Tirkiya û stratejiya têkbirina xewna “Sûriyaya demokratîk a piçûk!”

By Tariq Hemo

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyayê Hakan Fîdan ast û tirsa dijminahiya welatê xwe ji Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi gotina “Em ê her tiştê binerd û sererd wêran bikin” anî ziman. Fîdan bi vî awayî, zemîna “dîplomasî” ya êrîşên hewayî yên destnîşankirî ku di cotmeh û kanûna 2023yan û çileya 2024an de pêk anî, amade kir. Di encama van êrîşan de, dewleta Tirkiyayê binesaziya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê hedef girt û çavkaniyên av, enerjî, nexweşxane û kargeh xerab kirin û ji xizmetê derxistin. Bi vê yekê re jî, dewleta Tirkiyayê jiyana sivîlan veguhest dojeh û aloziyê û  berê welatiyan da koçberî û penaberiyê. Beriya van êrîşan, bi sedan êrîş û operasyonên leşkerî yên Tirkiyayê (yekser an jî bi rêya wekîlan) pêk hatin û hebûn û desthilatdariya Rêveberiya Xweser kirin armanca xwe. Her wiha, di encama van operasyonan de, dewleta Tirkiyayê bi xwe spartina hêza dagîrker a artêşa xwe û hovîtî û amûrên xwe yên teror ên milîsên opozîsyona Sûriyayê yên çekdar, wêrankirin, koçberkirin û dagîrkirina bicihkirane pêk anî.

Nêrînên Tirkiyayê derbarê rewşa Sûriyayê de ji destpêka xwepêşandanên di buhara 2011an de, ew bû ku divê rejîmeke navendî ya hevgirtî hebê ku çi rengên rêveberiyên xwe û diyardeyên pirrengiya etnîkî, qebûl nake. Di heman demê de, Enqera ji bo tu guhartin li Sûriyayê ji bilî tiştên ku ew dibîne “bingehîn” in, bi israr e. Di vê çarçoveyê de, Tirkiyayê bi awayekî yekser û leşkerî destwerdan kir û herêm dagîr kirin û komên çekdar ava kirin, da ku nêrîna xwe feriz bike. Bi vê yekê re jî, dewleta Tirkiyayê serweriya dewleta Sûriyayê binpê kir û îradeya gelê sûriyaî yê ku derket kolan û qadan û daxwaza azadî, demokrasî, dewleta qanûn û saziyan kir, xist bin serweriya xwe.

Ji destpêka aloziyê li Sûriyayê, Tirkiyayê dixwast ku di aloziyê de cihê wê hebe û di her pêşketin û guhartinên di rewşa Sûriyayê de, bibandor be. Her wiha, têkiliya Enqerayê bi rejîma Sûriyayê re piştî bi dehan salan ji alozî û qutbûnê baş bû û di vê çarçoveyê de, peymana ewlekarî ya bi navê Peymana Edenê ya sala 1998an de hate îmzekirin, ku hemû bendên wê di berjewendiyên dewleta Tirkiyayê de bûn. Bi demê re jî, asta têkiliya rejîma Sûriyayê û Enqerayê baş bû, di vê çarçoveyê de, di şerê Lubnanê yê sala 2006an de Tirkiyayê piştgirî da rejîma Sûriyayê. Her wiha, di avakirina “Bendava Aşitî”yê ya li ser çemê Asî, Tirkiyayê piştgirî da rejîma Sûriyayê. Taybet di aliyê aborî de, têkiliyeke taybet di navbera rejîma Sûriyayê û Enqerayê de hate çêkirin, ku kelûpelên Tirkiyayê hemû bazarên Sûriyayê dagirtin û tiştên niştimanî yên ku li Sûriyayê dihatin çêkirin bêbandor bûn, di encamê de ev yek bû sedema ku gelek kargehên xwecihî werin girtin û rêjeya bêkariyê jî zêde bû. Di sala 2009an de jî, di encama hevkariya di navbera herdu aliyan de, Encûmena Stratejî Sûrî-Tirkî hat damezrandin, da ku wekî hatiye gotin hevgirtina aborî pêk were. Lê di rastiyê de, tu “hevgirtineke aborî” pêk nehat, berovajî wê aboriya Tirkiyayê li ser Sûriyayê serwer bû, ku Enqera ev serwerî veguhest serweriyeke siyasî û bi awayekî eşkere destwerdana dosyayên navxweyî yên Sûriyayê kir.

