û Hizbî Azadî Kurdistan in ku mixabin tu hevgirtin an jî stratejiyeke diyar û hevgirtî di navbera wan de nîne. Du partiyên HDK û HDK.Îran berê yek bûn û weke Hizbî Demokratî Kurdistan dihate naskirin ku li 16`ê Tebaxa sala 1945`an de di bin pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed hatibû damezrandin. Yek ji destkeftên herî mezin yên wê partiyê pêkanîna komara Kurdistan di 22`yê çileya sala 1946`an e.

Ji sala 2004`an û pêda PJAK wek partiyeke nû û ciwan kariye bîr û ramanên ciwanên Kurd ber bi xwe ve bikişîne, lê pêwîste bê zanîn ku li herêma Mûkriyan alîgirên PDK.Îran ji hemû partiyan zêdetir û li herêma Sine jî Komele xwedî alîgirên zêde ye. Xala balkêş ku PJAK`ê ji wan cuda dike ew e ku alîgirên wan li her derê kêm-zêde hene. Hinek herêmên Rojhilatê Kurdistanê ku partiyên din nekarîbû xwe bigihîne PJAK`ê karî ji nava wan herêman gelek endaman ber bi çiyayên Kurdistanê bişîne û li wir bikevin nava kampên perwerdeya siyasî û leşkerî. Alîgirên wan di nava Kurdên Xorasanê de jî hene. Heya niha şerên pir giran di navbera PJAK û dewleta Îranê de çêbûne û elbete di çend salên bihûrî de tevî dijberiya hikûmeta herêma Kurdistanê HDK.Îran bi serokatiya Misftefa Hicrî jî gelek şerên hêzên leşkerî yên dewleta Îranê kirine. Mixabin ne tenê di warê siyasî de belkî di qada leşkerî û şerê li dijî dewletekê ku ti cudatiyên di navbera endam û alîgirên wan partiyên siyasî da li Kurdistanê nabîne, hevgirtinek tune ye. Gel li dijî vê siyasetê ye û daxwaza wan ya yekê ew e ku bi çêbûna yekîtiyeke hêzên siyasî, eniya şerê li dijî dewleta Îranê mezintir bikin. Birêveberên partiyên siyasî li Rojhilat heya niha tu pêngavek li gor vê daxwaza gelê Kurd hilneanîne.

 

Kurd li Îranê di qada siyasî da pir aktîvin û ji kevin de Kurdistan wek meydana kar û xebata rêxistinên din yên Îranî jî bûye ku li dijî rejîmên desthilatdar û totalîter xebitîne. Ev rewş li pey têkçûna rejîma Pehlewî li wir hate dîtin.

Elbete beriya van hizb û partiyên siyasî pêwîst e bê zanîn ku serhildana Kela Dimdim, Şêx Ûbeydulahê Nehirî, Simkoyê Şikak, eşîreta Celalî li Makuyê û serhildana Qedemxêr jî hebûne.

 

Aborî li Kurdistanê

Di roja îro de di nava 32 welayetên Îranê de rêjeya bêkariyê herî zêde li wilayeta Kirmaşanê ye. Kurd wek dijberên dewletê di rêza yekê de cih digirin. Bi kuştina kesên ku weke kolber li pey pariyekê nanê rojê ne raportên li dijî binpêkirina mafên mirovan jî li dijî desthilata Îranê kêmbandor bûne. Di nava hemû komên etnîkî de Kurd xwedî dijberiya herî domdirêj li hemberî sîstema desthilatdar bûne. Tevî ku hejmara Kurdan piştî Fars û Azeriyan tê lê di raporta dawiyê a UN dê xala balkêş ewe ku 50% ji sedê girtiyên siyasî li Îranê aktîvîstên Kurd pêk tînin. Ev siyaseta şovenîstî li dijî pirsa Kurd xwedî dîrokeke çend sedsalî ye û xwedî bandoreke xerab li ser jiyana aborîya xelkê danîye.

Debara jiyana xelkê bi karê çandiniyê ye û li hemû Kurdistanê fabrîke û şirketên hilbirînê gelek kêm in. Ji ber wê jî Kurdên ku li herêmên sînor dijîn piranî debara jiyana xwe bi karê qaçaxçiyatiyê dimeşînin ku niha ew rê jî li ber wan hatiye girtin. Ev sewiye li pey hatina melayan ya ser hukimdariyê heta çend sal berê zêdetir jî bibû. Yanî standarda jiyanê li Rojhilatê Kurdistanê di sewiya xwe ya jêr da ye ku bi jiyana li Tehranê nayê berawirdkirin. Li bajar û wilayetên weke Îlam û Urmiyê jî rewş ji Kirmaşan, Sine û Loristanê baştir nîne. Ev jî bûye sedem ku hejmareke çend sedhezar kesî ji Kurdistanê ber bi bajarên mezin yên nava Îranê herin û bi karê karkeriyê re jiyanê derbas bikin.

 

Zarave

 

Li Rojhilatê Kurdistanê Kurd bi çend zaravên jêr diaxivin: Kurmanciya navîn(Soranî), Kurmanciya bakur, Hewramî û Lorî. Di destpêka vê gotarê de li ser vê mijarê hinek agahiyên din jî hene.

Kurdên “Kurdistana Xorasanê”

Zulim û zora padişeh û hikumetên Îranê yek li pey ya din bûye sedem ku Kurd bi darê zorê ji cihwarên bav-kalên xwe bêne koçberkirin. Sedemên vê yekê jî gelek in. Ev karê han bi armancên siyasî hatine encam dan. Çîroka koçberkirina Kurdên Xorasanê bi serê xwe babetekî dûr û dirêj e, lê ezê bi kurtî hinek zaniyariyan li ser Kurdên Xorasanê jî li vir binivîsim:

Li Rojhilatê Kurdistanê ew herêmên ku Kurmanc tê da akincîne pareke wilayeta Urmiyê li bakurê Rojhilatê Kurdistanê û yên din jî li wilayeta Xorasanê li bakurê Îranê dijîn. Cihwarê wan wek “Kurdistana Xorasan”ê jî tê binavkirin. Li wilayeta Urmiyê Kurd li bajar û herêmên: Mako, Bazirgan, Puldeşt, Çaldiran, Qereziyadîn, Xoy, Selmas, Soma Biradost, Enzel, Tirgewer, Mirgewer, bajarê Urmiyê, geliyê Qasimlo û Deştebêla bakurê bajarê Şino dijîn. Yanî ji çemê Eresê û çiyayê Agirî heya geliyê Qasimlo û Deştebêlê cihwarê jiyana eşîretên Kurmanc e. Kurdên van herêmên navborî tev bi zaravayê Kurmancî diaxivin ku devoka herêmên Mako û Xoy bêtir nêzî zaravayê Kurmanciya Serheda bakurê Kurdistanê ye. Li herêma Selmas û Urmiyê zaravayê mix(mîks) an jî baştire bêjim dişibe Kurdiya herêmên Wan, Colemêrg û kurmanciya bakurê wilayeta Hewlêrê.

Bi giştî li gor nêrîna min di navebra 32% heya 35% Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bi zaravayê Kurmancî diaxivin. Yên din jî bi zaravên Soranî, Hewramî(Kelhurî), Lekî û Lorî diaxivin.

Kurd ji ber sedemên siyasî zêdetir ji 400 sal berê heya van salên dawiyê (ku rejîma îslamî hat ser kar), ji axa Kurdistanê hatine dûrxistin. Ev koçberkirinên bi komel ku bi darê zorê hatine çêkirin li serdema imperatoriya Sefewiyan destpêkirine û Kurd ber bi herêm û bajarên weke: Gîlan, Qezwîn, Rûdbar, Zencan, Takistana girêdayî bajarê Qezwîn, Melayêr, Hemedan, Gorgan, Şahrûd, Qom, Kelardeşta Mazenderan(Kurdên Ehlê Heq an jî Yaresan), Demawend, Xar, wilayeta Fars, Belûçistan, Veramîn û Kirman.

Kurdên van herêmên navborî heya roja îro jî kêm-zêde ziman û çanda xwe ya netewî parastine. Siyaseta dewletê li ser xêza yekdestkirina çand û ziman ku tev bi Farsî biaxivin. Di warê mezheb de Kurdên dûrketî ji Kurdistanê tev bûne Şîie û zimanê wan jî bandora zimanên weke farsî li ser xuyaye.

Li dervayî Rojhilatê Kurdistanê cihê ku mirov bikare bêje Kurmanc li wir xwedî hejmareke mezin in, Kurdên bakurê wilayeta Xûrasanê ne ku li bajar û herêmên weke: Qûçan( êla Hesenlo), Radkan, Mezwec, Bicnord( êla Duwanlo), Aşxane, Cacerm, Faruc, Nîşabûr, Şêrwan( êla Îzanlo), Cîrstan, Bacgîran, Dergez, Çinaran, Isferayin û Kelat(Kelata Nadirî) dijîn. Hejmareke zêde jî Kurdan li bajarê Meşhed yanî navenda wilayetê dijîn ku niha bi sê wilayetên ji hev cuda ve hatiye parvekirin. Li van herêman Kurd xwedî cih û warekî xwe yê diyar in û bi wateyeke din xwedî ax in. Ji van herêman tevan re Kurd bixwe dibêjin:” Kurdistana Xorasanê” ku hinek gerîdokên biyanî jî navekî wiha di bîranînên xwe de destnîşan kirine.

Pirraniya Kurdên koçberkirî li gor belgenameyên dîrokî ji rojavayê Îranê anku Rojhilatê Kurdistanê çûne. Hinek jî di çaxê rikebertiya du impratorên Sefewî û Osmanî de ji bakurê Kurdistanê ber bi Îranê ve reviyane ku sedema sereke jî mezheb bûye. Bi taybetî jî di pirtûka bi navê “ nameyê Alemarayê Nadirî” de gelek li ser rewşa jiyana Kurdan û sedemên koçberkirina wan disekine.

Dîroknivîsên Îranî sedema koçberkirina Kurdan bo bakurê Îranê parastina sînorên wilayeta Xorasanê ji êrişên Ûzbek, Turkmen û Efxaniyan binav dikin. Ev kar bi tedbîra şah Ebasê Kebîr(Sefewî) bûye. Bextreşiya Kurdan di vir de ye ku ew wek sipera belayê hatine bikaranîn. Xîrtekêşî û şervaniya wan bûye sedem ku wek amrazekî şerkirinê li dijî dijber û neyarên padişahên Îranê ên nalayêq bên bikaranîn. Di çaxekî wiha de ew wek Ariyên herî esîl, parêzvanên sînor û serxwebûna Îranê, Îraniyên herî esîl, mêvanperwer û orjînal hatine binavkirin, lê dema ku daxwaza biçûktirîn mafê xwe yên netewî-civakî an jî siyasî kirin bi giranî hatine serkûtkirin û fermana wan rakirine. Li ser van daxwazên Kurdan yên rewa Îraniyan gelek cara tevkujî li dijî Kurdan encam dane. Şahekî Îranî ji Xoy û Urmiyê Kurdan koçberî Xorasanê dike, şahê piştî wî jî tê û Kurdan careke din ji Xorasanê ber bi Talişê ve dişîne ku sedan kîlometro ji hev dûrin! Terajêdî li pey terajêdiyê para Kurda bûye.