Bi destpêkirina xwepêşandanên gelêrî di buhara 2011an de û hêzên ewlekarî û artêşa Sûriyayê bi zordarî li ser xwepêşanderên sivîl de çêbûn, hikûmeta Tirkiyayê stratejiyek ji bo rewşa Sûriyayê danî, ji nava wan û ya herî girîng: A yekê; Qedexekirina rejîma Samê ku bi guhartinan rabe û bi vê yekê re jî itîrafê bi nasname û mafên kurdan bi awayekî destûrî qanûnî bike, an jî erêkirina rengek ji rengên Rêveberiya Xweser li herêmên ku piraniya niştecihên wê kurd in. A duyem; Bihêle ku rejîma Şamê erê bike koma Ixwan El-Musilmîn a sûriyayî beşdarî desthilatdariyê bibe û erê bike ku “dabeşkirina desthilatdariyê” bi wê re erê bike. Ji aliyekî din ve jî, di pêvajoya di navbera destpêka buhara 2011an û dawiya havîna 2011an de, wezîrê karê derve yê Tirkiyayê yê wê demê Ehmed Dawud Oglu gelek caran serdana Şamê kir, armanc jê ku pêkanîna rengek ji rengên “çareseriyê” piştî bidawîbûna aloziyê li gorî nêrînên Tirkiyayê. Ev yek jî bi rêya ku rejîma Sûriyayê bihêle ku Koma Ixwan El-Muslimîn beşdarî hikûmetê bibe û hin wezaretan bidin Ixwan El-Muslimîn, her wiha redkirina çeksazkirinê ku welat bi ber rejîmeke nenavendî ve biçe û soz were dayîn ku awa û şeklê dewletê neyê guhartin, ango redkirina destûrekî ku nasname û mafên pêkhateya kurdên Sûriyayê were qebûlkirin. Lê redkirina rejîma Şamê pêşniyazên Tirkiyayê û israrkirina li ser çareseriya ewlekarî/leşkerî di rûbirûna xwepêşandanan de û bi vê yekê re jî diyardeyên çekdarkirinê dest pê kirin û êdî veqetandin ji artêşa rejîma Sûriyayê çêbû û rewş ji bin kontrolê derket. Lewra  Tirkiya ji têkiliya bi  rejîma Sûriyayê re bê hêvî ma,  di encamê de Tirkiya têkiliyên xwe bi rejîma Sûriyayê re qut kir û tîmên xwe yên dîplomatîk ji Sûriyayê vekişandin  û di buhara 2012an de jî, Tirkiyayê baylozxaneya xwe li Şamê girt.

Lewra, êdî Tirkiyayê xwe spart opozîayona Sûriyayê, ku tîma AKPyê dixwest opozîsyona Sûriyayê bikeve destê Koma Ixwan El-Musilmîn. Di vê çarçoveyê de, “Encûmena Niştimanî ya Sûriyayî” li Stenbolê di cotmeha 2011an de hate damezrandin. Her wiha îstixbarata Tirkiyayê jî erka avakirin û endizyarkirina milîsên çekdar ên Sûriyayê di bin navê “Artêşa Sûriyayî ya Azad” girt ser xwe. Armanca îstixbaratên Tirkiyayê ku ku ev komên çekdar êrîşî herêmên kurdan bikin û dagîr bikin û hemû rengên nasnameya kurdî û hewldanên avakirina Rêveberiya Xweser ku bingeha wê di havîna 2012an de li Efrîn, Kobanî û Cizîrê ku piraniya niştecihên wê kurd in hatin danîn piştî derketina hêzên rejîma Sûriyayê ji wan herêman, têk bibe. Piştî ku wan komên çekdar nikarîbû herêmên kurdan dagîr bike û rûbirûyê “YPG”yê hatin ku ew jî hêzeke çekdar e ku hemû pêkhateyên herêmn Bakur û Rojhilatê Sûriyayê digire nava xwe, da ku biyan û teror wan herêman dagîr nekin û ji bo parastina ewlekarî û aşitiya gel û saziyên malûmilkên giştî yên li wan herêman. Lê piştre Tirkiyayê xwe spart cîhadîstan ji gelek koman ên  wekî “Ehrar El-Şam” û Cebhet El-Nusra û “DAIŞ”  û hişt ku hemleyên mezin li dij herêmên kurdan li dar bixin, da ku dagîr bikin û rêveberiya wê hilweşînin û gelê wê bikujin û koçber bikin.