Rewşa ziman di çaxê serhildana Simkoyê Şikak de

Tevî ku di nava Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de dîrok û çand piranî bi şêweya devkî an jî şifahî bûye, lê hewldanên mezin çêbûne ku bi awayê nivîsikî jî hinek pêngav bên hilanîn. Pêwîst jî bû ku zimanê kurdî tenê di kilasîkan da sinordar nemîne û tenê zimanê folklor û stranên dengbêjiyê nebe. Siyasetmedar û rewşenbîrên mîna Simkoyê Şikak(1887–1930) û Ebdulrezaq Bedirxan zû bi vê kêmasiyê hesiyabûn.

Di du qonaxên dîroka Kurdên RojhilatêKurdistanê de ji bo geşkirina wêje û zimanê kurdî pêngavên mezin hatine avêtin:

  1. Çaxê serhildan û desthilatdariya Simkoyê Şikak
  2. Çaxê komara Kurdistan ya di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed da.

Xaleke girîng ji karên rewşenbîrî û kulturî ku Simko di çaxê desthilatdariya xwe ya li bajarê Urmiyê dan meşandin, weşandina rojname û vekirina xwendingehane. Yekemîn car di dîroka Rojhilatê Kurdistanê de Simko ket wê fikirê ku di warê ragihandinê de jî pêngavek bê avêtin. Sala 1912`an li bajarê Xoy Ebdulrezaq Bedirxan bi piştgîriya siyasî û diravî ya Simkoyê Şikak kovarek mehane bi navê (Kurdistan) weşand. Her wiha di 23.10.1913 de yekemîn xwendingeha Kurdî li bajarê Xoyê bi piştgîriya serokê Kurd Simkoyê Şikak û Ebdulrezaq Bedirxan hat damezrandin.

Ev du karên han kîna desthilatdarên Îranê ya demê li dijî Kurdan gelek bilind kiriye.

Salên piştî şerê cîhanî yê yekemîn yanî ji sala 1919`an heya têkçûna şoreşê, rojnameya bi navê (Roja Kurd) û piştre tenê bi navê (Kurd) ku organa fermiyeta desthilata Simko bûye, hatiye weşandin. (Roja Kurd) an jî (Kurd) rojnameyek heftane bûye. Sernivîsê wê nemir Mela Mihemedê Turcanîzade bû ku karê amadekirina rojnamê di weşanxana Xêyret de li bajarê Urmiyê dimeşandin. Her wiha Simko ji bo agehdariya ji rewşa siyasî û leşkeriyê hemû herêmên di bin desthilatdariya xwe de ji telefonê mifa standiye. Bi vî awayî pêwendiya hemû fermandarên eniyên şer bi kela Çariyê re hebûye ku Simko li wir dima.

Beriya ku Simko bi awayekî berfireh dest bi şer û şoreşa li dijî dewleta navendiya Îranê bike, bi hevkariya Ebdulrezaq Bedirxan û çend giregirên din yên Kurd komelek bi navê (Gîhandanî anku pêgehandin ) li bajarê Xoy damezrandibûn ku komelek rewşenbîrî bû û bêtir xebatên çandî û rewşendîrî dimeşandin.

Serdema komara Kurdistan yanî sala 1946`an serdema herî zêrîn û geş a ji pêşketina çand û wêjeya Kurdan re bûye, lê di weşanên wê serdemê de bihayek zêde nedane zaravayê Kurmancî. Hemû kovar û rojname bi zaravayê Soranî hatine weşandin. Tenê di romana “Pêşmerge“ ya nemir Rehîm Qazî de rûpelek bi zaravayê Kurmancî ye ku şervanên Şikak têda bi hev re diaxivin. Kesên rewşenbîr û siyasetmedar yên weke Qazî Mihemed jî bihayekî giran dane pend û şîretên hezretê Ehmedê Xanî. “Mem û Zîn “ yek ji wan kitaban bûye ku di pirtûkxaneya pêşewa de xwedî bihayekî giran bûye.

Li vir girîng e bêjim ku: Heya berî çend salan dîroka çîroka kurdî di sala 1913`an de û di çîroka Fûad Temo de asê mabû, lê piştî lêkolîneke berfireh niha em tev dizanin ku yekemîn çîroknivîsê Kurdan Mela Mehmûdê Bayezîdî(1799- 1867) bûye ku pirtûka bi navê “ Adetên Kurdan” nivîsandiye. Êca dibe ku li herêma Kirmancnişîn a Rojhilatê Kurdistanê jî hinek kes hebin ku beriya serdema Simko û kesên din dest bi kar û xebata nivîsandina berhemên Kurmancî kiribin, lê heya niha lêkolînek li ser vê çendê nehatiye kirin. Çimkî kesayetiyên weke Hisameddîn Hesen Çelebî yê Kurd ku yek ji xwendevanên herî navdar yê Mewlana Celaleddînê Romî bû, Hesret, Şêx Ebubekir Zînharanî jî ji Kurdên Urmiyê bûne, lê nayê zanîn ka vana bi zimanê kurdî tiştek nivîsandine an na!.

Rojnama Kurd a serdema Simko bi du zimanên kurdî û farsî xwedî gotarên cur bi cur bûye û xala balkêş jî ew bûye ku nivîsên di rûpelên rojnamê de bi her du zaravayên Kurmancî û Soranî hatine belavkirin.