Di wê pêvajoyê de, bi dehan êrîşên komên cîhadîst li dij herêmên kurdan pêk hatin, ku komên çekdar bi rêya axa Tirkiyayê derbas bûn bi çavdêriya îstixbaratên Tirkiyayê. Her wiha, êrîşa rêxistina “DAIŞ”ê ya mezin di îlona 2014an de, lûtkeya çalakiyên cîhadîstan li dij kurdan bûn. Lê tiştê ku li Kobanî pêk hat, berxwedaneke mezin bû û bi bandor bû, ku dengvedan û hevgirtineke navdewletî ya berfireh bi Kobanê re çêbû. Ev yek jî hişt ku cîhan destwerdanê bike û destekdayîna leşkerî bidin şervanên kurdan li Kobanê, yên ku piştî qurbaniyên mezin û berxwedaneke bêhempa bi ser ketin û hişt in “DAIŞ” bi paş de vegere û ji bajar derkeve û piştre şervanên kurdan li peyî “DAIŞ”ê li baregehên wan ket. Ev pêşketin bi rojan û mehan dirêj kir û di hizîrana 2017an de bajarê Reqayê qaşo paytexta rêxistina DAIŞê bû hate rizgarkirin û herî dawî jî di tebaxa 2019an de şervanên HSDyê (hêzeke  leşkerî ya berfireh e ku gelek komên berxwedêr û di serî de YPG  tevlî bûn, piştî serkeftina li dij DAIŞê li Kobanê sala 2015an hate damezrandin) li cihê DAIŞê yê herî dawî li Baxozê tune kir.

Bi avakirina Rêveberiya Xweser re û tevlîbûna herêmên ku ji DAIŞê nû hatine rizgarkirin nava Rêveberiya Xweser, dewleta Tirkiyayê piştî ku siyaseta wê li Sûriyayê têk çû û rewş ji bin kontrola wê derket, xwe di nava çiravekê de dît. Her wiha, xwespartina Enqerayê ya ji milîsên çekdar û cîhadîstan re ku bi wekaletê li şûn wê şer kirin, têk çû. Di heman de têkçûna rêxistina “DAIŞ”ê li Kobanê di 2015an de û pêşketinên din ên girîng ên wekî mayîna rejîma Sûriyayê li ser desthilatdariyê û destwerdana leşkerî ya Rûsyayê di îlona 2015an de û zêdebûna hebûna Îranê ku ji hêzên rejîma Sûriyayê re di şerê li dij çekdarên ku ji Tirkiyayê piştgirî digirin bû hêzeke mezin û vegerandina bajarê Helebê di destpêka sala 2016an de. Beriya wê jî mirov nikare pêşketinên navxweyî yên li Tirkiyayê paşguh bike, ku partiya desthilatdar di hilbijartinên parlamentoyê de piraniya dengan winda kirin û partiya desthilatdar encamên van hilbijartinan îbtal kirin, her wiha pêkanîna hilbijartinên din di mijdara  2015an de, di atmosfêreke terora dewletê ya birêxistinkirî û teqîna xwepêşandanan  û kuştina kurdan, her wiha sextekarî, tevî vê yekê jî AKP bi awayekî nîvî bi ser ket, lewra bi MHPya faşîst re hevalbendî çêkir.  MHP li AKPyê şert kir ku destwerdana leşkerî ya yekser û dagîrkirina artêşa Tirkiyayê ji beşek mezin ji herêmên Sûriyayê re, pêk bîne. Êdî di vir de, nîşaneyên pêvajoyeke nû hate avakirin, ew jî pêvajoya dagîrkeriya leşkerî ya tirk ya yekser ji axa Sûriyayê re bû. Di encama siyaseta nû û hevkariya bi MHPya faşîst re, 3 operasyonên leşkerî yên dagîrkeriyê hatin destpêkirin; operasyona yekem (tebaxa 2016/adara 2017): ku navê hemleyê “Mertalê Firatê” bû û di encamê de, dewleta Tirkiyayê herêma Cerablus, Izaz û Bab yên li bakurê bajarê Helebê dagîr kirin. Operasyona duyem (çileya 2018an-adara 2018an) ku bi navê “Çiqilê Zeytûnê” bû û di encamê de, herêma Efrînê hate dagîrkirin. Operasyona sêyem (cotmeha 2019-mijdara 2019) bû, ku navê operasyonê “Kaniya Aşitiyê” bû û di encamê de, dewleta Tirkiyayê herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî, dagîr kirin.

Dewleta Tirkiyayê li herêmên ku dagîr kirine, siyaseta qirkirina etnîkî û guhartina demografîk derheqê kurdên Efrînê û Serê Kaniyê bi taybet bi kar anî, di heman demê de bicihkirina bizanebûn a welatiyên sûriyayî yên ji herêmên din ên Sûriyayê û malbatên çeteyên herêmî û biyan li cihê kurdan, ev yek jî bi armanca tunekirina hebûna kurdan li wan herêman û guhartina neasnemeya xelkê wê.  Ev siyasetên ku dewleta Tirkiyayê li wan herêmên kurdan pêk anîn, wekî sûcên li dij mirovahiyê hatin binavkirin. Di vê çarçoveyê de, gelek aliyên navdewletî di raporên xwe yên belgekirî de ev sûc şermezar kirin, wekî “Pêşinyarên Parlementoya Ewropayê, Rapora Human Rights Watchê di sibata 2014an de, û rapora Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî li ser Sûriyayê di adara 2024an de). Di heman demê de, dewleta Tirkiyayê ji bilî ku bi zanebûn kurdan koçber dike û guhartina demografîk pêk tîne û nav û sembolên kurdan radike, deverê dide ber tirkkirinê û hewl dide deverên dagîrkirî ji hêla rêvebirinê ve bi bajarên tirkî yên li Tirkiyayê girê bide.

Ji wan biryara hikûmeta Tirkiyayê ya tebaxa 2023yan, ku herêmên di bin dagîrkeriya wê û çeteyên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayî” de ku ji 13 encûmenan pêk tê, bi hev ve girê dan bi rêya erkdarkirina hakimekî ku desthilatdariya wan herêman li şûna 7 walîyên ku berê ew erkdar kiribûn, bi rê ve bibe. Di heman demê de, Tirkiya di çarçoveya siyaseta tirkkirina bizanebûn de, bi zanebûn karnameyên nifûsa xelkê resen ê li herêmên dagîrkirî guhart û ji wan nasnameyên wan ên kesayetî û lênûsa malbatê stand û li şûna wan ên tirkî dane xelkê wan herêmên dagîrkirî. Her wiha, navê piraniya kolan û taxan li herêmên dagîrkirî hatin guhartin û navê wan bûne ên tirkî û ziman û lîreya tirkî li wan herêman hate ferizkirin, nexasim li herêmên Bab, Efrîn, Cerablus, Izaz, Exterîn, Mari, Serê Kaniyê û Girê Spî. Di heman demê de, xizmetguzariyên wekî tenduristî, perwerde, poste, pevguhertina pereyan, kehrebe, av û telefon û hwd, ji pêdiviyên jiyanê yên rojane ji aliyê karmend û rêveberên tirkan ve têne birêvebirin. Her wiha, li şûna minhacên sûriyayî, êdî minhacên tirkî têne dayîn û şaxên hin zanîngehên Tirkiyayê yên wekî zanîngeha “Heran”ê ya li bajarê Ruhayê, li herêmên dagîrkirî hate vekirin. Di heman demê de, wêneyên serokkomarê Tirkiyayê û ala Tirkiyayê li jor dibistan, nexweşxane, hemû navend û sazî û qadên giştî têne hildan (Rapor: Tirkiya bilan dike deverên di bin kontrola xwe de yên li bakurê Sûriyayê bike yek, ew jî bi rêya erkdarkirina hakimekî tenê, Rojnameya El-Şerq El-Ewset a siûdî, hejmar 22 tebaxa 2023yan)