Li pey têkçûna komarê

Piştî têkçûna komara Kurdistan dîktatoriya Pehlewî izin û derfet nedidan ku ji xeynî farsî bi çi zimanekî din rojname û kovar bêne weşandin. Dorpêçeke hemû alî di warê aborî, siyasî û civakî xistine ser Kurdistanê. Zextên isyasî sal ji salê zêdetir lêhatin. Asîmîlasiyon bi şêweya Kemalîstan li R. Kurdistanê jî berdewam bû. Bi taybetî jî li Kirmaşan û Sine êdî Kurd bi hemû taybetmendiyên xwe yên çandî-civakî ber bi helandinê ve diçûn.

Mumkine hûn bawer nekin lê siyaseta Tirka ya li dijî zimanê kurdî û bi taybetî jî ya li hemberî geşkirina zaravayê Kurmancî li Îranê jî hebû. Hingî zulmeke duqat li ser serê Kurdên herêmê hebû û hîna jî ew siyaseta rasîstî heye. Sedem jî ewe ku du herêmên Urmiye û Mûkriyan ji kevin de cihê serhildanên siyasî bûne ku bandora xwe ya yekrast li ser Kurdên Bakurê Kurdistanê jî hebûye.

Rewşa Kurdan Piştî Sala 1979`an

Ji bihara sala 1984`an dema ku mamosta Hêmin Mûkriyan( 1921-1986) li bajarê Urmiyê dest bi weşandina kovara wêjeyî-çandî ya bi navê Sirwe kir, dehan nivîskarên Kurd li dora wî kom bûn. Kovara Sirwe bû pêngaveke destpêkê ji bo geşbûna zimanê kurdî. Gelek kes bi rêya wê kovarê hînî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bûn. Bi taybetî jî ciwanên Kurd bi hêzeke mezin kovara Sirwe dixwendin û jê re babetên çandî, civakî û dîrokî dişandin. Wan salan nivîskarên weke Celaledîn Nizamî, Sertîp Mensûrî, Seyîd Elewî û Kafî Elewî jî dest bi nivîsandina babetên xwe bi zaravayê Kurmancî tê de kirin. Elbete ev kar bi hewil û têkoşana mamosta Celaledîn Nizamî hingî gihîşt encamê ku wî nameyek tejî gilî û gazinde(li jêr navê: Gile û Gazindey Xomalî ) ji mamosta Hêmin re şand û behsa rewşa zaravayê Kurmancî jê re kiribû. Name di hejmara 5`an ya kovara Sirwe de hat weşandin û ji hejmara 6`an û pêda beşeke Sirwe bo zaravayê Kurmancî jî hate diyarkirin. Heya hingî hinek rewşenbîr û nivîskarên me li Rojhilat wisa dizanîn ku zimanê nivîsandin, edebî û fermî tenê zaravayê Soranî ye!. Piştî wê nameyê berpirsên weşanxana Selahedîn Eyyûbî bihayek zêdetir dan zaravayê Kurmancî û rûpelên kovara Sirwe zêdetir kirin.

Kovara Sirwe ji hejmara 8`ê û pêde de cihekî taybetî ji babetên bi zaravayê Kurmancî re veqetandin ku rûpelên kovarê yên dawiyê bûn. Ji hejmara 94`an û pêda kovara Sirwe êdî berhemên Kurmancî bi tîpên latînî diweşandin. Dawiya sala 2002`an Kafî Elewî û Celaledîn Nizamî du jimarên taybetî yên kovara Sirwe bi zaravayê Kurmancî û tîpên Latîn weşandin ku desteya nivîskarên wan du hejmaran: Ezîz Nêimetî, Hesen Şûcayî, Izzet Moqtedir û Mihemed Sefayî bûn. Piştî wan du hejmaran êdî kovara Sirwe nivîsên bi zarava Kurmancî neweşandin!.

Li ser daxwaza kesên mîna nemir Hêmin Mûkriyanî û rêzdar Ehmed Qazî di wê kovara tije babetên dewlemend de bihayekî giran ji beytên Kurdî, çîrok û destnivîsên Kurdî re dihate dayîn. Mamosta Hêmin bi bîr û ramanên xwe kesekî Kurdistanî, dûrbîn û evîndarê azadiya Kurd û Kurdistanê bû.

Di destpêka şoreşa gelên Îranê de li Tehranê kovareke demsalî bi navê “Girşey Kurdistan 1981” ji aliyê mamosta Mihemed Salih Îbrahîmî(Şepûl) ve dihat weşandin ku cara yekê nivîskar Celaledîn Nizamî bi zaravayê Kurmancî tê de berhem belav kirin. Pişt re di kovarên: Amanc(Tehran – 1982, Awêne( Tehran – 1985 weşana teblixata îslamî)(1) û kovara Kurdistan organa Enstîtûya Kurdî li Tehran – 2001 jî berhem belav kirine.

Kovarên navborî tevî ku bi piştgîriya dewleta Îranê ve dihatine weşandin jî, lê rolekî baş di geşkirina çanda kurdî de lîstin.

Di çaxê şerê Îran û Iraq(1980-1988) de komara îslamî bi merema bêdengkirina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û bêbandorhiştina rêxistinên siyasî di nava civakê de, hink azadiyên sînordar dabûn Kurdan. Wan xwestin teqlîda Baasîyên Iraqê bikin, lê li pey bidawî hatina şer hemû kovarên navborî an hatine yasaxkirin an jî budceya pêwîst ji aliyê dewletê ve nehate dayîn. Neçar ew kovar yek bi yek ji weşanê sekinîn. TV û radioyên ku bi kurdî bernameyên çend saetî hebûn hêdî-hêdî hatin girtin.