Plana Tirkiyayê ya bi salan û heta niha jî, ew e ku dagîrkeriyê mayînde û rewa bike û guhartinên demografîk mayînde bike, bi rêya avakirina dagîrgehan û pişavtinê,  da ku  welatiyên kurd ji holê rake û ji erdnîgariyê bi temamî derbixe û xanî û malûmilkên wan desteser bike û bide kesên biyan ên ku li herêmên kurdan bi cih kirine. Her wiha, yek ji planan ew e ku penaberên sûriyayî ji Tirkiyayê bi domdarî derbasî herêmên dagîrkirî bike (çi herêmên kurdan çi jî yên ereban), da ku wan li wê deverê li dagîrgehan bi cih bike ku bi pereyên Tirkiyayê û yên ku ji hêla komikên îslama siyasî û rêxistinên selefî li hin dewletên kendavê ve hatine şandin, hatine avakirin ku bi serpereştî û çavdêriya îstixbaratên Tirkiyayê û rêxistina navdewletî ya Ixwan El-Muslimîn tê birêvebirin. Her wiha, Enqera bi rêya siyaseta tirkkirinê ya bi zanebûn armanc dike ku nefşekî nû yê dilsozê Tirkiyayê tenê be, ava bike û her wiha pala xwe bide tirkumenan ku hin kes ji wan niha bûne serekên opozîsyonê di “îtîlaf­” û “hikûmeta demkî­” de. Her wiha hin wan bûne serekên komikên çekdar ên herî rêxistinkirî û biçekkirî di hundirê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayî”de. Her wiha bi dehan siyaset û bergiriyên din pêk tîne ku tev de bo avakirina rastiyeke nû li ser erdê ye, da ku xizmeta siyaseta Tirkiyayê bike û deverên dagîrkirî bi ser dewleta Tirkiyayê ve bike, di vê mijarê de jî pala xwe dide niştecihê xwecihî yên nû ku dê di demên pêş de referandomeke gelêrî li dar bixe da ku tev li Tirkiyayê bibin.

Bi vî awayî, di encama siyaseta giştî ya Tirkiyayê de ya derbarê Sûriyayê ji sala 2011an ve, hikûmeta hevalbendiya AKP-MHPyê ya faşîzim, dikarîbûn ku xewna gelê Sûriyayê ya bi azadî, edalet û demokrasiyê, veguhserîne kabûseke dirêj û tarî. Di heman demê de, AKP-MHP, hemû hewldanên xelkê Sûriyayê yên ku welatê xwe bixin dewleteke azad û saziyan, bi rêya  rêzesiyasetên dijminahî têk birin, bi rêya lidarxistina hevkarî û şêwirmendiyê bi rejîma Şamê re da ku pyemanan îmze bike ku tu têkiliyên xwe bi daxwazên gelê Sûriyayê re tuneye, lê belê xema AKP-MHPyê ew e ku berjewendiyên Enqerayê bi cih werin û cihek jê re were dayîn. Her wiha, piştre, hikûmeta Tirkiyayê çek dane oposîzyonê û aliyên nijarperest lê xurt kir û cîhadîst perewerde kirin û wan dehf da da ku şerê Rêveberiya Xweser û gelê kurd bikin û bi dagîrkirina yekser a leşkerî û pêkanîna sûcên qirkirina etnîkî û hovîtiyên koçberkirin, bicihkirin û tirkkirinê, bi dawî bû. Di vê demê de jî, operasyonên wêrankirina binesazî û xerabkirina bajaran û dorpêçkirina xelkê li bajar û gundên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, da ku herêmeke bi ewle û aram li Sûriyayê çênebe û hewl dide ku tu hêvî di nava gelê Sûriyayê de ya derbarê jiyana bi ewle û azad çênebe, bêyî ku ji bo netewe yan jî ol ya jî edyolojiya xwe bên çavdêrîkirin, wekî çawa ku li herêmên di bin dagîrkeriya Tirkiyayê de çêdibe.

Niha jî û piştî van hemû salan, Tirkiyayê di xerabkirina welatê Sûriyayê û wêrankirina wê berdewam e, piştî ku beşek ji vî welatî dagîr kir û tê de guhartina demografîk û tirkkirinê pêk tîne. Her wiha, piştî ku beşek ji Sûriyayê raderstî cîhadîstan kir (Mîrnişîna Idilbê ya tarî) û piştî ku bi ser ket heta asteke mezin, ku kesê şereşvan ê sûriyayî bi wêneyekî reş pêşkêş kir: An siyasetmedarekî ku bi israr e ku “di serî de Tirkiya”, an jî “çekdarekî kirêkirî û nandoz” ku ji bo pêkanîna projeyên Enqerayê yên împeratorî yên xeyalkirî li cebheyên Lîbya û Azerbîcanê şer dike.