Elbete gotina vê xalê jî girîng û pêwîst e ku axafitin û nivîsandin bi zaravayên kurdî (Kurmancî, Soranî û hwd) ger serbest jî be, kêm kesên Kurd hene ku li ser dewlemendiya wê lêkolîn an jî bixebitin. Dewlet jî bi çi awayan piştgîriyê nade karekî wiha. Mînak: Çend sale ku çend rewşenbîr dixwazin êmtiyaza rojnamekê bi navê Rojda bi zaravayê Kurmancî li bajarê Urmiyê ji dewletê bistînin, lê hê jî izina karekî wiha nedane wan.

Bi pêşketina doza Kurd li sê perçên din re hêza ji nasname û taybetmendiyên din ên netewî jî di nava Kurdên li nava sînorên Îranê de zêdetir bûye.

Ji sala 2003`an heya niha ji aliyê çend ciwanên Kurd ve kursên hînkirina zimanê kurdî li Urmiyê û çend bajarên din yên R. Kurdistanê hatine damezrandin, lê hertim di bin kontrola îstixbarata dewletê de ne û nikarin an jî newêrin karekî esasî bikin. Li çend gundan jî kesên weke Bêhzad Simko karekî wiha birêve dibir ku dawî neçar ma ji destê itlaata Îranê birevê Başûrê Kurdistanê.

Radioyên kurdî

Ji sala 1969`an û pêda li bajarê Urmiyê, Tehran û Kirmaşanê radio xwedî bernamên bi zaravayên Soranî û Kurmancî jî bûne, lê dema wê di navbera nîv heya du saetan de hatiye guherandin. Niha jî radio û kanala Seher TV bernamên bi zaravayên Soranî û Kurmancî hene lê çaxê wan kêm e.

Gelek malperên kurdî yên weke ajans û Telgramê bi hemû zaravayên kurdî weşanê dikin ku hejmareke mezin in. Karê wan di bin zext û kontroleke bêdawî de ye, lê çîna rewşenbîr bi îsrar dixwazin nivîs û pirtûkên xwe bi zimanê kurdî belav dikin.

Malperên înternetî yên weke www.urmiye.com  an ji www.urmiye.org  jî ji ber bêîmkanî û sansorê nekarîn karê xwe berdewam bikin. Li Îranê siyaseta sansorê nahêle ku kes van sîteyên înternetê ku carna li Ewropa dest bi xebatên xwe dikin, bibîne.

Dema ku Xatemî hat ser kar û desthilatdarî ket destê reformxwazan, li gelek zanîngehên Îranê kovar û mehname derketin. Li kêleka zaravayê Soranî wan kovaran carna tiştên bi zarava Kurmancî jî diweşndin. Ew germahî êdî bi hatina dewletên Ehmedînejad û Ruhanî re sal bi sal kêmtir bûye.

Yekemîn pirtûka ku bi zaravayê Kurmancî li Rojhilatê Kurdistanê hat weşandin sala 1980`an Mewlodnameya Bateyî û pişt re jî “Şirove an jî vejandina Mem û Zîna Ehmedê Xanî” bû ku li ser pêşniyara mamosta C. Nizamî Perwîz Cihanî ji Mela Hemîdê Makuyî standibû û li ser navê xwe belav kir. Herwiha dîwana helbestên Celaledîn Nizamî û çendîn berhemên din jî hatine weşandin.

Rewşa çand û zimanê kurdî di nava Kurdên Xorasanê

Di van salên dawiyê da Kurdên Kurdistana Xorasanê bêtir ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dixebitin ku êdî di xwendingehan de zarokên wan bi zimanê kurdî bixwînin da ku bi vê re adet û orf, çand û huner û ji her tiştekî girîngtir zimanê xwe yê zikmakî biparêzên.

Ew hez û evîna ku ji zimanê kurdî re li Kurdistanê heye di nava Kurdên Xorasanê de jî tê dîtin. Siyaseta asîmîlasiyonê li wir jî bandora xwe hebûye û hinek kes di parastina ziman û wêjeya xwe de zêde bi îsrar nînin. Hewramî jî li ser dewlemendiya zaravayê xwe bi îsrar in. Niha bi wê gavê re gelek bername di Stêrk TV, Aryen û Newroz TV de hatine belavkirin û têne weşandin.

Kurdên Xorasan ji kevin de hinekî li dijî çîna axa û began in, ji ber wê jî bîr û ramanên wan hinek çep û heya radeyekê jî alîgirê reformxwazan in. Hejmara Kurdên Xorasanê zêde nediyar e lê bi texmîn zêdetir ji du milyon kesan e. Kurd li cihwarê jiyana xwe wisa bi adet û orfên xwe ve girêdayî ne ku etnîkên weke Tirk, Tat, Turkmen û Farsên wir jî di dewat û minasibetên xwe de ji reqs(dîlan), muzîk, stran û dewata Kurmanca mifayê distînin. Di vir de rolê hunermendên Kurd di parastina ziman de pir baş eşkere dibe.

Karê piraniya xelkê wir çandinî û cotyarî ye. Ev jî vedigere ser dewlemendiya axa wir. Piraniya xelkê jî li gunda dijîn û ev jî bûye sedem ku ziman û çanda Kurdan heya niha zindî bimîne. Dewleta Îranê zêde piştgîriyê nade çîna cotyaran, ji ber wê jî standarda jiyanê li wira di pileya xwe ya herî jêr da ye û di roja îro de jiyana Kurdên wir bi zehmetî derbas dibe. Elbete siyaseteke wiha li hemû Kurdistanê tê birêvebirin.

Xala balkêş derheqa ciwanên Kurd li Xorasanê ewe ku hejmareke zêde ji wan mijûlî xwendinê ne. Ev di rewşekê de ye ku dewlet bihayekî giran nade kesên ku xwendina bilind bidawî tînin ku karekî ji wan re peyda bike. Lê bi vê re dîsa jî ciwanên Kurd piranî xwendina xwe ya bilind jî bidawî tînin. Niha ji 4 sal berê û pêda li bajarê Qoçan kovareke bi navê “Kurmanc” ji aliyê “moesisêyê Kurmanc” ve tê weşandin ku gelek cara jî nahêlin bigihêj  destê xelkê an jî çapa wê yasax dikin. Ew kovar demeke ku nayê weşandin.

Di roja îro de ji hemû bajar û herêman zêdetir Kurdên bajarê Şêrwan ber bi pirsgirêka kurdî tên û hisên(hestên) wan yên netewî gelek bihêzin.

Hestên netewî di nava Kurdên Xorasanê de bihêze û bi taybetî jî piştî TVyên satalît, Kurdên wir bêtir ji berê li taybetmendiyên xwe yên netewî xwedî derdikevin. Rewşenbîrên Kurd li wir dixwestin ku kovarekê bi navê “Şomalê Şerq-Bakurê rojhilat” biweşînin, lê di karekî de jî dewletê ewqas astengî çêkirin ku biser neketin.

Radio bi zarava Kurmancî jî li bajarê Meşhedê heye, lê niha dema weşana wê ji saetekê kirine nîv saet ku ev jî ji bereketa komara îslamî tê!!. Ji nava nivîskarên wir mamosta Kelîmulah Tewehudî û Elîriza Spahî ji hemûya naskirîtirin. Kelîmulah li gundê Oxazî yê ser bi bajarê Şêrwan hatiye dinê. Ew nivîskareke ku riheke nû da canê nivîmirî û ji bîrçûyî yê Kurmancên Xorasanê. Ger îro em şahidê çalakiyên zêde li bajarên Şêrwan, Qoçan, Bicnord, Kelat û deverên din yên Kurdistana Xurasanê ne, teva bandora xwe ji kar û xebatên wan camêran standine.

Dawî û encam: Tiştekî eşkera ye ku giringiya zimanê dayikê di perwerde û bilindkirina şexsiyeta mirovên civakê de ji aliyê hemû zaniyarên sosyolog ve hatiye destnîşankirin. Rêxistinên navnetewî sala 2008`an wek sala ziman binav kirin û 21`ê meha du a zayînî wek “Roja cihaniya zimanê dayikê“ hatiye binavkirin. Lê siyaseta dewleta navendiya Îranê durist berevajî vê hereketê bûye û hertim xebitîne ku hemû ziman ji xeynî zimanê farsî şîn û geş nebin. Herçend di benda 16 a yasaya bingehîn a welat da îsrarê li ser xwendina zimanên din yên di coxrafiya Îranê da jî dikin, lê di piraktîkê de heya niha tu kerek nehatiye kirin.

Ziman û bi giştî taybetmendiyên ku nasnama netewekê pêk tînin cewherekî cudanebûyî ji kerameta insanane. Îran çi buhayekê nade pirs û zimanê Kurdan.

Di roja îro de rewşa siyasî ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê pir xerab e. Bi hevnegirtina partiyên siyasî ew bandora aliyê Kurd di çavê raya giştî de nayê hiss kirin. Îdam û îşkenceya çalakvanên Kurd yên sivîl berdewam û ji hêleke din jî kuştina kolberan bêrawestan berdewam e. Di nava muzayîka gelên Îranê de îro Kurd bi çalakiyên xwe yên siyasî serkêşên xebateke tejî astengî li dijî rejîma Îranê ya îro ne. Îdama kesên mîna mamosta Ferzad Kemanger, Şirîn Elemholî û hevalên din vê rastiyê ji me re îspat dikin ku komara îslamî li dijî dayîna hemû mafên siyasî-civakî ji Kurdan re ye.

(1). Berpirsê wê Mihemed Homayun Kemanger bû.

Bersiva çend pirsên ku pirr têne kirin:

– Beriya van erîşên dawî rewşa Kurdên li Rojhilat, xwestekên wan û zextên Iranê yên li ser Kurdan çibûn?

Bersiv: Xwestêkên Kurdan li Îranê yekdest nebûne. Çimkî daxwazên siyasî ji hêla partiyên siyasî ve hatine diyarkirin. Lê di van salên dawiyê de piştî geşbûna agirê şoreşa Bakurê Kurdistanê û çêbûna hikumeta nîvserbixwe li Başûrê Kurdistanê, daxwazên Kurdên Rojhilat jî ji çarçovê otonomî derketine û daxwaza “sîstema federal û konfederal” jî tê kirin. Bi kurtî Kurd li wir jî dixwazin xwedî statûyeke xwe ya serbixwe û azad bin.

– Rola PJAK`ê çiye? Beriya niha KDP-Iran û Komele hebûn, niha tune ne?! Sedem çi ne? PJAK çi pêşkêşî gel dike?

Bersiv: PJAK hêzeke ciwan, xwedî îde û xwestekên nû ye. Di wan mercên dijwar de ku KDP û Komelê êdî nedikarîn heta li Başûrê Kurdistanê jî nefeseke rihet bikişînin, sala 2004`an PJAK hate damezirandin. Bi hatina PJAK`ê re êdî pêvajoyeke nû ya siyasî li Rojhilatê Kurdistanê destpê kir. Heya hingî itlaata Îranê dikarî li Koyê, Kerkûk, Silêmaniyê û heta Bexdayê jî pêşmerge û kadroyên KDP.Îran û Komelê teror bike. Di wan salên reş de zêdetir ji 600 endam, alîgir û kadroyên wan partiyên siyasî li Başûr hatine teror û windakirin. Yanî Kurd ne tenê li Rojhilatl belkî li dervayî sînorên wir jî bi şêweyên hovane dihatine serkût û terorkirin. Lê çêbûna PJAK`ê ew atmosferê tirsê di nava xelkê de şikand. Gel bû xwedî cesaret, îrade û hêzeke nû.

Niha jî PDK.Îran û Komele di qada xebatê da hene, lê tenê di warê ragihandinê de hinek çalakiyên wan hene û bes. Di rewşeke wiha de PJAK bi şerê çekdarî re jiyana siyasî jî derbasî qonaxeke din kir. Sedemên vê bêaktîvîtebûna komelê û KDP`ê zexta Amerîka, YNK û KDP.Iraqê bûn ku nedixwestin Îran li dijî desthilatdariya wan şer û dijayetiyê bike. Bi vê siyasetê re ew di kampên penaberiyê de hatine îzolekirin. Ev rewş bû sedem ku nerazîbûn di nava kadro, alîgir û gelek endamên wan de çêbibe û di encamê de bûne çend parçe. Yanî mirov dikare bêje êdî ew li ber tesfiyebûnê ne. Ji sala 2003`an û pê de ku li Iraqê rejîma Baasî têkçû, du partiyên PDK.Îran û Komele li bendê bûn ku bi hevkariya Amerîka rejîma Îranê  têk biçe. Hingî ew jî yê mîna partiyên Başûrê Kurdistanê li Rojhilat desthilatdariyê bigirine destê xwe. Lê mixabin ev xeyal hêşta jî cî bi cî nebûye. Wek Kurd dibêjin:” hîvîya li dera, xweliya li sera”.

Şerê çekdarî ku berî çend salan di bin serokatiya PJAK`ê da çêbû, HDK û Komele xistine nava kirîzeke giran. Çimkî gel tev li dijî rejîma îslamî ye û tenê bi propagandekirinê jî bersiva xwestekên gel nayê dayîn. Lê hingî PJAK heya radeyekê bû bersiva van daxwazên gel.

– Siyaseta asimlasyonê ya Îranê li dijî Kurda di kijan astê de ye?

Siyaseta asîmîlasoyên bêtir di warê olî(mezheb) de heye. Ji kevin de bi (taybetî jî di serdema Sefewîyan de)desthilatdarên Îranî dixwazin ku tenê yek mezheb li hemû Îranê hebe ku ew jî şîitî ye. Lê Kurd, Belûç û hinek jî Ereban li dijî vê daxwazê sekinîne. Di çaxê selteneta Mihemed Riza Pehlewî de li Kirmaşan, Îlam û Sine xebatên mezin ji bo hellkirina(çareserkirina ) tabetmendiyên çandî û zimanê kurdî hatin kirin, lê bi şoreşa gelên Îranê (1979) re ew pilan tev vala derketin. Li bakurê Rojhilatê Kurdistanê jî li pey têkçûna serhildana Simkoyê Şikak, Komara Kurdistan(1946) û şikesta KDP.Iran bêtir di warê lawzakirina jiyana Kurdan ya sosyal û bihêzkirina hejariya ferhengî de siyaseta Îraniyan bi bandor bûye, lê wan heya roja îro jî qet nekarîne agirê şoreş û rihê Kurdîniyê li van herêman vemirînin.

Şoreşa Bakurê Kurdistanê, çêbûna MedTV(1995), berxwedana Kobanê, êrişa DAIŞ`ê li ser Şingal û statûya ku ji salên 1990`an û pê de li Başûrê Kurdistanê û piştre jî ji sala 2012`an li Rojava çêbûye ew faktorin ku bûn sedema vala derketina siyaseta asîmîlasiyonê li Rojhilatê Kurdistanê.

– Rewş û rola jina Kurd li Rojhilatê Kurdistanê çi ye? Tekiliyên wê yên bi malbat û dewletê re çawa ne?

Ji aliyê xwe yê kulturî ve rewşa jinê li Rojhilat ji ya parên din yên Kurdistanê zêde cuda nîne, lê di qada siyasî û civakî de ne tenê azadî ji jinê re nîne, belkî di warê azadiyên şexsî de jî jin him tê tehqîrkirin û him jî tê serkût an jî tepeserkirin. Li wilayeta Îlamê xweşewitandina jina li hemû Îranê dikeve dereca yekê. Lê di warê xwendinê de ji deh salan û şûnda hejmara keça ji ya xorta zêdetir bûye. Ev jî ji wan zextan tê ku rayedarên komara îslamî li dijî jinê bikar tînin û reaksyona keçên Kurd jî wiha bûye ku dikarin tenê bi rêya xwendinê liyaqeta xwe îspat bikin an jî bi awayekî rihettir derkevin nava jiyana civakê. Ev zext û zorî kêm-zêde li hemû Îranê hene. Mesela berevajî mêra jin nikarin strana bêjin û karekî wiha li gor zagonên îslamî herame.

Li Îranê heq û mafên mêra ji yên jinan zêdetirin. Mîrasê ji bav dimîne ji keç û xort re bi qasî hev nayê dayîn. Mafê keçê yek û mafê kur jî duqate. Di malbatê de jî di hemû waran da mêrsalarî heye.

– Siyaseta tevizandina civakê (bi reya madeyên bêhişker, narkotîkê) çiqas bi bandor bûye?

Salên berê Kurdistan di warê bikar neanîna narkotîk û tiştên wiha de ji herêmên din yên Îranê baştir bû. Lê li pey hatina komara îslamî ev rewş hate guherandin. Bi merema ji holêrakirina bîr û ramanên Kurdîniyê û derxistina evîna Kurd û Kurdistanê ji cewherê civakê, îtlaata Îranê bi awayekî eşkere û bi rêya hinek Kurdên xayîn dest bi belavkirina madên bêhoşker di nava Kurdan de kir. Bi tayebtî jî ji bo felckirina mejiyê çîna ciwan ew bûn amanca yekemîn. Budceyeke mezin xerc kirin ku wan ji ramanên siyasî û doza Kurdistanê dûr bêxin. Mixabin di karekî wiha de heya radeyekê jî biser ket, lê di van du salên dawiyê da rewş hinek baştir bûye. Yanî bi rêya masmediya Kurdan hinekî gel şiyartir bûye. Bi taybetî jî ciwanên Kurd demeke ku bi armancên siyaseta çewta rayedarên komar îslamî hesiyane û gelek ji wana jî berê xwe dane çiyayên Kurdistanê.

– Komele û KDP(bi her du balên xwe ve) çima li dijî PJAKê antîpropagandeyan dikin?

KDP xwedî kar û xebateke gelek dîrokî ye lê wan di serdema pêşkeftin û teknoljiya modern de mîrasê ku Pêşewa Qazî pêşkêşî doza siyasî a Kurd kiribû kirin du par. Komara Kurdistan wan damezrandin. Diviyabû îro wek pêşeng li pêşiya bizavên din yên Rojhilatê Kurdistanê hereket bikira. Dema KDP`ê komar pêk anî ji çar parên Kurdistanê endam têda hebûn. Sînor bo lîderekî mîna pêşewa Qazî bêwate û hurmeta wan sînoran di çavê rayedarên komarê de hîç bû. Heyf û mixabin ku piştî 65 salan peyrewên rêbaza pêşewa Qazî îtrafê bi sînorên destçêkirî dikin. Ew bi sedema ku PJAK ji hêla PKK`ê ve hatiye durist kirin, hebûna PJAK`ê (wek partiyeke Rojhilatê Kurdistanê) napejirînin, lê ez jî ji wan dipirsim:“ ma PJAK ji esmana hatiye xwarê? Ma PKK ji Afrîka hatiye û li Kurdistanê dawa mafê Kurdan dike?!! Ger PJAK ji PKKê destûrê distîne, tiştekî normale, çimkî hûn jî bi dehan sala ye ji PDK.Iraq û YNK`ê destûrê distînin. Wan ji hêlekê bo berjewendiyên xwe yên aborî-siyasî û ji hêla din jî ji bo xwatirê komara islamî hûn di kampên penaberiyê de îzolekirin û gehandin vê rewşa îro. Gelo niha hisabê vê yekê kî dide? Elbete li hemû cihanê partî hevkariya hev dikin, ev jî tiştekî normale. Êca ji me Kurdan re karekî wiha sed cara ferztire û qebahet nîne.“

Ji hêla din jî Komele û KDP carna li ser hevdîtinên PKK û Îranê an jî PJAK û Îranê antîpropagandeyên berfireh dikin. Di cihana siyasetê de ev jî normale, ma nemir Dr. Qasimlo jî di halê şer de hevdîtin bi rayedarên komara îslamî re an jî bi Baasîyan re pêk neanîn? Nemir Mistefa Barzanî di dema xwe de bi rayedarên Baasî re hevdîtin pêk neanîn?!! Ma PKK ji salên 1990`an û pê da bi rêya diyalogê nexwestiye bi rayedarên Tirk re pirsgirêka Kurd çareser bikin? Ev hevdîtin bi meremên çê hatine kirin û ev nayê wateya teslîmîyet an jî xwespariya wan.

Mixabin niha di medya wan du rêxistina de tê dîtin ku li cihê navê PJAK`ê peyva” komeke çekdar û …” tê bikar anîn, lê cihê sosretê ye ku dijminê hemû partiyên siyasî (yanî Îran) bi berdewamî di medya xwe da navê PJAKê tîne. Antîpropagandeyên wiha ji hêla KDP û Komelê derdekî derman nakin, çimkî niha her tişt eşkere bûye. Tiştekî pişt perda jî nemaye ku mirov îşare pê bike.

Li gor min ew rêxistin wiha biser nakevin û yê rojekê ji vê siyaseta xwe paşekêşiyê bikin. Ez aqibeta vê siyasetê baş nabînim.

Hinek belgeyên nihînî hene ku ketine destê kadroyên hizbên Kurdan. Du ji wan belgeyan bi rêya kadroyekî KDPê ketine destê min jî. Ew belge gelek rastiyên pakbûna PJAKê îspat dikin. Ger birêveberên KDP û Komelê baş û bi dîqet wan belgeyên nihînî bixwînin, êdî qet nebe wijdana wan yê îcazê nede ku ewqas li dijî PJAKê şerê mediyayê bikin.

 

Jêder û çavkanî:

  1. Pirtûka Kurdistan û Kurd / Dr. Qasimlo
  2. Hevpeyvîn bi nivîskarên Kurd: Kelîmulah Tewehûdî, Mihemed Salih Îbrahîmî(Şepûl), nemir Hesen Selah Soran re
  3. Hevpeyvîn bi nivîskar û helbestvan Celaledîn Nizamî re
  4. Kovara Sirwe, Awêne û Girşey Kurdistan
  5. Nivîseke mamosta Nasir Rezazî li ser erdnigariya rojhelatê Kurdistanê.
  6. Rojnamey Kurdistan 1946 (organa hizbî demokratî Kurdistan)
  7. Romana Pêşmerge / Nemir Rehîm Qazî